Skip to main content
okuma zamanı
dakika
okunmuş

BAHOZA  MÊJÛ

Wed, 05/26/2021 - 13:30
1 comment

 

Kîjan welatî dema al zêde mezin dibin û jimara dêr û mizgeftan her roj zêde dibe, bizanin ku; wî welatî dizî, gendalî, pûştî û sosretîyê xwe daye ber nêvê!

Serdestên Tirk bona  dagirkirî mayîna Kurdistan her tiştên xwe dan, edî bona qira Kurdan berku bûtçeya wan têrê nake û ew heta ber qirtikê ketine nava hezaza deynan; wan edî destpêkî firotina heyîyên kêfkûjîye, destpêkî firotona eroîn û esrarê kirine, demek kinda va bezirganîya serê wan bixwe û dara wan ya sîyasî tar û mar bike!

Destpêkî qûrna rabirdîda, sergerdeyên Îttîhat û Terakkîyê li gel dewletên împeryal yek bûn û wan bi alîkarîya hêzên împerîal Împaratorîa Osmanî tar û mar kirin û wan li ser bingehya netewkarî û nijadparêzîyê Komara Tirkîya sazkirin. Di vê katêda Kurdan Rojhilata Navîn û Qefqasan seranserî û beramberî dijî hêz û dewletên împerîal şerkirin!

Dema wexta nîvîsandina dîroka qûrna rabirďî hat, serdestên "Tirk" xwe weku dijdar û jiminên împeralîzmê, Kurd jî weku noker û xûlamê împerîalîzmê dan dîyarkirin! Kî bike, kî bikşîne!

Dema Komara Tirkîya hate rûxandin, Tirkên Sîs û Tirkdiliq wekû çêlkewa seranserî cîhanê belavbin, her yekî wan nahava xwedî 2-3 pasaportin, ax li sêrê gêlê belengaz yê Anatolîa û Tirakyayê be!

Li paş rûxandina Komara Tirkîya di nexşa Kurdistanda, bajarên Edena û Mersînê jî cîhyê xwe bigirin, Stembol bibibe Komarbajar!

Di dîroka mîrovayetîyêda hemû hêz û dewletên ku Kurdanra dijdarî û dijminatî kirine di nava pavejoyda binpê bûne û ji holê rabûne, Asûr, Roma û Byzansê bînin bîra xwe, şûnda îro ji wan çi maye?

Eger naha û paşerojêda sîyasetmedar, sermîyan, serdar û oldarên Ermen dev ji dijdarî û dijminatîya Kurdan bernedin, di nava sî salên dihatîda Komara Ermenîstanê jî nemîne û ji holê rabe! Heyf!

Îro di bin bana  Parlementoya Tirkanda karê Kurdan çîye ne dîyare! Lîhîstina Şanoya Demokrasîya Tirkîyada rolên herî xirap Kurdan girtine ser xwe!

Kesayetên weku Savaş Buldan bi destên Komara Tirkîya hatin kuştin. Îro Xanim Pervîn Buldanê rola parlementerbûne girtîye ser milên xwe, ew hostatî û hûnerik mezin di vê rolêda dileyze! Ew û yên wekû wê, heta kenga di rolên handa bimînin ne dîyare!

 

Hevî ewe kû ew ji vê rolê derkevin û zu bên ser xeta hebûna xwe!

Hebûna Tirkan li ser tûnekirina Kurdane,  lê Kurd hebûna xwe rîçal kûrîyê, resenî, şariztanî û xwepûrîya herî pak digirin! Nehevçuna Kurd û Tirkan vaye!

Demek nêzda eger PDK, YNK û PKK xwe reorganîze nekin û neyên ser xetek netewî û hemû hêzên xwe yên leşkerî di bin sîwana Hêzên Şervanên Kurdistanê da yek nekin, xelkê Kurd wan bi darê zorê an bîne ser rê an jî wan bigire bîn pê!

HDP di vê katêda Kurdan dixesîne, diranên Kurdan dikşîne û wan bi demokrasîya Tirķîya dixapîne, Kurd diwarojda HDP li ser pişta xwe bavên û berê xwr bidin serbixweyetîyê!

Dema kata hilşîyana Komara Tirkîya hat, HDP û hêzên wê nizmtir, hun bêjin xirabtir, bi navê Netewa Kurd li ser bingehya sîyasî ya navnetewî bejn bidin, biaxifin û keşaya "Tirkên Sîs û yên Tirkdiliq" bikin keşeya Kurd û Kurdistan,  gerê Kurd xeteya Dîap Axa, Hesen Xeyrî û Ûsiv Zîya  Begê carek din nekin,.serbixweyetî her waha serbixweyetî!

Kurd pêwîste Kurdistanê berê mejûyê  xwa da serbixwe û yek bikin, dewlet bûn dura bi xwe bê!

Zmanekî pak, kirinên pak û hezkirinek bê sînor Kurdan serbixîne!

Bîşar Norşîn

24.05.2021

Yeni Yorum yaz

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.