Skip to main content
Time to read
13 minutes
Read so far

ALOZÎYA KRONÎK DIJGIJA KURDAN/BÎŞAR NORŞÎN

Wed, 08/03/2016 - 17:37
0 comments

Bîşar Norşîn

“Hezkirin bê guman fîlozofîyaye” gotubu Hozanê mezin Ahmed Arîf. Eger dinya mîrovan li ser hezkirinê batana afirandin îro li seranserî cîhanê pevçun û gengaşî nedibu.

Mîrovenku bê hezkirin mezin dibin, dîwarojda him bona xwe, him jî bona komê dibin problem, dibin bela serê mîrovetîyê. Xwînmêj û dagirker ji welatê dagirkîri û gelê ser wî welatî tu car heznakin, heta destên wan tê sererd û binerdên wî welatî didizin û dibin. Dizîna wan bi dizîna çand û deskeftîyan digehîje tiltilek mezin. Tirsa wan ewe ku rojek bê, ew nikaribin bidizin û bişêlînin. Dema kata rakişandina wan tê, ew gelek xemgîn û belangaz dibin. Di dîroka mîrovetîyêda tu hezekî dagirker bê berxwedana gelê dagirkîrî şunva ranekişîyayê û rîya welatê xwe negirtîye, ew bi zorê ji welatên dagirkirî hatine derxistin. Bawrim di dawîyê da li Kudistan jî ew rasteyetî bi vî şiklî cîh be….

Tunekirina welatê dagirkirî bona hebuna dagirkeran her tim dibe av û adan. Ewe du mehan zêdetirê dagirkerên Komara Tirkîya bi hovanîyek mezin bajar û warên Kurdan dikin text. Wan di salên dawîyê da bi çîrokên “çaresekirina Pirsgirêka Kurd”, bîhna xwe girt, bona wîrankirina ware mîrovetîyê xwe nuva amadekir. Dijî Kurdan çekên nû hatin afirandin, bi dehezaran supintî û qopikên Anatolîa û Trakya yê dijî Kurdan nûva hatin perwerdekirin. Îro şerekî bê hempa li dijî gelê Kurd tête ajotin. Kompradorên Kurd bi zanîn an jî bê zanîn karê dagirkeran asan dikin. Piranîya dinyayê li dijî vî şerî kerr û lal disekine. Dewletên mezîn daxawa bona diwaroj û mislehetên xwe gelek kirinanra çavên xwe didamilînin û xwe hawara Kurdan ra kerr û lal dikin.

Komara Tirkîya bi pêla penandeyan Yekitîya Ewropa dîlkir, sîstema Yekitîya Ewropa binîda livand, Peymana Şengen ê da cirand, îro darên sîyasî yên welatên Yekitîya Ewropa yê bihevketine. Ber destselayedarên Komara Tirkîya digerin, Komara Tirkîya ji wan xeracek mezin dixwezî, jimaraya ku rêya gelamperîva hatîye servîskirin 10 mîlyar Euro ye. Wusa xwuya dike kû; va tenê tiltilê çîyayê cemedêye. Xencî vî pereyî ew dixwezin ku hemwelatîyên wan li nava Yekitîya Ewropa da bê vîze bigerin, ew dixwezin ku di bin kontrola wan da li Bakurî Helebê û derdora Kanîya Kurdan navçeyek bête afirandin, berku neqeba Efrîn û Kobanêda tu tekîlîyên Kurdan bi hevra nemînin û Kurd xwe nikaribin bigehîjînin Derya Spî. Yekbûna Rojava Kurdistan bona wan destpêka mirineyê, ji ber vê ew saranserî û beramberî ber xwe didin, kapa dawîyê dawêjin û hemû hêz, tecrube û peyvendîyên xwe yên sîyasî dirîjînin holê.

Wan dixwest bî DAÎŞ û El Nusra serkevin û li ser suyê Kurdan him Rojavayî Kurdistan him jî Başurî Kurdistan bibin gîyotin. Ew bi vê pilanê serneketin, Kurdên Rojava bi seranserî û beramberî berxwedan, Jinxwes û Merxwesên Kurd bona parçeyek axa azad xwe cangorî kirin, temamîya dilê mîrovetîyê û dilê dinya pêşveru li Kobanê avit, dilê dinya paşveru û kewneperezt li Enqarê hilpejikîya û ket nava tengasîyek mezin. Komara Tirkîya naha pilanên xwe yên diwaroj dike, bona kontrolkirina binê xetê dixweze nuva heremkî taybet biafirînne, dixweze pişta gelê Kurd li bakur carek din bişkîne, berku demek kwirt da du parçeyên Kurdistan yêk nebin. Tirsa wan ya herî mezin ewe ku Kurd li Rojavayî Kurdistan statukekê destxwebixînin û wekû Kurdên Başur nekevin “bin kontrola wan”..

Xwirtbuna Kurden Rojava xewa wan direvîne, “şomîyek mezin” ber roja wan dixire û roja wan tarî dike. Ew “şomî” bingehya wan binîva dilerzîne, her çiqas di navhevda xwe dixwin, dijî Kurdan dixwazin weku enîyekê biminîn. Maybena gotinên AKP, CHP anjî MHP ferqek mezin tune. Yekbuna wan li ser bingehya tunekirina Kurd û Kurdıstan e ye.

Taybetmendîyek dagirerên Tirk heye ew li ser axa Anatolîa û Trakya yê ji bê cîh ne, bê welatin, di nava psîkolojîya mahcirîyêda pejikan davêjin, bê solix dimînin û nefesa wan qwit dibe, nizanin kuda biçin?

Tirsa wan ya herî mezin ewe ku; rojek bê, dînek derkeve holê û wanra bêje marş, marş berê xwe bidin Asîya Navarest an jî Mongolîya yê, hun ji kuderê hatine wegerin herin wê dere, tirsa wan ya herî mezin ewe. Ji ber vê hinek hevalan û min gelek caran anî serê zman, li Kurdistan, Anatolîa û Trakya yê, tu “Pirsgirêkek Kurdan” tune, rasteyetîyêda “Pirsgirêka Tirkan” heye.

Daxawa ew hîna nava panava mahcîrîyêda dijin û Kurdan ji xwe ra dijber dibînin. Ew li ser vê erdnîgarîyê psîkolojîyên xwe biyanî dibînin û her tim ditirsin, berku ew ne piranîne û nava koma Anatolîa, Trakya û Kurdistan ê da kemîyetik piçukin; jîyana wan jiyana holêk pençeşêrê diçe. Bi vî şiklî ew him xwe dikujin û him jî me dikujin. Karê Kurdan ne karekî asane…..

Problema din ya herî mezin ewe ku, piranîya yênku navê Tirkan zelp û zilimê li Kurdan û gelên Anatolîa yên din dikin, ne Tirkin, pîçek rîçala wan bikolin, her tim tîştekî din derdikeve ber çavên we. Îro piranîya hêzên tarî û Ergenekonê ewin. Wan hêzan di salên dawîyê da temamîya AKP jî girtin bin kontrola xwe. Bawrim demek nezîk da ew bi xwe jî hevkevin, Kurdistan weku welatekî dagirkirî rabe dar û sultaya wan hur û hewar bike, text û kursîyên wan li ber pîyan biçin….

Hezên dagirker alîkîva, Kurd û Bizutneweya Kurdistan, li seranserî Kurdistan di nava gijdijîyekêda xwe dişidirîne û difetisînê. Bo çi Kurd jî vê gijdijîyê rizgar nabin? Ew gijdijîya di dawîyê da çi bînî serê wan? Weku mînak ji Partîya Karkerên Kurdistan destpêbikin, li Kurdistan xencî PKK tu hêzek seranserî welat ewqas organîze û rêketî nîne. PKK ji axa Kurdistana Sor ya kewnd bigirin heta Îlham ê û Kirmancşax ê, ji Kirmancşax ê bigirin heta Sewaz ê, ji vir heta Rojava Kurdistan, ji li wê heta Navçeya Germîyan organîzeyê, ji Xoybûnê virda yekemîn hêze kû ewqas li welat tora xwe hunandîyê.

Partî Demokratî Kurdistan di serî da xwe bona seranserî Kurdistan amadê kir, dura ew gav bi gav ji vê xetê dur çu û xwe di nava parçekîda sicin kir, îro li Bakurî Kurdistan û Rojava û Rojhilatî Kurdistan bi vî navî hebuna çend partîyan vê rasteyetîyê puç nake, berku ew ne yêk partîyekin.

Weku Bizutnewe, Tevgera KAWA bigirin ber çavên xwe, di qurna rabirdî da di salên heftê da derket holê seranserî Kurdistan a Bakur mezin bu, dixwest li ser temamîya axa Kurdistan organîze bibê, li paş salên heştî da şikestik mezin xwer, dev ji tekoşînê berneda, li Bakur pişirîya feqet li parçeyên din gihîşt qonaxek dirokî, li Başurî Kurdistan di raperînêda cîhyê xwe girt, nuva organîze û hêzbu, dura nikarîya hêza xwe biparêze heta îronî bîne û zêdetirîn berzbe, di nava mîrovperverîya şoreşgerîyê da helîya, romantîzmê ew ji rasteyetîya Kurdistan durxist, ji Başur rakişîya, bona xatirê Partî Demokratî Kudistan û Yekitî Niştimanî Kurdistan dev ji dijdarîya sîyasî berda, ango li vir nebu opozîsîyon, wan bîrdikir ku dijdarîyek sîyasî ya rast; PDK û YNK ra dibe hêlî (eynik) û wan tîne ser xetek rast!

Eger bîra minda rast mayê di sala 1976 da YNK hate damezrandin, weku dijbera PDK derket holê, di nav pavajoyda seranserî Niştiman nikarîya tora xwe dayne, lokal ma xwe nava Navçeya Soran da sicin kir, dev ji seranserî Niştiman berdîn heta Navçeya Bedînan jî nikarîya torek sîyasî ya rast û durist dayne, îro tenya li Soran û Germîyan rêketîye, navçeyên din yê Kurdistan ê kem kes YNK nasdikin. Qaşografî YNK (PUK) Yekitîya Niştimanî Kurdistan e. Ma ku dere maye “Yekitîya” wan ku derê mayê Kurdistan a wan?!

Em dîsa wegerin ser PKK, ew di detpêkêda bona serbixweyetî û yekitîya Kurdistan rêketin, bingehya programa xwe jî wusa danîn, (Şanoya Dewelta Tirk ku di serîda nava wan da hebu, nikare vê rasteyetîyê bigre bin sîhya xwe) dura wan gav bi gav ew programa xwe gorandin, bi girtina “Serok” xwe jî vê xetê durxistin, gotin ku dewra dewletbune derbaz buye, ne pêwîste Kurd dewletik nu bidamezrînin, bila Kurdên her parçekî daxwezîya xweserîtîya xwe bikin, bila ji dewletên Tirkîya, Îran, Iraq û Surîyê daxwezîya demokrasîyek fireh, heqên mîrovetîyê bixwezin, li wan deran li gel komên cîran bigehîjin qonexayek sîyasî ya nû û hedî hedî li gel gelên Rojhilata Navarest Konfederalîzma Demokratik avabikin. Bila Kurd di nava vê Konfederalîzmêda maf û diwaroja xwe li ser bingeya heqîyê garantî bikin. PKK bi vê daxwezîya xwe ya nû dixweze gelên Ereb, Tirk û Fars bike demokrat û pêşverû, rizgarbuna Kurdan jî bi demokratbuna vana ra tîne girêdan.

Eger van gelana heş û aqilê xwe bigirin serê xwe û Kurd jî li gel wan dikaribin xwedî mafbin û bigehîjin heqê xwe!

Di vê derheqêda du gotinên Kurdan hene; yêk, pîrê memir bihar tê, du, gulê were tuya ye… Meseleya Meleyê Meşhur jî bîrnekin, mefeyek pîçek pere qerz (deyn) dide Meleyê Meşhur, ji serra   demekî dur û dirêj derbaz dibe Meleyê Meşur qerzê xwe nade, mefê diçe lay Meleyê Meşur û dibêjê: Mele bibore çi hat serê pereyê min, tu kenga qerzê xwe bizivirînî, Mele dibêje: tu ji vê durîyêva hej û pejên heber dibînî, mefe dibêjê belê, Mele berdewam dike, dema ji pez zozana zivirî, kerîyê mîhya jî li virva derbazbin, ew nava van hej û pejanva biçin, heriya mîyan van hêj û pejan bikeva, ezê biçim vê herîyê berhevbikim û bînim, pîrekamin vê herîyê bişo, şehbike, birêsê û bikê gwirif, ezê gwirifên herîyê bibim bajêr û bifiroşim û gelek pere ji vê firotinê bigirim û dura jî qerzê te bizivirînim te, dema mefe plana Mele dibehîzê dikene, bi hersa xwe dikene, Mele bi xwe xwere dibêjê: dema wî bihîst ez qerzê wî diddim ew çiqas şahbu! Gor programa nû ya PKK û daxwezîya konfederalîzmê, Kurd jî bi vî şiklî bigehîjin heqên xwe!

Li Tirkîya hemû partîyên mezin ku hêzin bigirin ber çavên xwe; AKP, CHP û MHP, kîjan wan heq dide Kurdan, vana nonerîya piranîya gelên Anatolia û Trakya yê dikin, ma ew li ser bingehya dijminatîya Kurdan di nava berhevdanek mezin da nînin? Eger yêk ji vana nezîkî xeta mîrovetîyê buya mîrov dikarîya bêje divarojda Kurd û PKK li Kurdistan ew jî Anatolîa û Trakya yê hêzbin û gelên vê heremê li ser bingehya heqîyê bigehîjînin qonaxek nu!

Hun xwe mehleze bikin, program gorîna PKK û daxwezîyên wan yên nu bona rasteyetîya Kurdistan gijdijek mezin nîne?

Berdewam bikin, eger kirin û gotin bi hevra berember nemêşin problem derdikeve li seranserî Kurdistan hemû kom û komikên sîyasî bîhnin ber çavên xwe, naha tenya li Bakurî Kurdistan nezîka deh grubên sîyasî hene, kirin û gotinê wan çiqas hevdigirin, hinek ji wan deh caran Kurdistanê didamezrînin û yêk dikin, daxawa alîyê kirinên wan va “tu tiştek” li holê tune, parçeyên din li Kurdistan ê ji rewş wusaye, mabeyna kirin û gotinan wanda bilindîya da çîyayê Ararat ê heye. Bona gelê Kurdistan vayan gijdijek nîne?

Di vî katî da eger hun min bibirsin di nava komên sîyasî yên Kurdistan da xencî PKK yê, qet tu hêzek ewqas nezîkî serxwebun û yekitîya Kurdistan nîne, qet tu hêzek ji çandî wan ji serxewbun û yekitîya Kurdistan dur nîne! Va rasteyetîya gijdij nîne û çîye?

Mehlezekin, îro li Bakurî Kurdistan gelek bajarên Kurdistanê Dara Xweserîtîyê hatê bangkirin, pêşvigarîa vê berxwedanê PKK dike, din bin navên din da tekoşîn dayîn vê rasteyetîyê nagorîne, Sultanê kerr yê paş çîyayên Kafê jî dizanî ku ew bexwedan alîyê alîgarên PKK va tête mêşan, Jinxwes û Merxwesên Kurd berxwedanek bê hempa dimeşînin, kom û komikên sîyasî yên din di rola temaşvanandanê, parlementerê HDP di rola temaşvanandane, Warê Mirovetîyê Cîzra Botan tête çolkirin, Naveda Amed ê Sur tête ruxandin, cîvînên HDP da al û alametên dagirkeran li gel portreyên Atatürk tên baxistin? Parlementerên HDP bi xeyrî çend peyamên tund di rola temaşvananda li ser kirinên dagirkeran destên xwe mizdidin, pereyê xwe hîna Parlementoya Tirk digirin, “nanê wan dixwin” û gor nirx û panavên wan bi fîkikê dixînin, hawar…. ka rumet, ka mîrovetî, ka şeref? Ma va bona Kurdan gijdijek mezin nîne û çîyê?

Seransarî Kurdistan dused salin Kurd bona mefên xwe bê rawestan tekoşîn didin, di navçeyekêda hîna agirê tekoşînekê neçuye paçan, di navçeyek Kurdistan ya din da agirekî nu vêdikeve. Li paş her şikest xwerinekêda Kurd stran û kilamên nu digerînin, berê li ser mirîyan kilam gerandin parçeyekî panavê bu, dengbêj dihatin li ser mîrovên ku çubun goça dawîyê kilam digerandin, wî/wê çikiribu, jinxwesî û merxwesîya wî/wê çibu di van lorînanda dihatin serê zman.

Dema ew alîyê yêkiva hatibun kuştin şîna wan zedetirîn dihat geşkirin, dura stranên ku ser wan dihatin geran alîyê dengbêjan va dihatin belavkirin , ji serra sedan sal derbaz dibun dîsa jî ew stran nedihatin bîrkirin, li paş her tarteleyek nu, li paş her qirqirina Kurdan da stran hatin gerandin. Di sedsalên dawîyêda panava gerandina stranên wusa Kurd gîhhandin qonaxek nu, li paş berxwedana Koçgîrîyê, ya Şex Saîd, ya Ararat û Dêsim ê, li paş berxwedana Betlîs û Mehabad ê, li ser qirkirina Zîlan û Helepçe, îro li ser Kobanê sedan stranên wusa hatin gerandin.

Bi tarteleyan were qirkirin, stranan bigerîne, carek din were qirkirin û carek din stranan bigerîne û bike hewar…. Li ser kuştinên girseyî yên xwe bîstirîne, bike hewar, bike lo lo, bike le le…. Ma va bona me Kurdan gijdijek mezin nîne? Nizanim we tu car pirsî xwe kirîye an na, carekê bo çi dagirker li ser kuştinên xwe yên girseyî kilaman negerînin û nekin hewar, nakin le le, nakin lo lo……. Ji xwe bipirsin, mehlezekın û carek din mehlezekin!!!!!

Li Bakur di mabeyna gelê Kurd û dagirkerên Tirkîya da ewe sî salan zêdetire şerek diqewîme hezaran gundên Kurdan hatin çolkirin, mîlyonan Kurd naha Rojava û Başurî Anatolîa di nava hetanê penandeyîyêda dijin, zarokên wan zmanê xwe bîrkirin, di vî şerîda “seroketîya Kurdan” PKK dike, PKK yê kîjan ava dagirkerîyê birrî? Dema pevîstê aşek bête sekinandin; ava wî aşî tête birrîn, bi birrîna avê aş disekine! Dagirkerên Tirk dijî Kurdan di nava şerekî qîrêj danê, mehlezekin aşê wan bi kîjan avê tête geran?

Tiştekî balkêşe PKK yê tu car avêk ji dagirkerîya Tirkan kêm nekir, bi kuştina çend serbazên bê payê,leşker û polezan ma ew şera dikarê dawî bê?!! Ji 1984 virda hezaran parlementer hatin Parlementoya Komara Tirkîya û çun, çen serokdewlet û serokvezîr hatin û çun, çend generalên giştî yên Leşkerê Tirkîya yê hatin û çun, ji wan kîjanî jî vî şerî zerarêk mezin dît, ji wan mala kîjanî şewitîya? Ka bêjin tu zerarêk zarokekî wan, nebîyekî wan dît an na?!

Ma we carek din dipirsim va bona Kurdan gijdijek mezin nîne û çîye, bi kuştina zarokên belengazên Anatolîa û Trakya yê şerê dijî gelê Kurd dikarê bête rawestandin? Ez dibêjim na, hezar car na, dema ava dagirkerên Tirk rastî tête qwitkirîn, ew şerê qîrêj jî bisekine, zarokên gelê Kurd û yên belangazên Anatolîa û Trakyayê ji nehin kuştin.

Di mehên dawîyêda hinek navçêyên Kurdistana Bakur darên sîyasî yên xweseritîyê hatin bangkirin, li vir jî gijdijek mezin serî didê, PKK hemû alîgarên xwe nakşîne nava vê berxwedanê, HDP û parlementerên wê sêrkerin, hemu kom û komiken sîyasî yên din li Bakurî Kurdistan rola temaşvanandanê, piranîya Kurdan li Anatolîa û Trakya yê di nava çalekîyên girseyî da nînin.

Hemu bi hevra zindî fîlimekê dinêrin; fîlima kuştina Jinxwes û Mêrxwesên Kurd, fîlima kuştin û şewitandina zav û zeçan, fîlima kuştina kalemêr û pîrejinin Kurd, fîlima ruxandina warê mîrovetî û şariztanîyê, ka vê fîlime binêrin, li ber dîmenherikanên xwe zindî binêrin, heta kenga micêza we rabike, heta kenga hun li ger dagirkeran av û adanên xwe parvabikin, heta kenga mîrovetî di bin pêyên dagirkeranda bi vî şiklî bête perçiqandin?!

Kurd di nav gijdijek din da jî dijin, gidija pîvanê. Hinek dijdarîya YNK û PDK dikin, hinek bi tundî dijdarîya PKK dikin, hinek dijarîya PYD dikin, rexnekar û êrişkar bi gotin û bangên xwe bi yêk pîvanê rêva naçin, bona hinekan li gel dagirkerên Tirk peyvendî girtin û danustandin tişekî normale, bo yê din gel Îran û Surîyê peyvendî girtin û danustandin tiştekî normale. Li vir yêk pîvan tune.

Li Bakurî Kurdistan gelek kesayet di nîvîsên xwe da dijî PYD tund dinîvîsînin, wan weku leşker û peyayên faşîzmê dibînîn, ew rexne û erişên xwe gor logîkekê pêşva dibin, pîvana ku alîyê wan va dijî PYD tête karanîn, bona PDK nayê karanîn, li Başurî Kurdistan taybetî navçeya Soran dijî PDK rexne û êrişên mezin tên kirin, kirinên PDK gor pîvanekê ji hevûdu têtin derxistin, tên eleg û bêjingkirin, balam ew kesayêtên ku vî karî dikin,   li hemer kirinên GORAN an jî YNK bêdeng dimînin. Li vir her tim serbanek û du hewa hene.

Mesela serbanek û du heweyan çîye? Dehan salan berî pêş min va mesela li Navçeya Soran ji gundîyekî Kurd bihîstî bu, gotinên vî gundî çan wekû kirasekî ji bona wan bêtin durîn:

Hun dizanin havînî Kurdistanî Başur hewa gelek germe, rojekê roja li banîya xweniyekî mezin Kurda doşekên xwe danîbune, jin û mer, kal û pîr, zaf û zeç li ser banî bune û xew dikirine. Dema Roj hedî hedî hilte dayîka mezin ya malê zu şîyar dibe, xew nakevî çavên wê, li ser banîya xwenî li quncekî buk û kwirê malê doşega xwe danîbune li quncekîda jî zava û qîza malê doşega danibune, zava nezîkî qîza malê, kwir jî nezîkî buka malê dibuye, dayîka mezin çuye orxana ser kwir û buka xwe kişandîyê û qîrîyaye, gotîye: vaye roj ewqas bilin buye û derdor germkirîyê hun hîna di nava doşegêda dirazên, ma hun şermnakin, ka cîhyê xwe rabin! Dayîka mezin dura diçe kuncê banî yê din û temaşeyî zava û qîza xwe dike, zava û qîza wê bi hevra qemitîbune, dengê xwe bilin dike û dibêje: ax va hewa îsal tu car germnebu, orxana xwe digirê û davê je ser wan, buka wê, vê kirinê dibîne û dibehîze, xwe ranagirê û dengê xwe bilind dike.

Dibêje: yêk banîyêk du hewa! Rastî jî li Kurdistan wusayê, yêk banîyek û çend hewa bi hevra hene, sîyasetmedarên Kurd, alîgarên Bizitneweyê Welatperver bi yêk pîvanekê rêva naçin, ji ber vê bêheqîyên mezin dikin û bê mane pesîra hevda digirin. Bona Kurdan va jî dijgijek mezine!

Bi vê nîvîsê min xwest bi kwirtî paradoks me, ango dijgija me binim serê zman, eger em bi hevra bikaribin ji nava dijgijîyê bê tirs derkevin, Yekitî û Serbixwetîya Kurdistan rêdaye û nezîke…

Bila tofan û xezewa Xwuda li ser dagirkeran be! Serkevtin ji bona Jinxwes û Mêrxwesên gelê mera! Warê şareztanî û mîrovetîyê Cîzra Botan, diwaroj da jî bê rawestan mîrovetîya biafirînê û bihêrikîne, bîrmekin, şansê berfê tu car li ber tava rojê tune……….

Bîşar Norşîn

Add new comment

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category