Skip to main content
okuma zamanı
dakika
okunmuş

BONA XWENDINA REMA KOMARA TIRK NE PEWÎSTE MÎROV REMILDAR BE

Wed, 08/03/2016 - 13:29
1 comment
BONA XWENDINA REMA KOMARA TIRK NE PEWÎSTE MÎROV REMILDAR BE

Bîşar Norşîn

Komara Tirk bi şîvekî hovane 13 Adar 2016 carek din li Enqerê hemwelatîyên xwe da kuştin. Komkujîya yêkhem li Pirsusê nava DAÎŞ ê pêkanî, sê komkujîyên Enqera yê bi navê Teyrêbazên Azadîya Kurdistan û DAÎŞê rêxist, Stenbolê bi navê DAÎŞ ê hemwelatîyên Alaman bi çavsorî da kuştin, bi kuştinên dawî yên Enqerê Kurd tên tavanbarkirin. Ew kwur diçin, bi fehl û fênên sedan salan revadiçin.

Ew, berku diwaroja xwe di bin xeterîyê da dibînin, hemu huner û hostatîya xwe dirijin mezatê. Min her tim got û ezê gotina xwe naha jî carek din bînim serê zman; Komara Tirk; li ser tunekirina Kurdan avabuye, eger ew rojekê dev ji tunekirina Kurdan berde bihele û bimire, heta Komara Tirk hebe; ew dijminatî jî berdewam bike. Pirsgirêkê bi hebuna AKP û Recep Tayîp Erdoxan   destpênekirîyê, pirsgirêkê bi vî şiklî bi damezrandina Komara Tirk destpêkirîyê, tu ferqek mebayna Hesen keçel û keçel Hesen da tune, li Tirkîya kîjan partîjî bê ser dara sîyasî ew dijminatîya dewletê dijî Kurdan berdewem bike. Bizitneweya Komrador ya Kurd hemu xirabîyê AKP û serokê wê va girêdide, ew bi vî şiklî Dewleta Tirk binva diparêzin, gor hemu pevçun û gengaşîyan iro ji ew paraztin berdewame, mayîna nonerên Kurdan di nava Parlementoya Tirkîya yê da meşandina vê sîyasetêye!

Îro dara AKP, hun bêjin Komara Tirkîya dîyare ku ketîyê nava tengasîyêk mezin, Kurdên Rojava ji wan ra bune girnawug û xewa wan direvînin, hedî hedî ew nezîkî dawîya xwe tên, ji ber vê ew bi xwe navê DAÎŞ ê, navê Kurdan û navê Bizutneweya Çep ya Tirkîyê komkujîyan dardixînin, bi vî şiklî dixwezin alîkarîya Yekitîya Dewletên Emrîka û Yekitîya Dewletên Ewropayê bigirin, “ li dijî terorîzmê” dixwezin hemu dewletên dinyayê piştî wan bin.

Bi pêla penandeyan, wan di mehên dawîyêda Yekitîya Ewropa dîlkir. Wusa kirin ku Yekitîya Ewropa nikare çep û rast bizivire. Bi „dîlkirina“ Yekitîya Ewropa alîyê Komara Tirkîya va, keşayên nu derketin hole, PeymanaŞengenê de facto nema, Îngilîzîstanê di nava Yekitîya Ewropa da mayîn û nemayîna xwe anî serê zman. Heta naha Komara Tirk û dara AKP ê sîyasetekî „serketî“ meşand. Ew dixwezin bikevin axa Kurdistana Rojava û Surîyê, dixwezin carek din bin seroketiya Recep Tayîp Erdoğan da Leşkerê Muavîyê bidamezrînin û rêxînin. Wan nahava bona damezrandina Leşkerê Muavîye, ji Erebîstana Sudî, Katar û hinek Dewletên Efrîqa yê bi nîvdevî sozgirtin, dixwezin hemû dinya pişta wan be. Hevîya wan ewbu ku NATO, YDE û YE alîkarîya wan bike.Heta naha bi vî alîva pişgirtîyêk yêkser ji wan ra ne alîyê Yekitîya Dewletên Emrika va, nejî alîyê Yekitîya Ewropa va hat.

Ji ber vê ew bi xwe terorê organîze dikin, dixwezin dijî Kurdan pişgirîya wan bete kirin. Wan bi kuştina hemwelatîyên Alaman li Stenbolê, Komkujîyên Pirsus û Enqerê ew sîyaset mêşandin. Eger pîçek bete kolandin û şîrovekirin li paş komkujîyên Fransayê Komara Tirk derdikeve holê, gelek Ewropayî jî vê rasteyetîyê baş dizanin, bawerim Berêz Xanim Merkel jî gelek baş dizane ku; kî li paş komkujîya hemwelatîyên Alaman li Stenbolê, Dewleta Tirk bi xwe heye, daxawa şert û mercên sîyasî, berjewendîyên aborî û dîrokî îcaze nadin ku; mîrov bêjê Recep Tayîp Erdoxan tu û dewelta tê pey vê komkujîyêne!

Hebun û peyvendîyên dewletan bona beyanatên wusa îcaze nadin. Li vir min naxwzim Seroka Dewleta Alaman Xanim Merkel rexne bikim, tu heqekî min yê wusa tune, Xanim Merkel alîyê jinxwsesîyê va ji hezaran polîtîkvanên jin û mêr ê din pêşvatire, Wê bi penandeyanra destê mîrovetîyê dirêj kir û li ser bingehya heqîyê rolekî dîrokî lîhist.

Li vir ne pêvîste em sîyasetmedarên Ewropayî an jî Emrîkayî rexne û tavanbarbikin, rastîyetêda di vî alîda tu heqekî me jî tune, pewîste em bizivirin ser xwe, çokên xwe bixin, helîyêk mezin li ber xwe bigirin û bibînin kirêtîya me çawa dîyardike, bibînin em çawa dikarin bula xwe serrastbikin û ji vê kirêtîyê çawa dikarin xwe rizgarbikin?

Eger xal bi xal bi kwirtî bête şîrovekirin:

1-Komara Tirk dixwest nava şeş mehanda dara Beşar Esad ya sîyasî ruxîne û li wê derê Mislamanên Sune bîne ser hikim, wan bi vê dara sîyasî dixwest; Tirkîye, Surîye û Misirê nezîkî hevbike û di bin seroketîya Komara Tirkîya yê da bingehya Xilafetek nu ya Mislimanan daynin. Ew pilan rêva neçu, li Misrê dara sîyasî ya Mursî hate ruxandin, Beşar Esad li Surîyê hîna li ser dara sîyasîye, ew bi vê sîyasetê binketin.

2-Bi DAÎŞ ê wan xwest li Rojava û Başura Kurdistan, Kurdan carek din li ber xwe bidin meliskirin, Kurd li ber wan netewîyan û melis nebun, wan bona bostek axa azad seranserî û beramberî ber xwe da, canik û camerên Kurdan li Rojavayî Kurdistan bexwedanek bê hempa serketin. Komara Tirk taybetî Kobanê û seranserî Rojavaya Kurdistan şikestik mezin xwer, hezaran, sîxur, serbaz û kopikên wan di sengerên DAÎŞ ê da gewer bun û cîhyê xwe di nava dojêda girtin, naha ew hevîya „çil xurîyanin“, bila Berêz Emîne Erdoğan xaremik modern avabike û “ser soza Komara Tirk bisekinê”, ew bila lingekî zu xurîyan reyî alîyê din bike, berku;dojê da xurî û murî tunin.

Ji wê ra peşnîyara min ewe ku; ew vî karî hilgire ser milên xwe û “jinxwesîyekê” bike. Ew dikare Dîrokzan Îlber Ortaylî jî bi xwe ra bike Axa yê Darûssaade.

Komara Tirkîya dixwest bi destên DAÎŞ ê Hukumeta Herema Kurdisan li Başur ruxîne, sîyasetmedarên Kurd li Başur bikin hewar û bên xwe bavêjin bextê wê! Kurdistana Başur bi êrişên DAÎŞ ê rewşek nu derket hole, liŞengalê bîvila Kurdan bi erdê va çu, bi dîlkirin û firotîna dot û jînên Kurd alîyê DAÎŞ ê va; Kurd dîroka xwe da yêkhemcar bi vî şiklî bê ruhmet ketin, di dîroka Kurdên Xorasanê da dîlkirin û firotina dotên Kurd hebu, berkû wan nikarîyabu baca dagirkerên Fars bidin, Monakirîya Fars cîhyê bacê destdabu ser dotên Kurd yên Xorasan ê, feqet li ser axa Kurdistanê tu car dagirker û peyayên wan ewqas pêşva neçubun, bi firotina dot û jinên Kurd yên şengalê hemu Kurdên Başur û Pêşmerge hatin hêjandin, wan carek din dît ku bê çek û dewletbun azadîya welatekî nikare bête paraztin.

Ax li serê me hemuyan , axa taybet jî li serê Kurden Başur, ew çarek qurne salin li Başurî Kurdistan serdarin, qaşografî xwedî hiqumat polîs û Pêşmergene, hîna nikarin çekên xwe, bi destên xwe çekin, hîna wan heza polîs û Peşmergeyên Kurdistan yêk nekirîyê, hîna ew diçin li ber dara sîyasî ya Bexdayê lepên xwe vedikin. Erişa Dewelta Tirk ku bi navê DAÎŞ ê li vir hate rêxistin serneket, li paş gêjbunek kwirt, heş û aqil pîçek nuva hate serê Kurdan û wan nuva despêkî berxwedanê kirin, eger hun min bipirsin Komara Tirk li vir jî ket nava hezazê.

3-Komara Tirk bi destên sîxurên xwe borîya niftê da teqand, li dijî avayîyên Hukumeta Herema Kurdistanê xwest navê PKK êrişan rêbixînê û Kurdan carek din bi şerê birakujîyê berdehev, Berêz Murat Karayilan taf bersiva wan da û hemû guman li ser PKK yê rakir, wî bi banga xwe ruyê dagirkerên Tirk carek din da paskirin.Plana Komara Tirk li vir jî puçbu û rizî.

4- Di rojên dawîyê da damezrandina „Enîyêkî“ sîyasî ya nu li Kandîlê hatê bangkirin, nezîka deh rexirawên çep yê Tirkîya, vê „Enîya Sîyasîda“ amade bune, hinek ji wan di çil salan virda hene. TKP kewntirîn partî li Tirkîyayê bu. We diroka xweda tu car sîyasetek serbixwe ya şorişger nemeşand, alîkîva Kemalistanra karê sîxurîyê kir, alîyê dinva sîxurîya Sovyetê kir. Bi raportên nerast, Dewleta Sovyetê da xapand. Bizutneweya Netewî ya Kurd weku Bizutneweki kewneperest ya feodalan da nasîn, bi girtin û dîlkirina serdarên Tevgera Azadîyê da wan rolekî qirej lehîst, dura feşilandina Komara Kurdistana Sor da wan ew karê xwe yê qîrêj berdewam kir. Komara Tirk, Kurdan gor rewşa sîyasî ya dinyayê, yan bi nave fedodalîzmê û şerîatê, yan jî bi nave çeptî û komînîzmê îzoledike.

Li paş kuştinên karmendên Charlie Hebdo li Parîsê wan li Bakurî Kurdistan bi navê Kurdan çalekî û xwepêşandan rêxistin, bi kuştdaranra sempatîya xwe dan nîşan, hemu van çalakî bi navaê Kurdan hatin rêxistin, wan xwestin Kurdan bi van komkujîyan tavanbar û îzolebikin.

Naha li gel Bizutneweyê Çep ya Tirkîya li Kandîlê Yekitîyêk (Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan) hate bangkirin, ew banga dikare avê li ser dilên mîrovên pêşkevtîxwas û şoreşgerda berde, mîrov bikarê bêjê gavek dîrokîyê, pîroz be!, edî şorişa Kurdistan sernaserî Anatolîa û Tirakya yê belavdibe, demek kwirta hezên mîrovperwer û peşkevtîxwes li Anatolîa ya yê tên ser dara sîyasî, çiqas xweş tête gwiyê mîrov ne wusa?

Eger hun min bipirsin ez wusa nabînim, yêk;li paş sala 1973, Komara Tirkîya temamîya Bizutneweyê Çep girt bin kontrola xwe piranîya wan Komara Tirkîya yê ra karê sîxurîyê dikin, karê qîrej ku dewlet aşîkar nikare bike kirin, bi destên wan dide kirin, ew weku pîlên Komara Tirkîya kardikin, hemu bi hevra li seranserî Anatolîa û Tirakya yê di denggirtinêda amade bibin, ji sedan yêk zedetirîn deng nikarin bigirin, ji ber vê tu xerek wan ne ji gelê Kurd ra heye nejî ji gelê Anatolia û Tirakya yê ra heye, ew îzolene, marjînalin ji gel û dara sîyasî durin.

Ew di serîda li ser bingehya heqîyê hatine avakirin, serdarên TÎKKO –TKP-ML, THKO û THKP-C bona rizgarîya gelên belengaz bê tirs û bê guman xwe cangorî kirin, dîroka mîrovetîyê kem kesayetên weku Îbrahîm Kaypakaya afirandîye, daxawa ew partî û komikên sîyasî di nava pavejoyda ketin bin kontrola Komara Tirk.Komara Tirk ew kirin bin kontrola xwe û ew anîn ser bingehya neheqîyê. Îro pakbun û şoreşgerîya wan hinekan vê rasteyetîyê zede nagore.

Du; şikamin ewe ku di vê damezrandina nu da dîsa tilîya dagirkerên Tirk heye, ew dixwezin nave çeptî û komînîzme Kurdan, taybetî ji li ser PKK va Kurdên Rojava îzolebikin, berku ew bikaribin dewletên dinra bêjin: binêrin vana hemu çep û komunîstin, diwarojda bibin bela sere we, ew dixwezin li ser axa Rojhilata Navarestşorişek Oktobir ya nu rêxînin, dixwezin dara xweseritîyê avabikin….

Bawerim di bin bangkirina vê yekitîyêda peyamik wusa heye. Tirk dibêjin ne seyranê nejî cejn, zavayê min, min bona çi maçî dike? Naha ez we dipirsim Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bona çi hate damezrandin û ji ku derket? Ji bin sere PKK yê derket?! An jî bi destên dagirkerên Tirk hate damezrandin?! Hevîdarim ku; ew enîya sîyasî ya nu bi dêsten şoreşgeran hatîbê damezrandin û gotinên min diwarojda puçderkevin.

5-Bawerim Komara Tirk gor fetisandin û tengasîya xwe bi navê Kurdan li Ewropa û dewletên dinyayê yên din komkujîyên nu rêxîne, bi vî şiklî Kurdan bi terorîzmê sucdar û tavanbarbike. Pewîste Kurd mecalê nedin wan û wan taf deşîfrebikin. Binêrin Komara Tirkîya li sernaserî dinyayê navendek balkeş ya pereyê reşe, kara pereyê reş alîyê sîyasetmedarên serdestyaTirkîyayêva tête parvakirin, duenî Demirel, Çîler û Türkeş, îro Recep Tayîp Erdoğan û hevalên wî!

Heta naha kesekî pêsîra wan va negirt, Bizutneweya Netewî ya Kurdistan li Ewropa bi terorîzmê hate tavanbarkirin, PKK ya ku li ser bingehya heqîyê hatibu damezrandin bi sîxurên dewleta Tirk bu Partîyekî terorîst û sernaserî dinyayê kete nava lîsteya komikên terorîst, dewletên Ewropa dest dan ser pereyê gelê Kurd, pereyê ku weku yarmetî bona Şorişa Kurdistan hatibu berhevkirin, ango xwî û keda Kurdan bu, bi vî şiklî hate tar û markirin. Komara Tirk her tim pereyê rêş „pakir“ û da pîyasayê, daxawa pereyê pak yê Kurdan bi karê sîxurên Komara Tirk, li gelek welatên Ewropa yê bu pereyê reş û dest li serda hate danîn. Daxwezîya Komara Tirk ewe ku; Kurd dîsa di kuncekîda bên girtin û destûpeyên wan bêtin girêdan.

6-Bona dagirkirina Rojavaya Kurdistan û Surîyê Komara Tirk, diwarojda li bajarên mezin yên Anatolia û Tirakya yê, bi navê Kurdan û çepan komkujîyên nu li dijî sîvîlan darxîne, bi vî şiklî nijadparezî û netewkarîyê tûjbike û ji gelê Anatolîya yê destura êrişê bigire. Av û adana dagirkerîyê xwin û kedmîtine. Ji ber vê bawerim tenzîmkirina Leşkerê Muavîyê rêdaye.

7-Di bin seroketiya Recep Tayîp Erdoğan da tenzîmkirîna Leşkerê Muavîyê bibe bela serê Komara Cimhurîya Îslam ya Îranê. Ji ber vê ew hemu huner û hostatîya xwe diji Komara Tirk derkevin û binva birêxa bin lingê Recep Tayîp Erdoxan bikşînin, çan ew di katî xwe da bi Sadam Husenê Tirkîtî ra hevketin, Recep Tayîp Erdoxan ra jî hevbikevin, Xwedî statûbuna Kurdan Li Rojavayî Kurdistan, diwaroj da bona Yekitîya Komara Tirk û ya Cimhurîya Îslam ya Îran ê terê nake, zu an dereng ewê hevkevin, him jî rind hevkevin!

8- Bi pêla berzbuna tekoşîna gelê Kurdistan Rojava û Bakur, jîyana sîxurên Komara Tirk yên nava PKK yê bike nava xeterîyek mezin, gelê Kurd her roj zedetirîn rola wan bibîne û berê xwe bide serbixweyetî û azadîyê. Ji azadîyê şîrintir tu tamek tune, Kurdan salên dawîyêda ew tam girtin, naha Rojavaya Kurdistan gelê me ew tama girt, tu hezek edî nikare ber Kurdan û silsila nû ya Kurdan bigire, va rasteyetîya Başurî Kurdistan jî wusaye.

„Muçe“ û dizîna 150 mîlyar dolarî alîkîva, pevçun, gendalî û gengaşî alîkîva; gelê Kurd li Başurî Kurdistan jî rêya rast bona xwe bidoze û berê xwe bide serbixweyetîye, sîlsileyên nu li Başurî Kurdistan tama azadîyê girtine, edî qe tû hêzek, wan carek din nikarê bike bin bandura dagirkerîye. Bîrmekin, xirabtirîn dara sîyasî ya Kurdan hezar car ji dara dagirkerên Tirk, Ereb û Fars baştire!

9-Berî mirina xwe Yaşar Kaya behsa Ergenekonê û rêxistina wê ya navê PKK yê kir, gote: „Ergenekon li her dere heye“, wî nav nedan û bi navan sîxurên dagirkerîyê aşîkar nekir, di vê hevpeyvînêda dîyarbuku wî û Ergenekonê hevûdu baş nasdikirin(!). Li paş salên heftî ya qurna rabirdî di nava Bizutneweya Kurdistan da Yaşar Kaya tunebu, car cara navê Musa Anter derbaz dibu, daxawa ew jî li holê nebu. Li paş salên heştî ya qurna rabirdî da, destekî ew li gel mîrovên wekû Prof. Yalçin Küçük bi sîwanebazê ji jurda berdan, hatin ketin nava Tevgera Şorişger ya Kurdistan, „bi zanîn rêxistî an jî nezanîn rêxistî“ wan nava PKK da karê sîxurîyê kirin,Li dervayî welat qaşografî „Perlementoya Sirgunê ya Kurdistan“ hate bangkirin, „Kekê Yaşar Kaya“ dibu serokê vê Parlementoyê, ew welat welat digerîyan, bi navê Kurdan danûstandin û peyvendîyên sîyasî dihunîyan, gelek Parlementoyan ji wanra derê xwe vedikirin, îxtiram û rêza wan digirtin, berku hertişt navê Kurdan dihat kirin, di vê katê da Berêz Yaşar Kaya dibu „şûrê heqîyê“ û êriş dibir ser Kurdên din.

Serokê Parlementoya Kurdan pewîst bu Kurd nezîkî hevbikirana. Pewîstbu ew kom û komikên sîyasî yên Kurdra bibuya star. Di wê katêda tiştekî gelek balkeşbu; wî pozberîyên nava Kurdan tizdikirin, her kî ku nedubu birêxa bin lingên wan, ji wan ra dibu dijdar û êrişên tûj dibirin ser wan. Dema edî wan karê xwe yê nava Kurdan serxistin û Kurd ji serbixweyetîyê û yektîya welat durxistin, di nava rojekê da banga feşilandina „Perlementoya Sirgunê ya Kurdistan“ kirin.

Kekê Yaşar Kaya berpirsîyarê vê Avayîyê bu. Di salan şunda wî daxwezîya Dewleta Tirk deşîfre kir, daxawa wî derheqa karê xwe û pîlûtorên dagirkerên Tirk yên nava Kurdan da zede tişt negotin, eger wî tiştek (dokumentek) şunda hîştîbe jî ez nizanim(!). Eger bi kwirtî bête gotin; wî „sir û rema“ xwe bi xwera bir nava axê, di rojên dawîyêda wî dîsa bi zanîn û rêxistî an jî bê zanîn û rêxistî“ Ergenekona dagirkerên Tirk parazt, diwarojda bila dîroka Kurdistan derheqa wî û yên wekû wî da biryarekê bide, ne ez…………..

Bona xwendina rema Komara Tirk ne pewîste mîrov remildar be, panav û dîroka wan zedetirîn tiştan şilf tînê ber çavan, tenya pewîste mîrov bê tirs wan bibîne û pilanên wan deşîfre bike.

Li ser bingehya heqîyê dîwarojek ronahî ji bona Kurdan û hemu Komên cîran ra!

Eger bê zanîn neheqîyek min jî hebe biborin!

Bîşar Norşîn

14 Adar 2016.

Yeni Yorum yaz

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category