Skip to main content
okuma zamanı
dakika
okunmuş

KOMARA TIRKÎYA BI DESTÊN SERSERÎ Û SERGERDEYAN HATE DAMEZRANDIN Û BI DESTÊN WAN JÎ

Thu, 04/15/2021 - 15:47
1 comment

KOMARA TIRKÎYA BI DESTÊN SERSERÎ Û SERGERDEYAN HATE DAMEZRANDIN Û BI DESTÊN WAN JÎ BÊTE RÛXANDIN!

 

Li seranseri cîhane her roj bûyerên nû pêktin, ew salekê çora coronayê mîrovatî dîl girtîyê, dest û peyên rêvebirên sîyasî girtîyê, hûqûmat di bin keşayên nûda dinalin, hûqûmatan seranserî cîhanê qerzên mezin girtin, çor dawî jî bê, gelên cîhanê dehan salan vî qerzî bi çixwastên mezin şûnda bidin, hîna jî ne dîyarê û ne rone, ew çora çawa derketîye; di lekolînxanekêda hatîye afirandin an jî bi rêgayekî xazeyî derketîye holê?

 

Dema çor derket holê û seranserî cîhane belavbû hinek serokdewletan şîk û gûmanên xwe anîn serê zman, hinek dewletan hevûdu tawanbarkirin, îro ji wan serokdewletan hinek êdî ne serdarin û ne jî rêvebirin. Lê Corona bû rasteyetîya mîrovayetîyê û ma, ew heyê, rasteyetîye û her roj dikeve rengekî din, wûsa dîyare kû 2-3 salên din jî pesîra me bernede. Hevîdarim, spartên ku lez û bez di nava salekêda hatin hilberandin, Çora Coroneyêra bibin derman û mîrovayetîyê ji vê tengavê derxînin!

 

Serhevbûn û dijgija aborîya cîhanê, parvakirina heyîyên glovera me, keşayên enerjîyê, daxwezîya mezin bûna dewletên weku Îran, Çîn û Tirkîyayê rengekî nû dide sîyaseta cîhanê. Çîn bê rawestan mezin dibe, ew di salên dawîda bi Yekitîya Ewropa û bi Yekitîya Dewletên Emrîkara ketîyê nava berhevdanek mezin, li ber mezinbûn û hêzbûna Komara Gel ya Çîn ê, Yekitîya Dewletên Emrîka û Yekitîya Ewropa di nava metirsîyêdane, Federasyona Urizîstanê di mabeyna vanda tê û diçe, dixweze heza xwe biparêze û piçuk nekeve, eger ew bikaribin nava gengaşîya îro da hêza xwe biparêzin, bextîyar bin û xwe serkevtî bihesibînin!

 

Federasyona Urizîstanê li ser mêrase Yektîya Sovyetê rûnişt, heta naha ew hîna vê mêrasê dixwin, wan nûva tîştekî nû neafirandin û ew li ser bingehya zanyarîyê jî zêde peşva neçûn, li ser meydan sîyaseta cîhanê  ew ne xwedî rexbetin, îro gotinên sermîyanên Urizîstanê di bin şik gûmanên mezindane, diwarojda bawerim Urizîstan zêdetirin piçûk bikeve, hun bêjin parçe be, bawerim „Sir û Keremata“ Pûtîn jî nikaribin li ber vê pêkhatê bigiribin.

 

Pêkhat û bûyêrên nû yên cîhanê welatê mê, Rojhilata Navîn zûda kirinê bin bandûra xwe, dijdarî, dijminatî û dostanî nûva bi hev diqelibe, Pirsgirgrêk û kêşayaTirkan her roj  Gelên Rojhilat Navîn dikê nava gijdijî û kaosek nû; gelek sîyasetmedar, dîrokvan, sosîolog û derûnvan qala  „Keşaya Kurd“ dikin, heta hinek siyasetmedar, partî û rêxirawên Kurd jî bi zanîn an bê zanîn wekû tutî qala „Pirsgrêk û Keşaya Kurd“ dikin, ew rasteyetîyê nabînin, çan ser çavên wan perdeyek reş hebe, bi van gotinan; Kurdên me, serdar û sîyasetmedarên me xwe feqîr û belengaz dikin. Nabînin û nikarin deng bilind bêjin; keşa Tirkin, kêşa Tirk diliqin, keşa dagirkerîya Tirkan e, heta Tirk û taybetî jî Tirkdiliq ji vê erdnîgarîyê neyên avitin û ew şûnda neyên rêkirin, li Rojhilat Navîn tu keşayek çareser nabe, gotinek Kurmancan heye: Dibên heta kesekî qatirêra negotîyê bavê te kere, qatirê wer dizanîyê ku bavê wê hespe“! Heta naha Tirk û Tirkdiliqanra kesekî negotîyê keşa hunin, keşa dagirkerî û barbarîya weye, keşa neşariztanîya weye, keşa şev û roj virkarîya weye, keşa li seranserî cîhanê ne întegrebûna weye, jîyana we li ser zor û talanêye, yê din dihilberînin û diafirînin hun talan dikin û dixwin! Jîyana we heta naha li ser talan û ganîmetan bûye! Tu hezek, tu dewletek, tu gelek ji we razî nîne, an hun diwarojda weku gelên din xwe karbikin, hilberîbin, biafirînin û bixwin, an jî hun jî van dîyaran biçin!

 

Min 45 salan virda her tim got û naha ez li vir carek din bêjim: Hebûna Tirkan li ser tûnekirina Kurdane, ew rojekê dev ji tûnekirina Kurdan berdin, taf bervbi mirinê biçin û demek nêzda bimirin û ji holê rabin!Komara Tirkîya heta naha av û adana xwe ji nakogîyên mabeyna pakt û dewletên mezin û hêz girt. Berê wan bi belevbûna Împaratorîa Osmanîra erê got û wan li gel Împaratorîa Îngilîzstanê karkir, wan hemû daxwezîyên Împaratorîa Îngilîzîstanê cîh anîn, di vê katêda sergerdeyên Tirk, hevrûyên Îttihat û Terakkîyê xwe nûva rêorganîze kirin, Kongreîstan, Kurd li Başûrî Kurdistan di bin perdeye antî împeryalîzmê tizkirin, Şex Mahmûd li gel Îngilîzan nebû tifaq, wî heta hêza xwe ya dawîyê dijî wan şerkir û Kemalê Selanîkara keti nava gotûbêjên nîvîskî, Kemalê Selanîkî ew hostatîyek mezin xwapand. Kemalê Selanîkî ne tenê kesayetên namdar yên wekû Şex Mahmûd, wî li ser xeta  Dîlok, Riha û Merdînê Serokeşîr û Serdarên Kurd jî xapandin, Kurd bi Fransizanra nebûn tifaq, ew dijî Fransizan ketin nava şerekî seranserî û beranberî, Kongreîstan Kurd dijî Îngilîz û Fransizan tizkirin di bin perdeya antî împerîalîzme û Silmanîyê ew bi wanra kirin dijmin, lê wan bi xwe Fransiz û Îngilîzanra karkirin, gel wan bûn tifaq, hemû daxwezîyên wan cîhanînin û bi navê Komara, bona  Tirkîya li ser bingehya nijadparezî û bêbextîyê dewletek nû avakirin: Komara Tirkîya!

 

Di vê katêda wan kesayetên weku Lenîn jî xapandin, berî Hevhatina Moskovayê, Karl Radek ku, yek ji payebilinde Partîya Bolşevîkan bû, Enver Paşayê ku, yek ji berpirsîyarê Qira Ermenîyan bû û ji ber Dada Osmanîya revîbû Alamanîyayê û bajarê Berlîne weku penandayekî payemezin dijîya, dawetî Moskovayê kir, Enver Paşa li gel Lenîn, Çîçerîn danişî Lenîn û partîya wî bi çek û peran alîkarîya Kongreîstan kirin, Kongireîstan bi tora Îttîhat û Terakkîyê û bi alîkarîya kesayetên weku Celaledîn Korkmazov, Bolşevîk bi Peymana Moskovayê hostatî dafkirin!

 

Celaledîn Korkmazov ku, ji tora Îttîhat û Terakkîyê bû û hevaltîya wî Yusuf Akçûra ra hebû, bi navê Bolşevîkan di danûstandinanda cîhdigirt û wî bi navê  Hûkûmata Sovyetê Peymana Moskovayê îmza dikir!

 

Enver Paşa ku di vê katêda him li gel Bolşevîkan him jî gel Kongreîstan di nava danûstaninda bû û xwe bona şûndazivirîne amade dikir, li paş Hevhatina Moskovayê bi Bolşevîkanra ket nava nakogîyên mezin û wî dijî Bolşevîkan leşkerekî nû rêxist, bû serdarê Basmacîyan, heta kuştina wî hevîya Kongreîstan hun bêjin Kemalîstan, hevîya Îngilîzan ji wî hebû, plan ew bû ku, li seranserî Urizîstanê û welatên Asîayê Bolşevîk sernekevin û ew nebin bela serê Dewletên Ewropa, Şorişa Oktobirê li ser wan bibû metirsîyek mezin.Kemalîstan ji van nakogîyan sûdên mezin wergirtin û wan bingehya Komara Tirkîya di vê demêda danîn û xwe  xwirt kirin.

 

Dura Komara Tirkîya nezikî Nazîan bû û gel Hîtler bû tifaq, sê roja berî dawîhatina şerê cîhanê yê dudîya ew li gel nazîyan tifaq man û wan alîkarîya Dara Hîtler kir, eger rastî bête serê zman wan îxanetî Dara Sovyetê kirin, Yekitîya Sovyetê di katî xwe da alîkarîya herî mezin dabû Kongreîstên Tirk û ew li Enqarayê kiribûn xwedî dar û hiqûm, ji ber vê rewşê daxwezîya Stalîn ew bû ku, ew li paş tekçûna Dara Hîtler temamîya Asîa Piçûk bigire bin kontrola xwe û Komara Tirkîya tar û mar bike, şert û mercên nû yên cîhanê, Peymana Yaltayê icaze nedan Yekitîya Sovyetê ku ew tola xwe hilgirin û Komara Tirkîya binva tekbibin!

 

Bi sazbûna NATO yê Komara Tirkîya zu keti bin sîwana NATO yê, wan ji nakogîyên mabeyna Pakta Varşova û NATO yê sûden mezin wergirtin, wan jîyana xwe hostatî heta tekçûna Yekitîya Sovyetê li ser van nakogîyan bi deq û dolaban, bi hûnerik mezin domandin. Xwerin û vexwerina leşkerê wan, çekên wan li ser pişta NATO yê bû, bê zêdekirin heta derpeyê leşkerê wan NATO yê, hun bêjin Yekitîya Dewletên Emrîka dida wan! Li paş tekçûna Yekitîya Sovyetê û belavbûna Pakta Varşovayê zêde pewîstîya NATO û Yekitîya Dewletên Emrîka bi Komara Tirkîyara nema, Yekitîya Dewletên Emrîka xwest hedî hedî Komara Tirkîya li ser pişta xwe bavê, di Şerê Kuveytêda û li Iraq ê di tekbirina Dara Sadam Hûsênê Tikrîkîtîda, Komara Tirkîya ixanetî Yekitîya Dewletên Emrîka û NATO yê kir, bi cangorîbûna her leşkerekî Emrîkî Tirk û dewleta wan reqisî û kefxwaş bû, ew Sadam Hûsênê Tikrîkîtîra şerîk man. 

 

Di vê katêda mîrovekî wekû Bûlent Ecevît çû Bexdayê û Sadam Hûsênê Tîkrîkîtîra bû mêvan, Bûlent Ecevît ku, heşmedar û sîyasetmedarê Komara Tirkîya bû, li gel Sadam Husên û dewleta wî nezîzîkî heftekî danişî, wan bi hevra bona diwaroja Rojhilata Navîn planên nû rêxistin, wan bi hevra carek din dijî Netewa Kurd sonda hevpar ya dagirkerîyê xwarin.

 

Yekitîya Dewletên Emrîka bê Komara Tirkîya li vê dewerê serket û Kurdanra bû piştîvan, bi alîkarîya Yekitîya Dewletên Emrîka Kurd li ser nîvî Kurdistana Başûr gihîştin statûyekê, Kurdên mê yên Başûr hîna feqîyên vê yarmetî û alîkarîyê dixwin, alîkarîya Yekitîya Dewletên Emrîka ji vê katê heta îro, bona Kurdan carcara sist, carcara şid heta îro berdewamkir!

 

Eger pîçek mejû û heşê sîyasetmedarên Kurd hebe; ew bikaribin bi piştîvanîya Yekitîya Dewletên Emrîka û Dewletên Dost yên Ewropa serkevin!

 

Di vê katêda çi bibe, derfet çinê û diwaroj bona Gelê Kurd çawa be?

 

1-Komara Tirkîya nakogîyên mabeyna Federasyona Urizîstanê û Yekitîya Dewletên Emrîka û Yekitîya Ewropa sûdên mezin werdigire, her alîva mezin dibe, him Rojilata Navîn him jî deverên din navçeyên nû digire bin kontrola xwe, wan girtina Îdlîb û Efrîne, wan têketina axa Rojavaya Kurdistan, li Serê Kanîyê û Grê Spî nexşa Komara Tirkîya fireh û mezin kirin, wan bi bazên leşkerî yên Başûrî Kurdistan, bazê leşkerî yê Katarê, bazên leşkerî yên Efrîka û Azerbaycanê xwe xwirt kirin, naha plana wan ewe kû ew Gurcîstanê bazekê leşkerî yê nû avabikin. Komara Tirkîya xeyalên Tûranê, xeyalên Enver Paşa û Kongreîstan hedî hedî, gav bi gav cîh tîne. Heta Komara Tirkîya binva neyê rûxandin, Dara Recep Tayip Erdoḡan biçe jî yên hatî vê planê berdewam bikin! Başûrî Kurdistan him bi tora aborîyê him jî bi tora sîxûrî û leşkerîyê; di bin kontrola Komara Tirkîya daye.

 

2-Komara Tirkîya li Lîbya û Bakurî Surîyê talan û ganîmetin mezin destxwexistin, wan bi vê talanê Bûtçeya xwe ya jêrzemînî zêde kir, bê zêdekirin naha çandî bûtçeya du dewletên mezin yên Ewropa di destên wan da pereyê reş, pereyê ganîmet û talanê heye, gor jimar û statîstîkên Banka Navendî ya Komara Tirkîya pewîstbû Komara Tirkîya 15-20 salan berî pêş biketa nava kaosek mezin û batana rûxandin, lê Komara Tirkîya ser pîyane, dijî û her roj hêza xwe pêşva dibe, neçarî û belengazîya gel gorankare, bêkar mayîna gel gorankarê, gor vê bêkarîyê, gor vê alozîyê, gor vê neçarî û avaretîyê pewîstbû ji Komara Tirkîya kevirek li ser kevirekî din nemana, lê wûsa nebû; Komara Tirkîya hîna li ser pêyane, hêze û karê xwe yê qîrêş sernaserî cîhanê berdewam dike!

 

Eger hun ji min bipirsin û bêjin sira vî tiştî çîyê, ez dibem bûtçeya jêrzemînî ya Komara Tirkîyayêye, bi gotina braderên me yên Soran mûçeya jêrzemînî ya Komara Tirkîyayêyê. Gor şert û mercên normal pere û bûtçeya her dewletekî di bin kontrola sazî û sazûmanên navnetewîdaye. Komara Tirkîya bona sazî û sazûmanên navnetewî bûtçeya xwe ya jor zemînî pêşkêş dike, li taybetemendîya Komara Tirkîya jî heye, perê talan û ganîmetan, perê heyîya kefkûjîyê, hun bêjin perê esrar û eroîne, perê çekên kû li ser bazara reş ya navnetewî tên firotin di bûtçeya jêrzemînî ya Komara Tirkîya da berhev dibin. Ne Emrîka, ne Yekitîya Ewropa nejî Çîn û Federasyona Urizîstanê ji vê rasteyetîyê fahmdikin!

 

Bûtçeya jêrzemînî ya Komara Tirkîya di bi revebirîya komek jêrzemînîda tête xerckirin û bi vê bûtçeyê bona diwaroj planên nû têtin danîn! Ji vê bûtçeyê tenê Îdlîbe nezîka 50 hezar mal hatin avakirin. Ji vê bûtçeyê tora terorê ya Îslamê seranserî cîhanê tê fînase kirin, ji vê bûtçeya tora sîxûrên Tirkîya li Ewropa tête fînanse krirn. Eger em Kurd dijî Komara Tirkîya tiştekî dikin; pewîste serîda bizanin ku, Komara Tirkîya xwedi du mûçeyane: yek; mûçêya aşîkar ya jorzemînî, du; mûçeya neaşîkar ya jêrzemînî! Heta Komara Tirkîya hebe, kîjan rengê sîyasî jî bê ser dara sîyasî bi van herdu mûçeyan rêvabiçe, Komara Tirkîya wekû çete dewlet hate damezrandin, li ser bingehya neheqîyê hate damezrandin, lê îro jî ew çete dewletin, Komara Tirkîya bi nirx û zagonan nayê rêvabirin, di rêvabirina wan da kefîyat heye, Komara Tirkîya gor fîkika komekê radibe û rûdine, ew kom heta dara Recep Tayip Erdoḡan xwedî rengê faşîzm û nijadparezîyê bû, îro rengê vê komê hedî hedî rengê Şerîata Silmanîyê digire!

 

Naha li ber wan du armanc henê: Yek; damezrandina Xîlafetek nû ya Silmanîyê, du; damezrandina Împaratorîa Tûranê, hun bêjin damezrandina Yekitîya Komarên Nijadtirk!

 

3-Bi çavdamilandina Federasyona Urizîstanê, Yekitîya Ewropa û NATO yê Komara Tirkîya Efrîn û Îdlîp girt bin kontrola xwe, li van dû deweran wan hezeran sergerde û qopik û terorîstên  Îslamê cîhwar kirin û demografîya vê navçeyê gorîn, eger Kurd zu plan û stratejîyek nû peşva neçin demografîyê vê derê bi vê cûreyê bimîne!

 

Bakurî Kibrîsê bînin bîra xwe, Tirkan li vir navê EOKA yê provakasîyonek rêvabirin û bi vê provakasyonê bona êrişberdanê bi xwera rê vekirin, di sala 1974 bi binpêkirinek lez û bez wan Bakurî Kibrisê girtin bin kontrola xwe, berê wan digot: Em bona Kibrîsê di nava dewletekêda du federasyonan dixwezin, naha dibên em bona Kibrîsê dû dewletên serbixwê yên cûda dixwezin, Komara Tirkîya ji  bona 50 hezar kesî li ser axa Bakurî Kibrisê dewletik avakir, mîrov dikarê li ser vê gavê dûr û dirêj gûftûgo bike, mîrov dikarê bejê ew dewleta li ser bingehya heqî an jî nehîqîye hatîyê damezrandin, lê ew dewleta naha heye, ew nezîka 50 sale ew dewleta bi destên Komara Tirkîya tête rêvabirin

 

Dema Bakurî Kibrisê hate binpêkirin, Yekitîya Dewletên Emrîka û gelek dewletên Ewropa û endamê NATO yê, dijî vê binpêkirinê sekînin, lê di rasteyetîyê da wan dijî Dewleta Tirkîya tu tiştek nekirin, Komara Tirkîya dehezaran hemwelatîyên xwe bir Bakurî Kibrîse û li wê cîhwar kir, li vê derâ naha penc nifşên nû mezin bûn, naha herin vê probleme çareser bikin, de fackto temamîya Bakurî Kibrisê ketîye bin kontrola Komara Tirkîya, Tirkan li vir bona 50 hezar kesî dewletik nû ava kirin!

 

Naha va metoda li Efrînê, Îdlîbê, Grê Spî û Serê kanîyê tête karanin, Şengal, Mûsil û Kerkûk jî di rêzêdanê, Komara Tirk bi plan û stratejîyên nû, dixweza temamîya Rojhilata Çemê Feratê bigre bin kontrola û xwe û destseledarîya xwe heta Misûl û Kerkûkê fireh bike!

 

4-Komara Tirkîya mabeyna Kurdanda nakogîyan tiz dike, heta naha Pêşmerge nebû yek leşker û neket bin kontrola hûkûmata Fermî ya Herema Kurdistanê, revebirên PDK û YNK bi exmaxîyek mezin heta naha Pêşmerge nekirin yek, derdora Silemanîye hêzên tarî dixwezin Silemanîyê veqetînin nûva bibin ser Iraq ê, PDK bi kirinên xwe mecal û derfetan dide destên van hêzên tarî! Bi Komara Tirkîyara danûstandin û peyvendîyên PDK temamîya Kurdên Başûr dikişîne nava hezazik bê bin!

 

Destên tarî û tora sîxûrîya Komara Tirkîya alîkîva li Şengalê dijî Hezên Pêşmerge û PDK  propagandayek reş rêdixînin û „Îxaneta Pêşmerge“ li Şengalê tînin serê zman; çawa Pêşmerge Êzdî neparaztine, revîne û ew bi destên xwe kirine paşila DAÎŞ ê! Çawa gerilayan serbilind xwe gîhandinê Şengalê û Êzdî paraztine û ew ji destên DAÎŞ ê rizgarkirine! Bi propaganda reş ya Komara Tirkîya li vir „Gerîla Qehreman û Mêrxwesin, Pêşmerge hezên îxanetêne, xwe firoşin û wan bi destên xwe bona qira Êzdîya DAÎŞ ê ra rê vekirîyê!

 

Alîyê din va Komara Tirkîya qala PKK, qala hêzên terorîst li Şengalê, qala gerîlayên terorîst li Şengalê dike, pewîste ew terorîstana ji Şangalê bêtin derxistin û Şengal bibe navçeyek aram!

Li vir bala we dikşînim; Komara Tirkîya bi hûner û hostatîyek mezin pêşva diçe, alîkîva dixweze Kurdên Êzdî, PDK, Hûkûmata Kurdistan û Pêşmergeyên Qehremanra bike dijmin û wan ji Kurdbûnê û Hûkûmata Kurdistan ê dûrxîne, alîyê dinva dixweza Gerîlayên Kurd yên Qehreman di bi terorîzme tawanbar bike û wan ji Şengalê derxîne. Komara Tirkîya bi destên xwe yên tarî dixweze Pêşmerge û Gerîlayan berdehev, dixweze Kurdên Êzdî, ji Kurdên dinra bike dijmin!

 

Çend rojan berî pêş Êzdîyekî me weku berpirsîyar bi navê Rêvebirîya Xwaser bangek dixwend û digot: Em li ser soza xwe wan, mê çend dewer û şenî bi destên xwe teslîmî Hêzên Dewleta Iraq ê kirin, lê Dewleta Iraq ê naha li ser gotina xwe nasekine û li ser daxwezîya Komara Tirkîya dijî me rêdikeve bona tekbirina Rêvebirîya Xwaser ya Şengalê hun bêjin ya Êzdîxanê ji Tirkîya mîlîyonan dolar wergirtîyê, falan û bevan!

 

Min got ax li serê me! Ma bira tu qala Xwaserîya Êzdîxanê dikey, qala Hezên Paraztina Şengalê dikey û xwe ji Kurdistan ê û Kurdan dûrdixinî, ew çi halê? Dema Gerîlayên Kurd hatin û bona paraztina Şengalê xwîna xwe rijandin, xwe cangorî kirin û fedakarîyek mezin dijî hovên DAÎŞ ê şerkirin aramanca wan çi bû?

 

Armanc ew bû ku, hun dewer û şenîyên rizgarkirî bi destên xwe teslîmî Dewleta Iraq ê bikin? Ma tu kê dixapînî, ma tu bawer dikey Kurd, em Êzdî ewqas exmaxin? Eger Êzdîxan dikarê serbixwe bête revabirin, eger li Şengalê Revebirîyek Xwaser tête xwestin, ew daxwezî di rasteyetîyêda têne dikarê di nava Kurdistanek Azad û Serbixweda cîh bê, ma bawerîya we heye ku, Dewleta Iraq ê îxtirama Gelê Êzdî û Ezdîxanê bigire, ma bawerîya we heye ku, dagirkerên Tirk bi binpêkirina Şengalê diwarojda îxtiram gelê Êzdî û Êzdîxanê bigirin? Ma yên ku di bin sîwana DAÎŞ ê da êriş berdan ser me û em qirkirin cîranen me yên Ereb nebûn?

 

Bîrmekin, Êzdîxanek Xwaser tenê li ser bingehya pir rêngî û pir dengîyê di nava Yekitîya Komarên Kurdistanda dikare serî bide û bête damezrandin, plan û daxwezîyên din xeyalên pûçin!

 

5-Plana Komara Tirkîya ewe ku, demek nêzda ew êrişek mezin bînin ser Şengalê, eger Şengal zu bikeve bin kontrola wan, dûra dora Misûl û Kerkûke bê, plana Komara Tirk ewe ku;  ew mîlîonan ji Tirkên Ûîgur, „Tirkên Spî“ û terorîstên Îslamê bînin û Başûrî Kurdistan cîhwar bikin, eger ew li ser bingehya sîyasî ya navnetewî bikevin nava tengasîyê Kurdistanek mînyatûr ra  jî erê bêjin û bibên em serbixweyetîya Kurdistanê nasdikin, Kurdistan  Erbîl, Dihok û Zaxoyê! Eger ji destên wan bê, ew Silemanîyê jî ji Kurdistan durxînin. Plana esas berê binpêkirina Şengal, Misûl û Kerkûkêyê û dura ji holê rakirina temamîya statûya Kurdan li Başûrî Kurdistane, bi girtina Rojhilatî Feratê, Grê Spî, Serê Kanîyê û Êfrîne, Komara Tirk dixweze daxwezîya Kurdan bona Kurdistanek Serbixwe  gor bike. Armanca wan ewe ku, Kurd negeghîjin Behra Spî û bona wan derîyek venebe!

 

6-Eger Kurd hêza Pêşmerge yek bikin û Pêşmerge û Gerîla di bin navê Hêzên Şervanên Kurdistanda nûva biafirînin, rêvabibin û bikin yek leşker û yek ordî, bikaribin Kurdistana Başûr û Rojava  biparêzin û demek kwirta Efrînê û dewerên Kurdistana Rojava yên binpêkirî ji destên dagirkerên Tirk derxînin, bikaribin hemû bazên leşkerî yên Tirk ji Kurdistana Başûr bavêjin der! Li vir helwest û hêza Kurdên Bakur rolekî serekê bileyze, eger Kurd li Bakûrî Kurdistan û seranserî Asîa Piçuk bedeng bimînin û vî şerîda bibin temaşevan, Komara Tirkîya bi hovanîyek mezin li Rojava û Başûr dijî Kurdan pêşva biçe! Bîrmekin Komara Tirkîya dijî Kurdan, xûmara xwe ya dawîyê bileyze, an ew serkevin û an jî  tar û mar bibin û weku dewlet ji holê rabin û bi vî awayî tûnekirin û kuştina Kurdan jî dawî bê!

 

7-Di rojên ber meda nakogî û pevçûnên Ukraîna û Federasyona Urizîstanê bigejîn qonaxek nû, dikare ku di mabeyna wanda şerekî dijwar nûva biqewîme, di rewşek handa hezên NATO yê û Yektîya Ewropa bikevin sengerekî û bona îzolasyona Federasyona Urizîstanê ew bi hevra rêkevin û ew Dewlêta Federal ya Ûrizîstanê bi hevra tengav bikin û bi hevra bejna wan bitewînin!

 

Di vê qonaxêda Komara Tirkîya bawerim nûva bê ser xeta NATO û Yekitîya Dewletên Emrîka yê, Tayîp Erdoḡan û hûkûmata wî daxwezî û gotinên wanra erê bêje û wan bi planek nû bide sekinandin. Eger Kurd bi yek rêzi him Rojava him jî Başûrî Kurdistan berxwe bidin û li ber binpêkirina Komara Tirkîya bisekinin; sîyasetê cîhanê dijî Komara Tirkîya bigore, Komara Tirkîya ji NATO yê bete avitin û ew bête îzolekirin.

 

Eger Kurd yek rêzî berxwe nedin; tişte ku û li Efrînê hate serê wan dubare bibe û demek kwirta Şengal, Misûl û Kerkûk bikevin bin kontrola Komara Tirkîya.

 

8-Di vê merhalêda him PDK him jî PKK pewîste xwe ji Tora Sîxurên Tirkîya pakij bikin, bîrmekin yên ku li Şengalê dijî PDK û Kurdistanê rêva diçin, ne li ser hesabê xwe, ne li ser hesabê Kurdan kardikin, ew li ser hesabê Komara Tirkîya kardikin! Yen ku li Başûrî Kurdistan dijdarîya PKK dikin û bêşermîyek mezin hezên gerîlara, hêzên terorîst dibên, ne li ser hesabê xwe û ne jî li ser hesabê Kurdan kardikin, ew li ser hesabê Komara Tirkîya kardikin!

 

Dûra yên kû Bakurî Kurdistan û seranserî Asia Piçûk Kurdan bi Demokrasîya Tirkanva didin lîhîstîkandin, ne li ser hesabê Kurdan, li ser hesabê dagirkerên Tirk kardikin. Li Kurdistana Bakur û li ser axa Asîa Piçûk li gel Tirkan şert û mercên jîyanê zuda nemane, pewîste bi şer an jî bê şer Kurd veqetin, serbixwe bibin û gel parçeyên din yên Kurdistanê hedî hedî întegre bibin û yek bin!

 

Di rojên bermeda pewîste Kurd xwe bi „demokrasîya“ Tirkanva nezeliqînin û wexta xwe bê mane neborînin! Bona serketinê; Kurdanra ne balafirên şer, ne çekên modern, ne jî mûşakên menzîl dirêj pewîstin! Bîrmekin di dûmayîkêda şer li ser erdê dawî tê, ne li ezmana û ne jî cîhekî din! Bona serketinek bi rûmet pewîstîya Kurdan tenê du tiştanra heye: Yek rêzî û agir! Eger tenê carekê karxane, lîman, rê, balafirxane, pirê û xetên hesîn yên Komara Tirkîya bên germkirin û bên sarkrin, şerê dijî Kurdan dawî bê! Heta naha Kurdan tu dewerekê agirê pîroz karneanîn, naha wext; wexta karanîna agirê pîrozê, hostatî karanîna Agirê Newrozêye!

 

9-Di Parlementoya Tirkanda bi navê Kurdan mayîna hinek partî  û parlementeran, Komera Tirkîya li ser bingehya sîyaseta navnetwewî li ser xet û bingehya heqîyê dihêle û legîtîmasyonekê dide Komara Tirkîya û Parlementoya wê!  Parlementerên Kurd heta naha bi destên xwe legîtîmasîon dan Komara Tirkîya û Parlementoya wê, wan îxtirama zagonên wan girtin û gelê Kurd heta naha  bi nava demokrasîyê; bi zanîn an jî bê zanîn xapandin!

 

Di vê katêda netewa Tirk serî heta binî faşîzane, netewekî mîlîtarîst û faşîste, panava wan faşîste, tevirê wan bi tevirê faşîzmê hatîyê lêxistin. Yek ji nîşetên herî balkêş yê Netewa Tirk; pîroz dîtina zorê ye, ew bîr û bawarîya xwe bi zorê tînin, bo netewa Tirk zor û dewlet tu tiştên pîrozin, bo vê netewê ne bawerîyekî olî, ne jî ol bi xwe pîroze, eger gavek din pêşva biçin Xûda jî li ber hebûna dewleta wan „piçûk dikeve“!

 

Berhevdanên rêngên sîyasî yên Tirkîya ne berhevdanên  demokrat bûnêne, berhevdan û pevçûna wan li ser bingehya faşîzmê dimeşe, kî dikarê zêde bibe faşîst! Îro berhevdana CHP û AKP ewe, îro berhevdana AKP û partîyên din ewe! Kî zêde  dikare bibe faşîst, kî zêde dikare bibe nijadparêz, kî dikarê hostatirîn tûnekirina Kurdan seranserî cîhanê rêvabibe! Kurd heta bi destên xwe Komara Tirkîya legîtîme bikin û hebûna wanra erê bêjin; ew bi destên xwe, xwe bixesînin, bixendiqînin û her tim xwe tengav bikin. Eger Kurd bi vê cûreyê rêvaçûna xwe berdewam bikin, wekû netewe tu car ji hetanê dagirkirîyê derenekvin û ew her tim di bin bandûr û nîrê kolonalîzmêda binalên!

 

10-Kurdan di bin nîrîya Komara Tirkîyada; qûrna rabirdî ji destên xwe filitandin, naha ji bona tûnekirina Kurdan Komara Tirkîya gihîştîye qonaxa dawîyê û ew di vê katêda xûmara xwe ya herî mezin dileyzin!Bi girtina Şengal, Misûl û Kerkûkê an ew serkevin û bi xwera erê gotina NATO yê bigirin û dewletên weku Îngilîzîstan û Alamanîyayê bigirin pişta xwe, an jî binkevin, bîvila wan bişkê û bervbi tar û marbûne biçin!

 

Di vî şerîda binketina Komara Tirkiya yektiya Pêşmerge û Gerîlava grêdayîye, eger Kurd bikaribin hezên xwe yên leşkerî di bin yek serdarîyekêda rêvabibin, ewê piştîvanîya hinek dewletên cîhanê bigirin û serkevin, bi yêk rezîya Kurdan û zexta Gelên Ewropa dewletên weku Alamanîa û Îngilîzîstanê jî dikrin sîyaseta xwe bigorin û bi Komara Tirkîyava nebin hevpar, nebin piştar û nebin şerîk! Tirk dikarin laserêrişekê lez bînin ser Şengalê, eger ew di nava çend mehenda sernekevin û Kurd dijî wan bi yek dengî berxwebidin, ew negehîjin armanca xwe û hevîya wan qirika wan da bimîne.

 

11-Gelê Kurd li Başûrî Kurdistan gelekî berxwadêre, be zêdekirin ew dused salin di nava tekoşînek tîn dane, Gelê Silêmanî, Ranîa û Helepçe tu car ji Kurdistanê durnakeve, berku ew bi xwe Kurdistanin! Ji salên nodî yên qurna rabirdî heta naha ewe sê nifşên nû li Başûrî Kurdistan mezin bûn, cîwanên nifşa nû dara dagirkerên Iraqê nasnakin, heta piranîyek wan Zmanê Erebî jî baş nizanî, wan sedarsed tama azadîyê girtîye, ne Komara Tirkîya ne jî hezek din dikarê wan nûva dagirbike û bike bin bandûra xwe! Lê raste li Kurdistanî Başûr torek xwirt ya genadalan heye, torek xwirt ya sîxûr û xwe firoşan heye, di mabeyna hêzên Kurdistanda nakogî û pevçûnên mezin jî henê, lê dijî vana gelekî jinxwes, mêrxwes, berxwadêr û fedakar jî heye!

 

Dema Gelê Kurdistan li Başûr hêz û rêxistî rabe, hemu tac û kursîyên gendal û sîxûran li ber pêyan biçin. Kurd ne Tirkin û ne jî Ereb, rabûna wan, rûniştina wan rih û hestên wan cûdane, dem Gelê Kurd bi hers radibe tu hêz û otorîteyek sîyasî nasnake, hevîya min ya mezin ewe ku; sîyasetmedarên Kurd heşê xwe zu bînin serê xwe û di bin sîwana netewîda berê Pêşmerge di nava xwe da yek bikin û dura jî li gel Gerîlayên PKK di bin navê Hêzên Şervanên Kurdistanê da yek bin.

 

Kurd pewîste zu li ser bingehya navnetewî PKK yê ji lîsteya terorê derxînin, di katî xweda li paş hemu çalakîyên terorîst kû bi nava PKK li Ewropa hatin kirin, MÎT a Tirkîya û Tora Sîxûrên Tirkîya hebû, Kurd dikarin li ber Dadên  Yekitîya Ewropa û Dadên Yekitîya Dewletên Emrîka vê rasteyetîyê derxînin holê û rûyê qîrêj yê Komara Tirkîya paskin!

 

12-Ava Bûtçeya jêrzemînî ya Komara Tirkîya ji heyîyên kêfkûjîyê, ango firotina esrar û eroînê tê, Kurd dikarin seranserî cîhanê vê torê aşîkar bikin û rûyê Komara Tirkîya zêdetirîn paskin. Dema ava wan hate birîn; ew wekû masîyekî bê av mayî çend cara hilperikin, erdê bikevin û bimirin!

 

13-Di şer û pavçûna Ukraîna û Urizîstanêda bawerim Komara Tirkîya Pûtin û Dewleta Urizîstanê tenê bêle û carek din vegere ser xeta NATO yê, di vê alozîyêda pewîst Kurd bi  laserşervanîyek mezin Efrînê ji bin kontrola Komara Tirkîya û çeteyên wê derxînin, dema deh sal derbaz bûn li vir nifşekî nû mezin dibê û keşa digehîje astengîyek herî mezin, Kurd bi stratekjiyek rast dikarin Efrîne di nav çend rojanda bigirin bin kontrola xwe û heta Îskenderûnê pêşva biçin. Eger Kurd li ser biryarên navnetewî û Yekitîya Ewropa bisekinin, çi hatîye serê Kibrîse bê serê Efrînê jî!

 

Plana Komara Tirkîya ewe ku li vir bi alîkarîya Alamanîa û Yekitîya Ewropa sedhezaran xanî bêtin çêkirin û demografîya vê navçeyê zu bête gorîn, bi rizgarbûna Efrînê rûxandina Komara Tirkîya destpêbike û ew moralên tekbiçin! Peyama Kurdan bona Dewleta Alamanîa û Îngilîzstanê pewîste ewbe ku; em dijî we ninin, em dijî berjewendîyên we û bezirganîya we nînin, lê em nikarin îcaze bidin ku Komara Tirkîya me ji warê me derxîne û axa me ji Teorîstên Îslamêra pêşkêş bike! Eger hezek biyanî bê û Îngilîzstanê bike bin nîrîya xwe, Îngiliz çi bikin, eger Federasyona Urizîstanê bê û temamîya Alamanîa bigire bin kontrola xwe, Alaman dijî Urizan çi bikin?

 

Gelek, dewletek li ser bingehya navnetewî nikare bi du pîvanan rêva biçe, demokrasîya modern ya Ewropa îcaze nade tu dewletek Ewropaî ku; ew bikaribe du pîvanan rêvabiçe, yên ku Kurdanra faşîzmê û begheqîyê reva dibînin, di dumayîkêda, zu an dereng gelê xwe ra jî faşîzme û bê mafîyê reva bibînin, Gelên Ewropa du şerên mezin dîtine û jîyana, ew bi xwe dizanin bê maf bûn û şer çîyê!

 

Dem dema înternetêye pewîste Kurd înternetê ji hemûyan baştir bona berjewendîyên xwe yên netewî bidin karanîn. Prensîb û dûrûşmeya herî sereke bona Kurda gere ewbe ku; „Li ser bingehya navnetewî , her kî ku ji tera dijdar û dijmine, ji wan dur bisekin lê tu car dijdarî û dijminatîya wan meke, her kî kû ji tera piştdar, hevkar û şerîke tû jî qencîya wan bixwez û wanra bibe dost, hevkar, piştar û şerîk!

 

Daxawa li ser bingehya sîyasî ya navnetewîda dostî, dijdarî û dijminatî gorankare, ne hevkarî û dostî, ne jî dijdarî û dijminatî her tim mayîndar dimîne! Kê dizanîya Komara Tirkîya di şerê Iraqêda dijdarî û dijminatîya NATO û Yekitîya Dewletên Emrîka bike! Kê dizanîya sîyastemedar û rêvebirin Komara Tirkîya ewqas zu Beşar Esat ra bibin dijdar û dijmin, dema wan Beşar Esat firot hîna mirç û maçên Stembolê sarnebibûn!

 

Çi gotû bû  Pîrê Pîran Seyîd Rizoyê Dêsimî: „Dewleta Tirk, dewleta zûreker û bêbextane, bextê wan reşe û ew dewletekî bê rûmetin!“

 

14-Komara Tirkîya bi alîkarîya Împaratorîa Îngilîzistanê bi destên qopik, sergerde û çeteyan hate damezrandin, va dewleta bi zorê, bê xastina Gelên Trakya, Anatolîa û Kurdistanê hate demezrandin, armanc belavkirina Împaratorîa Osmanî bû, bi damezrandina Komara Tirkîya ew sîyaseta serket! Berkû Urizîstanê Şorişa Oktobirê rêketîbû li ser Asîa Piçûk karê qopik, sergerde û çeteyên Tirk asan bû, Bolşevîkan Kongreîst, Kongreîstan Bolşevîk legîtîme kirin, berku derde herdu hêzan yekbû û ew li ser bingehya sîyasî ya navnetewî hîna negîhiştîbûn legîtîmasîonekê!

 

Komara Tirkîya bi destê çeteyan hate damezrandin û ew her tim panava çetetîyê rizgar nebûn, îro dîsa çetene û ne tenê bela serê Kurdanin, ew bela serê cîhanêne, ew li Ewropa, Asîa û Kurdistanê terorê xwedî dikin, tizdikin û pey xeyalên mezin, pey xeyalên Îparatorîa Tûranê dibezin, armanca wan ewe ku; di demek nêzda ew bigehîjin leşkerê herî mezin yê cîhanê,  dixwezin bibin xwedîyê 5 mîlîon leşker!  

 

Komara Tirkîya bi destên çeteyan hate damezrandin û bi destê çeteyan jî bête rûxandin, kê dizanînya dara Sadam Hûsênê Tîrkîtî li Iraqê bi vî şiklî bête rûxandin, kê dizanîya kû Dara Recep Tayip Erdoḡan li Sûrîyê, Lîbyayê û Qefqasan aktîv bikeve nava şer, kê dizanîya ku „Komara Laîq ya Tirkîya bi vî şiklî bi terora Îslamêra dêtî û bavtîyê bike! Kê dizanîya ku Komara Tirkîya Baxdadî ewqas asan bifiroşe û bide kuştin! Kê dizanîya kû Dara Nicolae Ceauşescu ewqas zu û asan tête rûxandin û ew û jina wî ewqas zu bi dadkirinek qestî têtin kuştin!

 

15-Dema Komara Tirkîya nûva bê ser xeta NATO yê û Yekitîya Ewropa, ew hedî hedî Terorîstên Îslamê bifiroşin û erzan bidin xerckirin, wan bona bêdengkirina Komara Çîne nahava hinek Uîgur firotin Çîne, dem katê firotina Çeteyên Îslamê be, ew û Komara Tirkîya rind hevbikevin û  weku segan ji hevûdû xwînê birijînin! Pewîste di şerekî wusada Kurd di bin sîwana rizgarkirina demokrasîyêda nebin alî û nebin teref, bla ew hevkevin û hevûdu bikûjin!

 

16-Karê ku Komara Tirîya bi destên DAÎŞ ê nikarîya bibe serî, naha yekser bi destên xwe bike, Komara Tirkîya bi sazkirin û afirandina DAÎŞ ê xwest temamîya statuya Kurdan li Kurdistanî Başûr tekbibe û kontrolê li Iraq û Sûrîyê desten xwe bixîne. Eger DAÎŞ serketa wan bi kadirên xwe, hun bêjin bi Emîrên xwe temamîya rêvebirîya DAÎŞ ê bigirta bin kontola xwe û wan  yekhemcar li ser axa Iraq, Sûrîyê û Asîa Piçuk, Kurdistan û Tirakyayê damezrandina Xîlafetek Nû bangbikira û Recep Tayîp Erdoḡan bibûya serokê vê dewlete! Lê bi tekçûna DAÎŞ ê ew plana rêva neçû, Kurdan û şerîkê wan him Başûrî Kurdistan him jî Rojavayî Kurdistan plana Komara Tirkîya tekbirin û DAÎŞ girtin bin peyên xwe! Naha Komara Tirkîya dixwaze bi pênasa xwe bi hêza xwe û bi navê xwe dijî Kurdan rêkeve. Di vê demêda Komara Tirkîya xûmara xwe ya dawîyê bileyze û erişî Şengalê bike, pewîste Kurd seranserî cihanê bi yek dengî û yek rêzî bersiva dagirkerên Tirk bidin!

 

Pewîste bi vê êrişê, Komara Tirk şikestek mezin bixwe û temamîya Rojavayî Kurdistan ji bin kontrola wan derkeve, pewîste Kurd li Bakur li pey „Demokrasîya Tirkan“ nebezin û wexta xwe bê mane xercnekin, pewîste  ew li ser bingehya sîyasî ya navnetewî legîtîmasîona Komara Tirk dawî bînin û bi sîyasetek rast, Yekitîya Ewropa, Yekitîya Dewletên Emrîka û NATO yê bînin ser Komara Tirkîya û vê Komarê tekbibin û ji holê rakin!

 

Bîrmekin qatir nazê, di nava Netewa Tirkda panava demokrat bûne tune, bona wan zor pîroze! Ew tenê zmanê zorê û ço xwarinê fahmdikin, hebûna hinek demokrat û mîrovperwerên Tirk vê rasteyetîyê nagore, ku ew xwe jî di bin dara faşîzmêda dinalin! Demokrat û mîrovperwerên Tirk ku, kemjimarin û xwedî giranîyek mezin ninin û di vê katêda nikarin xwepûrîya netewa Tirk bigorin, bi rizgarbûna Kurdan û damezrandina Yekitîya Komarên Kurdistan, rizgar û azad bin!

 

Bimînin nava xêr û xweşîyêda, paşeroja we pak û ronahî be!

 

Bîşar Norşîn

 

1 Nîsan 2021

 

 

Yeni Yorum yaz

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category