Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

Rojnamevanê Tirk Ertuğrul Özkök xwe rut û tut kir

Çşm, 08/03/2016 - 17:40
Şîrove
BÎŞAR NORŞÎN

Mîrov ji dayîka xwe şilf ango tazî tête dinyayê, di goça dawîyê da mîrov disa tazî rêdikeve û diçe wî alî. Eger mîrov „tazî“ bijîyana û ewqas berhevnekirna keşayên mîrovetîyê îro nedigîhîştin vê qonaxê. Încîl ê da da ji mîrovan ra tête gotin ku; berhevmeke!

„Ka temaşeyî çukên bin ezman bike, ew najon, naçinin û amabaranda berhevnakin, Xwuda yê we ê Ezmanî wan têrdike“ (Matte, Beş: 6:26)

Eger mîrov ne tenya weku olparezekî wekû mîrovxwesekî çav û gwihyên xwe veke û perdeya nedîyar ya ber çavên xwe bicirînê, digehîje rastîyek mezin, nav mîrovanda kem kesayet hene ku; ew perda nedîyar cirandine û ferqik kirine mabeyna xwe û yê din. Min ew gotinên fîlozofî ne ji bona olparazîyê bona mîrovxwesîyê hilgirtin. Van gotinana nên vê maneyê kû mîrov nava xizanî û tiralîyêda bijî, kar neke û her tim bigere.

Ji tera xwe zêdetirîn berhevkirin hedî hedî hîlebazî û dizîyê ji bi xwe ra tînî, yên kû zêde berhevdikin, zêde berhevkirina xwe li ser pişta yê din dikin, bê xidamî û xulamîya yê din, zêde berhevkirina wan pêk nayê, hemû sîstemên împeryal û yê dagirker „bihişta“ xwe li ser pişta gelên dagirkirî avadikin, dema mêjokêtî û dagirandin namîne, „bihişta“ wan jî tek diçe.

Sîstemên dagirkerîyê da kêm mîrov hene ku bi rahmanên xwe tazî û şilfin, bê tirsîn û text û tacanra zêde giredayî nînin. Dema ronakbirên welatekî ketin bin hikma têxt û tacan û wan ra bun haris, dev ji ronakbirîyê berdin ji mîrovetîyê derdikevin, dibin peyayê sîstema dagirker ya neheq. Diwarojek ronahî kar û barê ronakbîranva giredayîye. Dema ronakbir karê xwe nekin (Bi dil anjî bê dil), komên wî welatî nikarin bên ser bingehya heqîyê. Gelên cîhanê taybetî jî komên jêrdest gelek asan têtin manupulekirin, di dîrokêda mîlyonan mîrov bona armancên bê mane hatin bezdan. Dîroka mîrovetîyê da xapandin û alifkirina komên jêrdest tiştekî nu nîne. Feqet va nê vê maneye kû; jêrdest hertim jêrdest, serdest jî her tim serdest dimînin.

Komara Tirkîya îro jîyana xwe li ser sîstema dagirkerîyê dajoy, pozberîyên mabeyna deweletên mezin yên cîhanê jîyana wan asan kir. Stratejîya Komara Tirkîya li ser sê tiştan avaye: yêk, tunekirina Kurdan, du, dijî kom û dewletên cîran tizkirina nîjaparêzî û dijminatîyê, sê, ji pozberîyên navnetewî îstîfadekirin. Wan bi van sê tiştan jîyana Komara xwe heta îro domandin. Naha seranserî cîhanê gelek tişt gorîn, ruxandina Komara Sovyetê ya kewnd, prosesa mirina Komara Tirkîyayê pêşxist. Destselayedarên Komara Tirkîya pey çareyên nu digerin. Di vê gavê da ne tenê destselayedarên sîyasî piranîya ronakbirên Tirkîyayê jî bi çavên xwe dibînin ku; edî ew Komar bi vî şiklî nikarê jîyana xwe berdewam bike.

Li vir min dixwezim du „Ronakbirên Tirkîya“ weku mînak bigirim: ji wan yêk Berêz Ertuğrul Özkök e, du, Berêz Enis Berberoğlu ye, ew herdu Rojnemavan heta naha tu car pişta heqîyê nebun, wan leşkerê xwe, polezê xwe parazt, her tim xizmeta dewleta xwe dabun, rojekî roja Enis Berberoğlu rîya Colemergê digirt, derdiket ser çîyayekî li ser rê masyek portatîf û kursîyekî portatîf vedikir, li vir rudinişt, bi pozekî artîstîyê peyama „serketina leşkerê Tirkîya“ dida. Berku   ji derheqa şikestxwerina leşkerê Tirkîya li Colemergê xeber derçubun. Wi digot binêrin ez heta Colemergê bê problem hatime û her tişt bin kontrola dewleta medayê, metirsin, emê serkevin, peyama Enis Berberoğlu dihat vê manayê….. Naha ew Enis nava serhevbinhevbunek mezindayê, pisportirîn psîkolog jî naikarî alîkarîya wî bike, nizanim kenga ew peyatîya dagirkerîyê berde, ramanên xwe tazî û şilf bîne serê zman û bê ser bingehya heqîyê.

Ertuğrul Özkök kû; di jîyana xwe da tu car ser bingehya heqîyê nedinîvîsan û çend salan berî pêş rêvebirên leşkerên Tirkîya ra tirsandina xelkê Hewlêrê dikir û digot: bila balafirên me yê leşkerî li ser Hewlêrê ra çend caran nizm bifirin û bidin nasîn em kînê û çine?! Wî bi nizm firandina balafirên leşkerî dixwest çavên Kurdan bitirsîne û xofek mezin ya şer bike ser wan. Peyama wî ew bu ku; destselayedarên Kurd yên Hewlerê bila zede peşva neçin, Komara Tirkîya tê û we bombebaran dike.

Bê xelefî ronakbirê „mezin“ Berêz Ertuğrul Özkök va peşnîyara dikir, tirsandina Kurdan û reşûtarîkirina ezmanên wan li Hewlêrê.

Rojnemavanê Rojnama Hürriyet ê Berêz Ertuğrul Özkök, 19 Sebat 2016 kuncê xwe da wusa dinîvîsand (Ez ji wê borînê dixwezim min nîvîs hemî negirt, tenya çend peyvên balkêş girtin):

…………………………..

Belê

Bona pirskirina pirsa dîrokî di katî herî kirîtîk dane

Kesek pirsneke jî ezê pirskim

…………….

`Ji vê xeteya çawa şunda dizivirin, ji vê hezaza çawa derdikevin…….`

……………..

Xencî yên binketî li Surîyê hemûyan ra şerdane.

Xencî yên binketî li Iraq ê hemuyan ra şerdanê.

Li gel Îrana ku naha îmaja xwe pêşdixîne, nava pevçunêdane.

Naha li gel Urizîstana ku Yekitîya Dewletên Emrîka paşxweda hiştîye û qwetekî supere, nava pevçunêdane.

Bi Kurdan ra him hundirda him jî li derva nava pevçunêdane.

Daxawa di hundirda em bi xwe xwera nava pevçunêdane.

Dewleta Misrê kû dinya Erebada alîyê rahmanan va pêşvigarîyê dike û mezintirîn xwedî tesîrê ji mera nava pevçunêdaye.

Her çikas em bi Yekitîya Dewletên Emrîkara nava pevçunekêda nebin jî, çan nava pevçunekêdabin.

Problema me ya herî kirîtîkta da hemû Dinya yê û Ereba li dijî xwe dibînin.

Tirkîyayê di dîroka xwe da qet tu car ewqas enîyanda şerekî bê hevî yê wusa carekêda nedaye.

………………………..

Ma emê çibikin…..

Pevîstê em bê derbazbuna deqîkayekê taf jimara dijmin û enîyan kêm bikin.

Pevîste em yêkhemcar bi pevçuna hundirê xwe destpêbikin.

……………………………………….“

 

Bi vê nîvîsê wusa dîyare ku, şert û mercên rojanî Ertuğrul Özkök tazî kirîyê, feqet heş û aqil dîsa jî nehatinê sere wî û weku ronakbir hîna text û tacê dagirkerîyê û stratejîya Komara Tirkîya diparêzi, dilva nabêjê em dewletekî dagirkerin û heta naha me dijî mîrovayetîyê kirinên mezin yên hovanî kirine, nabêje pevîste em dev ji vê siyaseta gemar berdin û weku gel bên ser bingehya heqîyê. Ew dibêje pewîste em   di vî katî da jimara dijminên xwe kem bikin!

 

Eger min bête pirsîn min divet lîsta Ertuğrul Özkök da xelefîyek mezin heye, berku ew ji Ezmanîyanra jî navaşerdane(!). Pewîste ew yêkhemcar dev ji dijminatîya Ezmanîya berdin!

 

Mesela Pizeşkîyê; Pîzeşkekî nexweşa xwe pirsîye û gotîyê ka bêje Xalet ku der te dêşî? Xaletê gotîye: Kwirê min zik, pişt û herdû teniştên min dêşin. Pizeşkî li Xaletê zivirandîye û gotîyê: ma eger wusaye ku der ma sax?!

 

Naha pewîste mîrov Enîs, Ertuğrul û yên weku wan yên din bipirse, ma we kî, ji xwera hişt dost?!

 

Hinek ji wan hîna pey serketinek portatif, hinek hîna pey şer û bombebarankirinê, hinek hîna pey paraztina text û tacê dagirkerîyêne, bîrdikin ku rojek bê ew jî tazî biçin….

 

Ma hîç wusa dibe, qaşografî hun rewşenbirên welatekî ne, Fransî, Îngilizî û gelek zmanên bîyanî yên din dizanin, ma hun Kurdî ferbuna zmanê we qwil dibu?!! Naha şunda hun Kurdan ra çawa bibin xwîç û bira?! Kî, çawa bawerîya xwe we bîne?

 

Bê hevî memînin û metirsin, heqî hevîya weye, destên xwe dirêjkin û werin vî alî, perdeya reş ya nedîyar mîrov dikare bi hevra bicirînê!

 

Ji bo diwarojek bê dijminatî, bimînin nava xêr û xweşîyê da…….

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category