Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

BRAHÎM  XANÊ DELO(1874-1921)

Pşm , 08/11/2016 - 19:51
Şîrove

BRAHÎM  XANÊ DELO

(1874-1921)

 

Kesayetî navdar û  şoreşgerê Kürd, Brahîm Xanî, kurê Saleh Xan, kurê Emîn, kurê Ebdulla, sala 1874 li gundê Heyerekelî, nêzîkî li bajêrê Kifrî, weke zarokê binemaleka cotyar û şoreşger li ser eşîra Delo hate dinê. Di temenîya  zarokî de li ba melayê wî gundî xwend şarezayî li ser zimanên farsî û erebî peyda kir. Brahîm Xanê Delo , kesekî  xwudaperest,  Quranxwend û rewşt bilind, suwarîyekî baş û dilêr û mêvanhez bû.

 

Di jiyana xwe a rojane da  nimuneyê  cotyarekî sade û çalak, bi destê xwe  karên xwe ên çandinîyê dikir û bi keda ve dijîya. Brahîm Xan  wekî bavê xwe  Kemerxanê Kakî, rêbaza şoreşgerî girtibû pêşîya xwe û di jiyana xwe da cih bicih dikir. Kemerxan, dijî sîtem û zordarîya dewleta Osmanîyê dagirker li  sala 1890  serhilda. Di vî şerî de  Kemerxan, brayê wî Husên û çend hevalên wî hatin şehîd kirin.Şêx Mahmudê Nemir

 

Dewleta Osmanî, termên herdu brayên şehîd ji şergehê anî li nav bajêrê Kifrî bi sukê danî bi armanca piçûkxistina wan. Nenexan, dayka wan tê û bê ku hêsirekî birijîne, bi hurmet ji bo wan nimêj dike û  paşê jî termên wan dibe ji bo gundê xwe.

Piştî vê bûyerê riqa pîroz a Brahîm Xan dijî dagirkerên Osmanî û paşê jî dijî dewleta İngîlîz her bilind bû û bi hemû hêzên xwe ve  berangarî dikir.

 

Li sala 1915   Brahîm Xan û hejmareke mezin endamên eşîra wan mil bimil ligel Şêx  Mahmud û mucahîdên Kurd di şerê Şehiyebe de beşdar dikin.  Paşê ji bo Kurdistanê vedigerin, Şex Mahmud  dibe mevanê wî û şevekê li gundê wî dimîne û paşê jî  diçe ji bo Silêmanî.

 

Wê dema Şêx Mahmud dibe Hukumdarê  Silêmanî(1918) Brahîm Xan hewl dide kes û  navdarên Germîyan piştgirîya Şêx Mahmud û desthilatê wî  bikin. Her wê demê ew û serokê eşîra Delo, Weysî Beg diçin ji bo Silêmanî û  Şêx Mahmud dibînin.

 

Sala 1920, Brahîm Xan serhildanek mezin dijî karbidestanên Îngîlîz û nokerên wan  di deverê de destpê dike û mezintirîn  serwerî di jiyana xwe de tomar dike. Ev serhildana di dîroka gelê me de weke “Şoreşa Brahîm Xanê Delo” tê naskirin. Ew şoreşa ku li Xaniqîn, Duz û Kifrî  destpêkir, beşek bû ji şoreşa niştimanî a 1920.

Ew deverên azadkirî demekê  di bin desthilatdarîya  şoreşgeranan  de ma.

 

Şoreşa Brahîm Xan, wekî herdu serhildanên Xaniqîn û Duz karekî xebatgerane û dîrokî a serdema xwe bû  bi dijî sîtem û nerewayîya dagirkeran. Herwisa serokên şoreşê dixwest karbidestên Îngîlîz naçar bikin Şêx Mehmud ji Hîndîstanê ve ji bo Kurdistanê bizivirînin. Şoreşa 20’ê Tebaxê a sala1920, Brahîm Xan û lawên Delo ligel hevpêymanên xwe ên Caf bajêrê Kifrî azad kirin û 3  heftan tê de hukim rêvebirin. Di dehê  Îlonê de hêzên îngîlîz û eşîrên hevpêyman  Kifrî dagirkirin. Brahîm Xan û çend hewl dan  li rojhilata bajêrî şoreş destpêbikin. Lê ew devêr ji bo vê yekê amade ne bû. Di destpeka qanuna duyemîn  a sala1921 de  Brahîm Xan û hevalên wî bi rêya çîyayên Duz re derbasî deşta  Beyat bûn. Ji wir ve dixwestin biçin ji bo çîyayên Hemrîn.Şêx Mehmudê Berzencî

 

Şoreşger diçin gundê Til Şerefê Beyat. Li wir mêvandarîyek gellek baş ji bo wan dikin.Lê Brahîm Xan gellek nexweş bû û wê şevê  li wir koça dawiyê dike. Sibê bi merasimek gellek şikodar û  mezin li goristana Emer mindan  termê wî  hate veşartin...Îngîlîz vê yekê dibihîzin û dixwezin termê Brahîm Xanê Delo derxin û bizir bikin û  bi vî awayî şopa wî holê rakin.

 

Heval û dostên Brahîm Xan termê wî derdixin û dibin ji bo goristana El Sinidic

Li çîyayê Hemrîn vedişêrin

 

Kerîm Şareza

 

W:  Aso Zagrosî

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category