Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

PERDE CIRÎYA Û RÛ PAS BÛN

Sşm, 11/10/2020 - 04:04
Şîrove

 

Li ser cîhanê pir rengî û pir dengî tama jîyanê xweş dike, ne pir dengî û ne pir rengî jîyan dikir monoton, ango jîyan dikir yek dengî, dikir yek ahengî! Hun jî dizanin bi yek ahengekê ne deng, ne zman û ne jî mûsîk peşva diçû! Pir rengî û pir dengîya komekê, gelekekî an jî netewekê; kemasîek an jî xelefîyek nîne. Li ser bingehya heqîyê pêşvaçûn bi pir dengî û pir rengîyê va girêdayîyê. Di dirokêda kesayet û tevgerên kû xwestin yek dengîyê ava bikin, binketin, şikestên mezin xwerin, li pey xwe birînnên kûr hiştin û ji holê rabûn. Îro seranserî Kurdistan pewîste pir dengî û pir dengîya me weku cewehrekê, wekû xwirtîyekê bête dîtin, ne wekû kemasîyekê ne jî wekû sistîyekê!

Hinek xâng û brader bi nebûna „Bîsmarkê Kurdan“ ax û max dikin, çokên xwe dixînin, dibên hebûna „Bîsmarkekî Kurdan“ naha Kurd deh cara xwedî dewlet bûn, naha Kurdistan serketî û serbixwe bû! Di dîrokêda ji bo Kurdan nederketina Bîsmarkekî mîrov dikare him weku xwirtî him jî wekû kemasî bibînî, hinek dikarin bêjin eger hebûna yê me jî Bîsmarkekik; naha em jî weku netewe xwedî dewlet bûn, naha serbixwe bûn. Yên din dikarin bêjin bi mayîna pir rengî û pir dengîya xwe, em li ser bingehya heqîyê mane, va xwirtîya meye û diwarojda em serbilind bijin, bi zman, çand û panava xwe hemû komên cîran di bin sîha xwe da bihêlin!

Tirk ewin nezîka qûrnekêne bi Kemalê Selanîkî jîyana xwe berdewam dikin, Gelên  Ereb bi kesayetên xwînxwar û dîktator jîyana xwe heta îro anîn, dîktatorên Ewropa li pey xwe pag û tarûmarîyên mezin hiştin û ji holê rabûn. Lê mînakên wekû Îsvîçrê jî hene, ewe du qûrnan zêdetirê li ser erdnîgarîya Îsvîçrê şerê mezin neqewimîne, Îsvîçrê pir rengî û pir dengîya xwe, serbixweyetîya xwe, xazeya xwe paraztîyê.

Le rastê di mabeyna  erdnîgarî û jeostratejîya Kurdistan û Îsvîçrê çandî erd û ezman nehevçûn heye, li seranserî cîhanê, dî dîrokêda tu mînakek wekû mînakek din nebûyê, mînakên tên serê zman dikarin li hev biçin û nezikî hevbin, lê tu car ew nikarin yek bin û serî heta binî li hevbiçin, sedansed du mînak nikarin bi hevbiçin û nikarin yek bin, lê xala hevpar ewe ku; em bi van mînakan qala mîrovan, qala gelan, qala netewan dikin! Ji ber vê cîhetê em dikarin hinek welatan, hinek keseyatan, hinek tevger û partîyan li berhev bigirin û ji binketin û serketina wan fêrbin.

Komara Tirkan li ser pişta Kurdan ava bû, li ser xeta Başûr; Meraş (Gûmgûm), Dîlok û Rihayê dijî Fransiz û Îngilîzan Kurdan şerkirin,li dijî Ûriz û Çekdarên Ermen barê giran yê şerkirine li ser pişta Kurdan meşîya, di Şêrê Çaneqalêda jimarek mezin ji Kurdan li gel Gelê Silman yên din seranserî beranberî ber xwe dan, li paş damezrandina Komara Tirkîya navê piranîya leşkerên Kurd ji lîstan hatin derxistin, têne bona propaganda û avakirina Netewek Tirk hinek navê Kurdan  wekû nîşan hatin hiştin, bi vî avayî ji kaseya Komarê pere nedan malbendên cangorîyan, pranîya Kurdên ku ji birîndar an zindî zivirîyan ji kasa û xezîneya Komara Tirkîya tu xêrek nedîtin, Parezgehyên Anatolî û Trakyayê leşker û mîlîsên ku, ji şer birîndar an jî ne birîndar zindî şunda zivirîyan heta roja dawîyê ji Komara Tirkîya mehane pere û pul wergirtin, ne tenê wan heta nebî û çirenebîyên wan jî perê gazî bûnê girtin!

Komara Tirkîya daxawa bi berxwedan û sebilindîya Kurdan hate avakirin, Kurden weku Ûsiv Zîya Beg, Hesên Xeyrî,  Dîab Axa û gelek yên din pişt dan Kongireîstan û bi wanra kevirê yekhem yê Komarê danîn, Laussanera telgiraf rêkirin, gotin Delegasyona Kongireistan bi navê me jî hatîyê û nonerîya  Netewa Kurd jî dike, wan li Parîs û Laussanê dest û peyên Şerîf Paşayê Kurd grêdan, berî van telgirafan Şerîf Paşa bi dengekî xwirt nonerîya Netewa Kurd dikir, nedixast Kurd ji van Konferansan dest vala derkevin û Kurdistan temamîyên bê statût bimîne.

Kemalê Selanîkî bi gotin , soz daînên mezin kesayetên wekû Dîap Axa, Hesen Xeyrî û Ûsiv Zîya Beg xapandin, di vî katîda komek mezin ya Kurdan ji Enqarê bi navê Netwa Kurd li gel Kongreîstan birqe rêî Laussanê kirin û gotin şandeya ku di bin pêşvigarîya Îsmet Paşada hatîye li wê, sedansed dikarê bi navê Gelê Tirk û Gelê Kurd biaxifê, bi navê van du gelan; xwedî destur û selayete, alîyê dinva Braderên Bedîrxanîya digotin Şerîf Paşa nexşa Kurdistanê piçuk kirîye, piranîya axa Kurdistanê dervayî nexşe Kurdistanê hiştîyê, em bi vî şiklî nikarin vê peymanêra erê bêjin, baştirîn ewe ku em nerazîbûna xwe bînin serê zman, birqe û nameyan rêbikin û bêjin Şerîf Paşa nikare Kurdan bîne serê zman, ew nonerê Kurdan nîne û danûstandinên ku hun li gel wî dikin mê grê nadin, em tu berpirsîyarîyekê nagirin ser xwe! Dema Kongreîstan gîtê xwe paşdixist û Konferansa Laussane dawî dihat, wan Kurd gav bi gav bervbi bê statûtbûnê dibirin.  

Alîkîva Bedirxanîya alîyê dinva Koma Nonerên Kurd yên Enqarê; Şerîf Paşa dan ber dijûn û şûjinan, Şerîf Paşa ji danustandin û gôtûbêjan rakişî, Netewa Kurd di rasteyetîyê da li Laussanê bê deng û bê noneretî ma. Dûra çi hat serê Kurdan hun dizanin! Tûnekirin, tûnekirin, carek din tûnekirin!Kongreîstên ku weku sergerde derketibûn holê, Komara nû gav bi gav girtin nava pençeyên xwe, wan dijî Kurdan destpêkî tertele û qirkirinan kirin, dema şerê dijî Komara Agrîyê rêdiket, Sergerdeyên Kongreîst ku edî bi xwe ra dewletik û komarik avakiribûn û bi alîkarîya Bolşevîkan gîhiştibûn ser „bingehya  heqîyê“; dewleta xwe gav bi gav ji Kurdan pakij kirin, bo Kurdan der û pecereyên dewletê dan girtin, ew her roj dijî Kurdan bi plan û stratejîyên kûr rêketin û wan planên xwe niqir, niqir, gav bi gav cîh anîn.

Yek ji van di sala 1927 girtina Danîşgah Leşkerî ya Erzinganê bû,  Danîşgah Leşkerî ya Erzinganê di sala 1884 bi navê „Mektebî Rûştîyêyî Askerîye“ hatibû damezrandin, dibistanekî leşkerî ya serateyî bû, dûra di sala 1905 dibû Harbîyêyî Erzingan (Erzîncan Harbîyesî). Piranîya giran ya şagirtên Harbîyêyî Erzingan Kurd bûn, bi vê rêyê gelek Kurd ketibûn nava Leşkerê Osmanî, dema Împaratorîa Osmanî belavdibû û hildişîya  di nav leşkerda hezeran serbazên Kurd û dehan Paşayên paye bilin yên Kurd hebûn !

Li vir carek din weku agahîyek dîrokî dixwezim Şex Exmedê Sûnûsîyê Magribî bînim bîranîn, gor zanîna min Şex Exmedê Sûnûsî ji xelkê Lîbya bû, ew li gel şervanên xwe hat di Şerê Paraztina Anatolîada amade bû , ne tenê ew ji Helebê bigirin heta Şamê, ji Şamê bigirin heta Kirkûk, Silemanî û Bexdayê gelek şervan û kesayet hatin vî şerîda amade bûn, di şerê dijî Ûrizîstanêda hazaran Kurd ji Silemanî, Ranîa û Rewanndûzê hatin di şerda amade bûn, jimarek mezin ji wan di şerda cangorî ketin, hinek ji wan birindar zivirîn, jimara kesen ku û ne birîndar û zinndî zivirîn kem bû, li paş damezrandina Komara Tirkîya binbêjingên Îttîhat û Terakkîyê gav bi gav destseleyedarîya Komara Tirkîya girtin destên xwe, li ser hemû koçan û belgehyan lîhîstin, lîste hatin gorîn, nav hatin rêşkirin, wan belgeh gor îdolojîya xwe nûva nîvîsandin, him mafê Kurdan, him jî mafê kesayetên wekû Şex Exmedê Sûnûsî û şervanên wî bin xesîl kirin, bo diwaroj, bo ku nifşên nû bawerîya xwe wan bînin, wan lîstên xweda hinek nav hiştin, dema hûn îro diçin Çanaqalê û li ser salê gorên cangorîyan temaşeyî navan dikin, hûn dikarin ji gelek deverên cûrebicûr navan bibînin, lê kesek nizanî ku piranîya navên Kurd û Ereban ji wan lîstan hatine derxistin, ew ewqas tirsonekin; wan heta naha lîsta rast tu cîhekîda neşîr nekirin, yên ku dijî Ûrizîstanêda şerda cangorî bûn kîsî dê û bavê xwe çûn, berpirsîyarên Komara Tirkîya tû cîhekîda navên wan bi lîstekî rast û dûrist naynin serê zman, dema lîstên rast û dûrist derkevin holê, hemû cîhan bîzane ku, kî ji kêra çiqas qerzdare?

Hinekan bi alîkarîya binbêjingên  Îttîhat û Terakkîyê bi tir û viran netewek afirandin „Netewa Tirk“; di dîroka mîrovetîyêda bi vî navî netewek tûnebû. Osmanîa tu car negotin em Tirkin, Selçûq û Oxûzan tu car negotin em Tirkin, îro Tatarik, Kazaqik, Ozbekik, Tûrkmanik, Uîgûrik an jî Mongolik nabê em Tirkin, di dîrokêde navê Tirk Çînîya bona gel û hezên dagirker kû ji Mongolîa dihatin û diavitin ser welatê wan, kar anîn, Çînîya ji wanra digotin „Segên har“, „Segên dev şoxitî yên har“, „Tîkî“, „Tirk“ di zmanê Çînî yê kewnd da tê vê maneyê, dura Gelên Ewropaî ew peyva Çînî girtin û ji wan ra gotin „Tûrk Volk“, gelên hov yên talankar ku ji vê erdnîgarîyê dihatin bo wan „Tûrk Volk“ bûn, ji ber vê destseleyedarên Osmanî peyva „Tirk“ heznedikirin, ew peyv ji bo wan xewirek / kifrîyek gelek mezin bû!

Temamîya Padîşahyên Osmanî  xwe weku Axamenîd, wekû resen, wekû rîçal pak didîtîn. Li ser vê cîhetê Padîşahyê dawîyê yê Osmanîya Sultan Vahdettîn Xan digot: „Tirk kerîye nezanan yên tevlûhevin, dînê wan,  rîçala wan, welat û ji kû hatina wan ne dîyare!“ Di wexta dara Osmanîyada Tirk seg û kerê Merzîfonê newertir dihatin dîtin!

Çawa Çînîyan di kati xwe da gotûbûn „Tîkî“, ji bo Osmanîya  jî „Tirk“; mîrovên, seg, mîrovên ker, mîrovên nezan, mîrovên hov, rêbir diz  û barbar bûn! Li vir ez kesen kû ji bê zanetî bi xwe ra dibên „Tirk“ lêborînê dixwezim! Daxawa hinekan bi deq û dolaban netwek nû di qurana rabirdîda derxistin holê û navê wê; „Netewa Tirk“ danîn û navê dewletê jî kirin „Komara Tirkîya“ ango „Komara Segên Har yên Dev Şoxitî“, ew nava li ser daxwezîya gelên Kurdistan, Anatolîa û Trakyayê nehat hilbijartin, daxawa ew nava bi alîyê dijdar û dijmînên gelên van welatan hate hilbijartin û li ser serê wan wekû kûmekî nû hate danîn!

Nakogîya mezin ewe we ku; naha sed hezaran kes xwe „Tirk“ dihesibînîn û bi ser „Netewa mezin ya Tirk“ sond dixwin. Parlementerê „Tirk“  bi vê sondê destpêkî karê xwe dikin. Ew sonda devê wanda weku benûştekê tê cûyîn, her roj dijî Kurdan ew sond tête karanîn, Kurdan ra tête gotin ku; ma we bi vê sondê, sond nexwerîbû!

Wusa tête rêva çûn kû, çawa Kurd her tim ji wan ra qerzdarbin, çawa Kurd weku kem jimar ser axa wan, li ser welatê wan bijin û nanê wan bixûn, çawa Kurd ji cîhyekî din, dûra hatîbin û welatê wan bin pê bikin! 

Nêrîn, vir û zira Tirkan „normale“; ew bi tûnekirina Kurdan hebûna xwe avadikin! Ewe çil salan zêdetire min her tim got, min bê rawestan anî serê zman; hebûna Netewa Tirk li ser tûnekirina Kurdanê, tevirê Netewa Tirk wûsa hatîyê lêxistin, ew tenê rojekê dev ji tûnekirina Kurdan berdin, taf berê xwe bidin mirinê û bimirin, nemînin tar û mar bin!

Lê paradoksa herî mezin ewe kû di pencî salên dawîyêda nifşên nû yen Kurdan ji edî xwe li ser Anatolîa û Kurdistanê wekû netewekî kem jimar dibînin, ew nizanin ku; ew li ser vê erdnîgarîyê mezintir netewenê, ew nizanin kû rîçala wan di nava dirokêde gor gelên din ji hemûyan kûrtir diçe!

Daxawa bona Kurdan li vir heşpûçîyek mezin xwe dide dîyarkirin, heşpûçîya xidamî û xûlamîyê! Dema Kurd xwe ji heşpûçîya dagirkerîyê rizgar bikin, ew demek kin da bigehîjin serbixweyetî û azadîya xwe, pir rengî û pir dengîya Kurdan bona vê keşayek nîne, tenê pewîste ew bi çavên pas bibînin û bizanîn; ew kîne, ew çine û mezinî û hêza wan çiqase?

Serî di berda, bulkirî çûyîn di panava Kurdanda tûnê, bejn tewandin di panava Kurdanda tûne, eger bejn tewandin di panava Kurdanda hebûya, di dîrokêda Bîsmarkek jî ji bo wan derdiket holê, lê Kurdan ne li ber dagirkeran, nejî li ber hinek kesayetên din bejna xwe tewandin, wand di bin şert û mercên giranda pir dengî û pir rengîya xwe paraztin!

Be gûman dijdar û dijminên Kurd îro pir dengî û pir rengîya Kurdan dixwezin sûdwergirin, dixwezin Kurdan berdin hev, dixwezin çerxa dîrokô şûnda bizivirînin û derba dawîyê li Kurdan din. Çend rojan berîpêş kesayetekî weku Dou Perinçek (Yek ji  Daîrea  Şerê Taybet yê Komara Tirkîyayê, berpirsîyarê Masaya Bizûtneweya Çepê, pisporê stratejîyêye, di diliqê sîyasetmedarî, rojnemavanî û nîvîskarîyêda kar dike, sîxurekî navnetewî yê Komara Tirkîyayêye, li ser axa Trakya, Anatolîa û Kurdistanê hezaran kes bi nîşandan û salixdana wî hatine kuştin, di salên dawîda karê wî yê herî mezin nûva dagirkirina Kirkûkê bû, ew di mabeyna general û serleşkerên Tirkîya û Îranêda hat û çu, wî Iraq û Heştî Şebî dijî Herema Kurdistanê ya Başur rêxist, wî li gel Qasim Silemanî û Hakan Fidan starta êrişa Kirkûkê da!) agadahrîyek balkêş belavkir û got: „Di demek din şûnda Komara Tirkîya Abdullah Öcalan derxîne ser dîmenherikanên televîzyona Tirkîya û ew bi aşîkar bangî PKK bike û bêje, bê şert dev ji şerê çekdarî berdin û werin Tirkîya! Li ser van gotinên wî zêde wext derbaz nebû ku,  Heştî Şebî li Bexdayê êrişen mezin anîn ser xanî û dezgahyên Kurdan, wan Ala Kurdistan  şewitandin û peyamek balkeş dan Kurdan.

Van bûyeren dawîye ku qewîmîyan bona Kurdan çawa bên nîqaşkirin, ew çawa bên eleg û bêjingkirin? Abdullah Öcalan kenga û çawa derkeve ser dîmenhêrikanên televîzyonan û aşbetalbûna şorişa Kurden Bakur bang bike! Li paş vê bangê Kurd çi bikin û çawa bimeşin? Beyenat û gotinên Dou Perînçekda çi „sir“  û „keramet“veşartîne? Komara Tirkan diwarojda kîjan stratejîyê bimeşe? Dijî vê stratejîyê di destên Kurdan da çi heye û ew çawa bimeşin?

1-Bi afirandin û rêxistina DAÎŞ ê Komara Tirkîya bona xwe stratejîyek rêxist, aramc ew bû ku di wextek kinda statûya Kurdan li Başûrî Kurdistan bête binpêkirin, amanc ew bu ku Hûkûmata Fedaral ya Herema Kurdistanê ji holê bête rakirin, armanc ew bu ku, temamîya Kurdistana Başûr û Rojava bikeve bin kontrola DAÎŞ ê. Dîsa armanc ew bu ku; Dewletên Iraq û Sûrîyê binva bêtin rûxandin, berê ew bi hevra bibin dewletek, dûra bi şiklekî gel Komara Tirkîya yek bin û ew bi hevra bingehya Xîlafetek nû ya Îslamê daynin û Recep Tayîp Erdoan wekû serokê Projeya Nû ya Rojhilata Navîn bibe Xalîfeyê Îslamê!

Armanc bi damezrandina Xîlafeta Nû ya Îslamê ji holê rakirina Kurdan bû, armanca herî mezin va bû, li gel vê armancê hinek xeyalên din jî hebûn; rûxandin û binpêkirina Komara Îslamî ya Îranê, kedîkirina Dinya Silmanîyê, kontrola temamî ya Yekitîya Emîratên Eereb, Dewleta Sûdî û Dewleta Misirê.

Lê plana Komara Tirkîya û piştdarên wan serneket, DAÎŞ û Komara Tirkîya ji kontrolê derketin, wan temamîya gelên welatên xaçparêz ra dijminatî kirin, qartîpozê kû bi destên Komara Tirkîya hate afirandin zu mezin bû û ji kontrolê derket Iraq û Sûrîyê demek kwirta bûn warê sergerde, kopik û pîskopatên Îslamê, seranserî dinyayê hezaran pîskopatên Silman bi rêvebirin û rêxistina  Komara Tirkîya hatin vê heremê, ew bi destên Komara Tirkîya him Rojava him jî Başûr li ser Kurdanda weku gwirê har hatin berdan.

Bona dîlkirina Dewletên Ewropa ew bi destên Komara Tirkîya li welatên Ewropa jî hatin rêxistin, li welatên Ewropa bi destên Komara Tirkîya komkujîyên mezin hatin darxistin, Recep Tayîp Erdoan ji Ewropa xerac xwest, serîda ew serket, wî ji Yekitîya Dewletên Ewropa gelek pere wergirt, li dijî wan edî daxwezîyên Komara Tirkîya bê sînor bûn! Lê Komara Tirkîya tîştek nedîtîbû, di karê bîrkarîaya wanda tiştek li ber çavan nehatibû girtin: Di dîrokêda rola Kurdan û nebejntewandina wan, di panava Kurdanda tu car melisbûn û bejntewandin nebibû, Kurdan tû car bi yek dengîyek û yek rengîyerêkêra negotûbûn erê, piranîya Kurdan di nava pavejoyda çûbûn ser benda Silmanîyê lê ew nebibûn Ereb, dîwarê mabeyna wan û Ereban dîwarekî stûr û bilind bû.

Komara Tirkîya jina Kurd baş nasnekirîbû, wan nedizanîya ku sir û keremata jina Kurd wan binxînê û wan bervbî tekbirine bibe! Komara Tirkîya karîya hinek  heremên Kurdan nûva bigire bin kontrola xwe, lê wan nekarîya Xilafeta Îslamê nûva bang bikin, wan nekarîya Dewleta Iraq û Sûrîyê ji holê rakin, wan nekarîya daxwezî û armencên xwe li ser xaka Ewropa sedansed cîhbînin. Kurd nehatin cûyîn, Kurdan wekû xarek pola didanên wan yek bi yek şikandin, di devê wanda didan neman şikîn, naha ew bi pirotezan dicûn!  Edî ew dûr û dirêj nikarin bi didanên pirotez bijin, di meh û salên hatîda ew deng bilind bihêrifin bên xwar, ew bên rûxandin, ew şikestên wer bixwin tu car nekaribin pişta xwe ji erdê rabikin. Di dûmayîkêda ew weku xesîlekî li erde bimînin û bin peyanda pan bin!

2-Komara Tirkîya karê ku bi destên DAÎŞ ê rêvabir, sedansed serneket, wan pîkîva digot DAÎŞ terorîste bona hemû dewletên cîhanê xeterîyêk mezine, pewîste dewletên cîhanê dijî terorîzmê dest bidin hev û bi hevra karbikin, pîyê din wan DAÎŞ xwedî dikir, ji wanra çek, cebilxanê û pere rêdikir, bîrîndarên wan dinanîn Tirkîya û birînên wan derman dikir, xwerin û vexwerina wan ji Tirkîya diçû, nifta ku DAÎŞ ê dest dabû ser bi destên berpirsîyarên Komara Tirkîya li ser bazara niftê ya cîhanê dihat firotin!

Dema bi destên DAÎŞ ê ew plan serneket, Komara Tirkîya  perdeya rûyê xwe temamîyên cirand bi leşker, sergerde û qopikên xwe destpêkî binpêkirina Rojavayî Kurdistan kir, Efrîn li paş berxwedanik bê hempa keti bin kontrola wan, ew hinek deweran ji serê xetê derbaz bûn û 5-30 km ketin nava axa Rojavayî Kurdistan, hûkûmatên gelek dewletan ketin nava tevlihevbûnek mezin, gelên cîhanê ji hûkûmatên xwe pirsîn gotin: Cîwanên Kurd, jinên Kurd pişta xirabîya herî mezin ya cîhanê firandin û ew ji holê rakirin, wan dînya pîsî û gemarîyek herî mezin rizgar kir, ma hun çawa bêdeng dibînin kû, Komara Tirkîya wekû endamê NATO yê, ji we pişt digirê û çekên me davê ser Kurdan û axa wan nûva dagirdikê, Kurdan qir dike û wan bi tereteleyek nû cîhra dike? Bi rexne û zexta gelan, gelek dewletên Ewropa û Emrîkayê, Komara Tirkîyayê bi şîvekî tund rexne kirin û ji wan sekinadina êriş û binpêkirinê xwestin.

3-Bona gelên cîhanê di dîrokêde yekhemcar bi cûreyek aşîkar pênasa Kurdan derket holê, xazehezî û mîrovhezîya Kurdan derket xolê, duşa jina Kurd û cîhyê wê di nava cîvaka Kurd da derket holê, nehevçûna Kurd û Tirkan, Kurd  û Ereban derket holê, wan bi çavên xwe dît ku; rola jina Kurd di ser vê erdnîgarîyê tê çi vatê. Gelên Ewropa û Emrîkayê bi çavên xwe dîtin û bi gwihên xwe bîhîstin ku Kurd wekû netewe çiqas nezîkî wanê û daxwezîya wan çîyê, ew nezîka dusedsalîne bona çi tên kuştin?

4-Kurdan di şerê dijî Rojavayî Kurdistanda dîtin ku; li Tirkîya dijî kirinên Komara Tirkîya tîlîya kesekî nalive, hemû partîyên sîyasî, hemû kom û komikên olî yên Silman, hemû komel, sendîka û rêxistinên sîvil, eger bi kwirtî bête gotin hemû sazîyên Tirkîyayê li piştî dewleta xwe ya dagirkerin, ji sazîyên oli bigirin heta yên panav û kulturê pişt dan dewleta xwe, rojnamevanên Tirkîya ji dewleta xwe binpêkirina temamîya axa Rojavayî Kurdistan daxwez kirin! Li vir psikolojîya gelê Tirkîya  aşîkar bû, perwerdebûna faşîzan ya sed salî hêza xwe, rûyê xwe, bi şilfî û tazîbûnek bê hempa xwe da dîyarkirin. Nemîrovî û barbarîyek bê mînak pas bû. Ferman hatibû dayîn û gelê Tirkîya dixwest, Rojavayî Kurdistan bête bindestkirin û Kurden vir bên tûnekirin, ango bên kuştin û ji holê bêtin rakirin. Her tişt di bin navê; „Tekoşîna dijî terorîzmêda“ dimeşîya. Wan salan berî pêş bi tora sîxûrên xwe  karekî mezin kirîbûn; li Ewropa bi navê Kurdan û PKK yê kirinên hovanê yên nedadmendî rêxistibûn, destê xwe yê xwînî pesîra PKK û Kurdan da kiribûn û dura jî PKK wekû partî girtibûn lîsta terorîzmê, ew seranserî cîhane dijî Kurdan û tekoşîna wan ya heq, bi vî kartî rêva diçûn!

Wan digot: Em wekû dewlet li ser bingehya heqîyêne, em weku dewlet endame Yekitîya Netwan û NATO yê ne, me weku dewlet hemu peymanên navnetewî yên ewlekarî û dadmendîyêra erê gotîyê, hun gerê li gel me bin, hûn gerê alîkarîya me bikin, hûn gerê di tekoşîna me ya dijî terorêda li pişt mebin! Komara Tirkîya karta terorîzme li dijî Kurdan û tekoş1ina wan baş karanî, Kurd li ser bingehya sîyasî ya navnetewî tengavkirin. Bi vî kartî peşîya Kurdan hate girtin, sazî û dezgahyên Kurdan yên ku li ser bingehya heqî û dadmendîyê hatibûn avakirin, yek bi yek hatin gezkirin, hatin hevrûkirin û dest û peyen wan hatin grêdan. Îro Komara Tirkîya dixweze reyagelemperî ya  cîhanê carek din bixapînê û Kurdan bê dost û bê alîkarî bêle!

5-Koma Tirkîya bo ku Kurd negehîjin statûtekê bi deq û dolabên bê sînor kardikê. Wan heta naha; mezin heta piçûk hemû dewletên Ewropa çek kirîyan, ne berkû pewîstîya wan çekanra hebû, wan dixast sektora çekên Ewropa  bi wanra grêdayî bimîne, wan ji Yekitîya Emrîka, Ûrizîstan û Çînê heta naha çek kirîn, devê kîsê xwe bi comerdîyek mezin bo sektora çekên cîhanê vekirin, nebe ku rojekê hezek, dewletek derkeve û alkîkarîya Kurdan bike, çeken modern bifiroşe wan. Wan wekû komar bona lobîstan her sal mîlyonan dolar xerc kirin, siyasetmedar, rojnemavan, dîroknas û arkeolog kirin, jin û qîzên xwe pêşkêşî wan kirin! Tenê bla Kurd xwedî heq nebin!

Li Ewropa kem Kursîyên Înstîtûtên Rojhilatnasîyê hene ku Komara Tirkîya ji wan akademîsyên û „pispor“ nekirîye, her sal bona van kesayetên han mîlyonan dolar tên xerckirin, ew tên dawetkirin, ew diçin Tirkîya bi kîsê Komara Tirkîya dixwin, vedixwin, kefdikin û şûnda dizivirin, ji damezrandina Komara Tirkîya bigirin heta îro gelek „Profesorên Rojhilatnasîyê“ karê xwe bi vî şiklî dimeşînin, tenê bla ew gotin û daxwezîyên Komara Tirkîya cîhbînin û ji çarçova îdolojîya heyî ya Dewleta „Tirk“ dernekevin, ew bona Kurdan tu tiştekî neynin serê zman û bla ew rastî û heyîyên ku çavên xwe dibînin înkar bikin û sakê li serxinin!

6-Ew bi vîrûsa antî împeryalîzmê Kurdan tengav dikin, wan di bin starîya rahmana antî împeryalîzmêda, Kurd çi çep bin, çi Silman bin, çi rengekî din bin bi xwera kirin xidam  û xûlam, Kurd hemî hêz û dewleten mezinra kirin dijdar û dijmin!  Gotin: Nişeta herî mezin ya mîrovxasî û pêşkevtîxwazîyê ewe ku; mîrov bibê antî împerîlaist, ango Kurd ji dewletên mezin û hêzanra bibin dijdar û dijmin, dijî wan xwepêşandan û çalekîyan rêbixînin, beyanatan bidin û di her firsendêda dengbilin dijminatîya dewletên, Emrîka, Ewropa û Asîayê bikin, dagirkerên Tirk bona pêşkevtî bûn û şoreşger bune, ew bi Kurdanra kirin ferz!

Alikîva dagirkerên Tirk û sîxurên wan Kurdanra va salixdidan alîyê dinva wan bi van hêz û dewletanra peyvendîyên cûrebicûr grêdidan, dema wan bona berjewendîyên xwe yên netewî Emrîkara, Ûrizîstanêra û Dewletên Ewropara peyvendî grêdidan, ew dewletana nedibûn împeryalist, dema behsa Kurdan dihat kirin her dişt xafilda digorîya, Kurd dibûn „nokerên împerîalîzmê“, wan heta naha her tiştên xwe, bi bê rûmetî û bê heşîyek mezin dan „împerîalîstan“ û mîlyardên xwe dijî Kurdan li ser vê rêyê xerc kirin,  bê zêdekirin wan jin û qîzên xwe pêşkeşî „împeryalîstan“ kirin, hemû daxwezîyên wan cîhanîn. Tenê ew bikaribin li ser tûnekirina Kurdan netewekî tirûvir, netewekî saîber avabikin, hevîya wan ew bû ku Zmanê Kurdî nemîne û Zamnê Kurdî di refa zmanên mirîda cîhyê xwe bigire û ew bê xeterî weku Netewa Tirk ya mezin diwaroja xwe garantî bikin!

Me Kurdan weku netwe li vir tişek bîrdikir; li ser cîhanê di mabeyna netewe û dewletanda dayîn û girtin hebû, her alîva dayîn û girtin hebû,  berjewendîyên dewlet û netewan form didan peyvendîyên wan, hinekan zêde digirtin, hinekan kem, hinekan zêde difirotin, yê din kem, bo Kurdan di polîtîka antî împerîalîzmêda tu xêrek tûnebû. Bi polîtika dijdarî û dijminatîa Emrîkayê, Ûrizîstanê, Dewletên Ewropa û dewletên hêz yên din, Kurdan serîda xwe tengavdikirin, dest û pêyên xwe grêdidan. Prensîba rast ew bû ku: „Her kî ku dijminatîya tê dike di vê katê jê dûr bisekin, her kî ku dixweze alîkarîya te bike vera bibe dost, vera bibe hogir û heval, her kî ku qencîya we dixweze, tu jî qencîya wan bixweze. Dijdari û dostanî gorankare, gor şert û mercand dijdarî û dostanî jî digore!

Dûstûra herî mezin ya herî rast ewe ku, Kurd  xencî dagirkeran tu car dijminatî û dijdarîya hêzekê an dewletekê nekin, tenê, ji dijdarên xwe dûr bisekinin ewqas! Bi vîrûsa antî împerîalsît bûne, dagirkerên Tirk û nokeran wan berdan me, me destpêka qurna rabirdîda dijî Fransiz û Îngilîzan, dijî Ûriz weku netewe, weku gel, wekû eşîr seranserî û beranberî şerkir, Kongreîstan di bin seroktîya Kemalê Selanîkî Trakya, Anatolîa û Kurdistan pêşkêşî wan kirin, dûra çi bû Tirkan xwe weku antî împerîalîst dan naskirin, di dîroka qurna rabirdîda wusa nîvîsandin, Kongreîstên sergerde û Mistefa Kemalê Selanîkî bûn şorişger û antî împerîalîst, em ji bûn,“meşa û nokerên împerîalîzme“, diz, poşe û pûştan cilê xwe Kurdan kirin û kûmikê xwe dan serê Kurdan û ji Kurdanra gotin hevkarê împerîalîzmê!

Îro pêwiste her Kurdek çavên xwe veke û bizanê, di bin sîyasetê „antî împerîalîzmêda“ pûştî û xirabîyek mezin radikeve! Em xwe bidin alîki, eger Silmanê Tirk, Çepê Tirk, Netewkarê Tirk dixwezin, ka bla helwesta xwe ya antî împerîlasît bidin dîyarkirin, ka bla ew din bin starîya CHP, AKP,VP,MHP û êdin helwesta xwe ya antî împarîlasit bidin dîyarkirin û xwepeşandanên mezin herin ser kolon û meydanan, lê tu car tiştekî wusa nakin, lê  Kurdan Ahmedê derdîxinin meydanan û dijî Dewleta Îsraîlê xwepêşandan û mîtîngan dardixînin, bi tora sîxurên xwe navê Kurdan dijminatîya Îsraîlê dikin, bi navê Kurdan bi devê  rêvebirên HDP dijî Dewleta Fransayê dijdarî û dijminatîyê didin kirin, bi navê Kurdan bi tora sîxûrên xwe Partîya Hüda Par ê didin xeberdan û dijminatîya Dewletên Ewropa didin kirin.

Diwaroj da bizanin kesayet, hêz, partî û sazîyên ku di bin rahmanstarîa antî împerîalîzmê navê Kurdan xeber didin, xwepêşandan û çalekîyan rêdixînin, ji Kurd bûne dûrin, endamê tora sîxûrîya dagirkeranin, ew nokerên dagirkeranin, dixwezin Kurd roj bi roj bimirin û bervbi tûnebûnê biçin.

7- Li ser axa Asîa Piçûk xencî Kurdan hemû gelê din, çi Ereb bin, çi Tirk bin, çi Gûrc, Laz û Çerkez bin, çi Pomak, Ernawût û Boşnek bin, çi Rûm, Ermen û Suryan bin kem jimarin, mezinîya jimara wan; li ber mezinîya jimara Kurdan nikare bête girtin! Revebir û destseleyedarên Komara Tirkîya jî vê rastîyetîyê baş dizanin, katî xwe da Kemalê Selanîkî digot: „Eger em li Anatolîa xetekê di mabeyna Tirk û Kurdanda bikşînin li Anatolîa bi navê Tirkan tiştek namîne!“

Îro yên ku Komara Tirkîya rêvadibin û ser pişta Kurdan direqisin, di rastîyêda ne Tirkin, ew Gurcin, Boşnakin, Ernawûtin, Lazin, Erebin, Çerkezin, tênê ew cilê Tirk bûne xwe dikin û dikevin diliqê Tirkan, eger ew bi pênasa xwe pêşva bên û xirabî û dizîya ku ew dikin bi navê pênasa xwe ya rastî bikin, di nava çend rojanda li per pînan biçin û tar û mar bin, bi xwekirina cil û bergê tirktîyê ew xwe pirjimar û xwirt dihesibînin, xencî Suryanan, yê din xwedî dewlet û çend pênasin, xwedî çend pasaportin, piranîya wan xwedî  2- 4 pasaportanin, eger katek bê û Komara Tirkîya bervbi hilşandinê biçe, ew di nava çend rojanda solixê, Abazyayê, Bulgarîyayê, Mekedonîyayê, Kosova û Bosnîyayê, Gûrcistanê bigirin, ew solixê li dewletên Ereb bigirin, ew solixê Emrîka, Îngilîzîstan û dewletên Ewropa yên din bigirin, nezîka qûrnekêye ew di diliqê Tirkbûnêda xwîna gelê  Trakya, Anatolîa û Kurdistanê dimijin, ewe nezîka sed salane ew dixwezin bi netewek tirûvir, hûn bejin bi netewek sayber li ser tûnekirina Kurdan ava bikin, dixwezin ser tûnekirina Kurdan bona xwe bihiştekê ava bikin, bihişta dizî û şelandinê, bihişta talan û ganîmetan, bihişta reqs û kêfê, bihişta firotina heyîya kêfkûjîyê, bihişta pere û bezirganîya rêş, bihişta sextekarî û sosretbûnê  …..

Bîrmekîn eger dagirkerên diliqtirk bi navê gel û netewa xwe derkevin holê û penasa ya rast helwesta xwe nîşan bidin; di nava çend rojanda binkevin û tarûmar bibin, ji ber vê yen ku xwe bona xirabîyê amade dikin dikevin diliqê Tirkan, cil û bergên netewkarîya Tirk xwe dikin, ala Tirktîyê badixînin, dûrûşmeyên Silmanîyê diqîrên bi hevra dibin yek deng û wekû gwirên har tên ser Kurdan, eger rojek bê pênasên wan pas bin û rûyê wan yê rast derkevî holê, ew tu  berpirsiyarîyekê negirin ser xwe, hevdû tavanbar bikin û hevbikevin, berpirsîyarîya kirinên xwe bavê ser pişta Tirkên belangaz!.

8-Hêz û partîyên wekû CHP salan virda, heta ji damezrandina Komara Tirkîya virda li ser pişta Kurdan reqisîyan, dema hevcedîtin ketin diliqê sosîal demokratbûne, ketin diliqê sosîalîstbûnê û Kurd bi xeyal û xapînokan xapandin, bi dengê Kurdan, bi dengê hemwelatîyên ser benda Rêya Heq xwe xwirt kirin, hatin ser dara sîyasî, lê her carêda dijî Kurdan û dijî hemwelatîyên ser benda Rêya Heq (Elewîyan) komkûjî û tertele rêvabirin, Kurd bi dadmendî û demokrasîya Komara Tirkîya xapandin, Kurd û hemwelatîyên ser benda Reya Heq nezîka qûrnekê hevîya demokrasî û dadmendîyê man, lê bê manê û bê çare…. 

Dema TIP wekû partîyekî karker û cotkaran derdiket holê û  dengdana 1965 cîh digirt bi 15 Noneran diket  Parlementoya Komara Tirkîya. Xanima sosîalîst Behîcê Boran bi dengê Kurdên Parêzgehya Rihayê wekû parlementerê Rihayê dihat hilbijartin û diçû Parlementoya Tirkîyayê, Behîce Xanim ji xelkê Bursayê bû, TÎP ê dengê herî zêde ji Kurdên Haymanayê (Anatolîa Navîn) digirt, rengê sosîalîzmê di dengdana 1965 da bi dengê Kurdan derdiket holê, bi zanîn û rêxistî an jî bê zanîn û nerêxistî dîsa li ser pişta Kurdan dihat reqisandin. Bê dengê Kurdan TÎP ê dev ji 15 Parlementeran berdin 2-3 Parlementer jî nedikarîya hilbijêrî û rêi Parlementoya Komara Tirkîya bike, mixabin gelek hêz û partîyan enerjî û hêza Kurdan çar û çûr kirin, bona Kurdan di desturnama Dewleta Tirkda tu gorînek cîhneanîn û nikarîyan cîh bînin, îro şûnda bizivirin û bipirsin kesek berpirsîyarîya sîyaseta tûnekiran Kurdan nagirê ser xwe û nabêje me xwest Kurdan bihelînin û ji holê wekû gel, wekû netewe rakin!

Berpirsîyarê vî karî kîye? Hêza Tarî! Heza Tarî kîyê? Împerîalîst! Împerîalîst kîne? Emrîka û Ûrizîstan, Dewletên Ewropa? Kî nokerîya wan dike û gotinên wan cîh tîne? Kurd! Bê henek û bê zêdekirin pirs û bersivên wan bi vî şiklî bin! Ew sîyaseta han ji damezrandina Komara Tirkîya heta îro bi vî şiklî dimeşe!

9-Kurdan di dîroka xwe da du cara kwina (kûna) dinyayê pakirin; yek, şerê dijî Xaçparêzanda, du di şerê dijî DAÎŞ ê da, ji sala 1096 heta 1192  sergerde, qopik, sigûrd û xeyalparêzên  Ewropa di bin rahmanstarîya olîda hatin avitin ser Asîa Piçûk, Kurdistan û Rojhilata Navîn, li pey talan û ganîmetan ketin, qaşografî ew bona girtin û „rizgarkirina“ bajarê Qûdsê dihatin rêxistin, di wê wextêda beg, mîr û dewletên Ewropa di nava tevlihevbûnek mezinda bûn, gijdijî û nearamîyê seranserî Ewropa hespê xwe dida bezdan, hinek kralên Ewropa li gel Dêra Romayê yek dibûn û biryara girtin û „rizgarkirina“ Qûdsê didan, armanc çareserkirina keşayên aborî bû, hevî ew bû ku ew seranserî Ewropa, ji qopik, sergerde, rêbir û dizên xwe rizgar bin. Hevîya rastî ew bû ku bi rêkirin û xerckirina qopik, sergerde, rêbir û dizên Ewropa derebegî û dewletên Ewropa di nava ewlekarî û aramîyêda jîyana xwe berdewambikin, ji ber vê bi organîze û rêxistî ew hatin rêxistin.  Kuştin û xerckirina wan di xema kesekî da nebû, ew wekû perê şinginî di virda û weda hatin xerckirin! Ew bona Qûdsê, bona axa pîroz, li ser daxwezîya Xadê diçun, cangorî dibûn û wan berê xwe dida bihiştê, derê, serdar û kralên wan garantîya dewlemendbûnê û bihiştê didan wan. Li Ewropa sergerde, rêbir û diz neman rêi vê axê kirin, ne kesekî din, di bin serdarîya Sultan Selahdînda Kurdan pişta leşkerê Xaçparêzan şikandin, qopik, sergerde, diz, rêbir û kralên Xaçparêz şikest û derbek mezin xwerin, hemu gelên Silman li gel Kurdan di bin starî û serdarîya Sultan Sehladînda yekbûn, „Xaçparêzên“ filitî li pey xwe nenêrîn û revîn! Rîşardê Şêrdilî keti nava tengavek mezin, hindik mabû ku jîyana xwe di şerda destbide, ew birîndar û pêrûperîşan şûnda zivirî, girtin û „rizgarkirina“ Qûdsê, ganîmet û talana ku bi wanra hatibû birrîn destê wan neket, ew di nava hezaza xeyelanda mirin û ji holê rabûn!

Cara dûdîya Kurdan di dîroka xwe bi şerê dijî DAÎŞ ê kûna planeta (glovera) me pakirin, di bin starî û serdarîya Komara Tirkîyê da hemû sergerde û psîkopatên cîhanê hatin rêxistin û di bin rahmanstarîya damezrandina Dewleta Îslamê ew dijî Kurdan û gelên vê erdnîgarîyê hatin karanîn, armanc ew bû ku di demek kwirt da li ser axa Sûrîyê û Iraq ê Dewleta Silman bête damezrandin, startejî û armanc ew bû statûya Kurdên Başûr ji holê bête rakirin, canik û camêrên Kurd him Rojava him jî Başûr seranserî û beranberî li gel hevkarên xwe bi berxwedanek bê hempa pişta DAÎŞ ê şikandin û planên Komara Tirkîya qîş û vîş kirin. Komara Tirkîya di hinek deveran „pêşket“ lê dijî Gelê Kurd serneket û nikarîya li Rojava û Başûrî kurdistan, Kurdan ji holê rake, bi binketina DAÎŞ e Komara Tirkîya şikestik dîrokî ya herî mezin xwer, di tengasîyê da wan perde û maskeyê ber rûyê xwe cirand, îro seranserî cîhanê demû dewlet û gel dizanin ku, DAÎŞ bi destê Komara Tirkîya hatîyê rêxistin û xwedîkirin! Ez bawerim di meh û  salên ber meda hinek berpirsîyar û sermîyanên Dewleta Tirk, li ber Dadekî Navnetewî bên dadkirin, nahava hêrs û xezewa xelkê li pey wane!

Pêwîste vê carê Kurd bigehîjin heqê xwe, di dîroka xwe da du cara pîsî, rezîlî û gemarîya planetê pabike û dûra ji bê maf û bê dewlet bimîne, ma hiç wûsa dibe! Pewîste Kurd bîrnekin û serbilind bimînin, „Xaçparêzê“ dûenî; Îslamîstên DAÎŞ û Komara Tirk yên îronîne!

10-Bi binketina DAÎŞ ê, Komara Tirk ketîye nava gengaşî û tirsek mezin, wan seranserî cîhanê sedhezaran psîkopat, sîhgran, sergerde û qopik berhevkirin, rêxistin û anîn vê navçeyê, ew dijî Kurdan rêi şerkirin, naha li Sûrîyê û Rojavayî Kurdistan axa bin lingê wan diterişe, li Îdlîbê bi çêkirin û dîyarî dayîna 50 hezar malan, Komara Tirkîya nikare pêsîra xwe ji van sergerdeyan rizgar bike, ew li seranserî cîhanê gor hevhatin û peymanekê hatin vê derê, wan pişta xwe da Komara Tirkîya û parlementoya wan, dema ew ji axa Rojavayî Kurdistan û Sûrîyê bên avitin herin ku? Şûnda nikarin bizivirin welatên xwe, gelê Anatolîa û Trakyayê wan naxwaze, eger bên Tirkîya ew di nava çend salanda li gel şerîatparêzên Tirkîya daxwezîya sîstema şerîata Silmanîyê bikin, Komar û Textê Kemalê Selanîkî li ber peyên şerîtvanan biçe, sextekarên CHP û VP li ber pêyan biçin, malxwirên AKP û MHP yê li ber pêyan biçin, sergerdeyên Silman bêjin Silmanên yên rast û orijînal emin, hûn ne rastin û ne jî orîjînalin. Ji ber vê Komara Tirkîya wan sergerdeyan seranserî cîhanê dide şerkirin û kûştin, rêya bihîştê ji wanra vedike, rêya malxwirî û talanê ji wanra vedike, wan rêî Lîbyayê dike, wan rêi Qafqasyayê dike, wan rêi Dewletên Ewropa dike, dixweza lingekî zu wan weku perê şinginî xerc bike, wan bide kuştin û ji wan rizgar be. Eger dijî Recep Tayip Erdoan dijdarîyêk mezin di nava Komara Tirkîyada rêkeve, ew van sergerdeyan berde ser gelên Anatolîa û Trakya jî, gor ber gorîna sîyasî, Komara Tirkîya van sergerdeyan dijî  Federasyona Ûriz û Yektîya Dewletên Emrîkayê jî karbîne.

11-Ji sedsala derbazyûyî heta îro, Komara Tirkîya armancek, karek li ber xwe danî; tûnekirina Kurdan, ne tenê li ser axa Kurdistan û Rojhilata Navîn, seranserî cîhanê wan dijdarî û dijminatîya Kurdan kirin, ew kara bi şîwekî rexistî û hostatîyek mezin profesyonel rêva birin; berê Dibistan û Medreseyên Kurdan qedaxe kirin, dûra Zmanê Kurdan qedaxe kirin, gavek din peşvaçûn û li ser hebûna Kurdan şik û gûman belavkirin.

Kurdistana Sor ava dibû, wan hemû, hûner û marîfeta xwe, bi pere û pul, bi tora sixûrîyê, bi kirîna sîyasetmedarên dewletên din, di nava sînorên Yekitîya Sovyetêda biryara belevkirina Komara Sor didan girtin, wan ji tora sixûrîya Îttîhat û Terakkîyê Celaledîn Korkmazov ku; endamê Komîta Navendî ya Partîya Komînîst ya Yekitîya Sovyetê bû, bi hûnerik mezin bona berjewendîyên xwe didan karanîn, xelkê Daxistanê Celaledin tênê ji wan yek bû!

Dema li Radîoya Kahîreyê destpêkî weşana Kurdî dikir, Komara Tirkîya şandeyek rêdikir û daxwezîya girtina vê weşanê dikir. Dema Qazaqîstanê Dersa Zmanê Kurdî hinek dibistananda wekû dersa zmanê maderî dihat dayîn, Komara Tirkîya laf û gefên Komara Qazaqîstanê dixwar û digot van dersana ji Programa xwe derxînin û qedaxe bikin, dema li Japonyayê li danîşgahyekê Zmanê Kurdî dihat fêrkirin û Kurdî weku ders di plana fêrkirina danîşgahyêda cîhyê xwe digirt, Komara Tirkîya û Sefîrê wê deng bilind dibûn û girtina û qedaxekirina van dersan daxwaz dikirin! Dema hinek welatên Ewropa bona Kurdan derfeta solixgirtinê derdiket holê, Komara Tirkîya bi tora sîxurên xwe xwirt rêdiket û dixwest Kurd li Ewropa jî tengav bin û bifetisin.

Di sala 1975 hevhatina Iraq û Îranê di bin pêşengîya Komara Tirkîyada bû û di dûmayîkeda dijî Kurdan Peymana Cezaîrê hate erêkirin. Sê salan berîpêş Kirkûk bi rêxistina Komara Tirkîya nûva hate binpêkirin, pêşengîya vê rêxistinê kesayetên weku Dou Perinçek û Hakan Fidan kirin, Komara Tirkîya li gel çeteyên Îranê, li gel Tûrkmanên Nijadparêz û Dewleta Iraqê dijî Kurdan rêket.

Dema arkeologek, dîroknasek an jî rojnamevanek derdiket holê û derheqa Kurdanda çend agahîyên balkêş dida, Komara Tirkîya tora xwe ya sîxûrîyê zû aktîve dikir û ew kesayet bêdeng dikir, bi rûşvet û deqûdolaban ber vê kesayetê dihat girtin. Lîsteya xirabîyên Komara Tirkîya û sîysetmedarên wê dikarin hezaran rûpelan tijî bikin!

Li ser vê cîhanê, tu hêzekê, tû dewletekê weku Komara Tirkîya tûnekirin û qirkirina Kurdan bi xwe ra nekirîyê armanc, bernama tû dewletik Erebda tûnekirina Kurdan tûnê, di dîroka dewleta Îranê da tu car tûnekirin û ji holê rakirina Kurdan weku armanc li ber dewletê nehatîyê danîn, li ser vê cîhanê xencî Komara Tirkîya tu derê hêzekê an dewletekê tûnekirina Kurdan bi xwe ra nekirîye armanc û stratejîyek wusa nemêşîyaye.

Li ser vê rasteyetîyê pewîste Kurd carek din rind bifikirin û stratejîya xwe binîda bigorin. Baş bizanin, bê rûxandin û tarûmarkirina Komara Tirkîya li ser vê cîhanê ji Kurdanra cîh tûne!

Bi Komara Tirkîyara aşbûn tu car nabe, bi wanra pey aşbûnê gerîn xeyalek tip û tale! Pewîste Kurd seranserî cîhanê yekbin, rêkevin û vê dewletê ji holê rakin, wan çawa împaratoria mezin ya xidamî û xûlamîyê ji holê rakir û katî xwe da dara heqîyê anîn Rojhilata Navîn, gerê naha jî Komara Tirkîya ku navenda gemarî û xirabîyêye ji holê rakin! Bê tekbirina vê Komarê Kurd nikarin bostekê pêşkevin. Sir û keremeta hebûna Kurdan di hilşandin, çolkirin û binpêkirina vê komarêda veşartîye! Bîrmekin yên ku li ser vê erdnîgarîyê dijdarî û dijminatîya Kurdan kirin, piçûk ketin, bûn kem jimar, mirin û ji holê rabûn, ew weku goga berfê ku li ber rojê dihele,helîyan û za bûn, Komara Tirkîya û Diliqtirk jî binkevin, piçûk bikevin, bimirin û ji holê rabin.

11-Min tu car jîyana xwe dijî xêrekê nesekinîme, li kû da û kû derê xêrek heye ez li gelim, bona pêşhatin û serketina vê xêrê çi ji destên bê ez dikim, eger di Komara Tirkîyada xêrek hebûya min pişgirîya vê xêrê jî bikira, eger di nava prosesek demokratîkta derîyê gorînê vekirîbûya min bona gorînek xêrbarkirî alîkarî bikira, ji destên min çi bihata min bikira, di serîda bi destûranama xwe da Komara Tirkîya va derîya şid girtîyê, kesek, tu hêzek nikarê vî derîya bi methodên normal veke û bikeve hundir.

Mifteya derî di destên nijadparêzên Tirk daye, mifteya derî di destên kesayetên Diliqtirk daye, tu partîyek bi deng girtin û hilbijartine mifteya wî derî nikare bigire destên xwe, pewîste ew derî bi zorê bête firandin û ew sîstema bi zorê betê tar û mar kirin. Li Bakur Kurd li pey dadmendî û destûrnama Komara Tirkîya bê mane têtin bezdan, Komara Tirkîya îxtirama encama dengdanan nagire, gor kefa xwe mafê parlementerîyê ji destên Kurdan digire, gor kefa xwe dest dide ser şarederîyên Kurdistan, ew keseyatekî weku Selhattin Demirtaş kodes dikin, destê tarî ya nava HDP îndîrekt îxtirama vê biryarê digirin û bi xwe ra rêvebirîyêk nû hildibîjêrîn, girtin û dadkirina Parlementerên Kurdra îndîrekt erê dibên, berku ew ji Parlementoya Tirkîya weku partî, weku kom ranakişin û Komara Tirkîya li ser bingehya heqîyê û dadmendîyê didin dîyarkirin!

Heta ew weku partî ji vê Parlementoyê ranekişin û pînek xwirt dadmendî û destûrnama Komara Tirk nexînin, li ser bingehya sîyaseta navnetewî nikarin bên ser bingehya heqîyê, bi HDP Kurd bi hostatî tên xesandin, bi hostatî tên kedî kirin, di dengdana 7 Hezîran 2015 bona Parlamentoya Tirkîya HDP 6 mîlyon 52 hezar deng girtin, bi van dengan  80 noner /parlementer rêi Parlementoya Tirkîya kirin, AKP û Komara Tirkîya bi vê encamêra razî nebûn, bi deq û dolaban dengdan dûbare kirin û bi dengdana 1 Çirîya Pêşin 2015 dengê HDP daxistin 5.145.688, bi vî awayî jimara Parlementerên HDP daxistin 59 kesan! Ji  van 59 Parlementeran nîvek li ser hesabê MİT ê kardike, piranîya yê din jî dîrek ser daxwezîya Abdullah Öcalan û Revebirîya Qandîle radibin û rûdinin, gotinek Kurmanca heye: „Diz ji xelkê malê be; ga, di qûla nîrva diçe!“ Lê hinek nonerên Kurdan di nava Parlemetoya Tirkîyêda hûn bêjin di nava Zûrba Gwiranda seranserî û beranberî berxwedan, mirina xwe girtin çavên xwe û hesta Netewa Kurd bi deng bilind anîn serê zman, lê lîhistik mezin bû, MİT ê hedî hedî HDP tengavkir, heta serokatîya HDP jî girt destên xwe, Kurdpak û Mîrovpak di nava HDP ê da hatin tengavkirin, hatin girtin û kodeskirin, girtin û kodeskirina  Selahattîn Demirtaş pewîste di nava vê çarçovêda bêta nirxandin. Komara Tirkîya heta roja dawîyê dixweza  HDP yê bona dîmenekî demokratîk bêle, Komara Tirkîya partîyê „Kurdan“ yên tabela dixweza bona dîmenek demokratik bêle,  dema wexta  rûxandina Komara Tirkîya hat ew wan aktîvê bike disa „Bratîya Gelan“, „Bratîya Silmanan“,  „Bratîya Şoregeran“ bide cûyîn û wan wekû berdevk û nonerên Kurdan seranserî cîhanê bide axaftin û propaganda „Kurd û Tirk“ wekû goşt û neynîkênê, Kurd û Tirk brane, di navhevda serî û çav bûne, ew hemû keşayên xwe bê Yekitîya Netewan, bê Yekitîya Dewletên Ewropa, bê NATO û Yekitîya Dewletên Emrîka dikarin çareserbikin! Komara Tirkîya li ser bingehya sîyaseta navnetewî bi hûner û hostatîyek mezin bileyze, bi pir rengî, bi pir pîlî û bi pir fetbazî tora xwe bihûne û aşê pincirandina Netewa Kurd dîsa bide geran!

12-Di vê katê şûnda Kurd nikarin li pey şert û mercên hevra jîyanê bigerin, Kurdan di dîroka xwe da sed salên dawîyê wanda kirin, kî û kîjan hêz berpirsîyarîya vî sed salî bigirê ser xwe, di nava sed salanda zmanê gelên din gîhîştin kîjan astê? Di van sed salîyên dawîyêda Medreseyên Kurdistan çi ji destên xwe filitandin?  Di van sed salên dawîyêda  hûnermend û hostayên Kurd çi ji destên ka revandin? Di van sed salên dawîyêda gelê din di pîyê zanînêda gîhiştin kîjan astê, bîrkarî û fîzya gihîştkîjan astê, kîjan destkevtî ji destê Kurdan derketin û çûn? Komara Tirkîya û hokabazên wê ji netewa Kurd sed salên dawîyê nemîrovane dizîn, ku derê xêrekê li ser axa Kurdistanê bejn da, wan pan kir û perçiqand, wan li her alîva pêşî li Kurdan girtin, ne tenê  Trakya, ne tenê li ser axa Asîa Piçuk, ne tenê li Kurdistanê, wan serenserî cîhanê pêşî li Kurdan girtin, ew li ser vê erdnîgarîyê entegre nebûn, wan dev jî panava hovitî û barbarîyê bernedan, wan him Kurd him jî gelên vê erdnîgarîyê yên din tengavkirin, wan Komara Tirkîya kirin Kodêsa Gelan, Komara Tirkîya kirin aşê pincirandin û tûnekirinê!

Vê katê Şunda têne yek çareyek heyê: Şûnda rêkirina ne yê entegrebûyî û yên diliqtirk! Yên ku bi navê Tirkî û Tirkvanîyê pêşva tên, yen ku her roj bi Ergenekon û Asêna radibin û rûdinin, yên kû bi bîrîya Asîa Navîn û Moxolîstanê dişewitin; gerê şûnda bên rêkirin, li ser erdnîgarîya me ew entegre nebûn, wan tu car vê erdnîgarîyê û gelên vê erdnîgarîyê heznekir, ew tu car fêrî zmanên vê erdnîgarîyê nebûn, naha ez deng bilind dipirsim, ew li vira çi dikin, em wan heta kenga xwedî bikin û ser pişta bireqsînin, em heta kenga wan xwedî bikin, bikin gwir û berdin canê xwe?

Xeteya herî mezin ew bû ku tu  kom û partîyekî sîyasyî ya Kurdistan şûndarêkirina „Tirkên ne entegrebûyî û yên Diliqtirk“ negirtin programa xwe, naha şûnda gerê seranserî cîhanê deng bilind bête gotin, Kurd Tirkên ne enetgrebûyî û yên Diliqtirk şûnda rêdikirin, Kurdan şûndarêkirina wan girtine programa xwe! Carek din dibêjim; bona aramîa vê erdnîgarîyê gerê „Tirkên ne entegrebûyî û yên Diliqtirk şûnda bên rêkirin! Eger henê Tirkên rast û dûrist, ne ser pişta gelekî din, gerê ew  bî hêz û qûweta xwe zmanên vê erdnîhgarîyê fêrbin, gerê ew xwe nûva biafirînin û rêxînin, gerê ew her roj nahava deng bilind bêjin, „Diliqtirk“ û yên ku bi evîna Ergenekon û Asîa Navîn dişewitin ne ji mene û ew nikarin navê me biaxifin, gerê ew bi xwe pêşva bên û xwe dijî Diliqtirkan û nijadparêzan organîze bikin, gerê ew bi xwe her roj derkevin meydanan û bêjin em dijî Kurdan naxwezin şer bikin, gerê ew bi xwe dengê xwe nedin tora dagirkerîyê, gere ew bi xwe pînek xwirt Destûrnama Komara Tirkîya bixînin û wê qîş û vîş bikin!

Naha eger ew dikarin bla bê Kurdan, laîqbûna xwe, komara xwe, dadmendî û bingehya heqîya xwe, modernîzma xwe; dijî alîgarên Şerîata Silmanîyê, dijî DAÎŞ ê û dijî AKP û sergerdeyên wê biparêzin. Lê ew heta naha Kurd û Elewîyanra xwirt bûn, lê ew heta naha dijî Kurd û Elewîyan qûr û qûr bûn, lê eger pîçek, nixtek rûhmet û şeref di wanda heye, bla naha dijî DAÎŞ û Recep Tayip Erdoan rabin û xwe biparêzin, bergîrîya xwe bikin, ne bergîrîya Kurdan ne jî ya Elewîyan! Eger qonaxa dawîyêda piçek heş serê Kurdan hebe; gerê ew kesekîra nebin alif û nûva neyên xapandin, mayîn û nemayîn ne alifbûnê va grêdayîye!

13-Komara Tirkîya bona paraztina hebûn û garantîkirina diwaroja xwe weku heştlingekî peşva diçe! Komara Tirkîya bi DAÎŞ ê serneket, bi xerac girtinê û talanê temamîyên serneket, naha her alîva ketîyê hezazek bê bin û ew hedî hedî berv qendiqandin û mirinê diçe, lê ew cîhyê xwe jî nasekine, di çend enîyanda nava şerdayê, Li Surîyê, li Lîbyayê, Li Karabax, Kurdistan û Iraq ê nava şerdaye, li Ewropa di navê şerê jêr zemînîdaye, li Afrîkayê û Federasyona Ûrizîstanê nava şerê jêr zemînîdaye, biborin li seranserî cîhanê li ku derê gengaşî û gemarîyêk heye nîkilê Komara Tirkîya navdayê, naha ew tora sîxûrên xwe di nava Kurdanda aktîve dikin û vê aktîvbûnê derdixînin asta herî mezin, alîkîva li Başûr ew  dixwezin PDK û Hezên Başûrî Kurdistan dijî PKK û taybetî dijî Kurdên Bakur rêbixînin, alîyê dinva Tora Sîxûren Komara Tirkîya ewe salan virda dest dane ser medîa PKK,  li ser vê rêyê mehen dawîyêda dijdarî û dijminatîya PDK gîhandin tiltilekî bilind, wan dev ji her tiştî berdayê, ew her roj dijminatîya Barzanîan, dijminatîya PDK dikin, baş dîyare ku ew bi xwe karê sîxurîyê dikin û gor heza Tarî ya dagirkerên Tirk rêva diçin, belam PDK û Barzanîa bi sîxûrbûnê tavanbar dikin?

Kesek wan napirse we Gerîla ji Bakur bona çi şûnda kişand, we kesayetên wekû Dou Perînçek û Yalçin Küçük bona çi kir bela serê Kurdan, we dezgah û sazîyên Kurdan bona çi seranserî cîhanê gezkir, hevrûkir û avit! Eger hûn li pey demokratîkbûna Komara Tirkîyane, hun bona çi zarokên vî gelî didin cangorî kirin, bi destalîzebûna Başûrî Kurdistan çi bibe, tekçûna Kurdistana Başûr nanê kêra bibê rûn, kî çi destên xwe bixîne?

Komara Tirkîya li Başûrî Kurdistan him bi bargehyên leşkerî him jî bi tora sîxurîyê rêxistî û hêze, ew li vir  bi destên „Turkmanên nijadparêz“, bi li ser xeta  Hûda Par – Hizbullah „Silmanên Kurd yên Başur“, bi tora sûxûrîyê ya nav PDK, bi tora sîxûrîyê ya nav PKK tizbûnek mezin rêbixînin, Peşmerge,Gerîla, Oldar, Sîyasetmedar û Hezkirîyên Gel bi hatûbatan bikûjin, gel, partî û tevgerên sîyasî berdin hev û bona rûxandin û çolkirina Herema Kurdistanê çi ji destên wan tê bikin.

Komara Tirkîya berku PYD û ENSK nezîkî hev nebin û Kurd li Rojavayî Kurdistan negîhejin statûyek daîmî, çi ji destên wan bê bikin, di nav PKK da damara antî împerîlalîzmê, damara çeptîyek dînazor, damara „Marksîzmê-Lenîzme“, damara „seroktî“ û faşîzme tiz bikin, di nava ENSK da damara  Sûrî û damara dijminatîya çeptî û sosîalîzmê, damara Silman bûnê tizbikin.

Komara Tirk bi navê Kurdan damara Silmanî û Şerîata Silmanîyê xwirt bikê, bi vê damarê li Kurdistan û welatên din yên Ewropa xwepêşandanan rêbixîne û navê Netwewa Kurd, îmaja Netewa kurd ji bo rêye gelemperî ya cîhanê xirab bike, heta Komara Tirk mecalekê bibînê bi navê Kurdan hinek exmaxan bixapînê û berde ser Gelên Ewropa, berde ser dewletên modern û pêşkevtîxwez, komkûjî û terorê rêbixîne!

14-Gerê „xûrîtîya“ Komara Tirk di serîda baş bête dîtin, berî herî tiştî ew xwedî avantaj û cêribên mezinin, li ser mêrasa Împaratorîa Osmanî rudinin, dîsa mêrasa dewletên ku pêşî Împaratorîa Osmanîya li ser vê erdnîgarîyê hebûn, gîhişt destên Komara Tirkîya. Komara Tirkîya ji salan virda bihişta pere û bezirganîya reş ya cîhanêye, Komara Tirkîya bazara heri mezin ya heyîya kêfkûjîyêyê, bi pîlên dewletê, bezirganîya afîon, esrar û eroîne tê kirin, ew heyîya kêfkûjîyê li Ewropa  û gelek deverên din yên cîhanê belavdikin û difiroşin, gor bîrkarîyê û jimarên heyî yên Banka Navendî ya Tirkîya, gor îstîtastîkên aborîya Komara Tirkîya, gerê Dewleta Tirk deh cara biçûya ser sergûna dîrokê,  bi aborîyek wusa gerê salan berîpêş batana rûxandin, gera naha deh cara biherifîya û bata xwarê, lê Komara Tirkîya hilneşîya û hîna ser pîyane, aktîve, endamê NATO ye, li ser bingehya bezîrganîyê bi Dewletên Ewropara şerîke, bo gelek dewletan bazarekî balkêşe!  Piranîya Dewletên Ewopa, Federesyona Ûrizîstanê, Çîn û Yekitîya Emrîka naxwezin Komara Tirkîya yêkser wekû dewlet ji holê rabe, bête rûxandin û sînor nûva bêne kişandin. Di destên Komara Tirkîyada çandî bûtçeya çend dewletên mezin perê reş heye, xerckirina seleyeta vî pereyî naha destên Tayîp Erdoan û çend komên çete daye, eger ew demek kinda hevnekevin, dikarin jîyan Komara Tirkîya hîna gelek salan dirêj bikin!

15-Dema Komara Tirkîya qartîba xwe avit qûla dawîyê, ewê zu makyaja xwe bigorînin, AKP rûxînin, CHP û HDP yê bê „Kurd“ pêşxînin, hemî xirabî û gemarîyê bikin ser pişta AKP û Recep Tayip Erdoan, heta wan weku Mîloşevîç rêî Den Haag ê bikin, hemu rêvebir û berpirsîyarê AKP yê bona rêya gelemperî ya cîhanê bavên kodêsan û bibêjin em zagon û prensîbên Yekitîya Netewanra, bi nirx, zagon û prensîbên Yekitîya Dewletên Ewropara, bi peymana Nato ê ra girêdayî dimînin, ew bi helwestik wusa carek din dikarin li ser bingehya bazara aborîyê ya navnetewî xwedî deng bibin.

16-Di qonaxa herî dawîyêda eger Komara Tirkîya bi tizkirina nakogî û şerê navxoyî ya Kurdan serneket, eger Kurd hevneketin û eger Kurdan hevûdu nekûştin, eger Kurd her roj berv bi dewletbûnê çûn, eger Kurdan li ser vê cîhanê bi xwera şerîk, hevkar û dostên xwirt peyda kirin, eger hebûna Komara Tirkîya ket bin xeterîyek mezin û ew weku komar berv bi herifandinê çûn, Komara Tirkîya bi planek din rêva biçe, gotina Dou Perinçek cîh bê: „Komara Tirkîya Abdullah Öcalan derxîne televîzyonê û gotara bratîya gelan, gotara bratîya gelên Tirk û Kurd, gotara Netewa Demoqratîk, gotara nehevcehbûna dewletek nû, gotara nepewîstîya Komara Kurdistan û serbixweyetîya Kurdan bide, bibêjê moda bûna dewletbûnê derbaz bûye, Kurd bila nava dewletên heyîda bijin û bigehîjin mafên xwe!“ (Lê Xadê bike van gotinên min pûç û vala derkevin. Abdullah Öcalan, bi rûpakîyek mezin derkeve televîzyonê û bi gotinên xwe derbek mezin sîstema dagirkerîya Tirk bixîne û ew min nerast derxîne!).

Komara Tirkîya Kurdanra bêjê, ha hûn û „Xûdayê“ we, „Xûdayê“ we ji wera wûsa dibê, hûn gerê gor daxwezîya „Xûdayê“ xwe bimêşin, bê gûman Abdullah Öcalan banga belavkirina Gerîla û bê şert dawîanîna şer jî bike, di rewşek han da çi bê serê Selhattin Demirtaş, ez jî nizanim, min va rewşa di katî xwe da bi meteloka; „di satilekêda serê du beranan bi hevra nayê kehlan“ anîbû serê zman?! Heta qonaxek wûsa neyê Komara Tirkîya tu car nikare Abdullah Öcalan derxîne ser dîmenherikana televîzyonên xwe.

Bîrmekin Komara Tirkîya bona roja tengasîyê keseyatekî weku Abdullah Öcalan berzkir, kir serok û kir „Xûda“! Naha em bixwezin an naxwezin seranserî cîhanê peyî vî „Xûdayî“ mîlîonan Kurd diçin, dibên serok radibin, dibên serok rûdinin, ji berbanga rojê heta derengîya şevê here serok were serok, dewleta Tirk bi vî serokî PKK û mîlîonan Kurd dîlkirîye, bi xwe ra kirîye xidam û xûlam!

Laşê PKK, Gerîla bi xwe ji serî heta binî Kurdistanîye dilê wan bona Kurdistanek serbixwe û azad davê, di dîroka Kurdistanda tu hezekî Kurdistanî çandî PKK ewqas girse û hêz rêxistî nebûye, PKK seranserî cîhanê bi hêz û rêxistîbûna xwe çandî çend dewletên piçuke, qetera xwe bi şorişger û welatparêzan çirk û çirk tijîye, dikarê rojekê da berê qetara xwe bigore û  berê xwe bide serbixweyetîyê, hemû hêzên sîyasî yên Kurdistan lokalin, navçeyînê û nava baxçekî piçûkda tên û diçin, rasteyeti ewe ku PKK him seranserî Kurdistan him jî seranserî cîhane xwedî torekî rêxistîyê, le Komara Tirkîya di nava PKK da alîkîva damara nedewletbûne xwirt dike alîyê din va bi tora sîxurên xwe û bi tora dînazorên çep yên bê agahî propoganda antî împerîalîzme, dijminatîya Dewletên Ewropa, Emrîka û Ûrizîstanê dike, bi vê propagandayê tekoşîna netewa Kurd, tekoşîna PKK yê tengav dike. Li vir tê bîrkirin ku; tu gelek û neteweyek bi zorê nabe pêşkevtîxwez, bi zorê nabe demokrasî hez, bi zorê nabe mîrov hez û xwaza hez! Her dewlet li ser bingehya nijadparezî û netewkarîyek kewneperest nîne, Kurdistan dikare li ser bingehya heqî û dadmenîyê bête damezrandin û mêşandin! Bi bin rahman starîya „Netewa Demokratîk“ dijî Kurdistanek serbixwe derketin; ji bo Kurdekî, ji bo Kurdistanîyekî mejûpûçîyek herî mezine!

17-Di vê wextêda daxwezîya  belavkirin Hêza Gerîla ji Kurdanra tû xêrekê nayne, gerê Hêza Gerîla zêdetirîn bê xwirtkirin, bi her alîva bê xwirtkirin, le pêşengîhya Gerîla pewîste bê ser xetek Kurdistanî, eger dizê malê ji xelkê malê nebûya bi van congorîyan Gerîla naha ne Kurdistanek, deh Kurdistan damezrandîbûn, naha Kurdistan serbixwe û azad bû, daxawa wûsa nebû, Tora Sîxûrên Tirkîya av bi şiklekî din da dawirand, wan ref bi ref cîwanên Kurdistan qirkirin, lê Kurdan agirê azadîyê bê rawestan şev û roj geşkirin katek wusa hat; li ber tîna vî agirî sîxûr bi xwe jî mandî ketin, şer ji kontrola wan derket, şer ji bin kontrola Abdullah Öcalan jî derket, naha PKK li ser tiltile, li ser tiltilekî bilinde, dikare vî alîda jî bikeve, dikare alîyê dinda jî bikeve, di rasteyetîyêda tu pewîstîyek Kurdan ji Öcalanra tûne, heta garantîya jîyana Öcalan bi tekoşîna Kurdan û hêza wanra girêdayîyê, ji ber vê naha Öcalan ku min katî xwe da vêra „Fişok“ digot ji Kurdanra qerzdare, bi vê hêza Kurdan Abdullah Öcalan dikare jîyana xwe garantî bike!

Bla kesek bîrneke! Eger baş bîraminda mayê Osmanîya 34 serokvezîrên xwe daliqandin, stûyên wan dan birîn, Komara Tirkîya Serokvezîr Adnan Mendires daliqand, dalîkandina Adnan Menderes ne dûr û dirêje, bona Komara Tirkîya daliqandina Abdullah Öcalan karekî piçûke, ew her roj dikarin wî bikûjin! Lê wan ew nedaliqand û ew bona roja tengasîyê „paraztin“!

Li vir ez dixwezim hestekê bînim serê zman; heta kesek bi navê Kurdan di destên dagirkerenada dîlkirî û kodeskirî be; pewîste bête rizgarkirin, pewîste Abdullah Öcalan jî ji destên dagirkeran bête rizgarkirin, ne tenê kesayetik Kurd, ne têne hemwelatîyekî Kurd, heta pişikek Kurdan ji di destên dagirkeranda be, pewîste bête rizgarkirin, ez wûsa difikirim! 13 Çirîya Pêşin 2020 Dou Perînçek, yek ji endamê  berprsîyarê Ergenekonê, yek ji Masaya Şerê Taybet ya Komara Tirkîya, „mizgînîya“ azad axaftina Abdullah Öcalan li ser dîmenherikanên Televîzyona Tirkîya da, „Fişok“ hûn bêjin Serok Öcalan derkeve bo Kurdan „Xudatîya“ xwe bike, ji Kurdanra bêje: Bê deng û melis bin, modeya dewlet bûn û cêbûnê derbazbûyê em Tirk û Kurd dû gelên brane, falan û bêvan…

Eger PKK û PDK hevnekevin, eger PYD û ENSK hevnekevin û şerê hevnekin, eger YNK û PDK hevnekevin, eger Goran PDK û YNK hevnekevin, eger Bizûtnemweya Silmanî ya Kurdistanê li gel Hûda Par- Hizbûllah ranebe û dijî Dewletên Ewropaî û Yekitîya Emrîka banga şer neke û destpêkî  cîhadê neke; di plana Komara Tirkîyada axaftindana Abdullah Öcalan heye, dema Kurdistanek serbixwe bê ber devê zayînê bê gûman Komara Tirkîya „Fişok“ derxîne ser dîmenhêrikanên xwe û wî bide axaftin, bi Tora Sîxûrîyê ew HDP yê dikarin dijî berjevendîyên Netewa Kurd bidin karanîn, berbêjingen TKP û „Çepê Tirkîya“ ku  digotin me „Kurdistana Serbixwe avit nava zembîla gûwûr“ dikarin nûva derxînin ser dîmenhêrikanan û wan bidin axaftin, Hesen Xeyrî, Dîap Axa û Ûsiv Zîya Beg dîsa derkevin holê û zindî bin, „Bedîrxanî“ dîsa derkevin holê û dijî Şerîf Paşa bang û beyanetan belavbikin!

Katî xwe da Rûzî Nazar ku ji hemwelatîyê Yekitîya Sovyêtê bû û di nava Leşkerê Sorda serbaz bû, ji xelkê Özbekîstanê bû, di şerê cîhanê yê dawîyêda alîyê Nazîyan va hate dîlkirin, dema dara Nazîan hilşîya û ji holê rabû, Rûzî Nazar nezivirîya Yekitîya Sovyetê, ew çû Yekitîya Dewletên Emrîka û li wê destpêkî karê sîxûrîyê kir, li ser hesabê YDE û  dûra ji bona Natoyê karkir, ji bona operasyona jêrzemînî hat Tirkîya, li gel nijaparêzê nav û deng Alparsaln Türkeş MHP damezrand, alîyê dinva wî û koma wî dest avitin Bizûtneweyê Çep jî, wan him Bizûtneweya Çep ya Tirkîya him jî Bizûtneweya Çep ya Kurdistana Bakur di serdîda xesandin, rahmanên Kurdistanî gez û hevrûkirin, wan rahmanpûçî li ser Bizûtneweya Çep ya Kurdistana Bakur bi hûnerik mezin barkrin, Kom û Partîyên sîyasî yên Kurdistana Bakur bi hevra kirin dijdar û dijmin, kesayetên Kurd ku bona serdarîyê dikarîyan bibin namzet him nava Bizûtneweya Çepda him jî di nava Bizûtneweya Silmanîda yek bi yek hatin dafkirin û kuştin,  Serdarê Mezin Dr. Sait Kırmızıtoprak (Dr. Şivan) gor vê planê hate kuştin, Kurdê namdar Saît Elçî bi komployek mezin gor vê planê hate kuştin, Ganî Bozarslan, Metîn Yüksel, Ferît Uzun û sedan kesayetên Kurd gor vê planê hatin kuştin, sedan şorişgerên Asîa Piçûk û Trakyayê gor vê planê hatin kûştin!

Dou Perînçek gor vê planê berpirsîyarê Masaya Çep bû, wî yen kû di nava Bizûtneweya Çepda derdiketin pêş dida ber lûla Ergenekonê, di salên heftêda wan gor vê planê Abdullah Öcalan, ji Kurdara kirin „Xûda“, Dou Perînçek her roj propaganda wî ya paradoks dikir, bona cîwanên Kurd ew wekû navnîşan dida dîyarkirin, UKO, PKK û dûrajî Apocular bi vî şiklî ji Cîwanên Kurdra bûn navnîşan, di salên heyştêda Dou Perinçek karê xwe berdewam kir, bi kovar û rojnaman PKK ji Kurdanra kir Navenda Rizgarbûnê, ew wusa hostatî rêva çûn çavên nifşa nû bi PKK û Abdullah Öcalan dan vekirin, wan her roj propaganda dikirin û digotin „Gerîla ji agir mîltan xwe kir“, „Çîya di bin kontrola Gerîla dane“, „Dema şev dadikeve Gerîla kontrolê digirê destên xwe“, here Gerîla were Gerîla! Daxawa PKK, ji PKK bûnê derketî bû, hezarên kadroyên şorişger di nava PKK da hatibûn cangorî kirin,  hatibûn binkevir kirin, edî Apocular (Apovan) hebûn, gor daxwezîya Abdullah Öcalan rûniştin û rabûn hebû, Abdullah Öcalan  dema Sûrîyê ma di bin kontrola wan „derket“ gor xwe xetek nû danî, Komara Tirkîya Yalçin Küçük, Dou Perinçek û gelek serbaz û sîxûrên din bona nûva meliskirina Abdullah Öcalan reî Lûbnan û Sûrîyê kir, bona  rûpaskirina Öcalan Emrîkayê Öcalan girt û da Dewleta Tirkîya, lê Abdullah Öcalan nûva xizmetkirin û Komara Tirkîyê va grêdabûna xwe beyan kir, wî serhildanên Kurdan dan sekinandin, cûdabûn û veqetîna Kurdan da sekinandin, wî îdeolejîyek nû gel sîxûrên Komara Tirkîya amade kir û pêşkêşî Kurdan kir, wan rahmana „Netewa Demokratîk“ û „Modeya Dewletbûnê derbazbûyê“ wekû rahmnak nû li ber Kurdan danîn! Lê wan got me jî xwer! Di „Xûda“ bûna Öcalanda; Dou Perînçek û Rûzî Nazar rolekî mezin lîhîstin, Rûzî Nazar, 30 Nîsan 2015 li Tirkîyê mir, Alparslan Türkeş 4 Nîsan 1997 gewerbû, Dou Perinçek hîna li ser pîyane û karê xwe berdewam dike, profesyonel dijminatîya Kurdan dike û wî 13 Çirîya Pêşin 2020 da „mizgînîya“ azadbûna Abdullah Öcalan da, „bo Gelê Kurdistan pîroz be“! Xadê bikê Serok Öcalan lingekî zu „azad bibe“ û her roj aşikar li ber rêya gelemperî biaxifê, Gelê Kurdistan bizane kî çîye, kî li kûye û kî çi dixwaze?

Carek din tînim serê zman Abdullah Öcalan bona Komara Tirkîya çare û dermanê dawîyêye, ji bo wan mefeyê roja tengasîyêye, hîna wan qartîbe neavitine qûla paşin, hîna pereyê wan yê reş geleke, bi perê reş ew dikarin Komara Tirkîya ji serî heta binî nûva reorganîze bikin, her tişt helwest û rêxistina Kurdan va grêdayîye, dema Kurd Diliqtirkan ser pişta xwe bavên û pînek zêrîn li Komara Tirkîya bixin, bona wan derîyê azadî û serbixweyetîyê vebe!  Lê bla mêşên kwînê jî, ji kwîna dadmendî û heqîya Komara Tirkîya dernekevin, bla ew rabin û dîsa li ser kwîna dagirkerên Tirk bihewirin, bla ew li pey dengdan û demokrasîya Tirk û Diliqtirkan bibezin, lê bê me, bê Gelê Kurdistan, em ji xwe ra, ew ji xwe ra…..

Xwirtîya Komara Tirkîya û Diliqtirkan li ser neyêkbûn û nerêzîya Kurdane, dema Kurd di bin al û armanceke hevparda yek bin, li ser vê cîhanê tu şansekî dagirkeran tûne, dema Kurd şûndarêkirina Tirkên nijadparêz û Dilitirk bigirin programa xwe li Kurdistan û Asîa Piçûk, li Trakya berê her tiştî bigorê, lê dewletbûna Komara Tirkan bo wan hêzên tarî avantajeke, lê bi yekitîyek pola û serbilindîyêk mezin di demek kwirta ew avantaja dikarê dêstên wan hêzan derkeve.

Di dîroka mîrovetîyêda sed sal demek kwirte, nehsed sal zêde tiştek nînê, Braderên Cihû li pey xeyal û ûtopîayekê, gor salixdana Tewratê hatin û dewleta Îsraîle damezrandin, Tewrat û Ola wan xala wan ya hevpar bû, naha ew li vê erdnîgarîyê moderntirîn û hêztirîn dewletin, serbilindin û li ber kesekî xwe natewînin. Kurd li ser axa Kurdistan û Asîa Piçûk mezintirîn gelin, ew di nava çend salanda dikarin sermîyanîya vê erdnîgarîyê bigirin destên xwe, li pey belavbûna Împaratorîa Osmanî firsendek mezin keti destên binbêjingên Îttîhat û Terakkîyê, lê wan ew firsenda dîrokî bona xirabîyê karanîn, ne bona rindî û qencîyê, wan Kurdistan, Asîa Piçûk û parçekî mezin ya axa Trakyayê kirin kodêsa gelan û ser pişta wan reqisîn, heta naha wan dizîn, şêlandin û qirkirin. Ew pey xirabîyê çûn, naha wexta çûyîna wane! Di çil salên dawîyêda nedewletbûna Kurdan ne ji  ber xwirtîya Komara Tirkîyaye; ji ber sîyaset û stratejîya çewte, ji ber nedîtin û nerûpaskirina mîrovên nepake, ji çarçovaya Komara Tirkîya nederketine, Destûrnama Komara Tirkîya û dadmendîya wera îxtiram û rêz girtine, li pey Tora Sîxûrên Tirkîya bezdane, hesp lîhstîkandina pîlê Ergenekonê ya nava Kurdan ra çavdamilandin û nedîtina wane, di her alîyê jîyanê da neaxftina Zmanê Kurdîyê, nezanîna kwûrîya dîroka xweye, bi ola Silmanîya Tirk dest û peyên xwe grêdan û di ber wanda melisbûne, li ser bingehya sîyaseta navnetewî li ser xetek rast bi navê Netewa Kurd neaxftine, li pey îdelolojîya „antî îmepryalîzme“ çûyîn û grêdana dest û peyên gelê Kurdistane û berî her tiştî nebûna Navenda Hezikirinê ya Kurdan e, eger Kurd destpêkî hezkirina xwe bikin û berî her tiştî rêz û îxtirama xwe bigirin, bo wan li ser vê cîhanê û nava gerdûnê her tişt bigore; nûr dîsa bibiriqe, ronahî dîsa belav be, dara heqîyê li ser vê erdnîgarîyê carek din şûnda bizivire, gel di nava aramîyêda bijin, jêrdest û serdest, nezan û xizan, jarî û belangazî nemîne!

Çi bikin:

Kurd li ser vê cîhanê tênê bi rûxandin û tûnekirina Komara Tirkîya dikarin bigehîjîn dara heqîyê, heta ew Komar hebe li ser vê gloverê, li ser vê planetê Kurdanra cîh tûne! Di serîda Kurdistan ne li Başûr, ne li Rojava û ne jî Rojhilatî Kurdistan dikare betê damezrandin, Kurdistan di serîda tenê li ser axa Asîa Piçûk û Bakurî Kurdistan dikare bête damezrandin, derî li vir vedibe, dirp li vir hildişe, Tor li vir diteqe û kûn dibe, parçeyên din yên Kurdistanê û gelên cîran gor moderbûn û aramîya Yekitîya Komarên Kurdistan gav bi gav li ser daxwezî û azad biryardana xwe dikarin bên û nava vê Komarêda cîhyê xwe bigirin, armanc bindesdtkirin û jêrdestkirina gelekî an netewekî nine, nîvî cîhanê bi sîyaset û programek rast dikare ji ve erdnîgarîyê bête xwedîkirin, gerê  Kurd weku netewe garantîya vê bidin Dewletên Ewropa, Yekitîya Dewletên Emrîka û Dinya Modern!

Kurdistan gerê berê mejûyê Kurdanda azad be, gerê Kurd berê di mêjûyê xwe da azad û serbilind bijin, bizanîn ew kîne, çine û rîçala wan di dîrokêda çiqas kûr diçe!

Ji ber vê Kurd pewîste Konferansen serbixweyetîyê seranserî cîhanê organîze bikin û Koma Xêrxwez û Rûspîyên Kurdistanê hilbijêrin ji nava wan konferansanda  Serdar û Sermîanên hilbijartî yên Kurd derkevin û ew berê Netewa Kurd li ser bingehya dadmendî û heqîyê bidin serbixweyetîyê û nava çend salanda ew tacê serbixweytî û dewletbûnê serê Gelê Kurdistan danin, birmekin grê li Bakur vedibe ne cîhyekî din, gelê Kurd bona azadbûn û serbixweyetîya xwe, heta naha her tiştê xwe da, zêde, zêde da, lê dema diz ji xelkê malê be, gaê malê bi qûla nîrva diçe, ji mera serdarîya Xêrxwez û Rûspîyên Kurdistan pêwîste, bi serdarîyekî mêjûpûç û Diliqkurd em nikarin rizgar bin!

Ji bo rêxistina „Heza Şervanên Kurdistan (Pêşmerge û Gerîla)“ dengê xwe bilind bikin, ji bo cîvîna Xêrxwez û Rûspîyên Kurdistan ji destên we çi tê bikin!

Bi damezrandina „Yekitîya Komarên Kurdistan“ dara heqîyê şûnda bê, aramî û aşitî şûnda bê, xwazehezî û mîrovhezî şunda bê, bi pir dengî û pir rengî jîyan şûnda bê! Di meh û salên ber meda perdeya Komara Tirkîya û tora sîxûrên wê zêdetirîn bicirê û rûyê wan yê qîrêj zêdetirîn pas be!

Bimînin nava xêr û xweşîyêda, roj, ronahî û diwarojek pak ji bo we be!

Bîşar Norşîn

27 Çirîya Pêşin 2020

 

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category