Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

Li ser Kurdnasîyê  li Rusya û Yekîtîya Sovyetê

Dşm, 10/03/2016 - 17:07
Şîrove

 

 

                                        Dr.Ewrehman Haci Maruf

 

Ev gotara behsek kurte li ser hindek li van karên zanistî ku li Rusya û Yekîtîya Sovyet li ser kurdan hatine nivisandinê. Hêjaye gotinê heta niha hejmarek gotar bi zimanê Rusî , Azerî û Ermenî li derbara Kurdnasîya Rus û Sovyet ve hatîye nivîsînê, wek :”li ser Kurdnasîya Sovyet û armancên wê”1 “ li ser peşketina Kurdnasîya Sovyet”2 “Kurdnasî”3 “Dîroka lekolîna zmanê Kurdî li rusya û Yekîtîya Sovyet”4 û çend gotarên din ku nivîskar hinek ji wan sûd wergirîye. Her ji destpêke ve diwazim itîraf bikim ku wisa Kurdnasîya Rus û Sovyet evqas dewlemende5 ku di gotarek da nikarin zêdetir li çend alîyên kemî bi awayikî giştî bixin li  ber çavan lê di rastîyê da pewîste zîncirek gotarên dirêj û cuda li derbara dîrok, zman,edeb û jîyana civata Kurdî di Kurdnasîya Rus û Sovyet da bê nivîsandin.

 

KURDNASÎ LI RUSYAYÊ

 

Kurdên pişt Qafqas di çarçowa ramyarî,aborî imparatorîyeta Rusya da bûn wek gelên din yên pişt Qafqas bala gelek rerok û zanayên etnografyaya rakêşaye. Herwisa avaya jiyana Civakî û sîyasî Kurd hejmarên wan di dewleta Osmanî Îran da bala gellek dewletên mezin rakêşaye û karek wisa kiriye wan dewletana xîymet bidinê nasîna Kurd û zimanê wi ji bo cara yekem li Rusya diçe ji bo nîvê duyem yê sedsala hîjdemin-ango ji bo wê demê ku akademiya zanistî ya Rusî “Ferhanga berhevkirî ya hemû ziman û zaravan”çapkiriye.6 Ev ferhenga kurdî di sala 1787 an da hatîye belavkirin, 273 pêyîvên bi 200 zimanî ku Kurdî jî yekek ji wan  zimanan bû.

Nikitin

 

Di dûmahîka nîva yekem ya sedsala nozdehem da hinek gotar û namilke li ser vê babetê peyda bûn û li ser tore û adetên Kurdî hatin belavkirinê.

 

Bi taybetî hinek zanyar jî babet eşîrên koçer yen Kurdên pişt Qafqas ve ku di hinek raportên ser hêjmarî û çapemenî yên serdestan ber çavan dikevin7.

 

Bê guman ev gotar û namilkenan bi awayekî sade(sakar) û kurt vedikolînin. Em bi vê curê dibînîn ku heta dûmahîka nîva yekem ya sedsala 19 an li Rusyaya çarî da ji derbara ziman,dîrok û etnografî ya Kurdî ve qet nivîsînek wisa giring û zanistî nebûye.

 

Li Rusya Qeyserî(çarî) da bala zanistan sebaret bi Kurd dûmahîka nîva yekem û destpêka nîva duyem ya sedsala nozdehem dikişine. Her çiqas beşek li wan nivîsînên wê demê peywendî bi şerê Rus û Tirk û Rus û fars ve heye8 lê hînek lekolînên zanistî jî li derbara Kurdî ve ji alîyên zaneyên Rusû Rusya çeyserî ve, wek:V.Ditêl,I.Abovyan,Î Birîzîn,P. Lêrx....hatîye belavkirin.V.Dîtêl sê salan dî Kurdistan da gerîya û gellek materyalên folklorî û etnografîyayê kom kiri bû. Zana yê me navê wî anî zman,li gotara”sê Sal geran di rojhelat da”9 derbara van materyalan dûmahîk anîbû. Dî vê gotarê da sebaret bi Kurdistan,zimanê Kurdî û dîyalektên wê nivîsîye:”di gerana min da -gelek meselên cografî,etnografî bala min kêşand. Riya min bi mardîn,Diyarbekir,Nusêbîn û urfa re derbaz bû. Ew navçên ku ez pêya digeriyam beşekî Kurdistan bûn ku gelek kêm tên naskirin. Ji ber evê heta ku niha qet materyalên etnografiyayê yên wisa nîne,derbara eşîretên vê herêma Asya ji bo vê yeka hanê di lekolîna dîyalektan da,bi taybetî giringiyê bi rewşa coxrafiya navçê didim.Di komkirina van materyalan da me gelek zehmet kêşand. Bi gora wan materyalên layê me hene,nêzîkî 300 eşîretên Kurd  hene. Di vê bawerîyê dame ku lekolînên temam li Kurdistana îro, alikarîya me dike ku baştir û asanî rewşa navçeyê  têdigijin ku niha beşek li Turkîyaye(mebest dewleta Osmanîye-Evrehman”.10

 

Ditêl ku tê li ser behsa zmanê Kurdî û dibêje: “ji bo min derdikêve ku zimanê Kurdî bi ser gelek dîyalektan da dabeş dibe û bi vî rûyî ve heta niha qet kesî nenivîsîye,beşek Kurdistan jêr desthilata Turkîya daye. Ji ber vê aşkereye ku zimanê Tirkî tesîr kirîye li ser zmanê Kurdî.Her wek çawa di beşa Îranê de jî tesîra zimanê farsî heye. “ Nivîskar dema ku tê li ser behsa edeba Kurdî dibêje:  “min bi qet curek çavnêrî wê nebûm û nedihat bîra min, ku ev gelê hatîye bîrkirin ji bilî edeba folklorî, xwedanê edebek nivîsî wîsa ciwan û gelek be..... Herçend edeba folklorî ji gelek dewlemende bi çîrok,destan û stranan.”

 

P.Lêrx wiha nivîsîye: “V.Ditêl wisa dixwest, ku hinek lekolînên taybetî derbara dîroka Kurdî ziman û dîyalektên wî belavbike,lê mirinê ev daxwaz bê berhem hîşt11

 

Di sala 1847’an da ji ser rûpelên rojnama Qafças” Ku li Tiflîs derdiket zincîrek gotarên I.Abovyan di jêr navê “Kurd” da hatîye belavkirin. 12 Dî vê gotarê da gelek tişten bi sûd û nû li derbara etnografiya,dîrok,jîyana civakî,  çand ,tore û folklor û zimanê gelê Kurd ber çavan dikeve.13

 

Herçiças ev zîncîra gotarên I.Abovyan der  û dora 30 rûpelane,di gel vê jî da karekî zanistî û hûre ji bo cara yekem di dîroka kurdnasîya Rusya da derbara etnografiya kurd bi vî awayî fireh materyalî çi li nivîsîn û bi destnivîsînên hebûn û çi di gerona xwe li Kurdistanê da bi kar aniye.Vê nivîsîna I.Abovyan ji derbara ziman ve tesîr kir li ser bîr û bawarîyên zanayên rus-P.Lêrx,F.Justî  û S.Yekîzarov....

 

Li salmandina evê ye ku zmanê Kurdî zimanekî Îranîye û xêzana Hind û Ewropîye. I.Abavyon zimanê kurdî bi ser Kurmancî û Zaza da parve dike û dawa li zanayên cîhanê dike ku dest bavêjin “lekolîna li zimanê şîrînî Kurdî û li netewa Kurdî ya şorê swar” Her wisa dibêje:”ji vê riya ve dikarin faydeke gelek mezin ji bo ronî kirina dîroka ademîzad û gelek meselên zimanvanî werbigirin”14

 

Nivîskar di gotarê da gelik giringî dide folklora kurdî û ii vê yeka han dinîvîse û dibêje: “Helbestên gelerî gavên mezin avitiye û gihîştîye deraca ne dest ketî.Di her Kurdek bi saz, awaz û stran bi ser newal, çiya, zozan, rubar, gul, çek, hesp, qeremanîtî û ciwanîtîyê da dibêjin”15Jaba

 

Î.Bîrîzîn,Îrannasê bi nav û yê Rus ku Profesorê zanistgeha Kazak bû,bi dema gerîna rojhelata navîn da fêrî zaravên Kurdên Xorasan û Musil bû, Zaravê Xorasan li Tehran fêr bû,ev ji,ji riya çend kurdên Xorasanê ve ku hatibûn Tehranê . Zaravê Musil jî musilê fêr bû.  Di dûmahîkî da li jêr navê ”lekolîna dîyalektên Farsî”kitêbekî belavdike.16

 

 Bê guman ew tiştên E. Beresîne li derbara ew du zaravên Kurdî nivîsîye gelek kêm û kurtî tê de hene. Bi kurtî li nav,cinav û kirdar daye û di dûmahîka kitêbê da hinek pêyîv hevokên van du zaravên Kurdî nivîsîye.

 

 Di nav ew zanayên Rusya da, ku qîmek daye kurdnasîye,rojhelatnasê bi nav û deng P.Lerx,cîhekî taybetî û dîyar heye.

 

Lerx xwedanê sê pirtûkên giring li derbara Kurd û Kurdnasîyê ve heye17 ku heta niha jî di pirtûkxana Kurnasîda hempayê wan kêmin û bi serokanîyek hêja tê hejmartin.

 

 P.Lêrx ji riya Akademîya Zanistî ve hate şandin ji bo bajêrê Ruslavil ku nêzîkî 50 girtîyên Kurd li vê derê bûn. Ji bo sê mehan di nav wan da dimîne û xwe bi fêrbûna zmanê kurdî ve mijûl dike.Van girtiyan qelkê navçeyên cuda yên Kurdistanê bûn,piranîya wan Kurmancên jorê û beşek wan jî Zaza bûn û wisa diyare Lerx sûdek gelek mezin jê wergirtîye.

 

P.Lerx di ser bingeha rixne li wan karên zû da derbara Kurd û zmanê kurdî hatibûn nivîsîn û li riya taybetî û hest kirina xwe karî bi awayekî rast û rewan û zanistî li babet kurd û zmanê wî, etnografya û folklor binîvîse ewê di vir de şayanî gotînêye evê ku zana zimanê kurdî dabeş dike ser pênç dîyalektan da: Kurmanci,18 lorî, kelhorî, gorani û zaza. Di van dîyalektan da li kurmancîya jorê û zaza vedokoline û di pirtûk sêyem da ferhengek kurdî(kurmanciya jorê) - Rusî (ri-84); Kurdî(zaza)- Rusî (r 85-107) belav kirîye.

 

 Derbara kurmanciya jorê nivîsîye: “Hemû Kurdistana rojava dagir kiriye, her ji Musil ve heta Asya ya Piçûk û Silêmanî... li ser zaza jî dibêje : “di berhevkirina li gel kurmancî da û ya li gel zmanên Îranî yên din da tiştên taybetî çî lê deng û çi şêwe da ber çavan dikeve ku xelk tîne li ser wê bawerîyê zmanek cuda be” her çend ve cudaya tê dîtin, lê ligel evê jî da “zaza cûcikê kurmanciyê ye”19 20 Li gor min yekek li bawerîya zanistî here giring ya lerx eve ku layengirîya riya A. Pot _zanayê Alman dike ku zmanê Kurdî bi zimanek eslî û serbixwe datîne û yekek li zmanê Îranî dijimêre. Ji bo vê yekê jî P. Lerx dinivîse “Qet sebebek nîne ji bo min ku li riya rast û çespavî, a  profesor A. Pot biqetim Ku dibêje zimanê Kurdî şûnek serbixwe û taybetî heye di nav zmanên Îranî da”21 “zmanê kurdî di malben da Serbixweya xwe prastîye. Her ciqas di gel zimanê Farsî da xizmayetî û nêzîkîtî heye, lê di awaya pêşketinê da di gel zimanê farsî da pêywendî nebûye”22

 

 Ew pêyîvên ciwan, rast û rewa yên Lerx ji debara zmanê Kurdî ve nivîsîye di demekê da bûye hêj lekolînên zimanê kurdî gellek kêm bûye. Û di vê serdemê da tê gotin ku zana zimanê Kurdî bi dîyalektek zimanê Farsî dadanîn. Bê şik ”Ev nivisinîn P. Lerx sûdekî mezin bi lekolînên nû yên di Rusya û Ewrupada belavkir” 23 .... û ji riya karên vî zanayî ve di sed sala nozdeh da Kurdnasî bi awayekî Serbixwe geşe bû û pêşket.

 

Jaba ku Qonsulê Împaratorîya Rus bû li Turîya (Erzurum)- Salên 1636- 1869- li ser daxwaza Akademîya B. A Darin Destpêkir bi Fêrbûn û lekolîna zimanê Kurdî û komkirina materyalan derbara edeb, folklor, ziman û etnografiya Kurdî bi giştî, û destnivîsên Kurdî bi taybetî. Di cih bi cih kirina vî karî da Mella Mahmudê Beyazidî,24 alîkarîyek gelek mezin daye A. Jaba û gelek berhemîn Kurdî ji bo wî nivîsîye û gelek ji Farsî ve wergêrandiye li ser Kurdî.

 

Di encam da A. Jaba grubek destnîvîse bi qiymet û ne destketî komkiriye ku niha kitêbxana giştî û kîtêbxana Zanistgeha rojhelatnasîya akademîya zanistî Sovyet li Lênîngradê veşartîye, vê komela destnivîsanda A. Jaba nîşan da ku Kurd xwedan e û her wisa    xayîm û serokanîyek bi qîmet û kêm hempa ji bo pêşketina kurdnasîyê. Nimûne jî, bo vê giringî  danê bi çapkirin û lekolîna wan. Heta ku niha li ser bingeha van destnivîsana gelek kitêbê qîmet hatine belavkirinê. Wek: “Mem  û Zîna Ehmedê Xanê”,25 “Şêx Senanê Feqîyê Teyran,26   “Leyla û mecnûna” Harisê Bîtlîsî 27 “Edat û rusumat name akradîyê” Mella Mahmudê Beyazidî,”28  “destura zmanê erebî bi Kurdî” ya Elî Termuxî 29... hwd....

 

Di sala 1860’da Jaba li jêr navê “Lamihî risalyat û hikayetan bi zmanê Kurmancî” bi zmanê kurdî û Frensî hinek çirokê Kurdî çapkiriye,30 û hinek dîqet derbara edeba kurdî nîşan daye. Di vekolîna dîrok û etnografiya û zmanê Kurdî da ji bo Kurdistan ev kitêba heta ku niha her bi qiymet û bi sûde.31 Ji bilî vê, van zanayan karekî mezîn xizmetek bê emsal kiriye di nivîsîna ferhanga Kurdî da. Xwedanê yekem ferhenê Kurdî-Fransîye ku ji piştî xwe bi fermana Akademîya Rusî di sala 1879 da Ferdînanad Justî belavkiriye.32 Ev ferhenga 463 rûpel û deh hezar pêyîvên Kurdî pêktê. Ku j ibili berhevkirin û şîkirina wan darijtin û duris bûn ê û peyda buna lekolînan û her wisa di gel pêyîvên Farsî, Erebî û Tirkî da berhev kiribûn.

 Zanayê bi nav û dengê Rus, V.V. Vilyaminov-Zêrenov di sala 1860-1862 da tekstên Farsî yên ‘Şerefname’ ku Mir Şerefxanê Bitlîsê bi zimanê Farsî sebaret bi dîroka Kurd di sedsalên navîn da nivîsiye û belavkiriye.33  Û vêcarê F.B Şarmuwa wergêraye li ser zimanê Frensî û di sala 1868-1875 da çapkiriye. Ev jî hêjayê gotinê wergêrandina wi zanayî gelek serketîbû û li ser gelek materyal û belgên dîrokî, coxrafî û etnografî axivtiye.34

 

Di sala 1880 da Îrannasê bi nav û deng Ferdînanad Justî pirtûkek li ser zmanê Kurdî belavkirîye35 û di nav karî da sûdek mezin berhemên: M. Garzonî, A. Xadesko, P.Lerx, A.Jaba..... wergirtîye.

 

Fesla yekem ya vê rêzmanê behsa fonetîkê (R.1-101) ye di lekolîna dengê dengdaran da di navbera dirêjî û kurtîya lêvkirina her yek deng da cudayî kirîye û bi dengekek cuda danîye û ev bûye bi sedama wan dengên dengdaran di nivîsênên wî da hejmarek pitir be li wê ku di rastîyê da zmanê Kurdî da heye.

 

 Di beşa pêyîv sazkirinê da li derbara paşbend , pêşbend û pêyivê  axivtîye(r 102-1229).

 Feslek taybetî derbara morfolojîyêye. Nav, cinav, heval nav.... (122-245). Babeta fesla dûmahî Sentakse (r246-256)

 

F. Justî di lekolînê da hewla berhevkirina zmanê Kurdî li gel zmanên Îranî yên din dike. Her çiças ev karekî raste lê Q. Kurdo: “Ne temamîya F- Justî li vê daye ku tenê çimkekî berhevkirî girtîye”36 ango tenê berhevkirina wêk çûna wan du zmana kirîye. Ji ber vê  jî di vê lekolînê da nivîskar nikari bû xasyetê nav xwe  yê zmanê Kurdî nîşan bide eger xasyeta taybebî ya nav xwe ya wan zmanan nîşan nedabû ew lekolînan rastîye dûr dikevin. Her wisa ne temamîya vê kitêbe ji wê daye ku nivîskar di anîna nimûnan da pêyiv ji zmanê Kurdî xwe ve wernegirtîye, zmanê Farsî yê kevin û zmanên Îranî yên din derxistîye li gel van hemû kêm û kurtî yan da jî ev pirtûka yekek li karê here mezin yê pêş sedsala bist li ser zmanê kurdîye.

 

 Nêzîkî dûmahîka sedsala nozdeh rojheletnas A.SOCIN pirtukek li ser rêzmana Kurdî belavkirîye37 ku bingeha wê li ser wan materyalan hatîye sazkirin ku dema xwe di gel Î. PRYM da herduyan komkiribûn û çapkiribûn.38 Ev pirtûka rêzmanî 16 rûpelê wê li ser fonetîke û 15 jî ser morfolojîye. Di beşê marfolojî da bi piranî lî ser nav, cînav û kirdar diaxive. Di hinek halên guherina pêyîv da destûra zmanê farsî bi ser kurdî da bi zorê karanibû û tuşa çewtîyê bûye.Bedirxan

 

Di sala 1891 da S.A Yekîzarof Pirtûkek li derbara etnografîya Kurdî belavkiribû.39 Vî zanayî sûd ji nivîsînên I.Abovyon, P.Lerx û herwisa piranîya wan materyalan ku xwe di dema 12 salan da komkiribû da wergertîye. Nivîskar derbara bi jîyana civakî, xwû, axlaq û şîn û şadî û ol û bawerîya kurdan axivtîye. Ji xênci wê ji di vê kitêbê da bi hevkarîya L.P.Zaguretskî hinek meselên giring yên rêzmana zimanî kurdî vekolîye û wek paşko jî du ferfeng danîye:  Yek Kurdî-Rusî (r 1-65); du, Rusî-Kurdî (r 66-122). Yekem dora sê hezar, duyem dora çar hezar pêyîvin.

 

 Wek aşkereye demek dirêj bi ser nivîsîna vê kitêbê da derbazbûye, lê, li gel vê jî da heta niha bi serokkanîyek hêja têjimartin li lekolîna dîroka kultura gelê kurd bi giştî û kurdên Yêzîdî bi taybetî, ev jî sebebê bûyîna gelek materyel, belgan derbara ol û tekstên kurdên Yêzîdî ku ji bo cara yekem di Kurdistanê da bi vî awayê zanistî ev mesela hatîye vekolîn.

 

 Nivîsîna here nav û deng N.Y. Marr di Kurdnasî da gotara “dîsan derbara pêyîva Çelebîy”40ye. Nivîskar di vê gotarê da gelek nimûnên ciwan sebaret bi dewra Kurd di dîroka kultura gelên rojhelata navîn da anîye û nîşan daye ku çawa kurd di sedsalên 10-13 da dewrekî mezin dîtiye li pegîyan dina asya piçûk li sazkirina kulturek bi qîmet di dîroka gelên pişt Qafqasyayê  da.

 

 Ew tiştên rixneyi û seyre ewê ku N.Y Marr temaşe dîroka gelê Kurd dike û wê vedikoline ne wek dîroka netewek cuda û serbixwe, wek diroka yafîtî (Corcî, Xalidî, Ermenî)

 Li cama lekolîna li ser mana pêyîva ‘Çelebî’ û her wisa pêyîva Kurd ku yekek li netewên Îranî û ku zmaneke jî her li beşa zmanê Îranîye. N.Y Marr hatîye li ser wê bawerîya ne rast û çewt ku eslê Kurd û zmanê Kurdî bi yafîtî datîne. Ev riya nerast ya N.Y Marr heta dereceyek ji bo maveyek lekolîna li nîjadê Kurd û li zmanê Kurd ji ber bi rêyek ne rast û xwar biriye. Li vî awayî hînek asteng û kosp anîye ji ber lekolîna Kurd û zmanê wî.

 Hêjayê gotinêye ku her ji zû ve Kurdnasên Sovyet bi taybetî Qanatê Kurdo41 ew teorîyên nerast û çewt yên N. Y Marr rast kiriye û ew torên pirr xirap yên wî çandî bûn kom kirîye. Lê gelek mixabin  Dr Maruf Xeznedar ev gotara N. Y. Marr di mesela lekolîna nîjadê Kurd da bi berhemek bi qîymet hesap dike.42

 

                KURDNASÎ DÎ YEKÎTÎYA SOVYET DA

 

 Qîymet dan bi Kurdnasî, piştî Şoreşa Oktober e ewqas pêşda çû hebûna kêmetîyek Kurd di vî welatî da ew guherinên here mezin bi ser jîyana nû da hat bûye sebebek giring û nû ve  geşkirin, pêşketina Kurdnasîya Sovyet û yekek li encamên here mezin ev bû ku paş maveyek kurrên vê kêmatîyê xweş û baş lê kir û aktif hatin komcivînê(kor). Niha çar malbendên Kurdnasî di Sovyet da hene: ji Yêrîvan, Lenîngrad, Mosko û Baku.43

 

LÎ YERÎVAN

 

 Her li danana elif û baya Kurdî di sala 1928 da û vekirina dibistana Kurdî bi taybetî li Ermenîstana Sovyet hest bi pêşketina karên Kurdnasî dikir. Di salanên 30 da ji bo komkirina Materyalên zmanvanî ,etnografî û folklorî çend lijnê ji bo navçên Kurdan hate şandin°e. Du zanayên nav û deng: Emînê Evdal û Hecîyê Cindî  di kar û barên wan lijnana da beşdarî kiribûn. Her wisa konferasa Kurdnasî ku li sala 1934 li Yerîvan hate girêdan, qîymetek gelek mezin hebû di peşxistina Kurdnasîya Sovyet da.44 sala 1933 ferhengek Ermenî Kurdî 45 û sala 1935 ferhengek zaravê zanistî yê Ermenî - Kurdî hatibû belav kirinê. Raste di van du ferhangan da çavên me hinek pêyîvên duristkirî wisa dikeve ku bi qet curekî di gel destûra zmanê Kurdî da pêywendî nîne û herwîsa gelek kêm û kurtî di nav da hene, lê di gel vê jî da jî dewra xwe dîtîye û dibîne.47

 

 Di sala 1932 da A. Xaçaturyan pirtûkek li ser rêzmana Kurdî bi Ermenî û Kurdî çapkir47 Netemamîya mezin ya vê pirtûkê eve ku destûra zmanê Ermenî bi ser zmanê kurdî da sipandîye. Her wisa nivîskar li ser bingehên nivîsînên Gardîn, Justî Bedar ev rêzmana nivîsîye bê sûd wergirtina zimanê gift û go yê Kurdî. Di sala 1935 da li Yerîvan A. Xaçaturyan û Hacîye Cindî ji bo dibistana navîn kitêbek li ser zimanê Kurdî danîn.48 Ev pirtûka her wek ewa berê ne temamiya wê gelek mezin bû û gelek wan kêm û kurtîyan di pirtûkên rêzmanî yên nivîkarên berê da hebûn hatine dubare kirinê, Di gel hemû ev kêm û kurtîyan da jî rêzmana A. Xaçaturyan û Haciyê Cindî “dewrek mezin ditîye li pêşxistina rewşbîrîya Kurden Ermenîstanê da”49. Her wisa nabe vê jî bîr bikin ku danerên vê rêzmanê çawatîya dariştîna bingeha rêzmana zmanê Kurdî da ji bo dibistana Kurdan qet tecrubek berê ji ber destên wan da nebûye heta sûd jê werbigirin.50 Emînê Evdal û Hacîye Cindî kitêbek mezin li ser folklara Kurdan di sala 1936 an da belavkiribûn.51 Di vê nivîsînê da bi taybetî sebaret bi xwû û axlaq, zarok bixewkirin û xizmeta nav malê, şûkirin û dereca jinên Kurd axivtîye. Ev kitêba li ser bingeha rixne li wan karên zû debara Kurd hatibûn nivîsînê û ser bingeha ew materyalên nû, nivîkar destketîye û li ser bingehên lekolînên taybetî yên li sazkirîye hevberkirina derece. Û dewr û axlaqa jinên Kurd yên pişt Qafqas berî li şoreş û piştî şoreş da nimûnen ciwan anîye.

 

Nivîskarê me  ê me navê   wi anîzman di sala 1952 da li jêr navê “Etnografiya û folklora Kurdî û lekolîn li ser wan” pirtûkek belavkirîye.53  Di vê berhemê da bi awayî zanistî li ser etnografya û folklora Kurdî ev zanana bi taybetî Hacîyê Cindî di komkirina folklora Kurdî da dewr dîtîye, vekolîye û axivtîye. Di sala 1957 an da jî bi navê “adetên Kurdên pişt Qafqas   ve pirtûkek mezin çap kirîye.54 Ev nivîsînan li du beşan pêk hatibûn: Bêşa yekem (r11-110( derbara jiyana Kurdewarî ya berî şoreşa oktobere, di vê beşêda bi dûr û dirêj li ser pîşe, jiyana civakî, xw, axlaq û şîn û şayî, derman neweşîya mezin û piçûkan....  bi alîya kurd axivtîye. Beşa duyem (r108-193) li derbara jîyana Kurdawarî ya piştî Şoreşa oktober axivtîye. Di vê derê da behsa: Pêywedîyêndî  di navbera endamên xêzanda, kar çawatîya jîyanê, berhem, xwendevan, dibistan, jiyana rewşenbirî kirîye.

 Her Emînê Evdal di sala 1960’ an da di kovara “rojhelatnasîyê” da li jêr navê “Kultura Kurdên Ermenîstana Sovyet” da55 bi zmanê Rusî gotarek belavkiriye. Di vê gotarêda behsa wan guherînan kirîye ku piştî Şoreşa Oktober di jiyana Civata Kurd da rû da bû. Vî zanayî di sala 1965’an da jî bi zimanê Kurdî  vekolînek nû bi navê ”Pêywendîyên xêzanetî di nav Kurdan da” belavkirîye.56 Û ev jî gavek mezine ku nivîskar bi zimanê zikmakî xwe ev berhewa civan pêşkeş kiriye.

 Ev jî hêjayê gotinêye ku Emîn Evdal bi lekolînên zanistî ku bi zmanê Ermenî, Rusî, Kurdî nivîsîye, xizmetek mezin rewşên bîrîya gelê xwe kirîye û çend kevirên qayîm li durîstkirina qesra Kurdnasî di Sovyet da danîye.

 

Hecîyê Cindî ku zanayekî mezin û nav û dengê Kurdên Sovyete, li komkirina û rîzgarkirina folklor da bêtirsî xizmetek gelek û bê hejmarî kirîye.

 

Yekem nivîsînê vî zanayî pirtuka “folklora Kurdî ” ye ku sala 1936 li gel Emînê Evdal da belavkirîbûn û ku li jorê me behsa wî kiribû.

 

 Her di sala 1936’an da  Haciyê Cindî bi hevkarî kara zakoryan hinek testên folklora Kurdî çapkiribûn.57 Di vê pirtûkêda bi awayekî serekî stranên dildarîyê, û her wîsa nivîskaran berhemên folklora Kurdî vekolîbûn.Qanade

 

 Hacîyê Cindî gelek gotar derbara edeb û folklora Kurdên Ermenîstana Sovyet belavkirîye, wek “Dengê çermantî û azatîya Kurdên Ermenîstana Sovyet di folklor da” 58 “folklora Kurdî û Sovyetî” 59  ; “edeba Kurden Ermenîstana Sovyet” 60 Û di sala 1957 da li jêr navê “Folklora Kurdî” da kitêbek çapkir.61 Ev nivîsîna 393 rûpele û naveroka wê bi vî curêye : Pêşgotin (r. 3 - 4) ; destan û serpêhatî (r. 5-159) , efsane (r. 161-186) , stranên dildarî û evînîyê (r. 189-223) ; tranênşayî (r. 225-248) ; Pendên Pêşîyan (r. 250.286) ; folklora Kurdî piştî Şoreş (r. 283-393)

 Sala1961 jî berga yekem ya pirtûka “Hikayetên Kurdî” bi zmanê kurdî belav kirîye.62 Di pêşgotinêda (r. 1-15) li derbara folklora Kurdî axivtîye, behsa hemû curên hîkayetên Kurdî kirîye. Di sala 1962 da berga duyem 63  û di sala 1969 da berga seyem da 64 ya vê kitêbê belavkirîye.

 Her di sala 1969 da li jêr çavderîya û serpereştîya Hecîyê Cindî pirtûka “stran û hikayetên Kurdî ” hatîye belavkirinê.65  di vê nivîsînê da gelek destanên Kurdî, wek “Mem ûn Zîn, “seva acî” Dimdim”, “zembîlfiroş”, Leyla û Mecnun“ hatîye tomar kirin. Di komkirin, tomar kirin û belavkirina folklora Kurdî da Hacîyê Cindî dewrek mezin dîtîye. Ew materyalên netewa we, li tirsê, navçûyînê û holê rakirinê rizgar kiriye û ev kara bûye bi materyelêk gelek serokaniyên rast û zanistî ji bo lekolîna zman, dirok û etnografiya Kurdî. Ev iizmeta bê jimar ya Hacîyê Cindî bûye bi sebebê rêz û teqdîrek bilind ji bo nîvîskar û karên wî yên pîroz.

 

Herwisa bi vî karî Hacîyê Cindî riya ji bo zanayên berî niha nîşan da û îro jî gelek Kurdên Sovyet bi komkirin û rizgarkirina folklora Kurdî ve mijulin, bi taybetî Ordîxanê Celil û Celîlê Celîl....

 Di sala 1964 da Ordîxanê Celîl pirtûkek li jêr navê “Çarînê folklora Kurdî - stranên dildarîyê û evînê” da belavkirîye,66  di sala 1969 û 1970 da du kitebên biçûk “Gotinîn peşîyan” 67 û sala 1968 pirtûka destanên çeremanîyê yên Kurdî “Xanê lep zêrîn” û “Qela Dimdimê” 68 çapkir.

Yekek li karê here gewre û zanistî yê Ordîxanê Celîl  pirtûka “Gotina pêşîyan yên Kurdî” ye ku bi hevkarîya bira yê xwe Celîl bi zmanê Kurdî û Rusî nivîsîye di vê derê da pêwîste bala ji bo vê bê kêşandin ku wîsa nivîskarên vê kitêbê, pêsgotin bi Rusî (r. 5-23), Kurdî (r. 24-31) bi kurtî bi awayekî pêwîst û şîvekî zanistî kitêba iwe pêk anûbûn û derbara dîroka lekolînê û çîymet û şûna pêndên pêşîyên Kurdî axivtibûn.

 

 Her çiqas wergêrandin ji bo ser zmanê Rusî û xistin li ser elif-ba latînî çend netemamî kêm û kurtî dibinin, lê li gel evê jî da karekî rêk û pêk, şîrîn û serketî û sûdekî mezin di Kurdnasîyê da kirîye..

 Celîlê Casim ku Kurdnasekî nav û denge. Ji qencî çend gotar, du kitêbê rêk û pêkbi derbara Kurdî ve belavkirîye: Pirtûka yekemîn derbara Şoreşa Şêx Ebeydullah ye ku di sala 1880 da dijî nehekî û sîtama rejîmên Turk û Îran destpêkiribû.70

 Pirtûka duyemîn derbara pêketina sîyasî ya netewa Kurd di axive di nivê yekem ya sedsala nozdeh da -li wê dewrê ku li encama paşketin, lawaz bûna aborî , eskerî û sîyasî ya fermanrewayetîya Sultanên Osmanî ji Kurdîstanê da mîrnîşînên Kurd bi hêz û cîyê xwe fireh kiribûn.71

 

Ev jî hêjaye gotinê ye ku pirûka yekem hatîye wergerandin li ser zmanê Erebî û li rojnama “el-taxî” sala 1972 da bi çend zîncîrek hatîye belavkirin, pirtûka duyemîn jî niha Dr. Kemal Mazhar, li ser kar dike û werdigerine ji bo erebî û heta ku niha çend zincîrek ji vê wergêrandinê li gel lekolîn û têbînîn zanistî yên xwe li wî karî wê rojnamê da xistîye ber destên xwendevanan.

 

Dumahîk Heye

 

Werger:Aso Zagrosî

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category