Skip to main content

Dê aboriya Kurdistanê çawa têkeve?

Çiya Artos - Qeweta veberhênanê li aboriya Kurdistanê di navbera 2006 û 2019 de gihîşt 53 mîlyar dolarî. Bi tevahî 1055 proje hatin tomarkirin, 461 ji wan di pîşesaziyê de, 227 li turîzmê û 113 jî di çandiniyê de. Serdar Kurbanî, berdevkê Wezareta Pîşesazî û Bazirganî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, got: "Bi krîza aborî re, sedî 61 kargehan li Herêma Kurdistanê girtî ne." 2237 ji van kargehên hanê li 1726 li Hewlerê, 431 li Silêmanî û Helebce, 130 li Dohokê hatine girtin. 9 hezar mirovên ku di van karsaziyan de dixebitin bêkar bûn.