Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

Ala kesk, sorûzer, Nura Xweda li Ser

Çşm, 01/21/2026 - 18:10
Şîrove

 

hezaran sal virda, him pêça him baket car bu tewn, car bu şar, car bu bewrer car bu qolan, car bu xalîçe car bu cacimsumêr û subar, xaldî û xwerî med û hetît êşiqê wê bun dema tarî cirîya pêşta hat keti Kurdistan bi tîrêjên xwe em xemilandin bu alek kesk, sorûzer Nura Xweda xwe da ser rabin, şabin bigirin û hildin jor

zer roje sor eşqe kesk zindîbun, spî pakbune him serê xetê him binê xetê him erdê him ezmanan tîrêjên Nurê bi ala kesk sorûzer gihiştine destên we zu bigirin û hilden jor

kela Ahmede û bircên wê sed salan virda hevîya wêne Şexê Şexan Saîdê mezin, Serdarê bê tirs Xalid Begê Cibrî bînin bîra xwe û ala kesk sorûzer Nura Xweda xwe daye ser hilden jor

hildin jor Ezîzan gotara Serdarê Komara me bînin bîra xwe û hildin jor çi gotu bu Pêşava: tu îro li vir sibe seranserî Kurdistan bakevî ew kat naha hatîyê werin Mehabadê wê paşila xwe derxînin û bê tirs hildin jor

qîzika Kirmanc veyvika Dersimî ra urze seweta xatirê Bavê Merdan Pîrê Pîran Seyîd Rizoyê nemir weku dismala veyvê to bije ala kesk surûzer nura Heq li ser berzke

xalet, metê, pilkî min metirs du gavan pêşta were, ew al weku şara serê te dîyarîya bav û kala rumeta koma meye, bê tirs bigre destê xwe û hilde jor

xalo tu çi li wê bêdeng sekînî, ma wexta rawestaneyê ka were lay me qîret ke ala kesk, sorûzer nura Xweda li ser bigire destên xwe û merxwesî hilde jor.

xwerzî, brazî, kurmam, kurmet, pisxaltî, jinbra ka hun jî werin ew govend govenda hezar salane, ala kesk, sorûzer, nura Xweda li ser bigirin destên xwe û bi hevra veşînin baxînin rakin û hildin jor

domanên şîrîn mindalên hêja zarokên çavhedar roj roja weyê, cejn cejna we ewe mizgîna hezar salî gîhişt destên weala kesk, sorûzer, nurek Xweda ye xwe daye ser bigirin destên xwe û hildin jor

Omeda Mihammed Mistefa, ya Îsa û ya Musa ji Pîxamberê Nurê virda bu berçema Xwedanas, Xêrxwez û Merdanan,ma hun çi sekinîne ala kesk, sorûzer Nura Xweda hezaran sal virda li ser bigirin detên xwe yêkbin bona aşitî, bratî û serfirazîyê hildin jor

Necoyê mezin, Xeyrî û Ferhad, Şêr û Pilingên Kurdistan soz dan û gotin Em ji nava we bin, Alîşêr û Ferît bi dengê tembura xwe ezmanan kwin bikin, deng û qîrîna wan weku mizgîn bigehîje komên serê stêrkan ala kesk surûzer nura Xweda li ser hildin jor

Husenê Mezgirtî Buka Kurdistan Necla li gel Kulîlka Newrozê Husenê Şen sergovendîne Mamê Rîşa û Fuat Sultanî slav rekirinê serê govendê bernedin bila erd û ezman bin lingên weda bilerze dinya bizene hun kîne û çine bi eşqa xwe,evîna xwe, bi dengê xwe yî xweş bistirên, ala kesk û sorûzer Nura Xweda li ser bigirin destên xwe û hildin jor.

Qîzîka Laçîni Kwirikê Gencê ka li wê çavan xwe meqirpîkînin meşa Barzanîyê nemir bînin bîra xwe, ma Agrîyê hindik baketîbu Îhsanê bejn tenik serdarê serdaran hevîya we ye werin vî alî ala kesk, sorûzer Nura Xweda li ser bigirin destên xwe û hildin jor

hildin jor heta Kurdistan Serbixwe,Azad û Yêk be hildin jor heta ser axa me yêk dagirker, bêbext û noker nemîne hildin jor bona mîroveti, Xwenasî û Xwedanasîyê hildin jor bi hevra bi pirdengî û pirengî ala kesk, sorûzer Nura Xweda li ser

hildin hildin hildin hildin jor ..............

Bîşar Norşîn

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category