Skip to main content
Dema xwendinê
less than
1 minute
te xwendî ye.

Êrîşa roketan li ser herêma Efrînê!!!

Ykş, 11/13/2016 - 18:41
Şîrove

Herêma Efrînê, a li rojavayê Kurdistanê bi roketan hate bombebaran kirin. Heta niha ne diyar e ev êrîş ji alîyê kêva pêk hatî ye. Êrîş li ser zalgehek Kurd hate kirin. Zalgeh li ber bakurê Helebê dikeve.

Di vê bombebaranê di nêzîkî 15 kesên sivil jiyana xwe ji dest dane û 50 mirov birîndar bû ye. Di van mehên dawî de êrîşên rejîma Tirk li ser Kantona Efrînê zêde bûne. Ezmanê kantona Efrînê û herêma Helebê ji hêla artêşa Rusî ve tê kontrolkirin. Di wêneyan de diyar dibe ku êrîş ji roketên russî ve hatîye kirin. Ev bûyer necarîya herêma Efrînê dide xuyakirin.

Diyar e, ku rêvebirîya herêma Efrîne nikarê bi tena serê xwe vê herêmê biparêze, ji ber misogerîya hevkarên xwe û berjewendîyên wan. Herêma rojavayê Kurdistanê ji alîyê Amerîka, Russyayê û rejîma Surîyê ve car bi car tê piştgirîkirin. Herêma rojavayê Kurdistan divê yekser ligel tewaya hevkaran bikevê tekilîyê û parastina Efrînê bîne zimên. Herêma rojavayê Kurdistanê divê biryarê bide gelo kî hevkar e û kî ne neyar e û danûstandinên xwe li ser vê çarcoveyê bi meşîne.

 

 

Video: https://www.youtube.com/watch?time_continue=58&v=1M1fPxyiD60

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category