Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

GOTINA DAFKIRINÊ

Çşm, 09/30/2020 - 19:41
Şîrove

GOTINA DAFKIRINÊ

Tirkîya Kurdistanê!

We rast bîhisit Tirkîya Kurdistanê!

Di zmananda gelek tişt ne li cîhyê xwene. Dema Spanî din bin serdarîya  Krîstof Kolombo gihîştin Parerda Emrîkayê, wan wer zanîn ku ew gîhiştine Hindîstanê û niştecîhyê wê ra gotin "Hindî"! Lê rasteyetîyêda ew ne "Hîndî" bûn, ew Aztek bûn, ew Maya bûn, ew Sîhoks bûn, ew Komançî bûn, li ser Erdpara Emrîka Bakur û  Başûr, ez dibêjim sedan, hun bêjin hezaran, êl, ezbet, eşîr û gel dijîan!

Daxawa navê ku Spanîan wanra kirin kûm û ser serê wan danî, heta îro li ser serê wan gelan ma! Gelên Ewropaî hîna jî niştecîhyên  rast yên Emrîka Bakur û Başûr ra "Hindî" dibêjin, ew peyv carekê kete zmanê wan, dema tiştek rast an nerast kete nava zmanekî û cîhyê xwe girt, mîrov nikarê wî tiştî ji wî zmanî derxînî!

Hina hinek Kirmancên me dibên "Dilê min tevdide!" Ma dil dile, xwînê pompa dike, ma qe hîç dil û tevdan dibe? Aşok  aşoke, ur jî ure! Mîrov dikare bêje urê min tevdide, an jî hûndirê min tevdide, an jî aşoka min tevdide, eger em nîv Erebî biaxifin, dikarin bêjin "mêda" min tevdide, an jî çawa Tirk dibên; "mîda" min tevdide!

Lê dilê min tevdide neh cîhe! Baverim dema ku hîna lebatên laşê li serhevra baş nedihatîn nasîn, ew gotin kete navê Zmanê Kirmancî, mîrovan nedizanîyan dil weku lebat çi kar girtîye ser xwe û ew çawa kar dike!

Gelê Dêsimê  alîyê bawerîyêva ne Silman bû ne jî xaçparêz, wan Rêya Heq diajot, ango dîne wan Rêya Heq bû, Osmanîyên Silman yên Sûne ji wanra digotin "Qizilbaş"! Osmanîyan peyva "Qizilbaş" weku cûne, weku kifir, weku xewirdanekî xirab  kardianîn. Kirmancê Dêsimê li ser Rêya Heq bûn û di rasteyetîyêda ew xwedî bawerîyek serbixwe bûn,  bawerîya wan rîçala xwe, ji Xazehezîyê, Mîtraîzmê, Êzdayetî û Zerdeştîyê digirt.

Bingehya fîlozofya wan dijî neheqîyê derketin bû, ji ber vê ew Hesen û Hûsên jî xwedî derdiketin!

Bi Îttîhat û Terakkîyê virda nijadparêzê Tirk kûmekî dinî yê nû li ser serê Gelê Dêsimê danîn; kûmê "Alewîtîyê", di nava salanda xelkê me yê Dêsimê bi vî kûmê nûra êrê got û xafilda ew bûn "Alewî / Elewî", naha li Dêsimê kem kes bi xwera dibên dînê me Rêya Heqe û em Rêya Heq dajon, mîrov kê bipirse, di Zmanê Tirkîda bersiva; "Ez Alewî me!" digire û tu cîhyekî mîrov tabeleya Cîvatxana Rêya Heq nabîne, li ser tabelayên mahbedên Xelkê Dêsimê edî "Cem Evi" tête xwendin, navê kû Îttîhat û Terakkîyê  li Dêsimê li ser dînê me danî, naha ji mera bûye nav! "Qizilbaşî" jî dînê Kurdên me yên Xorosanêra bu nav, ew du kûm bi zorê li ser serê me  hatin danîn!

Sî salan berî pêş lingê min li Parîsê katî bû û ez li vî bajarî çend rojan mabûm, li wê hemwelatîyekî me hebû, ji wîra her kesî digot "Geçîcî", ew nava çawa li ser wî mabû?

Ew bradera dema tê Parîsê, her kesîra dibêje ez "geçîcî - ji bo demek kin, ji bo çend rojan" hatime, ezê zu şûnda  bizivirim! Roj derbaz dibin, hefte derbaz dibin, meh, dem û sal derbazdibin ew hemwelatîya nikare şûnda bizivire, lê şert û mercên jîyanê bona şûnda zivirandinê destur nadin, navê "Geçîcî" li ser wî hemwelatî dimîne, kesekî navê wî yê rastî nedianî sere zman, edî ew bo her kesî Kek Geçîcî bû! Navê wî Geçîcî ma!

Ewe salan virda di nava Kirmancên meda, di nava sîyasetmedarên "meda"  modayek heyê; Kurdistana ku hatîye dabeşkirin,  di zmanda weku ya Tirkîya, Iraq, Îran û Sûrîyê tête dîyarkirin!

Na ez bêjim gotina: "Kurdistana Tirkîyê"   bo Kirmancekî exmaxîyek herî mezine, di serîda bi destên xwe dayîna Kurdistanêye, gelek hêşmedarên "me" sil û tûre bin, biqarên, biqîrên û min protest bikin, bêjin tu çawa ji mera dibê exmax!

Ji ber vê li vir ji wan lêborînê dixwezim, peyva „exmax" şûnda digirim û ji wanra dibêm, saftîrik anjî heşsivik!

Baverim Dêsimîyê serbilind ji wanra bêjin: Bomik!

Gotina rastî ewe kû em dikarin qala Tirkîya Kurdistanê bikin! Gotina "Kurdistana Tirkîya" ne raste, ne cîhyê û bi destûzmanê xwe dayîna Kurdistanêye!

Dev ji "Türkiye Kürdistanı" yê berdin,  ya rastî di Zmanê Tirkîda  Kürdistan Türkiyesi ye!

Erê we rast bihîst! Tirkîya Kurdistanê!

Bîşar Norşîn

13.09.2020

 

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category