Skip to main content

Erkê Kontrolkirina Hukumetê  ê Parlemana Kurdistanê ye!!!

Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê     daxuyanek   weşand  û    daxwaz    ji  hemû  alîyên  sîyasî  ên  di Hukumet  û Parlamena  Kurdistanê de  beşdarin,  kir   ku  bicivin…

Di  daxuyanîyê de   wisa  tê gotin:

Deqê daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:

Asoyê Niştimanperwerîya Kurd: HACÎ QADRÎ KOYÎ

Hacî Qadir Koyî, helbestvanê şoreşger û welatperêz li gundê Goreqerec (1) ku dikeve başûrê rojava yê bajarê Koyî li başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye. Di derheqa sala ji dayîk bûn û mirina Hacî Qadrî de remanên cur bi cur di navbera rewşenbîrên Kurd de hene. Ebdelrehman Saîd (2), Mıhemed Emîn Zekî (3) , Refîq Hîlmî (4) hemû sala 1232ê hîcrî (1816-1817 mîladî) ji bo, ji dayîkbûna Hacî Qadrî datînin. Eladdîn Secadî (5), Gîw Mukrîyanî (6), Mihemedê Mella Kerîm (7) ji sala 1815 ji bo dayîkbûna Hacî qebûl dikin. Mesud Mihemed (8) ji sala 1824 wekî berwara dayîkbûna Hacî datîne.