Navdarên Kurd binasin (1) - Jiyana Tofîq Wehbî
Nivîskarê jêhatî û zimanvanê hûrbîn û dîrokvanê navdar ê Kurd, Tofîq Wehbî Begê Kurê Maruf, li yekê kanuna duyemîn a sala 1891-ê de li bajêrê Silêmanîyê ji dayîk bû.
Wê dema ew hêj zarok bû bavê vî koça dawîyê kir. Wî xwendina xwe a destpêkê li bajêrê xwe temam kir û li sala 1904-ê de çû ji bo Bexdayê û li wir xwendina xwe navendî û amadeyîya leşkerî bi zîrekî temam kir.
Paşê jî çû ji bo bajêrê Stenbolê, paytextê dewleta Osmanî ji bo temamkirina xwendina bilindtir.. Tofîq Wehbî wekî xwendevan ji alîyê Koleja Erkanî ve hate wergirtin û bû efserê rukin di arteşa Osmanî de..
Wê dema Şerê Cîhanê ê Yekem li sala 1914-an de destpêkir, Tofîq Wehbî di şerê “Çanaqelê” li Derdenîlê de beşdar bû. Paşê Tofîq Wehbî ji bo Başûrê İraqê hate şandin, beşdarî di enîya şerî li “Şihêbe” li dijî îngîlîzan kir. Wê dema hêzên Osmanî beramberî arteşa Îngîlîz şûnda vekişîya, Tofîq Wehbî di enîya şerî a Rumadîyê de beşdar bû(Meha Îlonê a 1917).. Wê dema bajêrê navbirî ket destê Îngîlîzan Tofîq Wehbî bi hêzên xwe ve ber bi bajêrê Hît çû..
Di sala 1918-an de Tofîq Wehbî hate şandin ji bo enîya Filîstînê, pileya wî leşkerî hate bilindkirin .. Li wê demê Tofîq Wehbî madayaya qehremanîyê ji serokên leşkerî ên Alman wergirtibû.. Hez jî gotinê ye wê demê piranîya fermandeyên tîpên Osmanî generalên Almanî bûn. Ji ber ku di vî şerî de Osmanî û Almanya hevpeyman bûn, li dijî Brîtanya, Fransa, Îtalya û Amerîka di şer de bûn.
Wê dema ew şerê cîhanê bi şikestina dewleta Osmanî û hevpeymanên wê di teşrina duyemîn a sala 1918-an de bi dawî hat, Tofîq Wehbî Beg vegerîya ji bo Kurdistanê û îca çû Bexdayê û bû yekek ji efserên navdar ên di 6-ê kanuna duyemîn a sala 1921-ê de di damêzrandina arteşa İraqê de beşdarbû.. Wê dema Şêx Mahmudê Hefîd di sala 1922-ê de ji Hîndîstanê ve vegerîya ji bo Silêmanîyê û bû bi Mîrê Kurdistanê, Tofîq Wehbî Beg di meha teşrîna yekem a sala 1922-ê de çû li nav tevgera ku Şêx Mahmud serokayetî dikir. Wekî tête zanîn tevger û desthilatê Şêx Mahmud ji alîyê Îngîlîzan ve hate ruxandin.. Tofîq Wehbî jî hate girtin û 42 roj di zindanê de ma.. Paşê dewletê Tofîq Wehbî azad kir, kir kargêrê tevgerê li Şalyarîya Bergirîya İraqê û di meha tebaxa 1925-an de kir bi rêveberê dibistana leşkerî li bexdayê… Îngîlîzan pileya wî a leşkerî bilindkirin(muqeddem) û li sala 1929-ê ji bo bilinkirina şarezabûna wî leşkerî şandin ji bo Îngîlterêyê.. Di sala 1039ê de pileya eqîd dane wî û kirin parêzgerê parêzgeha Silêmanîyê.. Lê ji ber bûyerên 6-ê îlonê li ber “Derga Sera” li Silêmanî ji karê xwe hate dûrxistin. Piştî ku di sala 1931-ê de Şêrê Şêx Mahmud li Awbarîk li dijî Îngîlîzan, bi tawana handana xelkê ji fermanberên Kurd hate girtin.. Ew demeke dûr û dirêj bê kar ma.. Lê li sala 1946-an de dewleta İraqê ew kir şalyarê aborî di hukumeta Hemdî Çelebî de. Heta sala 1958-ê çendîn car bi navê Kurd ew kirin şalyarê Bergirî û perwerde..
Di destpêka sala 1958-an de ew bû endamê Encumena Rûsipîyên İraqê.. Piştî darbeya leşkerî a sala 1958-an İraq hîşt û çû li Îngilterê li Londrayê nişteçîbû.. Tofîq Wehbî salên xwe ên dawîyê li Londrayê derbazkir û bi hemû hêza xwe li ser dîroka Kurdan û zimanê Kurdî nivîsî. Tofiq Wehbî di 05.01.1984-ê de li Londrayê koça dawîyê kir, li ser daxwaza wî termê wî ji bo Silêmanîyê hate şandin li keleka rûsîpeyên Kurd li çîyayê Pîremegrûn hate veşartin.
Berhemên Tofîq Wehbî Beg
Mamoste Tofîq Wehbî, li ser ziman û dîroka kevn a Kurdistanê bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngîlizî gellek pirtukên bi nirx nivîsî û piranîyan wan jî çapkiribû..
Berhemên wî ên bi Kurdî çapkirî:
- Desturî Zimanî Kurdî, Bexda, 1928, 114 rupel
- Xwendewarî baw, Bexda, 1933, 44 rupel,
- Qisnek le Kurdistan, Bexda, 1947 18 rupel,
- Ferhengî Kurdî-îngîlîzî(hewbeş) London 1965, 179 rupel,
Berhemên bi Erebî çapkirî:
Mamoste T. Wehbî li ser ziman û dîroka Kurdan 7 pirtuk bi zimanê Erebî çapkir.
Mamoste T.Wehbî pirtukên wekî Eşkewtî Gindok(1949), Paşmawey Êzîdîyekan (1962) û xwendinî Kurdî(1968) bi zimanê Îngîlîzî belavkir..
Hez jî gotinê ye, Mamosteyê nemir wê dema “Korî Zanyarî Kurd” li sala 1971 li Bexdayê hate damêzrandin, ji alîyê wê sazîyê ve wekî endamê şanazîyê hate hilbijartin û gellek gotarên bi nirx di kovara “Korî Zanyarî Kurd” de belavkir..
Çavkanî kovara “Xozga”
Wergêr: rojgar merdoxi