Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

PÎNA DAWÎYÊ KÎ LÊDE?

Ykş, 03/01/2020 - 20:47
Şîrove

 

Erê pîna dawîyê kî lêde? Di katî xwe da komar li Ewropa di nava tekoşînên tînda derketin mezatê, şoriş hatin darxistin, şerên navxoyî yên gelan qewimîn. Monakirvan û komarparêz hevketin, faşîstên netewekar û sosyalîst hevketin, gelên welatên dagirkirî û dagirker hevketin, komar û darên sîyasî yên modern di nava şer û pevçûnanda serî dan û pêşva hatin. Li ser gelek welatên dagirkirî komar û dewletên nû hatin avakirin. Şorişa Fransizan katî xwe da bû sedema gelek şorişên din, durûşmeyên weku; azadî, wekhevî û xangûbratî bûn durûşmeyên gelek gel û netewên din. Şorişa Fransizî ji bona gelek gel û netewan bu mînakek, bû fanus, bû hîva şevên tarî. Li gelek welatên Ewropa û gelek welatên dagirkirî heq; bi zorê û şer hate destxistin, bona heqîyê berxwedanên mezin hatin rêvabirin, gelek welatan sîstema xidamî û xûlamîyê binva tekçû.

Eger îro kesik, komek an jî darek sîyasî rabe û azadî, wekhevî, demokrasî û xangûbratîya gelên welatan Ewropa ji destên wan bigire, bê gûman  ew gelana carek din rabin û berxwebidin. Ew heqîya xwe, demokrasîya xwe, wekhevî û xangûbratîya xwe biparêzin. Ew bê ked, bê kar, bê berxwedan, bê xwîya enîyê negîhiştine vê duşê, kesekî va duşa bilind ya serketî pêşkeşî wan nekirîyê, wan bi xwîya enîya xwe, bi berxwedana xwe û bi pevçûnen mezin ew duşa, ew merteba dest xwe xistine, tu kesek li wan welat û navçeyan nikare çerxa dîrokê şunda bizivirîne. Gelên wan welatan bi zora xwe azadî, wekhevî, demokrasî û xangûbratî tam kirine, tu hêzek nikarê gelên wan welatan ji wan taman durbixîne, hûn werin gelên Fransayê, Îsvîçreyê, Alamanyayê an jî welatên Ewropa yên din ji demokrasîyê durbixînin; ma qet wusa dibe! Di katî xwe da Nazîyan cêribandin, xirab binketin, eger îro hinekên din bicêribînin, dîsa ew jî xirab binkevin û bîvila wan weku gîsin erdêva biçe, pozê wan bişkê û şikestik mezin tam bikin!

Gelek sal berîpêş heşmedarekî Ewropayî ji min pirsîbû, gotûbû eger tu şewekar bî û weneya Komara Tirkîya çebikî, ji firçeyate çi wene derbikeve? Tu dikarî derheqa weneya Komara Tirkîya da xeber bidê û weneya wan, dîmena wan bînî ber çavan? Min gotubû: Eger ez şewekar bûma û min weneya Komara Tirkîya bineqşandana; min ezmanê wan jêr, erda wan jor çêbikira, min her tişt serî jêr, ling jor çêbikira, min her tişt velqilandana û ne li ser pêyan li ser serî çêbikira, heta min gûlîyên daran jêr, kok û rîçalên wan jor çêbikira! Berkû li Komara Tirkîya tu tiştek li ser pêyan xwe rast nasekinê, tu tiştek piştrast nîne, tu tiştek rast li cîhyê xwe nîne! Dîroka wan li ser virkarîyê avabûye, zmanê wan ji behra virkarîyê hatîyê hemcirandin, temamîya xwendin û perwerdebûna wan li ser virkarîyê hatîyê avakirin.

Wekû mînak:

Şerê Rizgarîya Netewî hatîye dayîn û Komara Tirkîya li pey Şerê Rizgarîya Netewî hatîye damezrandin! Di rasteyetîyêda şerekî wusa nehatîyê dayîn û Komara Tirkîya li pey Şerê Rizgarîya Netewîda nehatîye damezrandin!

 

Tête gotin ku Berxwedana Çanakaleyê di bin serdarîya Kemalê Selanîkîda hatîyê dayîn, virek mezine, di wî katî da Padîhşahê Osmanî hîna li ser dar bû û temamîya leşkerê Osmanî hîna di bin serdarîya wî da şerdikir. Berxwedana Çenakalê di bin serdarîya Sultan Mehmed Reşad bi alîkarîya Alamanan dihat rêvabirin, gema Dewleta Osmanî ketibû destên Enver Paşa, Talat Paşa û Cemal Paşa, va her sê Paşa sermîyanê Partîya Îttîhat û Terakkî bûn, Kemalê Selanîkî di wî katî hîna serleşkerekî paye nizm bû û payeya wî ya paştîyê jî tûne bû! 

Gotina; „Me Şerê Rizgarîya Netewî da“, virek mezine, şerekî wusa di dîroka wanda nebûyê, ew li gel Alaman, Bulgar, Macar û Awûstrîyayê bona kelapûr, talan û dagirkirîyê ketin nava şerekî cîhanî, di dawîya şerda wan şikestik mezin xwar û giranîya berpirsîyarîya şer ket ser milên wan!

Dibên bona perwerdebûnek modern me tîpên Erebî qedaxe kirin û cîhê tîpên Erebî me tîpên Latînî girtin û kar anîn, binîda vir, virek dîrokî ya herî mezîn! Diwen me bi damezrandîna Komara Tirkîya karê ol û dewletê cûda kir û me laîsîzm anî, ji binîda vir, virek genî! Dibên kû hemû hemwelatîyên ku di nava Komara Tirkîya da dijin û xwedî pênasa Komara Tirkîyanê; Tirkin û her alîva wekhevin, binîda derew, ji binîda vir!! Dibên mafên jin û zarokan hene, dîsa li vir ji binîda vir! Virda vir, weda vir, here vir, were vir, rabe vir, rûne vir, berbanga rojê vir, evara rojê vir, nîve şevê dîsa vir! Oldarên wan vira dike, mamosteyê wan vira dike, Profosorê wan vira dike, rojnamevan û nîvîskarên wan viran dikin, sîyasetmedar û heşmedarên wan disa viran dikin, Parlementôya wan bûyê Hûnerxana Virkarîyê, di malên wan da virên mezin tên kirin, wusa bûyê ku vir weku qwilêrekê her roj di nava koma wan da mezin dibê û wan dixwe, wekû pençeşerê wan dirizîne û her roj wan berv mirin û tûnebûne dibe!

Komara Tirkiya bi şorişekê, di nava şerekî tînda derneket hole, li paş şerekî netewî derneket holê; katî xwe da di nava destseleyadarên dinyayê da komekê biryara belavkirina Dewleta Osmanî girt, vê komê bona diwaroja xwe berê Dewleta Osmanî kir nava şer, binxist, qerzdar kir û dura jî ew belav kir, hûn bêjin bi xwe ra kirin ga û şerjê kirin, ji vî gayê şerjê kiri her kesî payek girt; kê payek mezin girt, kê payek piçûk destên xwe xist. Komara Tirkîya li ser biryara vê koma destseleyedar ya dinê hate damezrandin!

1-Pêwîst bû navê Dewleta Osmanî ji holê batana rakirin û nivşa nû li ser dîroka Dewleta Osmanî zêde agadar nebe, pewîst bû nivşa nû dîroka rast ya Dewleta Osmanî nezane û nekare wê dîrokê bixwîne, ji ber vê wan biryara qedexakirina tîpên Erebî girtin û nava sê rojanda bi tîpên Erebî hemû neşrîyat dan sekinandin, di nava sê rojanda destpêkî neşrîyata nû kirin, tenya bi tîpên Latînî! Bi vî awayî nivşa nû hedî hedî koçan û dokumentên giranbiha durxistin, xafilda pewywendî li gel dîrokê hate birîn. Bîrmekin Dewleta Osmanî li ser mêrasa gelek dewletan rûniştî bû û hebûnûdîroka tu kesekî di wexta Osmanîya da qedaxe ne bû.

2-Vê komê li ser Asîya Piçûk gelê herî piçûk û gelê herî bê hêz bi xwe ra weku qurbanî hilbijart û bi navê wan komarik da damezrandin. Wan bi vê Komarê ra gotin „Komara Tirkîya“. Komara Tirkîya bi şorişekê an jî li paş şerekî netewî nehat damezrandin.

Vê komê bi navê Kurdan nedikarîya komarekê bidamezrîne, ber ku jimara Kurdan û hêza wan zede bû, Kurd asan nediketin bin bandûra vê komê! Ji Sehladîn Eyûbî virda xof û tirsek mezin ketibû zikê hinekan! Xof û tirsa Kurdan, hêz, serbilindî û hûnera leşkerî ya Kurdan katî xwe da va koma ji dida tirsand! 

Bi navê Ermenan dewletik nedihat damezrandin, berku sermayeyek mezin di destê Ermenan da hebû û wan nedikarîya sermayeya Ermenan bigirin bin kontrola xwe. 

Bi navê Rûman dewletik nedihat damezrandin, berku him jimara Rûman zêde bû, him jî di destên wanda sermayeyek mezin hebû!

Vê komê gelê Tirk bi xwera weku qurbanî hilbijart û bi navê wan komarik damezrandin, Tirk weku gel jimarkem bûn û tu sermayeyek di destên wanda tûnebû, Tirk weku gel dewlemend nebûn û bêgarijtir netewe bûn. Bi navê Tirkan vê komê dikarîya bi asanî destseleyaderîya Asîa çûk, Trakya û Kurdistanê dest xwe bixîne. Wan bi navê gelê Tirk „Komara Tirkîya“ dan damezrandin, serê Tirkan li ber xwe xwer kirin û ew wekû çoyê lêdanê dijî gelên pirjimar yê Asîa Piçûk, Kurdistan û Trakyayê karanîn, wan hemû xirabîya xwe bi navê Gelê Tirk kir, îro jî hîna wusaye.

3-Bi damezrandina Komara Tirkîya vê komê serkirdayetîya Xîlafeta Osmanî, hûn bêjin Serkirdayetîya Xîlafeta Silmanî binpê kir, Xîlafeta Osmanî bi navê Komara Tirkîya hate qedaxekirin, eger bîra min da baş maye di 1922 da Xîlafeta Osmanî bi biryardayîna Porlementoya Enqarê ji holê hate rakirin, Serokê Silmanan Sultan Vahdettîn cîhra bû û dev ji Peytexta Osmanîan berda. Heta vî katî Vahdettîn him Padîşahê Dewleta Osmanî bû him jî weku Xelîf Serokê Silmanên Sûne yê dinyayê bû. Bi vî avayî destê Vatîkanê hate xwirtkirin!

4-Silmanên Sûnê di dîroka xwe da yekhemcar bê serdar man, Padîşahên Osmanî ji sala 1299 heta 1922 bi 36 padîhşahan li ser text mabûn, vê komê bi vî şiklî Gelên Sûnê yê Silman bê serî hişt, hûn bêjin bê mêjû hişt.

5-Vê komê Peytexta Dera Ortodoks ya Rojhilatê-Fener dorpêç kir û xesand, bi avayî Vatîkan weku pol xwirt bû, hûn bêjin hate xwirtkirin. Vatîkan bu peytexta Xaçparêzên cîhanê ya herî mezin, Fener roj bi roj hate bê hêzkirin. Heta damezrandina Komara Tirkîya di nava dinya Xaçparêzan da du polên mezin hebûn yek; Stenbol-Konstantînapol, du; Vatîkan! Bi Komara Tirkîya Vatîkan hate pêşxistin û Fener jî hate paşxistin!

6-Vê komê bi damezrandina Komara Tirkîya bona paşroja xwe plan danî. Dewleta Osmanî şerê cîhanê yê yekêda li gel hevkarên xwe binket, şikestik mezin xwar, li pey şer xwe bona dayîna ceza û qerzê şer amadekir, Sultanê Osmanî dewletên serketîra got: „Ez amadema ceza, xerc û qerzê şer ku dikeve ser pişta me, bidim, le ez nikarim bostek ji erdê Silmanan pêşkeşî we bikim an jî bidim we!“ Sultan Vahdettîn dixwest xerc û cezayê şer bide, balam wi nedixwest li ser erdnîgarîya Osmanîya dewleten nû yên serbixwe û nîvserbixwe bêtin damezrandin. Bi feşilandina Dewleta Osmanî ji Komara Tirkîya him soza dayîna xerc û cezayê şer hate girtin û him jî li ser piranîya erdnîgarîya Osmanîya ji damezrandina dewletên nû ra erê gotin hate girtin. Qerz, ceza û xerca ku kirin ser pişta Komara Tirkîya heta qûrişê dawîyê hate dayîn, eger baş bîra min da maye ew qerza heta 25 Gulan 1954 hate dayîn! Pereyê vî cezayî ji qirtika gelên Kurdistan, Anataolîa û Trakyayê hate qwit kirin.

Li vir dîsa virek dîrokî heye, tête gotin ku Sultanê Osmanî Vahdettîn welat firot û bu nokerê dewletên împeryal. Naha ez li vir dipisim; yek dibê ez amademe xerc û cezayê şer bidim, lê ez ji axa me nikarim bostek ax bidim we! Yê din dibê; ez amademe him ceza û xerca şer bidim, him jî dev ji piranîya axê berdim! 

Li vir kî zêde nokere, kî zêde xwe firoşe? Bi kerema xwe bersiva van du pirsan hûn bi xwe bidin!

Tiştê balkeş ewe ku Komara Tirkîya weku hînek Komarên Ewropaî di nava tekoşînên tînda bi şoriş û berxwedanên gelan nehat damezrandin. Gelên Kurdistan, Anataolî û Trakyayê neketin nava tekoşînê û wan bona xwe bi zorê Komara Tirkîya avanekirin! Koma sermayeyê ku biryara belavkirina Dewleta Osmanî dabû; Komara Tirkîya weku mostikekê da devê gelên Kurdistan, Anataolîa û Trakyayê!

Gelên Asîa Piçûk, Kurdistan û Trakyayê; ne ji Sultanê Osmanî, ne ji kanîya viran ya Oldarên Silmanîyê, ne ji Şerîata Silmanîyê û ne jî panavên xwe yên kewnd xatirê xwe xwestî bûn. Komar ji wan ra jorda weku mostikekê, weku mijokekê, hun bêjin weku lolîpopekê hat û ket nava devê wan. Gelên Anatolîa, Kurdistan û Trakyayê bona komara nû, kedek an jî xwîyek nerijandin, wan bo vê komarê karek jî nekirî bûn!

Şerê Çanakalê; ne Şerê Rizgarîya Netewî bû, ew şera berdewama şerê yekhem yê cîhanê bû. Li ser Xeta Başûr Kurdan bê Dewleta Tirkîya û bê leşkerê Osmanî dijî binpê kirina axa xwe serîhildan, serhildana wan ne bona damezrandina Komara Tirkîya bû, wan axa xwe parazt. Li Bakur, li Enîya Qafqasan dijî Ûrizîstanê, dijî Çar Nikolaus Alexandrowîtç Romanow, dijî Taşnakan giranîya şer ya herî mezin dîsa li ser pişta gelê Kurdistan bû. Kurdan li ser vê xetê leşkerê Ûriz û hevkarên wan şunda rêkirin, wan leşkerê Ûriz ne bona damezrandina Komara Tirkîya rêkir, wan axa parazt û wan nexwest welatê wan binpê bibe! 

Komara Tirkîya ji sala 1922 şunda bi deq û dolab, bi kamên û xapînokê, bi zorê û bêbextîyê, bi rûrêşî û zorê li dijî daxwezîya gelên Kurdistan, Asîa Piçûk û Trakyayê hate damezrandin. Bi damezrandina vê komarê xeyalên gelên Kurdistan, Anatolîa û Trakyayê cîhnehatin. Bi damezrandina Komara Tirkîya; yek ji daxwezîyên destseleyedarên cîhanê hate cîh!

Li vir ez ne hezkar, heyran û pesandkarê Sultanê Osmanî me, ne rexnekarê Silimanan û Ola wanim, ne jî dijimênê koma destselayedarên cîhane ku katî xweda biryara belavkirina Dewleta Osmanî dabûn me. Va dîroka hatîyê jîyan, binketin û serketin bûye, gelek bûyer qewimîne, tartele û komkûjî bûne, cîhrabûn û sirgun bûye, kî şahbûyê kî gîryaye, kî bê mal û milk bûye, kî xwedî talan, kelapûr û mal bûye, şêr bi pişikan hatine xendiqandin, hinek bi kêr û xençerê, hinek bi pembû hatine şerjêkirin! Mixabin va dîroke! Dîroka Osmanîyaye, dîroka gelên Kurdistan, Anataolîa û Trakyayêye, parek ji dîroka Îtalyan, Îngiliz, Fransiz û Alamanane, dîroka Ûriz, Ermen û gelên Qafqasyayêye, dîroka Komara Tirkîyayêye!

Ji sala 1922 virda li Kurdistana Bakur, Anatolîa û Trakyayê şanoyek tê lîstin, „Şanoya Komara Tirkîya“! Hinekan bi vê şanoyera bawerîya xwe anîye, hinek di nava xeyalek kûr da; xwe demokrat, wekhev, xwîçkûbra, mîrovperwer û modern dihesibînin. Berku gelek wexte va şanoya tête lîstin û tête temaşekirin; kesek naxwezî ji rola xwe derkeve û bê nava dinyaya rasteyetîyê, piranîya wan di rola xweda kîpbawer diminîn û naxwezin cîhyê xwe bilivin!

Bi lîstina vê şanoyê ew wer dizanin ku; ew xwedî komarik modernin. Alîyê dinva piranîya gel hîna li ser bingehya şerîata Dewleta Osmanî dijî û her roj xeyela Xîlefeta Silmanîyê ya Sûne dike. Be gûman gel li ser axa Anatolîa û Trakya hîna li ser du xetan, li ser du meydanan cîhyê xwe digire. Her çiqas gelek xetên sîyasî yên cure, gelek çêşnîyên rengên sîyasî jî hebin, piranîya gel li ser dû meydanên cûda cîhyê xwe digire: Yek; Meydana Şerîat û Silmanîyê, du; Meydana Şanoya Komara Tirkîyaye. Eger bi şîveyekî tûj bête serê zman, an jî rengekî herî balkêş bête ber çavan, xetek ya Komarşanoparêzane, xetek jî ya DAÎŞ e! 

Di dûmayîkêda di mabeyna van du xetanda şerek biqewime! Eger hevpara van du xetan dijminatîya Kurdan nebûya; ew zuda hevbiketana! Bi hevra dijî Kurdan dijminatî kirin; heta naha ew bernedan hev, mabeyna wan da şer derneket, eger Kurd nebûna, eger şerê dijî Kurdan nebûya; ew naha salan virda hevketîbûna û wan hevûdubixwara!

Nakogî ewe kû; gelelên Anatolîa û Trakyayê bona Komarik modern tekoşîn nedane û şerûpevçûnên mezinda cîh negirtine! Ji ber vê sedemê tû bihayek Komara Tirkîya ji bo wan tune! Alîyê dinva yên ku Şanoya Komara Tirkîya bawerîya xwe anîne û weku temaşevan bi kefxweşî li vê şanoyê nêrîne an jî bi xwe hûnerik mezin ew şanoya lîstine; di nava pavejoyda bo vê komarê bûne kîpbawer, bûne alîgar, bûne çalekvan!

Di qonaxa dawîyêda yên ku li ser Xeta Şerîata Silmanîyê ya Sûnene aşîkar Şerîata Silmanîye bixwezin û ne tenê dijî leşkeran dijî parezkarên Şanoya Komara Tirkîya ji çek hildin û dijî van bikevin nava şer. Alîyê dinva yen ku ji sala 1922 virda xwe bi Şanoya Komara Tirkîya pênas kirine; dijî Xeta Şerîata Silmanîyê ya Sûne bikevin nava çalakîyan, bona diwaroja xwe çek hildin û bikevin nava şer! Qonaxa dawîyêda şerê van du xetan sedansed bibe! Katî xwe da Recep Tayîp Erdoḡan pînek Necmettin Erbakan dabû, di vê qonaxa dawîyêda DAÎŞ jî li pînekê Recep Tayîp Erdoḡan bixîne û bêjê parêzkerên Şerîata Silmanî yên rast emin, dura ew û alîgarên Komara Tirkîya bi şerekî tûj hevbikevin û hevbixwin!

Bawerim şerê ku 100 salan berîpêş biqewîmîyana niha biqewîme! Xeta Şeraiat û Silmanîya Sûne li alîkî, xeta Komarparêzan alîkî! Îro an sibeh, dortira rojê an sêsibeh, îsal an salek din şûnda; ew di qonaxa dawîyêda hevbikevin û hevûdu bixwin! Bona serketina parezkarên Komarê tu garantîyêk tune, nezîkbûna Komarparêzan ji Yekitîya Ewropara, ji Yekitîya Dewletên Emrîkara, an jî bi NATO ra, garantîya serketinê wan nîne! Alîyê din va nezîkbûna  parêzkarên Xeta Şerîata Sûne ji DAÎŞ ê ra, ji El Nusra ra, ji Bizutneweyen Braderên Silmanra, Boko Harem û hinek dewletanra garantîya serketina wan nayne.

Eger bi zmanekî din bê gotin, NATO, Yekitîya Ewropa, Yekitîya Dewletên Emrîkayê an jî dewletên mezin yên weku Ûrizistan û Çînê gor mislehetên xwe bi hêzekêra an jî bi dewletêkêra dibin dost an jî dijmin! Di vê cîhetêda bona wan ji parezkarên Komarekêra, an jî parezkarên Xeta Şerîata Sûne ya Silmanîyêra sempatî nîşandan rolekî mezin naleyze! Kî zêde dikeve bin kontrola wan, kî zêde gotinên wan cîh tîne, ew ji wî ra bibin alîkar û piştevan! Ji ber vê min diwêt bla ne Komarparêzên Tirkîya ne jî Alîgarên Şerîata Silmanîyê avê li ser dilê xwe da berdin!

Îro Recep Tayîp Erdoḡan bi dara xwe, bi tora xwe, bi dost û hogirên xwe hedî hedî hemû der û dirpan bona Şerîata Sûne ya Silmanîyêra vedike, carcara dijî Ûrizîstana Federal, Yekitîya Ewropa û Yekitîya Dewletên Emrîkayê peyamên tûj dide, dixweze nûva bibe hezekî împeryal, dixweze li ser erdnîgarîya kewnd ya Osmanîya carek din hespê xwe bide bezdan! Mixabîn ew weku mirîşkê xewna xwe da qût dibîne, ji bo wan zêde mecala hesp bezdanê tûne!

Li hemberî wî parezkarên Komara Tirkîya zu ji rola xwe dernakevin, ew dixwezin şano berdewam be! Ne temaşevanên şanoyê û ne jî hûnermendên şanoyê amadene ji rola xwe derkevin! Ewe nezîka 100 salane ew jîyana xwe bi vê şanoyê didomînin, wan ji sala 1922 virda jîyanek baş borand, hûn bêjin rind jîyan, wan rind xwar û rind vexwar! Dewlet di destê wanda bû, wan dara sîyasî û dewlet weku çoyê destan dijî gelên Kurdistan, Anatolîa û Trakyayê „baş karanîn“.

Mostik, hun bêjin Komara Tirkîya ne tenê wanra bû mêjok; di destên wanda bû titikê lîstikê jî! Naha ew bi lîstika xwe gîhiştin qonaxa dawîyê. Şert û mercên cîhanê edî bona lîstika wan, bona şanoya wan, bona destseleyaderîya wan îcaze nadin. Wan hebûna xwe bi dû tiştan girtîbû garantîyê: Yek; tûnekirina Kurdan, du; nakogîyên navdewletî sud wergirtin, heta naha wan ji van nakogîyan suda herî mezin girtin! 

Wan ji nakogîyên mabeyna dewletên mezin sûd wergirt û jîyana xwe ji 1922 virda heta îro anî. Bi „hûnerik“ mezin û bi hilperkînên be rawestan jîyana Komara Tirkîya heta naha dan berdewamkirin. Di wexta xwe da ew Alamananra bûn dost û heval, dostanîya wan ji Alamananra heta paş şerê cîhanê yê dudîya berdewam kir, dema Komara Tirkîya hatê damezrandin ew bi Bolşevîkanra bibûn heval û wan piştîvanîya Lenîn girtî bû, di tekbirina Komara Agrîyê ya Kurdan û di belavkirina Komara Sor ya Kurdên Sovyetêda hevaltî û dostanîya wan gîhişti bû tiltilek mezin. 

Dura wan bi dara faşîstên Alamanra Yekitîya Sovyetê firotin, ew heta dawîya şerê cîhanê yê duem bi Hîtlerla alîkar man.  Li paş şerê duem yê cîhanê wan pişta xwe da Yekitîya Dewletên Emrîka û NATO yê. Li paş tekçûna Yekitîya Sovyetê û belav bûna Pakta Varşovayê; ew be rexpet ketin, pînasa wan her roj alîkîva berê xwe gorî, naha di mabeyna Ûrizîstana Federal, Yekitîya Dewletên Emrîkayê û Yekitîya Ewropada tên û diçin, ketine nava tengavek mezin, bûne goga lingan, bi Bizutneweyên Terorîst yê Silman û alkarîya hinek Dewletên Silman dixwezin xetik nû bi xwera vekin, Recep Tayîp Erdoḡan-Reîs dixweze bona Dewleta Tirkîya rêya Xîlafetek nû vebike, Xîlafeta ku di sal 1922 bi destên dewleta wan hatibû binpê kirin, dixweze nûva bidamezrîne û seranserî dinyayê hefsarê Bislimanê Sûne bigire destên xwe! 

Komara Tirkîya berê dewlet û paktanra dirêj şirîk dima, dirêj alîkar hevkar û tifaq dima, naha dostanîya wan rojaneye, car cara ew di rojekêda çend caran berê xwe digorin, bo wan tu stratejîyek nemaye, stratejîya mayî: Ji Kurdanra dijminatî û tûnekirina Kurdane, mîrov dikarê bêje ew bi hebûna Kurdan gêj bûne û heş li serê wan nemaye!

Îro bi dagirkirina Kurdistanê Komara Tirkîya xwe her alîva tengav kirîyê, bona tûnekirina Kurdan wan tişt neman pêşkêşî Yekitîya Dewletên Emrîka, Yekitîya Ewropa, Ûrizîstana Fedaral, Çîn û Dewletên Ereb kirin, naha bona dayîne tiştekî wan nemaye, li wan stratejî, çav û rû nemaye, ew her roj zêdetirîn bê çav û bê rû dikevin, li ser bingehya sîyasî ya navnetewî ew bê rumet û rexpet ketine, di dîroka xwe da ew tu car ewqas neketî bûn, naha her roj yek li pînekê wan dide û wan ra dibê here, dibê ji min durkev, dibê sayê carê li ber bîvila min dermekev holê! 

Edî seranserî cîhanê dewletên heyî bêbextî û bêrumetîya sîyasetmedarên Komara Tirkîya baş nasdikin! Yekitîya Ewropa durûtîya wan baş nasdike, yekitîya Dewletên Emrîka; entrîka, xwefiroşî û bêbextîya wan baş nasdike, Ûrizîstana Federal rûyê wan yê qîrêj baş nasdike, dewletên weku Sûrîya, Iraq û Îranê wan baş nasdikin, bi Kurdanra dijminatîya wan ya hevpar jî edî têra nezîk bûna wan nake, nakogîyên mebayna wan gîhîştine astekî herî bilind! 

Enîya ku Doḡu Perînçek, Hakan Fîdan, Ergenekon û Recep Tayîp Erdoḡan-Reîs dijî Referandûma Başûr damezrandin, bona dagirkirina Kirûkê rêxistin, dipişirê û tê xwar! Qelişa mabeyna wan her roj mezin dibe, edî hebûna Kurdan jî wan bi hevra naqemitînê û wan zêde nezîkî hev nake. Yekitîya ku Komara Tirkîya di bin serdarîya Recep Tayîp Erdoḡan-Reîs li gel Bizutneweyên Terorîst yên wekû DAÎŞ, El Qaîda, El Nusra, Braderên Silman û gel yên din çêkirî bû dîsa dipişirê, Komara Tirkîya û Reîs li ser soza xwe namînin, endamê DAÎŞ ê û çalekvanên Silman ku bi dest û toleransa Dewleta Tirk hatibûn Tirkîya tên girtin, li ser daxwezîyên Yekitîya Dewletên Emrîka, Ûrizîstana Federal û Yekitîya Ewropa dijî wan operasyonên polîsî tên darxistin! Ew hedî hedî Ceyşê Hûr yê Sûrîyê jî bifiroşin! Baxdadî bi çavdamilandina Komara Tirkîya hate kuştin! Heşdî Şebî le gel leşekrê Sûrîyê mil bi mil dijî Komara Tirkîya û Reîs nava şerdaye! Bi kuştina Qasim Silemanî ku qaşo ew hevalê Doğu Perînçek û Hakan Fîdan bû piranîya Tirkîya reqisîya!

Di vê demêda ez bona Komara Tirkîya du rêyan dibînim; yan Komarparêz dijî Reîs dikevin nava tekoşînek nû, wî û vezîrên wî derdest dikin û jîyana Komarê çend salên din dirêj dikin, an jî Reîs dijî komarparêzan serbikeve û Komara Tirkîya di nava şerê Sûrîyê da tengavbike, bide fetisandin û rêbike, hûn bêjin gor bike!

Van rojên dawîyêda car caran min ji xwe pirsîya! Pîna dawîyê kî Komara Tirkîya de? Ew bi xwe hevkevin û Komara xwe bi destên xwe hilşînin? Ûrizîstana Federal li wande? Yekitîya Dewletên Emrîkî li wande? Yekitîya Dewletên Ewropa biryar bigire û li wande? An jî hezên wekû DAÎŞ e ji bin bandura Recep Tayîp Erdoǧan–Reîs derkevin û bi xwe li wandin? Rasteyetî ewe ku: Komara Tirkîya berv bi mirine diçe, diwarojda çi jî be Dewleta Surîyê bi formata xwe ya kewnd nikare rêva biçe, Kurdên Rojava û Başûr carekê tama azadîyê girtine, carek din tu hêzek nikare wan nûva bike nava kodesê! 

Îro, yên ku paşeroja Kurdan dibin gelên Tirk, Ereb û Farsva diqemitînin; zu an dereng binpê bibin! Di vê katê da şert û mercên hevra jîyanê  tûnin. Pewîst e Kurd veqetin û li ser axa xwe azad bijin! Li seranserî cîhanê hebûna dewletên netewî û qîrêjîya wan nikarê weku sedem bona nedewletbûna Kurdan bête nîşandan! Yekitîya Komarên Kurdistan pewîst nîne ku li ser bingehya netewkarîyxê bête damezrandin! Di nava Yekitîya Komarên Kurdistan da her kes dikare, bi rengê xwe, bi bawerîya xwe, bi zmanê xwe, bi çand û panava xwe bijî!

Di vê wextêda di nava Kurdên Bakurda du xetên sîyasî yên dîrokî carek din tên ber çavan, Xeta Şerîf Paşa û Xeta Hesên Xeyrî, Ûsiv Zîya Beg û Dîyap Axa. Şerîf Paşa xwest Kurd serbixwe û serbilind bi navê xwe Konferansa Laussaneda amade bibin û biryara paşeroja xwe bidin, kesayetên weku Dîyap Axa, Hesen Xeyrî û Ûsiv Zîya Beg bêheşî kirin, hûn bêjin exmaxî kirin; rêvebirên Konferansa Laussanera bi navê Kurdan telgiraf rêkirin û gotin Îsmet Înönü norê meye û dikarê bi navê Kurdan biaxife! Dura li Bakur çi hat serê Kurdan hûn dizanin!

Hesen Xeyrîyê ku ser daxwezîya Kemalê Selanîkî- Atatürk bi şal û şapik hatibû Parlementoya Enqarê û Laussanera bona Îsmet Înönü telgiraf rêkirî bû, 25 Mijdar/Sermawez 1925 li Elazîzê dihat darvakirin. Ew bi gelek tiştan dihat tawanbarkirin, yek ji wan tawanbarîyan ew bû: „Tu bi şal û şapikê Kirmancan hatî Perlentoya Tirkîya!“ 

Vê nivîsê bi gotina Hesen Xeyrî dawî tînim: „Gelê Kurd! Ji me honawerî bigirin û bizanin ku, li dinyayê soza ku Kemalîstan li ser rumeta xwe daye sozekî dilbigûmane û pûçe!“

şar Norşîn

19 Sebat 2020 

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category