Skip to main content

Daxuyanîyek bo çapemeniya Kurdî

Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke awarte re derbas dibe. Ji alîkî ve di bin êrîşa 4 welatên desthilat de ye û bi her awayî êrîşê tînin ser. Ji aliyê din ve jî rêvebirî nava krîzeke de ye. Li ser zemînê binkeftinên ji ber mercên dema rabihûrî heya îro û encama siyaseta çewt, nerazîbûna beşek ji girseyên gel, wekî meş û xwepêşandanan xwe derxiste holê. Xwepêşand mafê gel e. Hîna tevaya bûyêrên ku van xwepeşandan ligel xwe anî ye nehatine zelalkirin.