Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

MESEKIN TAF PASKE Û PÛNÇIKÊN DIWAROJA XWEDA ŞID BIGIR!

Çşm, 09/30/2020 - 19:51
Şîrove

MESEKIN TAF PASKE Û PÛNÇIKÊN DIWAROJA XWEDA ŞID BIGIR!

Li Rojhilata Navîn di 25 salên dawîyêda kevirê sînoran li cîhyê xwe livîn. Sînorên ku dagirkeran li Kurdistanê kişandî bûn, ne ji bo wan, ne jî bona Gelê Kurd  man. Îran êriş dike, te nava "Iraq'e", hun bêjin tê nava Kurdistana Başûr. Komara Tirkîya êrişî "Surîyê û Iraq'e" dike, hun bejin êrişî Rojava û Başurî Kurdistanê dike! Her çiqas serdarîyên partî û tevgerên Kurdistan yên mezin ji hev dûr disekinin û dijî hev beyanatên dijwar didin, Gelê Kurd seranserî cîhanê ji hev baştirîn fahmdike û bona armanceke nezîkî hev dibe! Ew armanc, damezrandina dewletekî serbixweye, rizgarkirina temamîya axa Kurdistanêye!

Di salên ber meda partî û tevgerên ku, gor vê armancê xwe nûva naafirînin û xwe naynin ser vê xetê; binkevin, bipişirin û berv bi tûnebûnê biçin!

Heşmedar û stratejîstên Komara Tirkîya vê dîmenê nahava baş dibînin, ji ber vê ew bi hûner û hostatîyek mezin deq û dolaban datînin û dixwezin Kurdan bi van deq û dolaban  seranserî cîhanê dafbikin  û wan di nava kamênên nûda bixendiqînin.

Ew çine?

Silmanî û şerîata wan:

Tora Sîxúrên Tirkîya Silmanî û şarîatê tiz dike û kemasî salê carê Dîyarbekirê xwepêşadana Pîştîvanîya Felestînê rêva dibe, bi vê xwepêşandanê çavên Îsraîlê têtin "tirsandin"!

Peyam ewe:

Kurd Silmanin, berî her kesî ew Şerîata Silmanîyê diparêzin û ew Gelê Cihû û Dewleta Îsraîlêra dijminin, tu xêrek wan ji were tûne, meynín xeyela xwe ku, hun pişgirîya wan bikin û wan bikin xwedî dewlet.

Bala ew dikşînim! Tora Sîxûrên Tirkîya van xwepêşandanan tu car Enqarê, Stembolê, Symîrnaê, an jî bajarekî din rêva nabe, Dîyarbekirê; Navenda Kurdan rêva dibe!

Neteweya Demokratîk:

Wexta damezrandina dewletekî serbixwe edi derbaz bûye, ne pewîste Kurd dewletekî serbixwe, an jî dewletên serbixe bidamezrînin, dikarin li gel xelkên wan dewletan heyî li hevbiqelibin û bibin netewekî demokratîk, bi vî avayî dikarin bigehîjin mafên xwe yên mîrovî û gelêrî!

Bala we dikşînim!

Tirk, Ereb û Fars weku gel bibin demokrat, bên ser bingehya heqîyê; Kurd jî xwedî maf bibin ú paşerojêda  bi hevra bibin netewekî demokratîk!

Va vatê: Pîrê memir bihar tê, dûra pûr û pincar tê!

Mozaîkvanî:

Ji hezaran sal virda Kurd, Tirk û gelek gêlên cûre bi cûr li cem hev jîyane û heta îro hatine, ew ewqas ketine nava hev û bi hevra zeliqîne; edî tu hêzek nikarê ji wan hev cûda bike û ji hev veqetîne!

Bala we dikşînim!

Eger tu serîda sermîyanîya dagirkeran û zmanê wan ra  erê  dibêjî,  û xwe her roj bervbi mirinê dibê; tu vê katêda di nava dimena dagirkeranda pîneyek piçûkî, ango mozaîkekî piçûkî!

Ebrûvanî:

Kurd di nava sînorên dewletên "heyîda" li gel xelkên cûre bi cûre weku rengên ebrûyê, hun dikarin bêjin avrûyê li hevketine, ewqas hevketine û navahevda helîyane pisportirîn hêz jî, hun dikarin bêjin lekolînxaneya herî modrrn jî edî nikarê van rengên avrûyê ji hev derxîne û ji  hev veqetîne!

Bala we dikşînim!

Kîjan Ereb, kijan Tirk û kijan Fars xwe wuse dibîne?

Dema ew Kurdan weku gezî, saqol û bêra destên xwe dibînin, ku dimîne Ebrûvanî û navahevda helîyan!?

Înternasyonalîzma rût û tût:

Dagirker vê rahmanê bi navê çeptîyê, navê sosîalîzm û komûnîzmê kartînin! Kurdino werin bikevin bin kontrola Tevgera Çep, gel wan karbikin, pere û enerjîya xwe, hêza xwe bikin bin kontrola wan, şev û roj darên wan avdin û wan mezin bikin, dema şorış serket û dara heqîyê hate damezrandin, Kurd dikarin di nava çarçova Mafê Carenûsda bigehîjin azadîya xwe, heta Kurd dikarin veqetin û bibin dewlet!

Lê dema Dara Heqîyê hate damezrandin, mîrov bo çi veqete, ma hîç wûsa dibe?!

Li vir çîroka şûnda qerz dayîn û Meleyê Meşhûr bînin bîra xwe, dîroka Yekitîya Sovyetê û firotina Kurdan bînin bîra xwe, Lenîn û Celaledîn Korkmazov ku hevalê Yûsuf Akçûra bû bînin bîra xwe, Peymana Moskovayê ku Bolşevîkan kati xwe da li gel Kemalîstan (Kongireîstan) erê kiribûn bînin bîra xwe!

Soran bûn, Kurmanc bûn, Kirmanc bûn an jî Zaza bûn:

Li vir dagirker di mabeyna Kurdanda tovên dijberî û dijminatîye dajon, bi afirandina pozberîyên qestî dixwezin li ber Kurdan û dewlet bûna wan bigirin!

Gotina min ewe kû; her waha jîyan û man, her waha dewlet bûn, emê erbrûvanîyê, eme mozaîkvanîyê, emê demokrasîya pir rengî û pir dengî, emê înternasyonalîzma herî pak li ser axa Kurdistana serbixwe bidin jîyan û vana ne bin starîya dewletek din, di bin starîya dewleta xwe da bijin!

Bîrmekin Dara Heqîyê le ser axa Kurdistanê bête damezrandin!

Me di dîroka xweda kesekîra dijminatî nekirîye û em li pey talan û ganîmetan neçûne, axa me dewlemende, şariztanîya me 40 hezar sal wêdaye!

Bîşar Norşîn

28.09.2020

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category