ÇI BIKIN?
Di rojên dawîda li Başûr Rojhilatî Kurdistan serhevbinhevbûnek mezin çêbû, xeyalên pûç li ser Kurdanda hêrifîn, ezmanên Kurdan bi bêbextîyek mezin dîsa rêşbûn, hawar, qîrîn û zîvîna gelê Kurd dîsa rabû, tiştên ku li Efrînê hatibûn serê me, li Helebê carek din dûbare bûn, nezîka sêsedhezar Kurd cîhra bûn, hinek ji wan cara sisîya, cara çara bû ku cîhradibûn, tişten ku bi destên Mistefa Kemalê Selanîkî hatibûn serê Şex Mahmûd bi carek din, bi cûreyek din dûbare bûn, wexta ku Împaratorîya Osmanî belav dibû û Kurdan Şerê Rizgarîya Omed, Şerê Rizgarîya Kurdistanê didan; Mistefa Kemalê Selanîkî, Şex Memmud Berzencîra reşbelek li ser reșbelekê, bruske li ser brûskeyê rêdikir û Şex Mahmûdê Berzencî dijî Îngilîzan tiz û tûj dikir, behsa bratîya Gelên Misliman û behsa bratîya Omeda Îslamê dikir, alîyê dinva wî bi Îngiliz û yên dinra peyvendîyên xwe germ dikirin, gel wan aşdibû, wî taybetî dijî Kurdan, tora dijminatî û dafkirinê dihûnand. Di dûmayîkêda bi destên paye nizmên Îhtîyatcîyên weku Kemalê Selanîkî li Enqarê di bin mandatparêzîya Îngiliz û Fransizanda Komara Tirkîya dihat bangkirin, ew komara bi Peyama Lousanne 23 Hezîran 1923 da digehîşt formekî fermî, dihat legîtîmekirin, Împaratorîya Osmanî belev dibû, hun bêjin bi alîkarîya Îngilîzan bi destên mandatên weku Kemalê Selanîkî, Rauf Orbay, Îsmet Înonû dihat şerjêkirin, Kemalîstên paye nizim dihatin ser hûkim, bi gambazî û tora sîxûrîyê, bi reya Omeda Îslamê Şex Mahmûdê Berzencî û alîgarên wî dihatin xapandin û dafkirin, balafirên Îngilîz li ser Kurdanda li derdora Silemanî agir dibarandin, Kemalê Selanîkî û hevalên wî bi dewletên wasîra /manadtparêzra dibûn; xûlam, dost û yar. Kesayetên weku Şex Mahmûdê Berzencî û gelê wî jî; bi dewletên mezin yên împerîyalra dibûn dijdar û dijmin, noker û sîxûrên weku Kemalê Selanîkî bi dîsa bi vê rê û rêbazê serok û serdarên Kurdên Eşîra Milan li ser xeta Dîlok, Riha, Merdînê û Mûsilê gambazî Fransiz û Îngilizan dikirin, Sîxur û sarbazê Îtîhatcîyan Alî Şefîk Özdemîr bi Kemalê Selanîkîra giredayî karê sîxurîyê û dafkirina gelê Kurd dikir, yên ku seranserî û beramberî dijî darikirina dewleten împeryalra şerdikirin Kurd bûn, hezaran cangorî cangorîyên Kurdan bûn, li meydanê yêk leşkerekî Dewleta Osmanî, yêk leşkerekî Tirk ku li vir gel Kurdan şerdikir û berxwedida tûnebû! Tenê sîxûr Alî Şefîk Özdemîr li vir bû û wî karê bêbextîyê rêvadibir! Binva Kemalê Selanîkî û Alî Şefîk Özdemîr digotin: Kurd li ber we rabûne, ew li ser vê erdnîgarîyê tu rehetîyekê nedin we, werin me nas û legîtîmê bikin, alîkarîya me bikin; em we; him ji Kurdan û him jî Xîlafeta Îslamê rizgarbikin.
Dura çi bû; dîroknîvîskarên Kemalîst xwe weku antî împeryalîst, Kurd û Tevgera wan jî weku noker û xûlamên împeryalîzmê dan nîvîsandin. Kirmanc dibên: Kê kir kê xwar! Ewe sed salan bêtirê noker û xûlamên împeryalîzmê bûnê dewlet û ser pişta me direqisin, Bakur, Başur û Rojava li ser pişta me direqisin, her roj me tûne dikin û hebûna xwe li ser pişta me dimeşînin. Îro jî dîsa bê şermîyek mezin Kurdan bi nokerbûna û hevalbendîya împeryalîzm û sîyonîzmê tavanbardikin. Çepên Kurd, Olparazên Kurd dijî îmeryalîzmê û Îsraîlê tizdikin, çep û rast tizdikin, di bin maskeya șoreşgerî û sosyalîzmeda tiz dikin, di bin maske û perdeya olparezîyê û navê Omeda Îslamêda tizdikin, Kurdan weku netewe dipişirînin, dicûn û hêdî hêdî dadiqûlînin. Kurd bi navê Îslamê, bi navê Soyalîzme, bi navê Bratîya Gelan û Netewa Demokratîk tên pișirandin, enerjî û hêza wan ya mayî jî bi vî awayî tê çar û çurçkirin!.
Ewe deh salan bêtirê li Başur Roajavayî Kurdistanê firsend û derfetên mezin ketibûn destên Kurdan, Komara Tirkîya tiştê kû di katî xweda anîbû serê Şex Mahmûdê Berzencî û Tevgera wî, naha carek din anî serê Kurdên Başur Rojavayî Kurdistan, Komara Tirkîya bi tora sîxûrên apocî bu bela serê Kurdan, wan bi hûnerik mezin li Başur Roajavayî Kurdistanê nehiştın Kurd bibin xwedî yêk hûkûmat û yek deng, ew alîkîva bi destên xwe yên qîrêj ketin nava ENKS, alîyê dinva bi navê şoreşgerî, xeta sê, xeta antî împeryalist û xeta antî sîyonîst ketin nava gel, cîwanên Kurd bona bratîya gelan, bona ne dewletbûn û bona ne xwedîstatbûnê dan bezdan, di dîroka mîrovetîyêda gemara plantê, gûhyê plantê cara didûya bû bi destên Kurdan dihat pakirin, gûyê planetê cara yêkhem wexta Selhadîn Eyûbîda hatibû pakirin, lê Selhadîn tu car weku erk û armanc dev ji dewletbûne bernedabû, lê vê cara, cara didûya Kurdan dîsa qîrêjî û gemarîya planete padikirin, DAÎŞ gû û gemarîya planetê ya nû bû, lê hêṣmedarên tarî, qartîbozên dojê Kurdanra digotin wexta dewletbûnê derbazbûye, Kurdanra ne statû nejî dewletbûn pewîste, gerê Kurd bibin parekî netewên demokratîk!
Tirk, Ereb, Azerî û Fars bibin demokrat Kurdên me jí bibin parek wan û bibin xwedî maf, bibin xwedî dadî û heq! Tora sîxûrên apocî, nokerên Komara Tirk çi ji destên wan hatin gat bi qat kirin, bi navê xeta sê, bratîya gelan, Gele Başûr Rojavayî Kurdistan her roj ji hêza xwe daxistin û ew bê enerjî hiştin, nehîştin Kurd yêkbibin, nehîştin Ala Rengín ya netewa Kurd li Başur Rojavayî Kurdistan bakeve, wan seroksîxûrekî weku Abdullah Öcalan bi zorê kirin al û dan destên Kurdan, sîxûrekî stûpintî bi Kurdanra kirin rehber serok û sterk, hevîya rizgarbûna Kurdan bi mêjûpûçîyek mezin anîn kûna sîxûrekîva giredan.
Li Bakurî Kurdistan; bi destên wî û bi vê mêjûpûçîye Kurd, rê û rêbaza dagirkeran hatinbûn xesandin, bi antronorî û heşmendarîya apaocîtîyê wan li Başurî Kurdistan dehan bargeh û bircgordínên leşkerî yên Tirkîya avakirin, di rastîyêda Bașurî Kurdistan nûva keti bin dagirkerîya Tirkan, bi tora sîxûrên apocî li Bakur Kurd xesandin, li Başur niv xesandin, naha dora Başur Rojavayî Kurdistan hatibû gerê ew jî bata xesandin!
Kurdan bi fedakarîyek mezin kûna planetê pakirin, deh hezaran betir kêç û lawên Kurd cangorî dan. Bi alîkarîya Yekitîya Dewletên Emrîka û dewletēn hevpeyman bi Kurdanra lêşkerekî modern hat rêxistin,ew leşkera ew deh salan zêhdetire hate paraztin û fínase kirin, bona rêxistin, perwerdekirin û xwedîkirina vî leşkerî Yekitîya Dewletên Emrîka û Dewletên hevpeyman mîlyaran dolar pere xerc kirin, hevî ew bû ku Kurd û pêșkevtixwezên Ereb destseledarîya Sûrîyê bigirin destên xwe û Îsraîlêra bibin cîran û derheqa pêşeroja Rojhilata Navînda bibin xwedî gotin, lê mixabin tora sîxûrên apocî her roj serê seroksîxûrekî bi xwera kirin al û dan bakirin, qaşo bona azadîya sîxûrekî ketin nava çalakîyên mezin, payebilindên tora sîxûran her roj bi navê netewa Kurd peyamên dijî împeryalîzma Yekitîya Dewletên Emrîkî û Îsraîlê dan, Kurd di bin siwan û masekeya îslamêda, li bajarên Amed û Batmanê hatin tizkirin, dijî Îsraíl û Yekitîya Dewletên Emrîka bi dûrûşme û sloganên tir û vir Kurd hatin xapandin.
Tora sîxûrên Komara Tirkîya bi penc qolîva karkir! Yek; di nava Îslamîstên Kurd da karkir. Du; di nava tora sîxûrên apocîda karkir. Sê; di nava Partî Demokratî Kurdistan û Turkmanên Başûrî Kurdistanda karkir. Çar; di nava seroketîya DEM Partîyêda karkir. Penc; li Ewropayê di nava dîasproyêda karkir. Bi navê Kurdan medyayekî per fireh hate kontrolkirin, lê binva bo Komara Tirkîya rê hatê rêpankirin. Tiştên ku katî xweda Îhtîyatçîyan anîbûn serê Şex Mahmûdê Berzencî carek din û bi rê û rêbazek modern anîn serê Kurdan. Sermîyanên Komara Tirkîya; Yekitîya Dewletên Emrîka, dewletên hevpeyman û Îsraîlêra her roj binva gotin; destên xwe ji Kurdan bişon û wan mekin bela serê xwe, bela serê me; ew îslamîstin, ew komûnîst û anarşîstin dijminê sîstema wene, ew terorîstin; ew dikarin li welatên we her karekî krîmînal bikin!
Alîyê dinva li derwayî welat wan bi navê Kurdan; bi kamên û dafên mezin danîn, bi tora sîxûrên apocî hinek „namdarên Kurd“ hatin Ewropa û gotin: Daxîlî karê me yê navxoyî mebin, em prolem û keşayên xwe li gel braderên xwe yên Tirk, di nava Parlementoya Tirkîyêda çareserbikin! Heta, wan bi hûner hostatîyek qîrêj ya mezin nehiştin ku Komkuǰîya Roboskîyê bê Dada Navnetewî û Komara Tirkîya bi kirina vê jenoysadê bê mehkûmkirin, derheqa berpirsîyarên vê komkujîyêda biryara girtin û cezakirinê bê dayîn.
Tiştên bûyî bûne, çerxa wextê şûnda nayê zivirandin. Naha Başûr Rojavayî Kurdistan di nava tengasîyek mezin dayê, Kurd şerê mayîn û nemanê didin, li seranserî cîhanê tu Kurdekî dilsoz nikare bi van bûyerên nû ra bêdeng bimîne û temaşeyî qirkirina gelê xwe bike.
Naha dikare çi bê kirin?
Başur Rojavayî Kurdistan bi hemû rêngên Kurdan gerê rêveberîyek bête aktîve kirin.
Bi zexta alîgarên Kurd yên DEM Partîyê, parlementerên ku bi nav û dengê Kurdan hatine hilbijartin û di nava Parlementoya Tirkîyayêdane weku kom, weku grup gerê şunda bên rakişandin û legîtîmasyona /meşrûyeta Parlementoya Tirkan li ser bingehya navnetewî bikeve bin gûmanên mezin, ew nekaribin noneretîya Kurdên Bakur bikin, ew Koma Parlementaran gerê Yektîya Ewropa, Yekitîya Dewletên Emrîka, Federasyona Urizîstanê, Hîndîstan, Pakîstan, Çîn û dewletên din yên dinyayê bi name û bangek fermî agadar bikin ku edî Komara Tirkîya nonerîya Kurdên Bakur nake û nikare bike !
Gerê General Mazlûm Abdî, Îlham Ehmed û yên wekû wan bi lingekî zu, tevayîya peyvendî û û eleqatên xwe li gel tora sîxûrên apocî qut bikin û vê torê derxînin holê, pasbikin û bavêjin ser sergûyê dîrokê.
Gerê YPG, YPJ û Peşemergeyên Roj zu bin seroktîya General Mazlûmda bikevin bin starî û kontrola rêveberîya hevbeş ya Kurdan (Bin kontrola Hûkumata Kurdên Başur Rojavayî Kurdistan).
Gerê seranserî cîhanê Kurdên dewlet xwaz nonertîya vê rêvebirîya hevbeş bikin, bi karê dîplomasîyê bona dewletik serbixwe ya Kurdan; cîhanê germ û hazir bikin.
Gerê Seranserê cîhanê şervanên Kurd xwe bigehîjînin havara Gele me yê yê Başur Rojavayî Kurdistan, le ne bo biratîya gelan, ne bo nedeweltbûnê, ne bo netewa demokratîk û tir û virine MÎT (Sazîya Netewî ya Îstîxbarata Tirkîya) ê.
Dîaspora Kurdan mezin e, çandî çend dewletên biçûk mezine, gerê dev ji kuna tora sixûran apocî bê berdan û li her derê Ala Kurdistan ya netewî bêtê rakirin!
Dijminê netewa Kurd yê sereke Komara Tirkîyaye, ne Erebin, ne Ehmed Şahraye heta nejî Iraq û Îran e, dewletên Ewropa, Ûrizîstan, Yekitîya Dewletên Emrîka û Îsraîl hîç nînin, xencî Komara Tirkîya tu dewletekî dinyayê netewa Kurdra dijminatîya sereke nakê.
Ji ber vê gerê seanserî cîhanê yek armanca Kurdan ya hevbeş ya netewî hebe: Rûxandin, binpêkirin û tarûmarkirina Komara Tirkîya, heta va komara neyê rûxandin li ser vê planeta li tu cîhyekî cîhanê bi Kurdanra rehetîyek tûnebe, Tirk û Komara Tirkan tu car dev ji dijminatî û dijberîya Kurdan bernadin, hebûna wan li ser tûnekirina Kurdane, di formata wanda şert û mercên xwe gorînê tûnin, Tirk xwar nabin,venalîzin, ew di dûmayîkêda difirin û dimirin, ew komara di serîda li ser dijminatîya Kurdan hatîyê avakirin, heta hebe wûsa jî bimîne !
Bona gorîna wan xerckirina enerjîya Netewa Kurd; exmaqîyek mezine, bla ew desturname û parlementoya xwe bigirin û serê xwexin, hevcetî û pewîstîya Kurdan ne parlementoya wanra nejî desturnameya wanra heye, gerê Kurd bi xwe xwedî parlemento û desturname bin!
Li pey demokrasîya Tirkanda çûyîn; di nava rixa hespêda li teneya / liba ceh gerînêye! Bla tu Kurdek di nava rixa hespêda li bey lipa ceh negere, Kurdistana Serbixwe xêr û bêrek mezin bi xwera bîne!
Gere li Kurdistana Başur, bi yektîyek pola; gele Kurd di bin siwana PDK, YNK û hezên Kurd yên dinda yêk bibe, xwedî parlemento û darek sîyasî ya legîtim bibe, ew yêkitî gerê tora sîxûrên apocî şilf û tazî derxînî hole; wan û leşkerên Tirk ji axa Kurdistana Başûr derxînî, naha tu argumentek destên Tirkanda nemaye, bla ew li gel sîxûrên xwe ji vir derkevin û herin, dagirkeren Tirk ji bona pêşerojê dixwezin hêzên îslamîst bînin Kandîlê cîwahr bikin! Baldarî! Baldarî!
Bi xwedîkrina pêz û dêwer, bi cotkarîyek modern, bi xêr û bêra heyî, Kurdistana Başûr dikare teveyîya herem û Iraqê xwedî bikê, her dolarê kû bo Tirkan tê Bakur, dibe gûle û dikeva laşê gelê Kurd, dibe jar û bi menra şunva dizivire. Kurdên Başur dikarin di vê katêda bezirganîya xwe ya navnetewî, kirîn û firotina xwe ya navnetewî li ser Basrayêra bikin, tu hevcetîyek wan bi Tirkan û komara wanra tûne, dev ji Tirkan û komara wan berdin, didanên Dewleta Iraq ê bi rûxandina Sadam Hûsên bi binva hat şikandin, li vir nûva gezkirina Kurdan ne asane, di destên Kurdanda nîvî Dewleta Iraq ê heye! Bi enîya Iraqêva yên ku erişan dijî Kurdan tiz û organîze dikin dîsa Komara Tirk û tora sîxûrên wanin! Îran wekû dewlet nîv xesîye, dewlet li Iraq û Sûriyê nemirnejîne, yên ku her alîva netewa Kurd dorpêç dikin û dixwezin li seranserî cîhanê Kurdan bervbi tûnekirine bibin; Tirk û Komara wanin! Gerê tu gordin û bircgordînek Komara Tirakan li ser axa Kurdistana Başur nemîne. Bi derxistina wan ji Başurî Kurdistan; Kurd li Başur Rojavayî Kurdistan solix û bîhnek mezin bigirin.
Bi yêkitîya Dewleta Sûrî anjî bê yekitîya Dewleta Sûrî gere Kurd dev ji daxwezîya dewletbûnê bernedin, va heqekî Kurdan yê legîtîme, di navenda Ewropa da Kosovo bû dewlet, xelkê Kosovar yêk mîlyon ninin û nêzîkî wan Dewleta Albanîya ango Arnavutluk heye, kesekî bi xelkê Kosovar ra negot herin Alnbanîyayê!
Naha tora sîxûrên Komara Tirkîya di bin navê piştîvanîyêda komek ji nonerên DEM Partîyê rêyî Qamîşlûyê kir, armanc xesandin ū kûştina perê welatparêz yê netewa Kurde.
Ji Komara Tirkîya û tora sîxûrên wan dûrketin Kurdan her roj nêzikî rizganbûnê bike. Tevayîya Başur Rojavayî Kurdistan welatê meye, tevayîya Sûrîyê ji Mîtanîyan virda welatê me yê dîrokîye, em xelkê vê ernîgarîyêne, em li vir her tim bimînin û hebûna xwe biparêzin!
Tora sîxûrên apocî naha propaganda xwe dijî Dewletên Yekitîya Emrîka, dijî dewleten hevpeyman, dijî Berêz Kek Mesud Barzanî û destseleyedarîya Kurdistan Başur bilind bikin, wan ji bo serhevbinhevûna Başur Rojavayî Kurdistan û Sûrîyê berpirsîyar û mesul bigirin, tavanbarbikin, Kurdên dîaspora û yê Bakurî Kurdistan dijî wan tiz bikin, Kurdan berdin hev, di bi alên seroksîxûr li Ewropa destpêkî karên krîmînel û qîrêj bikin, terorê rêxînin, gerê seranserê cîhanê Kurd zu rûyê wan pasbikin hêqîya Kurdan bi destên wan nedin qîrêjkirin! Bîrmekin yên ku li dervayî welat bi navê Kurdan xwepêşandinên krîmînel dikin û rêvadibin, ne Kurdin, parçekî tora sîxûrên Tirkîyane, ew bûyerana bi destên tora sîxûrên dewleta Tirk tên kirin û tên rêxistin, ji sala 1980 heta naha va wûsaye! Ji ber vê Kurdên dîasporayê gere di mabeyna xwe û wanda dîwarekî stûr daynin û wan taf deşîfre bikin!
Li pey yêkitîya Kurdan megerin, Bûlent Ecevît û Necmettîn Erbakan jî rîçal Kurd bûn, wan bo Kurd û Kurdistan ê çi kirin???
Li pey yêkitîya Kurdên ku dewletbûn û serbixweyetîyê dixwezin bigerin û li gel wan yêk bin! Yekitîyên din xeyalên pûçin!
Bijî Yekitîya Şervanên Kurdistan!
Bijî Yêkitîya Komarên Kurdistan!
Bîşar Norşîn
22 Rêbendan 2026