Pakîze Refîq Hîlmî (1924-2003)
Pakîze Refîq Hîlmî, sala 1924 li Silêmanî, li dema ku bavê wê ravêjkarê bawerpêkirî Mêlîkê Kurdistan Şêx Mahmûd bû, ji dayîk bû.
Li sala 1929 bi yawerîya hejmarek keç û kurên bajêrê Silêmanîyê li Hucreya Melle Emînê Mamiz ji bo demek kurt xwand. Li sala 1931’ê çû ji bo Dibistana destpêkê û sala 1937 ev qonaxa navbirî temam kir.
Li sala 1938’an mala Pakîzexanê barkir, çû Bexdayê li wê derê wê qonaxa amadeyî bi Erebî û paşê jî beşê mamostetîyê xwand.. Piştî temamkirina vî beşî, ew wekî rêvebira Dibistana Keçan a Silêmanîyê(Sidiqe) hate destnîşankirin. Wê li wê derê demekê xizmet da .
Pakîzeyê sala 1949’an dubare dest bixwendinê kir. Wê beşê mamosteyatîya bilind xelaskir û wekî duyemîn kes derçû û dîploma xwe wergirt.
Ew sala 1949 ji alîyê Zankoya Harward ji bo beşê zimanên rojhilat(Zimanên Samî û îranîyan) hate wergirtin. Li sala 1951’ê wê li wir dîploma xwe a masterê wergirt. Ew jî yekem car bû xwandewaneka Iraqê dîplomek bi vî curî destdixist. Ew her li wê salê wegerîya ji bo Iraqê û li Koleja Edeb a Zankoya Bexdayê wekî mamosteya zimanvanî û dîroka kevn a Rojhilat destbikar kir. Hêdî gellek neçû her heman salê ji destxistina doxtoreya zimanvanî ji bo London hate şandin. Li wir dest bi xwandin û zanist kir û her li wê demê li sala 1952 zewicî û jiyana xêzanî pêkanî. Li sala 1954 ji bo destxistina dîplomeya doxtorî di zimanên rojhilatan de ji bo Zankoya Qahîrê hate şandin.. Lê, ji ber hinek sedemên xêzanî, xwendina xwe li wir heta dawîyê nebir. Li sala 1958 Mamoste Pakîze wekî yekem jin di dîroka netewa Kurd de, bû seroka beşê zimanê Kurdî li Koleja Edeb a Zankoya Bexda û ji bo çendîn sal ev erka da lı ser hıstîyê xwe..
Di navbera salên 1967-1968’an de wekî mamosteya mêvan li Zankoya Berlîn bi zimanên Kurdî û Erebî ders xwand.
Li sala 1970, wekî yekemîn jina Kurd, bû bi endama Korî Zanyarî Kurd. Di navbera salên 1977-1986’an de wekî mamosteya mêvan li Zankoya Emman-paytextê Urdin- li ser xizmeta peyama hizir û zanistî pîroz ê xwe berdewambû û xebatkir.
Li sala 1986 vegerîya ji bo welêt û li ser daxwaza xwe li Zankoya Selahadîn hate damêzrandin. Li sala 1990 xanenîşîn bû. Wê heta roja koça dawîya xwe, roja 13.08.2003 waz ji xwandin, nivîsîn, çalakîyên hizirî, civakî neanî û bi çalakane xizmet kir û şûna destê wê di hemû waran de dîyar e.
Ji bilî ev tiştên ku me baskir, mamoste Pakîze yekem jina Kurd bû, ji bo komelayê Paşayetîya Britanya(S.A.R), Yekîtîya Edîbanên Kurd û Yekîtîya Dîroknivîsên Iraqê hate wergirtin.
Bi giştî bi berhemên hizrî, edebî û zimanvanî ên mamosta Pakîze evana pêk tên: Sedan gotarên zimanvanî ku di kovarên bi nav û deng ên Iraqê û Urdin de li ser zimanê Kurdî, dîroka kevn a Kurd belavkirîye... komek helbest bi navê “Kurd û Jiyanek Pir Endîşe”, “Ferhenga Kurdî, Farsî û Pehlewî Kevn”(destnivîse) “kitêbî Zimanî Kurdî le rwangeyî Zimanwanî Niwê” û dehan gotarên zimanvanî jî li radyoya Bexdayê belavkiribû. Dîsan wê hemû berhemên bavê xwe dubare çapkirin û bîranînên bavê xwe jî ji bo çap amadekir û çapkir.
Çavkanî: Basere
Omer Elî Şerîf
W : Aso Zagrosi