„Hûn Tirk in?“
Rojgar Merdoxî
Îro ez gellekî li ser peywendîyên me û Tirkan fikirim.. Ev tekîlîyên me û Tirkan yek alî nîne.. Em wekî Kurd jî bi şiklekî an şiklekî din di van peywendîyan de beşdarin... Bi dilê me be yan ne ev rastîyek e . Mirov nikare veşere..
Ez bawer dikim tişta ku ez dixwazim bibêjim hatîye serê gellek ji Kurdan.
Wê dema ez ligel Kurdên başûr û an jî Kurdên beşên din ên Kurdistanê bim, em hertim Kurdî qisedikin.. Lê wê dema em wekî Kurdên Bakur bi tenê bin, çawa dibe ez jî nizanim em destpêdikin bi Tirkî diaxivin..