Kerkûk û Helbestvanên Kurd
Aso Zagrosî
Piranîya helbestvanên Kurd li Başurê Kurdistanê qet nebe li ser Kerkûkê çend nivîsîne. Îro em dixwazin helbestên çend helbestvanên bi navûdeng bi zaravê Kurdmancîya jêrîn li ser bajêrê Kerkükê belevbikin...
KERKÛKNAME
ŞERKO BÊKES
Eger baldarbim... yek balim,
Eger berû... eger qelem,
Yan killawkurey şiiriş bim,
Bê Killaw im.
Eger hesp bim..... xawenî taqeyek çawim,
Eger (ba) bim.... bê givem w
eger henguînî uşeş bim
le naw zarî azadîm da
tifit, tifit û her bê tamim .
Min kut û mit be bê Kerkûk,
Mirovekî kêm endam im....
MİNALEKAN
Abdulla Pêşew
Ey birsîye jîn talekan,
li ser singe,
Newtawîyekey Babagurgur
nêzîk tavgey,
Serew jûrî, zêrînî gir,
Gilkoyekî biçkolem dî
Lêy nûsrabû:
A lêre da,
Minalekî çawgesî Kurd
le birsa mird!!
KERKÛK
Dîyarî Sabîr
Em şew birînekî terim
Çareser eka dahatûm...
Minîş be dem azarewe
Be pêkenînewe hatim....
Em şew hatûm,
Gelay sewz û terim pê ye
Kirdumete berçinewe..
Bo sîmay ew dirextaney
Dûr û nêzîk zerd eçinewe...
Em şew hatûm
Şaney rengaw rengim pê ye
Beqirdêley bon xoşewe
Bo ew kîjolaney
Egirîn le jêr ser poşewe...
Em şew hatûm
Xolî gunyey ser şeqam û naw sengere bezîwekan
raxem le jêr
Gule zerd û xunçe lask tezîwekan..
Em şew hatûm
fîrmeskî xemî dêrînim
be qaqawe bibarênme naw xasewe..
Lêwey ew coganeş terkem
Çawe rêy dilopî awin be tasewe...
Em şew hatûm,
Qela bikem be beheştî
lewey Xwawend berîntir bê..
Em şew hatûm,
mijdeyektan pê bibexşim
lewey Ferhad şîrîntir bê...
Em şew hatûm
Le ser singî xanûyekî darûxawî Îmam Qasim..
xorekî naw alayekî
sewz û sipî û sor helwasim..
Em şew hatûm be pirîşkî Babagurgur
Çawî Sine û Mahabad û Dîyarbekir dabigîrsênim...
Em şew hatûm ûsey Kurdî
be texte reşî xwendingekan binasênim..
Em şew hatûm
sed hêndey jimarey Enfal
nawî Kurdîm be destewe,
ekeme nawî minalan
be çend maçêkî xestewe...
Em şew hatûm,
taku peresêlkekanîş fêrî nûsîn kem be denûk...
Le ser singî reşî asman
Be Kurdî binûsin Kerkûk...
Em şew hatûm
bo şayî û zemawend sazim...
Em şew hatûm nek şareban û baxî bey
Dîyala û Kut û xwartirîş
Wekû Kerkûk bo Kurdistan bixwazim..
Em şew hatûm pêtan bilêm
Min newey Med û Sasanim..
Em şew hatûm pêtan bilêm
Wa hesar û çar sed sale
Le bawkîxomyan dabirîm.. zir bawkêkyan pê nasanim....
Min çîyayekê bizêwî aso geşim...
Em şew hatûm
Yan xak bimkate baweşî, yan bigirme baweşim....
Em şew gîyanî pakî Dildar
Le Koyewe sware pele hewrî bûwe û bo êre edirewşenewe ..
Dar û berdî em welate
sirudekey ey reqîb le gela elêtewe:
Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
.................................
.....................