Skip to main content
Time to read
36 minutes
Read so far

BONA YEKITÎYA KOMARÊN KURDISTAN Ê PEŞTA! DU BELA, DU  ŞOMÎ LI SER SERÊ KURDAN, LI BAŞUR MUÇEGÛZAR LI BAKUR KOMPRADOR!

Mon, 06/18/2018 - 21:47
0 comments

BONA YEKITÎYA KOMARÊN KURDISTAN Ê PEŞTA!

DU BELA, DU  ŞOMÎ LI SER SERÊ KURDAN, LI BAŞUR MUÇEGÛZAR LI BAKUR KOMPRADOR!

 

Şomî û bê oxirîyek mezin li ser ezmanên Kurdistan da daketîye, li Başur muçegûzar li Bakur kompradorên Kurd bune bela serê gelê Kurd û weku kwilêrekê gelê Kurd hundirva dixwin, ew gav bi gav netewa Kurd bervbi mirin û tunekirinê dimeşînin, ew weku nexweşîya pênçeşêrê weku çorek bê derman ketina nava koma me  û her roj axa me, panava me, zmanê me û dîroka me jahrî dikin! Çare çîye? Xelkê Kurd li seranserî Kurdistan xwe çawa ji wê tengavê rizgar bike? Xelkê Kurd bona diwarojekî pak  çawa rêkeve û çawa xwe rêzbixîne, rola Cîvanên Kurd di vê pavejoyda  çîye û çibe? Mîrov dikare di mêjuyê xwe da rahmanan bizivirînê bîne û bibe, şunda û peşta bifikire, ji dîroka xwe û dîroka gelê cîhanê sud werbigire û di nava şewatê da, di nava agir da, xwe nuva biafirîne;  carek din bi cîwan, xwirt, heş serî û bê tirs rêkeve!           

Eger cîwanên Kurd  bona bersivdana van pirsana pîçek serê xwe biêşînin, ji bin tesîra heşmedarên komprador û muçegûzar derkevin û her roj helîyekê li ber xwe bigirin û  bi xwe binêrîn; dikarin bigehîjin asoyek kwur û fireh, dikarin  xwe bi biskên diwaroja xwe va biqemitînin, dikarin demek kwirt da li Başur muçegûzaran, li Bakur kompradoran ser pişta xwe bavêjin jêr û berê xwe bidin serbixweyetîyê.

Birmekin rind an xirab hemu bizutneweyên kû mora xwe dîroka mîrovetîyê xistina di nava deh salan da  berz bune, rêketine  li ser axa welatekî an ji li ser parzemînekê xwedî dar bune, hikûm kirine, destseleyedarî û sermîyanî wan deran girtine destên xwe.  Bawerim naha dora  cîwanên Kurdistan hatîyê, ew dikarin xwe bi şîveyekî modern rêxînin, di nava deh salan da Kurdistan ê yek, azad û serbixwe bikin! 

Bîrmekin di kirinên muçgûzar û komparadorên Kurd da tu xêrek bona Kurdistan tune,  ew dîroka me da her tim vizikên dordora qwîna dagirkeran bun, diwaroj da jî wusa bimînin û dev jî vê panavê bernedin!

Ewe ji du sed salan zêdetire Gelê Kurdistan, Netewa Kurd di nava şerekî dijwarda jîyana xwe berdewam dike. Li hêlekê berxwedanek rêdikeve, helên din yên Kurdistan, Kurd dikevin nava bêdengîyê, dura Kurd helên ku heta wî katî bêdeng mane dikevin nava çalakîyan, ew berxwedan û serhildanên nû rêdixînin, vê cara hêlên din temaşeyî wan dikin û bi wan ra weku bînêr dimînin, va heta kenga bi vî şiklî berdewam bike? Kurd çawa peşîya vê astengê bigirin? Kurd û gelên Kurdistan çawa serkevin? Li ser gilovera me  cîhyê Kurdan ku ye û rolan wan çîye? Çawa Konsepta Dijî Kurdan bête parçekirin, Sosyolog ê mezin Îsmaîl Beşîkcî di zmanê Tirkî da Konsepta Dijdarîya Kurdan ra dibêje „Antî Kürt Nîzami“, erê va „Antî Kürt Nîzami“ çawa bête hûr û hewar kirin?

Li Başurî Kurdistan gelek buyerên nû pêkhatin Muçegûzarên Kurd carek din ji nîvî zêdetir axa Başurê Kurdistan ê; dan bin bandura dagirkerên Iraq ê. Yekitîya dijî Kurdan carek din di bin serdarîya Komara Tirkîya da mêşîya, Peymana Sadabad (1937), Peymana Bexda dê (1955, dura bu CENTO) û Peymana Cezayîr ê (1975) bi destên Komara Tirkîya ji gorê hatin derxistin û nuva  dijî Kurdan hatin zindîkirin. 

Di bin serdarîya Komara Tirkîya û piştîvanîya Komara Îslamî ya Îran ê, Komara Iraq ê dijî Kurdan carek din bu cinawirekî mezin û rêket. Wan demek kwirt da jî nîvî zêdetir axa Kurdistna a Başur girtin bin kontrola xwe, berê Kerkûk dura Şengal û gelek navçeyê din yên Kurdistana Başur ketin bin kontrola dewleta Iraq ê û Sergerdeyên Komara Îran ê, hun bêjin Heştî Şebî. Tora Muçegûzarên Kurd û Tora Sîxurîyê li vir rolekî qîrêj girt ser milên xwe, wan „bi xençerekî jahrî“pişta gelê Kurd da dan. Muçegûzarên Kurd bêbextîyek mezin kirin, gelê xwe bona mislehetên xwe yê rojanî kirin alif û firotin.

Li Bakurî Kurdistan ewe nezîka çil salayê di mabeyna Gelê Kurd û dagirkerên Tirkda şerek berdewame, di çil salîyên dawîda cangorîyên ku Kurdan li Bakurî Kurdistan dan, ne Kurdistanek, çil Kurdistan dikarin batana damezrandin, daxawa wusa nebu, destekî tarî di bin sitarîya PKK da hefsarê Bizitnewa Netewî ya Kurdan li Bakur da destên dagirkerên Tirk. 

Mîrovên weku Doğu Perînçek, Yalçin Küçük û Yaşar Kaya ji jorda bi xîvetbazê dihatin berdan û ew xafilda bi Kurdan ra dibun, dost, heşmedar û serok, PKK ya ku di serî da bona Kurdistanek Serbixwe, Yêkhev û Demokrat rêketîbu bona Kurdan dibu makîneya pincirandinê, alîkîva Partîyên legal yên weku HDP, alîyê din va PKK bi xwe, bona Kurdan rola makînayek wusa digirtin ser xwe,  bê zedekirin ew dibun makîneyên pincirandinê. Dot û Xortên Kurd, gelê Kurd û dostên wan bona xeyalên vala dihatin bezdandine, heza Kurdan dihat çar û çurkirin, Kurd weku gel, wekû netewe hedî hedî ji holê dihatin rakirin û ew bervbi tunekirinê dihatin mêşandin. Tiştên kû gelên dinê yên din ra weku maf dihat dîtîn, Kurdan ra dibu tomet! 

Kurd ji mafê carenus dihatin durxistin,dihat gotin ku; dema dewletbunê derbaz buye, Kurd pewîst nîne ku Dewleta xwe ya serbixwe bidamezrînin, Kurd dikarîn di nava sînorên dewletên heyî da bigehîjin xweserîyek demoqratîk û bikaribin xwe di nava van dewletan da bi aramîyê  rêbixînin û bimeşînin! 

Dihat gotin ku; dema gelên Tirk, Ereb û Fars dibin demoqrat û aşîtîxwez, Kurd jî dikarin  demoqratbun û aşitîxwezbuna wan bigehîjin mafên xwe, va dibu mesela „Pîrê nemir bihar tê“ bu!

Muçegûzar li Başurî Kurdistan di dengdana 12 Gulan 2018  ya Iraq ê da amade bun, wan zêdetirîn xwe di bin sitarîya PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Nivşê Nû û Hevpeymana Demokrasî û Dadperweriyê da vêşartin. Muçegûzaran bi vî şiklî biryara gelê Kurd kû bi referanduma dawîyê hatibu dayîn binpê kirin. Li Kurdistanî Başur Gelên Kurdistan bi referanduma dawîyê biryarekî taybet girtin, wan xwest hedî hedî berê xwe bidin serbixweyetîyê û temamîya Kurdistana Başur di bin nîrya Dewleta Iraq ê derxînin, daxawa tora muçegûzaran li gel dagirkeran peşîya Gelê Kurdistana Başur girt, wan  li vê heremê weku qwilêrek pençeşerê Koma Kurdan di navda xwerin.

Amadekarên referandumê û dilsozên Kurdistan kû; dilê xwe da serbixweyetî dixwestin rola muçegûzaran baş negirtibun ber çavên xwe, wan bawernedikir ku, sîstema muçegûzarî û mûçegûzaran li Kurdistanî Başur ewqas hêz û rêketîye!

Muçegûzaran di jîyana xwe da rojekê karnekirî bun, wan  her tim jîyanekî parazît ajotubun, bona dewletbune wan tu car şert û merc amadenekirîbun û xwe bi vî şiklî rênexistîbun. Li Herema Kurdistan ê Sîstema Baasîyan, Sîstema Sadam Husen ê Tîrkîtî bi şiklekî din xwe dida berdewam kirin. Dema  dara sîyasî ya Baasîyan li Kurdistanî Başur dihat ruxandin, hevîya Gelê Kurdistan mezin bu, hevî ew bu ku; Kurd li ser vî  parçeyî Kurdistan xwe bi nuva biafirînin û demek kwirt da bigehîjin duşa neteweyên pêşkevtî yên modern, derfet zêdetirîn hebun. 

Derfetên ku li paş ruxandina Sadam Husen ê Tîrkîtî derketin holê bi şîvekî xuwerdanê  hatin çar û çur kirin. Kompradorên Kurd xwe avitin ser Sîstema Muçegûzarîyê û xwestin vê jîyanê bi xwera bikin panav. Sazîyên kû bona dewletbunê hevcebun nehatin avakirin û nehatin xwirtkirin, Parlementoya Herema Kurdistan ê xwirt nekirin, xwe ji panava çetepartîbunê rizgar nekirin, ew ji hetanê çetepartîbunê derneketin. Berî ruxandin û avitina Baasîyan ji Kurdistan a Başur hebuna Pêşmergê û Partîzanên partî û bizutneweyên sîyasî tiştekî normal bu. Pêşmerge û Partîzan çi yê PDK, çi yê YNK, çi yê PASOK û çi yê komikên sîyasî yên din bun dîrokekî qehremanê di paş xwe da hiştîbun, Peşmergeyan ji Komara Kurd ya Mehabad ê virda hebuna xwe paraztî bun. Berî ruxandina Sadam  Pêşmerge gihîştin astek taybet, di bin sitarîya Bereyê Kurdistan da bona yek kirina Pêşmerge gavên dîrokî hatibun avitin,Kurd bi vî alîva bi berv serketinê çubun. Dema PDK û YNK hevketin, dema ew ji PKK ra ketin nava şer  û despêkî şerê birakujîyê kirin, ew ji vê armancê durketin!

Bi vebun û damezrandina Parlementoya  Herema Kurdistan ê Kurdan mecalekî dîrokî destên xwe xistin, pewîst bu bi lingekî zu hemu hezên leşkerî yên Kurdan bikevin bin kontrola Parlementoya Kurdistan ê, bikevin bin Fermandarîya Gihîştî ya Pêşmerge. Pewîst bu di bin kontrola  Parlemtoya Kurdistan ê da yêk polis û yêk paraztin bête avakirin. Pewîstbu temamîya Pêşmerge, Polîs û Paraztinê  ji bin kontrola Partî û komikên sîyasî batana derxistin!

Li ser daxwezî û rêvabirina Parlementoya Kurdistan ê pewîst bu Sîstema Bacgirtin ê batana danîn.Pewîstbu her hemwelatîyekî Kurd li vê Heremê gor, taqet, dewelemendî û malûmilkê xwe bacê bidê Dewleta Herema Kurdistan ê. Bona bacgirtinek sîstematîk pewîst bu Kurd dev jîyana parazîtbunê berdin û bi destên xwe bixetînin, hun bêjin hilberînin. 

Berkû ew ji jîyana parazîtbunê bêtin rizgarkirin, pewîst bu erdçinînek xwirt bête kirin, pewîstbu pez û dewar bêtin xwedî kirin, pewîst bu ajalên bi per bêtin xwedî kirin, pewîst bu gel bi danîna darûbera  û  li wan xwedî derketinê biketa nava jîyanekî aktîv, biketa nava xebatek mezin, pewîst bu Kurdistan bibe ambarek mezin ya zat û qut, bibe ambarek mezin ya sewze û feqîyan, pewîstbu bi xwedîkirina heywana Kurd destpêkî bazirganîyek mezin bikin. Kurdistan welatekî avîyê, gelek hêlên Kurdistan ê av diherike, vala digehîje çemên Kurdistan ê, bi tene ava vexwerinê ya Herema Kurdistan ê, Kurdan dikarîyan dewlemendîyek mezin bi destên xwe bixînin. Kurdan dikarîyan derxistin û purkirina binerdên Kurdistan ê hesin û metalên hewce yê din bi xwe hilberînin. 

Bona van tiştana şert û merc zêdetirîn li Herema Kurdistan a Başur hebun. Bi erdçinînê, bi danîna dar û bera, bi derxistin û purkirina binerdan, bi xwedîkirina heywanan, Kurd dikarîyan serbilind û hêz bibin. Sîstema bacê, hemwelatîyên welatekî him dike xwedî maf, hun bêjin xwedî heq him jî dike xwedî kar.

Muçegûzaran gelê Kurd xapandin, xeyala wan da tu car damezrandina dewletekî serbixwe tunebu, diwaroj da jî daxwezîyek wan ya wusa tunebî! Alîkîva bêje ez dixwezim bibim dewlet, alîyê dinva here ber Dewleta Iraq ê lepê xwe veke û bêje „muçe“, bêje „muçe“ bidin min! 

Sîstema Baasîya li ser sîstema Muçegûzarîyê ava bibu, hemweletîyên Iraq ê di bin ala Baasî ya da  xwedî jîyanekî parazît bun, kem kesa aktîf bi ked û xebata xwe jîyana xwe serbixwe didomand. Dewleta Iraq ê bê pere, ard, run, şekir, nift dida hemwelatîyên xwe, bi bihayek sîmbolîk kerîbar difirot wan. Baasîyan ji salan virda hemwelatîyên Iraq ê kiribu nava jîyanek parazît. Gelê Iraq ê jîyana xwe bi leşker bune, bi polîs bune, bi sîxur bune, bi mamoste bunê û bi dewletêra karmend bune didomand. Yên ku van karana dikirin li ser pişta dewletê dijîyan, bê dewlet û bê van karana ew demek kwirt da diketin nava ax û zarîyê, dibun masîyên bê av. Vê rewşê li Kurdistanî Başur bi şîvekî din  xwe da jîyan. Gelek hemwelatî ne tenê dewletêra, partî û komikên sîyasî ra dibun „Pêşmerge“, dibun polîs û dibun parazkar, hun bêjin sîxur, hinek bi van karan jî nediman, ji jêrzemînî Tirkîya, Îran û Iraq e ra dibun mamur /memur, hun bêjin sîxur!

Dema dewletik ji hemwelatîyên xwe bacê distîne, li hember hemwelatîyên xwe dikeva bin berpirsarîyekê, dikeve bin barekî. Dema dewletik ji hemwelatîyên xwe bacê nastîne;  di rasteyetîyêda hemwelatîyên xwe ra; xwe berpirsîyar nabîne, yen ku dewletê kontrol dikin gor mislehetên xwe rêva diçin,  ew xelkê di bin xwe da weku xidam û xulam dibînin, bona wan gel nezane, xizane, belengaze û koleye. Hemwelatîyên dewletik wusa, gor fîkik qwitana serdestan radibin û rudinin, ji wan û zarokên wan her tim bona cangorîbune amadebun tête xwestin. 

Dema Baasîyan da Iraq ê dewlet dûr û dirêj li ser vê bingehyê jîya. Li paş ruxandina Dara Baasîyan sîstema muçegûzarîyê li Başurî Kurdistan ji holê ranebu. „Serdestên„ Kurd ew sîstem jî holê ranekirin, gelê Kurdistana Başur bona rakirin û qedexakirina vê sîstemê neket nava çalakîyan, bi şiklekî pere dihat û pere diçu, zanîn an jî bê zanîn Sîstema Baasîyan weku mînak dihat girtin. Daxawa mînak her tim çend niqira di ji orîjînalan xirabtir dibun. Sîstema Muçegûzarîyê li Başurî Kurdistan ji Sîstema Baasîyan xirabtir dibu.

Muçegûzarî ji Başurî Kurdistan ji hole ranebu, PDK, YNK û hinek komikên sîyasî yên din; ew sîstema dan berdewamkirin û jîyan. Di nava 27 salan da li Başurî Kurdistan Sîstema Muçegûzarîyê ji sîstema Baasîyan xirabtir cîhyê xwe girt û gelê vê heremê her alîva xwer û weku ejderhayekî daquland, gendalî bona Koma Kurdan bu keşeya herî sereke. Berkû Dewleta Iraq ê di destên destseleyadarên Kurd da nebu ew her tim Dewleta Iraq ê ra giredîyî man bû bun berlepî, ew ne tenê li ber Dewleta Iraq ê, li ber Dewleta Komara Tirkîya û li ber Komara Îslamî ya Îran ê jî berlepî ketin û ketin nava peyvendîyên bêrûmet. Dema wusa dibû li Başurî Kurdistan şert û mercên dewletbune nediman, ew ji binva jihejîyan û diketin nava hatûbatekê.

Gelê kû bona her xirabîyê berê Baasî û Dagirker berpirsîyar didîtin, edî bona xirabîyên heyî destseleyedar û sermîyanên Kurd berbirsîyar didîtin, Bizutneweya Goran serî da hinekanra bu hevî, mixabin demek kwirt da ew jî yên din çun û ji ber vê tu alternatîfekî sîyasî  ya hêz li Başurî K;urdistan nema. 

Parlementoya Kurdistan hate maşilkirin, Pêşmerge nikarîya bibe yêk, paraztin nebû yek, polîs nebun yek, berpirsîyarên van sazîyan fahmnekirin ku; dema di bin sitara dewletekê da partîyêki sîyasî, komek sîyasî an jî komikek sîyasî gor hêza xwe dibe xwedî leşker, polîs û paraztin; ew ji xeta partîyekî sîyasî,  ji xeta komek sîyasî an jî ji ji xeta komikek sîyasî durdikeve, dijî piranîya gel û dewletê dibe çete partî, dibe çete kom an jî dibe çete komik, hun dikarin gavek din pêşva biçin û wan ra bêjin Partîya Sergerdeyan, Koma Sergerdeyan an jî Komika Sergedeyan. 

Welatekî normal ya xwedî dewlet (Dewletên Federal jî di navdanê) dema partîyekî sîyaî nakevî bin kontrola dewletê û gor desturnama wê dewletê namêşe, taf ew partî tête girtin, tête feşilandin hemu berbirsîyarên wî partîyê têtin dadkirin. Daxawa Kurdistana Başur partî, kom û komikên sîyasî xwe nedan bin sîhya dewleta Federal ya Herema Kurdistan ê, wan bi giranî berê xwe dan partî çetebune, xwestin bibin Partîyên Sergedeyan. 

Bê guman naha ew van gotinên min tekez bikin,  ew bi yek dengî bi hevra biqîren û bêjin va neraste. Va nêrîna min bona min jî janek mezine, dema wusa dibêjim dilê min disoje û kezewa min dişewite, daxawa kirinên wan, vê gotina min hezar car rast derdixînin, wan Parlementoya Kurdistan maşilandin û berê xwe dan sergedeyetîyê!

Destseleyedar û Sermîyanên Kurd yên Herema Kurdistan ê çandî gendalên Iraq ê qîrêj û pintî bun, bi tora gendalîyê hinek kesayêt qelew û stur bun feqet li Başur piranîya gelê Kurd jar û belangaz ket, Sîstema Muçegûzarîyê îflaz kir, sîstem keti nava gengaşîyek mezin, Parlementoya Herema Kurdistan bu tabela û demek dur û dirêj bi nav ma, di maybeyna partî û komikên sîyasî yên Kurdistan da pozberîyên  tûj yên mezin serî dan, jîyanekî serbixwe“ hun bêjin jîyana sergedeyêtîyê, ya partî û komên sîyasî  bejn da, ji wan her yêkî bona xwe jîyanek dirust kir, hinek ji wan  bi Komra Tirkîya ra ketin nava peyvendîyan, dagirkerên Tirk ra bun şerîk, hinek ji wan bi dagirkerên Îran ê ra bun şerîk û li ser Îran ê va karê bezirganîyê kirin, hinek ji wan nûva zivirîyan ser Iraq ê û xwestin bi destseleyedarên Iraq ê va bêtin girêdan. 

Li vir min dixwezim janek mezin bînim serê zman Muçegûzarên me yên Herema Kurdistan ê  xwe bi dagirkerên Tirkîya û Îran ê ra şerîk dîdîtin, di şerê Kerkukê da carek din derket hole ku dagirkerên Tirkîya û Îran ê yên me bi xwe ra xidam, xulam û  wekû peya dibînin.  

Mîrovên weku Îlknur Çevîk ku; xwe bi endamê tora sîxurên Tirkîyayê ye perdeya ber rûyên xwe daxwist jêrê û rûyê xwe pas kirin, wan rûyê xwe yên rastî da dîyarkirin. Dema Kurdên me li Herema Kurdistana Başur biryara referandumê girtin, dagirkerên Tirk, Ereb û Fars carek din rûyê xwe yê rastî nîşandan,  di vî katîda me carek din dît ku kî dûşa kêraye? Mîrovên weku Îlknur Çevîk Sofrayên Kurden muçegûzar û nanê Kurdan zu bîrkirin!

Di sala 2003 da dara sîyasî ya Sadam Husên bi alîyê Emrîka û Hezên Hevpar va hate ruxandin, Hezên Baasîyan 21 rojan berxwedan, bi dîlkirina Sadam Husên xewn û xeyalên Baasîyan dawî hatin, dema  di sala 2005 da bona hilbijartina parlementoyek nû li Iraq ê dengdan dihat mêşan Sazîyên Sîvil yên Herema Kurdistana Başur bona referandumê sandiq didan danîn û encamêda nezîka 2 mîlyon deng bona serbixweyetîyê berhevdibun, Sazîyên Kurdistan ew dengana Yektîya Netewan ra rêkirin û bona Mafê Carenus yê Kurdan ji Yekitîya Netewan helwestik xwestin, dengdarên  Herema Kurdistan di vê katî da %99 bona serbixweyetîyê dengê xwe dabun, Hukumeta Herama Kurdistan va encama kir çavîya dolaba xwe û top serxist, bona vê encamê gavên sîyasî nehatin avitin, gel û herema Kurdistan Başur bona serbixweyetîyê nehatin amadekirin. 

Di referanduma dawîyê ya  fermî da ji dengdarên Herema Kurdistan ê % 72,16 (Hinek çavkanîyên Kurd dibêjin %76)  amadebun, eger em gor %76 reva biçin, derdikeve hole ku 3 mîlyonan zedetir (sêmîlyonçilhezar) hemwelatî çune ser sanduqan û dengê xwe dane. Eger em %92 yê sêmîlyonçilhezar bihemcirin jimara 2.796.800 derdikevî holê. Vatê te vê maneye ku 2.796.800 hemwelatîyên xwedî deng, bi serxwebunêra „Erê“ gotine, 243.200 hemwelatîyên xwedî deng yên çune ser sanduqan û bi dengê xwe, serxwebunêra „Na“ gotine. Eger herema Kurdistana Başur 4 mîlyon hemwelatîyên xwedî deng hene û ji wan tenya 3.040.000 çune ser sanduqan û dengê xwe dane, şunva  960.000 hemwelatîyê yên nedengdayî dimînin. 

Gavek din pêşva biçin; bêjin, hemû yên ku dengê xwe nedanê dijî referandumêne û serbixweyetîya Kurdistan naxwezin, ew li gel 243.200 hemwelatîyên bi dengê „Na“ dikin 1.203.200 kes.Gor vê analîze  bona serbixweyetîyê 2.796.800 hemwelatîyan „Erê“, 1.203.200 hemwelatîyan „Na“ gotinê.

Gor Navenda Hilbijartinê ya Herema Kurdistan ê nezîka 4 Mîlyon hemwelatî xwedî dengin, eger ji wan %76 an dengê xwe dane û ji yê dangdayî %92 an,  ji serxwebunera „Erê“ gotine, jimara 2.796.800 encam dide. Gor vî  hesabî 2.796.800  dengdaran li Herema Kurdistan ê bi serbixweyetîyêra „Erê“ gotine,  bi vî awayî wan bona diwaroja Kurdan  dokumentekî morkirî kirine berika Netewa Kurd, her çiqas di fermîyetê da dijminên gelê Kurd vê encamê nasnekin jî, seranserî dinyayî tu sîyasetvanekî heşserî û tu sazîyek nikarê vê rasteyetîyê nebîne û çavên xwe bi vê rasteyetîyêra damilandî bêle, Gelê Kurdistana Başur serbixweyetî xwest, di sala 2005 da sazîyên sîvîl yê Kurdistana Başur ji 2 mîlyonan bêtir deng jo bona serbixweyetîyê berhevkiribun û dabun Yekitîya Netewan (UNO), di referanduma dawîyê da wan bona serbixweyetîya xwe nezîka mîlyonekî  dengê xwe zêde kirin. Min 960.000 hemwelatîyen xwedî deng  ku neçune ser sanduqan li ser hesabê „Na“ ra hêmcirandin; va neraste, ez bawernakim ku; yên neçune ser sanduqan %100 xwedî dengê „Na“ bin!

Bona Kurdan va ecamekî dîrokî û serketî bu. Dîyarbu kû: xelkê Kurdistan a Başur serbixweyetî dixwest, daxawa rêvebirên partî û komên sîyasî yên vê heremê bona serbixweyetîyê amade nebun, çokên wan dilerzîyan û wan pesîra xwe dabun destên dagirkeran. 

Gelê Herema Kurdistan ê û gelên Iraq ê dengdana dawîyê ya Iraq ê da hemu partî, kom, yekitî û bizutneweyên sîyasî rezîl û rusva kirin, ji hemu dengdaran tenya %44,50 çun ser sanduqan û dengê xwe dan, ji dengdaran %55,50 neçun ser sanduqan û dengê xwe nedan, bi bêdengî Xelkê Iraq ê û Kurdistana Başur destseleyedar û sîyasetvan protesto kirin, gotin bese, em naxwezin rûyê wê gendalan û dizan bibînin! Gotinek me Kurmancan heye; hinekanra dengê vizikekê zêde te, ji hinekanra dengê saz û pîkan (def û zurnê) kem tê!

Eger ew rewş bi xal û xal bête şîrovekirin, hun bêjin bête eleg û bêjingkirin dimenekî wusa derdikeve holê:

1-Destseleyedarên Kurd, hun bêjin piranîya çîna sîyasî ya Kurdan bona dewletekî serbixwe amade nebun, eger ew amade buna, wan di nava 27 salên dawîyê da Dewleta Herema Kurdistan ê xwirt dikirin, Parlementoya Herema Kurdistan ê xwirt dikirin, sîstema dengdan, hilbijartin û legîtim (meşrû) bune xwirt dikirin! 

Partîyên sîyasî yên weku PDK,YNK û Bizutneweya Goran hevketin, ketin nava pevçun û şerekî bê mane, ew neketin bin kontrola Parlementoya Kurdistan, wan go ku; ez û ez! Wan Hukûmeta Kurdistan xwirt nekir û Parlementoya Kurdistan bi ser xwe ra nedîtin, ew ji panava çetebune durneketin, min jor jî gotu bu berî hebuna Parlemento û Hukumatek legîtîm dikarin partîyên sîyasî yên ku bona rizgarîya netewî ya welatekî rêketine xwedî leşker, paraztina jêrzemînî an jî xwedî polîs bin, dema Parlemento û Hukumata legîtîm derdikeve hole pewîste hemu  partî, kom û komikên sîyasî bikevin bin kontrola parlementoya xwe û hukumata wî welatî ya legîtim xwirt bikin, yên ku bi şiklekî din dimeşin, leşker, polîs û paraztina xwe ya jêrzemînî nadin bin kontrola hukumata legîtîm, berê xwe didin sergeyetî û çetecetîyê. 

Daxawa berpirsîyarên PDK,YNK û hinek komên sîyasî yên din xwe kirin cîhyê dewletê, xwe li ser Parlementoya Kurdistan dîtin. Bi vî alîva biryara referanduma dawîyê bona dewletekî serbixwe nakogîyek mezin bu, gor vê revşê pozberî bu, çan Fars dibêjin tezat bu. Dewletbun tenya bi propaganda û ser kaxezê nabe, dema te xeyal buna dewletê kir, pewîste tu jîyana xwe ya rojanî gor dewletbunê bimeşînî, eger parlemeto û hukumata te heye pewîste tu wan xwirt bikî û wan bi ser xwera bibînî û bikevî bin kontrola wan!Parlementoya xwe xwirt meke dengdan û legîtîmbunê xwirt meke, partîyekî an jî komek sîyasî derxîne ser parlementoyê xwe, dura jî biryar referandumê û dewletbunê bigir, ma va nakogîyek mezinin nîne, sîyasetik nerast ya çewt nine?!

2-Eger tu di dilê xwe da rastî dixwezî bibî dewlet, pewîste ku tu yek leşkerî, yek polîsî, yek paraztinekê bi xwera bikê armanc, pewîste hemu hemwelatîyên kû dibin 18 salî, çi dot bin çi xort  kêmasî 2 salan bona paraztina welatê xwe bibin leşker, hun bêjin bibin Pêşmerge. Pewîste bona diwarojek pak ew betin perwerdekirin, pewîste ew bigehîjin çand û panavekî welathez, mîrovperwer û parêzkarekî bê tirs. 

Pewîste rêxistinên leşkerî yên partî û komikên sîyasî bêtin qedaxekirin. Berî referandumê muçegûzarên me gevekî wusa jî neavitin, wan leşkerê xwe hun bêjin „sergedeyên“ xwe rêvabirin. Min jor jî gotubu, di şerê rizgarîya netewî de dema hîna parlemento û hukumatik hevbeş tune; partîyên ku di vî şerî didin mecburin, xwedî leşker bin, mecburin xwedî polîs bin, mecburin xwedî paraztinek jêrzemîni bin, mecburin xwedî gerîla û partîzan bin. Dema Parlemeto vedibe, dema hukumatik hevbêş tête hilbijartin edî hebuna leşker, polîs û paraztina partî û komikên sîyasî nabe, ew tên belavkirin û nuva di bin kontrola dewletêda têtin meşandin. Partî û komikên sîyasî tenya karê sîyasetê digirin ser milên xwe û gor hêzbun û tora rêxistina xwe an hukumatê digirin destên xwe û dibin serdar û dewletê rêvadibin an jî dibin dijdar (opozîsîyon), îşaretî kemasî, xirabî û nerastîyên serdaran dikin.

 Mabeyna berî şorişê û li paş şorişe, berî rizgarîya netewî li paş rizgarîya netewî, mabeyna xwedî parlemento bun û ne xwedî parlementobunê çandî erd û ezman ferq heye. Li paş şorişê eger komek an partîyekî sîyasî nekevî bin kontrola dewleta xwe;  legîtîmbuna xwe wanda dike, li ser bingehya heqîyê şert û mercên hebuna xwe ji holê radike û berê xwe dide komsergedebune. 

Berî referandumê pewîst bu hezên Pêşmerge batana yek kirin û temamîya Pêşmerge, polîs û tora paraztinê biketa bin kontrola Serdarîya Kurdistan ê (Hukumata Kurdistan ê). Muçegûzarên me ew gava neavatin, wan di nava 27 salan da berê xwe dan komsergetîyê!

3-Berî referandumê ji salan virda pewîstbu sîstema bacgirtinê batana danîn. Pewîstbu hemu hewelatî gor sermayê, mal, milk, bezirganî û xetandina xwe bacê bidin dewletê. Dewletekî bê bac tu cîhyekî dinyayê tune. Pewîstbu hemwelatî bona dewleta xwe bikevin bin bar, dewlet jî hemwelatîyên xwe biparezî û jîyanekî aram ya rast û dirûst pêşkêşî wan bike. Dewlet bi hemwelatîyên xwe dibe dewlet, li ser bingehya heqîye  dewlet dikare hemwelatîyên xwe di nava ajitîyê da bide jîyan. 

Ji ber vê dewlet pewîste bona hemwelatîyên xwe xwedî berpirsîyarî be, hemwelatî jî bona dewleta xwe berpirsîyar bin! Eger bac girtin nebe, eger hemû zêr, zîv, dövîz û berdên giranbiha di kaseyekêda, hun bêjin di navendekê da berhevnebin mîrov nikarê bona dewletbunê gevekî rast bavêje, dema em muçegûzarên xwe dinerin berî referandumê karekî wusa nehatîyê kirin, piranîya wan ji Tirkîya Îran û Iraq ê bi xwera şerîk girtine û „sermayeya“ xwe dane bin kontrola wan, pereyê Kurdistana Başur ku Halk Bankasî yê da hatîyê razandin bînin bîra xwe, dagirkerên Tirk dema referandum bu taf dest dan ser vî pereyî, destseleyedarên Tirkîya gotin emê yek qwirişekî nedin Kurdan, eger mecbur man em vî pereyê yekser bidin dewleta Iraq ê.

4-Berî referandumê pewîstbu bingehya erdçînînek xwirt batana danîn. Pewîst bu hemwelatîyên Herema Kurdistan ê bi destên xwe bixetînîn, zat, qut, feqî, sewze û hemû cureyên adanan bi destên xwe hilberînin û wan depo bikin, pewîstbu di depoyên Herema Kurdistan da xwerin û vexwerina salan batana berhevkirin. Muçegûzarên me her alîva rê li ber xetandinek xwirt girtin, wan xelk bi firotina niftê xapandin, gotin em welatekî niftêne, Kurdistan li ser behra niftê avjenîyê dike, em dikarin hemû cûreyên adanan bi perê xwe ji derva bikirin. Bê rûmetîyek mezin heta feqî û sewze ji derva hatin kirîn,  Îran û Tirkîya hatin dewlemendkirin! Alîkîva bona dewletik serbixwe biryar bide, alîyê dina va bi destên xwe mexetîn, mexebit û jîyanek parazît  bi xwe ra bike panav! Li vir jî mabeyna gotin û kirinanda nakogîyek gelek mezin heye!Dema gotin û kirin bi hevnegirîn û bi hevra beramberî hev nemeşin bona kome, bona cîvakê keşayên mezin bejn didin û ew keşa sere hinek destseleyedaran dikarin di nava çend rojan da bixwin!

5-Muçegûzaran heza Peşmerge yek nekirin feqet temamîya paraztina welat avitin ser pişta Pêşmerge, ji Pêşmergeyekî belav, ji Pêşmergeyekî çend serî paraztina temamîya Herema Kurdistan bixwez, ma wusa dibê!! Pewîstbu berî referandumê seranserî Herema Kurdistan ê Tora Paraztin û Berxwedana Sîvîl batana danîn. Ji zarokên Dibistana Seretayî bigirin heta pîr û kalên 70salî pewîstbun bona paraztinek sîvîl batana perwerdekirin û amadekirin.  Di vê wextêda bi tenê paraztina leşkerî welatik nikare bête paraztin.Dema paraztin û berxwedana sîvil bi bergirîya leşkerîra yek dibe, welatik dikare bête paraztinHeza Pêşmerge yek meke, Tora Paraztina Sîvîl mede danîn û dura bêje ez diçim referandumê û berê xwe didim serbixweyetîyê; va nagogîyek mezin nine û çîye?

6-Bêje referandum, bêje serbixweyetî û here li ber Dewleta Iraq ê mista xwe veke û bêje muçe! Bêjê ez dijî leşkerê Iraq ê bergirîyek mezin bikim, ezê dijî dagirkerên Iraq ê  bikevim nava şer û pevçunek mezin û dura ji here destseleyedarên Iraq ê pere bixwez, beje muçe û muçe! Ma dîroka mîrovetîyê da tu car cîhyekî din tiştekî wusa  pêk hatîye?! Ma dîroka mîrovetîyê da kenga û çi wextê, hêzekî an jî dewletekê bi destên xwe pere û mûçe daye  dijdar û dijminên xwe û gotîyê werw min bikuj, parçeke û ruxîn! Muçegûzarên me berî referandume ketin rewşek wusa, wan hemu nirx û prensîbên dîyalektîkê binpê kirin. Ji alîkîva  Iraq ê pere xwestin û alîyê din va bona serbixweyetîyê dengê xwe bilindkirin nakogîyek mezin bu!

7-Berî referandumê pewîstbu hesta gelerî, hesta netewî bigehîje astek bilind, xelk çavên xwe veke û temamîya welatê xwe xwedî derkeve. Dema hestên xelkê di nava navçeyekêda sicinkirî man û dilê wan bona temamîya welat neavit, xelkek an jî neteweyek nikare bigehîje asta dewletik serbixwe. Dema  kerîyekî mezin yê xelkê bona  dijdarîya hinek kesayet û şexsan dev ji welatê xwe an jî dev ji parçekî welatê xwe berdan; tu nikarî wî gelî bervbi serbixweyetîyê bimeşînî.Kurdistana Başur hinekan „Mala Barzanî“ weku benuşt kiribun deva xwe û  dicuyan,  sedema hemû xirabîyan bona wan „Mala Barzanî“ bu, yên ku gilî û gazindeyên xwe dikirin, xwe modern û pêşkevtî didîtin, wan bîrdikir ku her mîrov xwdedî ruyê lepekî cudayê, her mîrov xwedî ronîya çavên cudayê, frenkasa dengê her mîrovekî cudayê, mîrov tenya û nava taybetîya xweda hatine afirandin, tu nikarî bona çend kesan hemu malbendekê, êşîrekê, elekê, xelkekî an jî netewekî tavanbarbikî. Yen kû bi vî şiklî hemû Barzanî didan ber devê topa rexne dikirin, diketin nava mêjupuçîyek mezin, diketin nava hetanekî pirîmîtîv, ma rûyê lepê her Barzanîyekî cuda nînê, ronîya çavên her Barzanîyekî cure bi cur nîne, frenkasa dengê her Barzanîyekî cuda nîne? 

Bona xirabîya şexsekî an jî komekê, mîrov çawa bibê dijdarê mislehetên welatê xwe, mîrov çawa bibe dijdarê serbixweyetîya welatê xwe, mîrov çawa bibe dijdarê Pêşmergeyê xwe? Di şerê Kerkukê da derket holê ku, muçegûzaran gel xapandîbun,  mecal nedabun ku temamîya gel bigehîje hestek netewî ya herî bilind.

8—Dema biryara referandumê dihat girtin, pewîstbu referandum di destê komek sîyasî anjî partîyekî sîyasî da nebe titika lîhîstikê. Tu bona referandum û serbixweyetîyê li gel hemû kom, komik , partîyên sîyasî yê din yekitîya xwe serîda pêkmeyîn û ji wan ra bêje ew ne welatparêzîn, ne modernin, ne Kurdistanîne, ew azadî û serbixweyetîya welat naxwezin, ma hîç wusa dibe?! Referanduma serbixweyetîye pewîste destên kesekî da nebe titikek û ew weku taktîk neyê karanîn. 

Berî referandumê pewîstbu bi bindenîvîsa hemû hezên Kurdistanî biryarek batana girtin û heta dawîyê ew hêzana li paş gotina xwe bimana û bisekînana. Hinekan hemû refanduma Herema Kurdistan a Başur kirin ser pişta Kek Mesud Barzanî û PDK, gotin wan bi xwexwe biryara refeferandumê girtîye û dixwezin gelê Herema Kurdistan a Başur bona xwe û mislehetên xwe bikin qurbanî. Ne tifakbuna hezên  Kurdstan, hun bêjin ne tifakbuna muçegûzaran bu sedem ku, di demek kwirt da; ji nîvî zêdetir axa Kurdistana Başur carek din ket bin kontrola dagirkerên Iraq ê.

9-Berî referandumê pewîstbu hemû Kurdên cîhrakirî yênderdora dinyayê bona serxwebuna Kurdistan ê bêtin rêxistin û her alîva ji wan alîkarî bête girtin, tenya li ser Parzemîna Ewropayê çandî jimara hemwelatîyên dewletekî piçuk Kurd hene, tenya bi alîkarîya û piştivanîya wan Kurdistana Başur dikarîya bi rûhmet serkeve û bona temamîya Kurdstan ê gavekî dîrokî bavêje, muçegûzarên me peywendîyên heyî ji  li gel Kurdên cîhrakirî qutkirin, peywendîyên dagirkerên Îran û Tirkîya yê ji wanra şîrîn hatin, ew ji Kurdên cîhrakirî revîn, çawa mîrov xwe li ber bruskê diparezî, wan xwe ber Kurdên cîhrakirî „paraztin“. Muçegûzar di rojên tengasîyê da Kurdên cîhrakirî ra bun, dema  wexta „xwerinê û kefê“ dihat ew li meydanê nediman, taf jêrzemînî dibun û xwe nedidan ber çavên Kurdên cîhrakirî  yên din. Bona referandum û serbixweyetîyê ew jî nakogîyek mezin bu!

10-Berî referandumê pewîstbu hemu partî û komikên sîyasî perê û pulê xwe yê zêde di Bankayek Navendî da berhevbikin, pewîstbu bi kampanya serbixweyetîyê ji hemu Kurdên dinyayê alîkarî batana girtin, pewîstbu Kurd navenda sermayeya xwe avabikin, perê xwe nekin ser Bankayê Tirkîya, Îran an jî bankayên dewletekî din. Gelek muçhegûzarên me pereyê xwe bi destên xwe anîn teslîmî bankayên Tirkîya û Îran ê kirin, hinek ji wan perê xwe li ser Kontoyên Bankayên Ewropayî, Kanadaî û Emrîkî da dan razan. Bona biryara referandum û serbixweyetîyê va jî kwîrîyek mezin bu, bi gotin û daxwezîyanra nakogîyek bu!.

11-Di nava 27 salanda muçegûzaran gelek çek desten xwe xistin, feqet bona xetandina çekan gavek neavitin, ew derfetana  biketina destên destseleyedarên netwek din, wan di nava 27 salanda him çekên sivik him jî çekên qurs xwe diafirandin, xwe dixetandin, dev ji çekên sivik an jî yên qurs berdin wan cebilxanek jî saznekirin bi navika xwe va hezên bîyanîra giredayî û berlepî man, rewşên wusa ra Kurdên Bakur dibêjin; taxima Sergîs ê ne dase ne werîse, bona referandum û serbixweyetîyê va jî nakogîyek bu.

Di nava 27 salanda li Kurdistana Başur ez nikarim bêjim tu destkevtîyekî Kurdan nebuye! Bê guman li Kurdistanî Başur di nava 27 salanda gelek xanîyên nu, nexweşxanayên nu, balafirxanayên nu, rê û tora kanalîzasyonan yên nu hatin avakirin. Gelek navçeyan  kizîngê ava vexwerinê hatin danîn û ew nevçe gihîştin ava vexwerinê ya pak. Zarokên Kurd, cîvanên Kurd kemasî bi zmanê Kurdî hatin perwerdekirin, gelek pirtuk di zmanê Kurdî da derçun, pirtukxaneyên mezin hatin avakirin, gelek kanalên Televîzyonan vebun, Kovar û Rojnamê Kurdî derçun van kirinana hemu ji pozîtîfin, daxawa bi tenya van kirinên pozîtîf dewletik nikare bête avakirin ew tera dewletbunêkê nakin!

Di dengdana dawîyê ya Iraq ê da him sîyasetmedarên Iraqî, him jî muçegûzarên Herema Kurdistan ê alîyê gelva hatin xesandin, ji dengdaran %55,5 neçun ser sanduqan û dengê xwe nedan, va protestoyek mezinbu, gelê Iraq ê û Herema Kurdistan ê muçegûzar, gendal û dizanra gote bese, gote resto! Berê Sadam Husenê Tirkîtî, dura Nurî Al Malikî û Abadî û seranserî Herema Kurdistan Muçegûzar….,  DAÎŞ û Heştî Şebî jî serda hat!

Gelê Iraq ê û Gelê Herema Kurdistan ê bi nedengdayîna xwe sîyasetmedar û çîna sîyasî ya Herema Kurdistana û Iraq ê maşil kirin, ew bona reya gelemperî ya dinyayê rezîl û rûsva bun, naha dest û peyên wan nîv giredayînê, û di nava xwe da revebirên serdarîyê ji hilbijêrin legîtim ninin,  ew bi heqîyê nikarin bibin serdar.

Li vir dixwezim bona we dîmena dawîyê ya dengdana Iraq ê û Herema Kurdistan ê pîçek bînim ber çavên we:

Li paş ruxandina dara sîyasî ya Sadam Husen, ji sala 2003 virda va dolima pencaye ku li Iraq ê dengdan, hun bêjin hilbijartin têtê meşan. Hilbijartina yêkem di bin sitara desturnama kewnd da bu,  yên din û ya dawîyê ya 12 Gulan 2018, di bin sitara desturnama nû da bun. Nezîka 200 partî, kom û komikên sîyasî di dengdanêda amadebun, destpêka hilbijartinan da %70 dengdar amade dibun, di nava pavejoyda ji %70 daket % 60, dengdana dawîyê da jî daket %44,5.

Parlementoya  Iraq ê xwedî 329 Kursîye, gor parezgehyan belavbuna kursîyan wusaye:

1-Bexdad 69  kursî, ji wan 17 kursî yê jinanin

2-Nînova 31 kursî, ji wan 8 kursî yê jinanin

3-Besra 25 kursî, ji wan 6 kursî yê jinanin

4-Dhî Qar 19 kursî, ji wan 5 kursî yê jinanin

5-Babîlon 17 kursî, ji wan 4 kursî yê jinanin

6-Silemanî 18 kursî, ji wan 5 kursî yê jinanin

7-Anbar 15 kursî, ji wan 4 kursî yê jinanin

8-Hewler 15 kursî, ji wan 4 kursî yê jinanin

9-Dîyala 14 kursî, ji wan 4 kursî yê jinanin

10-Dihok 11 kursî, ji wan 3 kursî yê jinanin

11-Sehlahadîn 12 kursi, ji wan 3 kursî yê jinanin

12-Kerkûk 12 kursî (Agadarî nedane BN)

14-Mîsan  10 kursî, ji wan 3 kursî yê jinanin

15-Musenna 7 kursî, ji wan 2 kursî yê jinanin

16-Necef 12 kursî, ji wan 3 kursî yê jinanin

17-Wasît 11 kursî (Agadarî nedanê BN)

18-Kerbela 11 kursî, ji wan 3 kursî yê jinanin

19-Qadîsîyah 11 kursî, ji wan 3 kursî yê jinanin

Çavkanî RT, حصص ومقاعد محافظات العراق في البرلمان المقبل – 

Ji 19 Parezgehyan 320 kursî tên hilbijartin, 9 kursî wekû kota bona gel û kombawerîyên kêmjimarin, ji wan 5 bona Xirîstîyananin, 1 bona Şebekan, 1 bona Êzdîan, 1 jî  bona  Sabean Mandae ye û 1 jî bona Kurden Feylî ye.

La paş dengdanê  di alîyê serketinêda, Koma „Saîrun“ –(Em Dimeşin) 54 Kursî girt bû koma yekem, bi 47 kursîyan Koma „Fath“ – (Girtin) bu koma dudîya, bi 42 kursîya Koma „Nasr“ – (Serketin) bu koma sisîya, Li Herema Kurdistana Başur

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) 26 Kursi, 693 hezar 522 deng girt(Gor agadarîyên dawîyê  27 kursî derxist!) bu koma yekem.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) 15 Kursi, 328  hezar 664  deng girt bu koma dûem.

Tevgera Goranê 6 Kursî, 182 hezar 286 deng girt û bu koma sêem.

Newey Nuwê (Nifşê Nû) 4 Kursî, 139 hezar 436 deng girt.

Partîya Dad û Demokrasîyê (Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadwerî)2 Kursî, 111 hezar  33 deng girt (Gor agadarîyên dawîyê derxist 3 kursîya).

Komeleya Îslamî ya Kurdistanê 2 Kursî, 84 hezar  993  deng girt

Yekgirtûya Îslamî 2 Kursî, 93 hezar 960 deng girt (Gor agadarîyên dawîyê derxist 3 kursîya).

EnîyaTirkmana 3 kursî

 

Koalîsyona Erebên Kerkûk ê 3 kursî

 

Şaxbanûya Komprador û Muçegûzaran Ala Talabanî ku nonerîya xwe di vê Lîstêda (Koalîsyona Erebên Kerkûk ê)dabu dîyarkirin, nehat hilbijartin û vecara derneçu! PDK di hilbijartina Kerkûkê da amadenebu!

 

Kompradorên Bakur, Çîna Kompradorên Kurdistana Bakur kîne, çine  û ew bi xwe kîjan nişêtan didin nasîn? Peyva komrador ji zmanê Portûkezî ketîyê nava gelek zmanan, di zmanê Portûkezîda maneya  Komprador (Comprador) „Kirdîyar e“, kirdîyaranra Comprador tête gotin, dîrokê da li welatê dagirkirî û nîv dagirkirî komek mîrovan derketîye hole û wan bi dagirkeranra peyvendîyên bezirganîyê danînê, bune nonerê wan  û hilberîyên (afirîyên) wan firotinê, li ser bingehya nonerîya dagirkeran her alîva panavên nû derketine holê, di nava pavejoyda gav bi gav hilberîyên welatê dagirkirî ji holê rabune, welatên dagirkirî her roj zêdetirîn ketîne tora dagirkeran û daf bune, tacîrên ku hilberîyên dagirkeran girtine û welatê xwe firotine; şert û mercên dagirkeran ra serîda gotine erê û  bi zanîn an bê zanîn bune pîlen dagirkeran, daxawa îro li Kurdistan jî halê hinekan wusaye!

 

Dema mîrov dibêje çîn gelek salixdan têtin bîra mîrov, alîyê zman va eger mafê biryardayîna min hebuya, bin bigota. „Koma Karkeran“, “Koma Gundîyan (Ew jî nav xwe da çend bêşin)“ „Koma Sermayedaran (Dîsa ew jî cure bi curene), „Koma Axa û Bega (Gor hêz û  mezinîya axa wan ew ji dîsa cure bi curene)“, „Koma Pîr û Şêxa“, „Koma Kompradoran“, berku piranîya Kurdan zman ê xwe da „çîn“ dibêjin, ez jî bêjim çîna karkira, çîna sermayedara, çîna kompradora. Di lîteratura, hun bêjin di got û bêjên çepta, gotina  çîna kompradaor gelek cara hatîyê karanîn. Welatên dagirkirî û nîv dagirkirî rola çîna kompradoran gelek cudaye. Çînayetî virda, çînayetî wê da eger hun min bipirsin di 60 salên dawîyê da çînek nu jî derket holê, şert û mercên kapitala dinyayê çîna sîyasîyan afirand,  li ser rola çîna sîyasîyan em babetik din da bisekinin, bizivirin ser kompradoran, nişêtê vê çîne çine va çîna xwe çawa dide dîyarkirin?

 

Di destên kompradoranda sermayekî netewî ya mezin tune, kompradorên welatên nîv dagirkirî yên welatên dagirkirî pîçek xwirtirin,  di dinya kompradoranda welatekî serbixwe tune, ew li ser axa welatê xwe berlepîne, berdestokê dagirker û dewletên împeryalin, hun bêjin destikê destên dagirkeranin, ew bi dagirkeranra kardikin, naxwezin welatê wan ji bin „kontrola“ wan derkeve, alîkîva ew bi hemwelatîyên xwera xwe mezin, hêz û xwedî qudret didin dîyarkirin, alîyê din va xwe duşa dagirkeranra dibînin, ew bawerdikin ku ew û dagirker yek duşêrane Destekî wan di destê hewelatîyê xwe dayê destê din di destê dagirkerandaye, ew him gelê xwera him jî dagirkeranra dixwezin bikevin nava govendê û hilperikin.Dagirker di dilê xwe da her tim wan weku xulam, xidam û meşa dibînin, ew gor mislehetên xwe wan tînin şuxulandin, hun bêjin didin karanîn. Dema avitina wexta wan tê, dagirker wan gelek erzan difiroşin, şîveyekî xirab wan ji meydanên xwe davên der û heta wan digirin bin peyên xwe. Li Kurdistana Bakur hun dikarin gelek kesayetên Kurd bînin bîra xwe û carek din wan bigirin bin mercekê, kî nehat kî neçu! 

 

Di wextek wusada ez naxwezim hinek navan li vir bînim serê zman û wan bona reya gelemperî neşîr bikim û bêjim duênî ew û ew komprador bun, îro jî ew û ew kompradorin. Gor salixdana jêr hun dikarin bi xwe bifikirin bona hinek kesan biryar bidin, li Bakurî Kurdîstan kî kompradore, kî komprador nîne? Hemu hevderxistin, şîrovekirin û lekolîn alîkî va ez wê bawerîyê da me ku; li sernsarî cîhanê tenya du komê mîrovan hene, koma baş ya mîrovperwer û koma xirab ya nemîrovperwer!

 

Di alîyê kompradorîyê da li Bakurî Kurdistan du perên axme yên kompradoran hene: a-Perê Komparador yê faşîst, b-Perê Komprador yê Şerîata Silmanîyê „mixabin“ herdu per jî karîkatûrîze û tur kwinin.  Li Kurdistana Bakur  bona „faşîzmek rast û dirust“ sermayeyek mezin ya herî hov û xwînxwar tune! Alîyê din va di bin nîrê dagirkerîyê da Şeriata Silmanîyê nikare bibe  „şerîatek rast û dirust“ ew dibe şerîatek  puç! Ji ber vê kompradorên me ne sedarsed dikarin bibin Perekî Faşîst ne jî dikarin bibin Perêkî Silmanîyê, ew tenya dikarin bibin mînakêk boz ya xirab… Dema qala serxwebunê dibe van herdû peran ji bînin ber çavên xwe, yêk ji wan dibê me „Fikra Kurdistanek Serbixwe avit ava zembîla gwur“, hinek ji wan dibêjin „Em dijî terorîstan (Ew  bi hîle yî şerîe Kurdan weku terorist navdikin!) pişta dewleta xwene!“

Nişetên kompradoran yên herî mezin ewin:

 

1-Xeyala wan da welatekî serbixwe tune, ew tirsonekin, bawernakin kû rojek bê ew her alîva welatê xwe, li ser xa xwe serbixwe bin. Dagirkeran zef ditirsin,  tirsa wan ewe ku dagirker rojek bê;  destên wan berdin û wan panavê bêlin.

 

2-Sermayeya wan sermayeyekî mezin nîne, di bin sitara sermayeya wan da hezaran kes karnakin, ew li ser axa welatê xwe hilberên (afirîyên) dagirkeran difiroşin û jîyana xwe bi vî şiklî didomînin.

 

3-Ew li dijî gelê xwe zu dikarin bibin çoyê (mertalê) lêdan tengavkirinê.                                                   

 

4-Ew dikarin bikevin nava  gelek diliqan (Rolan); diliqê netewparêzan, diliqê sosyalîstan, diliqê komunîstan, diliqê dîndar, olparêz û tarîqatxwezan, diliqê demokrat, lîberal û rewşparêzan…

 

5-Ew  bi desturnama dewleta dagirkerva giredayîne, naxwezin ji nava çarçova desturnama dagirkeran derkevin, li ser vê desturnama dewleta dagirker sond xwerin bona wan tiştekî normalê, bi vî alîva ew zagonparêzin  û li ber wan tu keşayek tune.

 

6-Ew carcara bi gotinên tund, hun bêjin gotinên tûj li dijî kirinên dagirkeran derdikevin û dijî dagirkerîyê peyamên xwirt didin, mîrov wer dizane ku tu peyvendîyêk wan li gel hêzên dagirkeran nemaye.

 

7-Ew partî, kom û komikên sîyasî ku serbixweyetîyê dixwezin bi xwe ra dijmin dibînin û dagirkeranra dibin heşmedar, hun bêjin aqildar!

 

8-Li welat dixwezin her tişt di bin kontrola wan da bimîne, li ser axa welat çukek bifirê ew dixwezin bizanin û haya wan ji pê hebe.

 

9-Hinek ji wan xencî karê bezirganîyê ji dagirkeranra karê sîxurîyê dikin. Dagirker gor pêşkêşkirina derfetên aborî ji wan karê sîxurîyê jî dixwezin.

 

10-Dema ew pîçek hêz bun û wan sermayeyek piçuk berhevkir dizxwezin zu xwe bigehîjînin welatê dagirkeran, dixwezin welatê dagirkeran cîhwar bibin, piranîya wan mêrin. Ew ne ne tenê ji welatê xwe dur diçin, ji malbata xwe ji dur diçin, mara xwe davên û ji dayîka zarokên xwe vediqetin, ji xwe ra weku racon „dost û yarek“ din peyda dikin.

 

Fîlozoifekî Kurd li Bakur bi mirovên wusa ra digot: kasa mezin buye, motor piçuk maye, ew motora piçuk tera vê kasaya mezin nakê, ji ber vê rojek tê ew bi vî şiklî an jî wî şiklî  vê kasaya mezin parçe dikin  û digejîjin formata xwe ya kewnd, an jî formatekî xirab ya we newertir….

 

11-Ew carcara xwe bi leşkerî jî rêdixînjin û li gel dagirker û hêzen  împeryal jî gelê xwe ra dikevin nava şer, dibin „hevparvarê“ dagirkeran.

 

12-Dema Şerê Rizgarîya Netewî berz dibe û dîyerda serxwebun xwe dide dîyarkirin, hinek ji wan tên nava refên gelê xwe û qonaxa dawîyê da di şerê serbixweyetîyêda amade dibin. Hinek ji wan gor şunva rakişandin û derçuyîna dagirkeran ji welatê xwe derdikevin û durva  li ser bingehya navnetewî tu rehetîyekê nadin welatê xwe, serîda ew dura jî zarokên wan pesîra welat bernadin, ew bîrya panav û sistema kewnd dikin, dixwezin bi alîkarîya sermayeya navnetewî ya qîrêj carek din bizivirin welatê xwe û li we derê bibin serdar û xwedî sulta.

 

13-Welatên dagirkirî û nîv dagirkirî sermayeya welatparêz, hun bêjin sermayeya „netewî“ ji nava sermayeya komprador derdikeve û ji wan vediqete, dikeve reyek nu û bi hêza gelê xwe berê xwe dide serbixweyetîyê.

 

14.Ew xencî firotina hilberên dagirkeran rêvabirina karên „mezin“ digirin ser milên xwe. Reyan, tunelan avbendan, xani, girtîxane, balafirxane, dibistan, danîşgah, nexweşxane û gordînên(qerekol) dewletê çêdikin. Dewleta dagirker bona rêvabirina karên wusa, pişgirîya wan dike û wan weku berdestokê xwe diparêze, di van karanda ne her tim nebejî carcara qezencên mezin dikevin destên wan û piranîya wan  zêdetirîn xwe bi dewleta dagirkeranva dizeliqînin.

 

15-Bi gotin û gotarên welatparêzîyê ew dikarin dehan salan xelkê bêgarij (belengaz) bixapînin enerjîya wan bigirin, zarokên wan bi xwe ra bikin alif û xelkê pey armancekî vala bidin bezdan.

 

Penc zêde an penc kem nişêtê kompradoran vanane, mîrov dikare kesayet bi kesayet navan bide û dîmenên wan, hun bêjin rûyê wan yê rast pasbike, armanca vê nîvîse ew nîne!

 

Kompradorên me dixwezin carek din  gelê Kurd bikin nava tejxela dengdan û demokrasîya Komara Tirkîya. Şerê Partîzanî û di nava çarçova Desturnama Komara Tirk da di hilbijartinê da amadebun çiqas li hev tê? Dengdana dagirkeranda cîhyê xwe girtin li ser vê bingehyê pevçun û tekoşîn dayîn çiqas raste?

 

Her alîva dîyare ku; qirasê demokrasîyê li Komara Tirkîya nayê, bona Komara Tirkîya hemu derî û derîçeyên gorîne di serîda hatine girtin. Desturnama wan gor prensîbên negorînê hatina dayîn, nêzîka sed salîyê rêxistin û perverdebuna wan li ser vê bingehyê buye, bona Komara Tirkîya gorîn û xwe nûva avakirin tune, tenê rêyek bona wan vekirî hatîyê hiştin, reya mirin û şikestxwerinê! Bila avê kesek ser dilê xwe da bernede.

 

Komara Tirkîya di salên dawîda bona gorandina demografîya Kurdistan ê şopatik da xwe, bi tora sîxurîyê ya Doğû Perînçek, bi tora Recep Tayîp Erdoğan û sergedeyên wî her  sal koçer û terorîstên nû ji Asîya Navarast û Uîgurîstan ê tên anîn, ew li Anatolîa û Kurdistan ê tên cîhwarkirin, bingehyên nû li Qeyserî û Efrînê ji wan ra têtin danîn. Kompadorên Kurdistana Bakur vaye carek dine xwe bona hilbijartina 24 Hezîran 2018 amade dikin, alîkava  şer û qirkirina Kurdan, talana mal û milkê wan, alîyê dinva lîhîstika demokrasîyê ya Parlementoya Tirkîya û xapandina gelê Kurdistan, Anataolîa û Trakya yê. Di hilbijartina 24 Hezîran 2018 li Trakya, Anatolia û Kurdistana Bakur mîrov çi bike?

 

Bawerîya min ewe ku sernsarî cîhanê li ku derê pêkhatîyek pozitif an jî gorînekî piçuk ya xerê heye, pewîste mîrov pê şahbe û  gor quweta xwe alîkarî bike, bi pişgirîyê hola (holika) pozitivîzmê mezin û fireh bike, boku mîrov sernaseri cîhanê bikaribin têda bînah xwe bigirin û nava aramîyêda bijin. Eger di dengdana, hûn bêjin hilbijartina Komara Tirkîya da xêrek piçuk an jî nuqtekek piçuk ya pozîtîf hebuya min serî da bigota emê bi hevra pişirîya ve gorîne, pişgirîya vê xêrê bikin. Ez bona Kurdan û xelkê belengaz di Dewleta Tirkîya da, di Parlemento û Desturnama wan da, di leşker, polîs, karmend û „xelkê“ wan da tu xêrekê nabînim. Bona çi?

 

1-Komara Tirkîya li ser helandin û tunekirina Kurdan hatîyê damezrandin, destseleyedarên Tirkîya ne tenê Trakya, Anatolîa  û Kurdistan ê dipelişin Kurdan ew sernaserî dinyayê dibezin Kurdan û dixwezin  li ser glovera me bi navê Kurdan tiştek nemîne. Eger ew rojekê dev ji tunekirina Kurdan berdin, kevirekî wan li kevirekî din nemîne, ew hilbişên û hurûhewar bin.

 

2-Komara Tirkîya bi desturnama xwe li serî da li ber hemû gorînên xêrê derîyên xwe dane cîh. Formata Komara Tirkîya bona gorînen bingehyî îcaze nade. Xalên serekê yên Desturnama Komara Tirkîya „kesek“ nikare bigore, tu partîyek an jî Bizutneweyekî sîyasî ya hêz nikare  bona gorîna van xalên serekê daxwezînamekê bide Li Parlementoya Tirkîya ew qedexaye,  ew reya di serîda bi desturname hatîye girtin: „Bona gorîna van xalan daxwezîname dayîn qedaxayê, çawa cîranên me yên Ereb dibêjin memnûhye, an go „yasaxe“! Çan Silmanekî xwedî bawerî bêşekî „Qurana Pîroz“ nikare bigorê û li ser rastî û nerastîya wê gotûbêj bike, berku bona wan ew gotina Xwudayê mezine, bona dagirkerên Tirk jî hinek xalên sereke yên desturnama dewleta wan nikarin bêtin gorin û kesek nikare bona gorîna wan daxwezinameyekê bîne sere zman. Ji ber vê formata Dewleta Tirkîya tenya reya şikandin û ruxandinê bi xwe ra vekirî dêlî!

 

3-Dema mîrov dibî nonerê Parlementoya Tirkîya û dibe xwedî kursî, gava yekem bi sondxwerinê tête avitin, eger mîrov vê sondê nexwe nikare bibe parlementarê Parlementoya Tirkîya, nonertîya rastî bi se gavan da pêk te; a-Amadebun, pere dayîn serbixwe an ji li ser lîsteyek sîyasî bona hilbijartinê namzet bun. b-Hilbijartin û bona parlementer bune girtina dengên pewîst. c-Sondxwerin. Bi sondxwerinek taybet nonerîya Parlementerekî bona Parlementoya Tirkîya destpêdike. Sond bona mîrovekî ne Tirk, xesandine, jintî û mêrtîyê xistine. Mîrov bi vê sondê dikeve xizmeta xelkê Tirk û netewa Tirk, mîrovekî heşserî, mîrovekî bi xwedî rûhmnet nikare vê sondê bixwe, bi xwerina vê sondê tu mîrovekî ne Tirk nikare bêje ez di xizmeta  xelkê xwe da me, va dibe durûhtîyek gelek mezin!

 

4-Bi dengdanê Komara Tirkîya ewe nezîka sed salîyê bi destên Kompradorên Kurd gelê Kurdistan dixapîne û pey xeyalên vala dide bezdan, gelê Kurd bi alîkikarîya  Kompradorên Kurd dikeva  tor û dafa dagirkerên Tirkîya. Îro HDP û Sazî û Partîyên weku wan bona Kurdan bune makîna pincirandinê. Gav bi gav her alîva Kurd bervbi tunekirinê têtin meşandin, beguman berxwedana hinek Kesayetên Kurd di nava Parlemetoya Tirkîyê bê hempaye, ew tazî û şilf bê tirs ketine nava qwila gwiran bi gwirên har ra ketine gwilaşê, bi  qwihlaşên wusa ez bawernakim kû xelkê ku bi rahmanên faşîzm û Şerîat Silmanîyê jahrî bûye bête rizgarkirin û ew bên ser bingehya heqîyê. 

 

Li dijî şopata çemekî ajneberî nabe, eger mîrov xweş ajneber jî be cîhyê xwe da dipejike, nikare bervbijor  ajne bike (melevanî) û pêşva biçe. Dagirkerên Tirk di dijminatîya Kurdan da gîhîştine astek wusa ku, ew her Kurdêkî bona xwe dijimin û dijdar dibînin, ji ber vê ew şikê dibin ser Komparadorên Kurd jî, n hemu Kurd bona wan di bin gumanên mezin dane, ew wan jî digirin û davên nava qodesê. Trakya, Anatolî û Kurdistana Bakur îro her Kurdek binê şikêdaye.

 

5-Amadebuna Kurdan di hilbijartina Komara Tirkîya da, Dewleta Tirkîya legîtîme dibe, îxtirama hebuna wan tête girtin. Li ser bingehya navnetewî ji Komara Tirkîya xwedî rexpet û rûhmet dibe. Tête gotin ku Komara Tirkîya li ser bingehya demokrasîyê bona we hemu derîyên xwe vekirîne, herin dengdana wan da amade bin û mafên xwe destên xwe bixînin, keşayên xwe di nav çarçova demokrasîyê da çareserbikin. Kurd bi kîjan demokrasîyê keşayên xwe çareser bikin? Bi demokrasîoya tuneyî?!

 

6-Eger Kurd bona hebun û diwaroja xwe, di serî da di mabeyna xwe û dagirkerên Tirk da sînorekî stur dayneînin, her roj bervbi mirinê biçin, mixabin Tirkan ra şert û mercên hevra jîyanê nemane, di vê demêda Tirk û Kurd nikarin bi hevra bijin, Kurd  mecburin veqetin,  jimara demokat û mîrovpwerwerên Tirk gelek keme, xwezî me buya ku piranîya xelkê Tirk demokrat û mîrovperwerbuya. Ewe di çil salên dawîyê da  destseleyedarên Tirk dijî gelê Kurd  gwi… neman xwerin, tilîya  xelkê Tirk nelivîya û kesekî wan  negot dev ji vê hovanîyê berdin, şerê dijî Koban ê û Efrîn ê bînin bîra xwe, li Anatolîa û Trakya yê bona gelê Kurd tilîya kê livîya, kî derket ser meydan û kolanan û dengbilind gote: Vî şera rawestînin, em gel Kurdan cîranin, xwîçk û brane, xismin… Piranîya wan çun mizgeftan û pey îmam û miftîyên xwe dijî Kurdan ketin nav çalakîyan, Kurd bi terorîzmê tavanbarkirin û „Terorîstîyê“ navkirin!

 

7-Piranîya gelê ku di bin starbuna Tirktîyê da dimeşe faşîzane û dijî gelê Kurd e, partî, kom û komikên sîyasî yên wan her çiqas cure bi cure bin jî li ser bingehya dijminatîya Kurdan yekin, ew bona dijminatîya Kurdan bi hevra dimeşin û ew hemu xwe bi dijminatîya Kurdan dihpesînin.  Peyama wan ewe: Ez dikarim dijminatîya herî mezin dijî Kurdan bikim, dijminê Kurdan yê herî mezin ezim!

 

8-Boykotkirina hilbijartina Komara Tirkîya bona Kurdan tiştekî rast nîne, boykot bi xwe nazkirine, dema mîrov tiştekî boykot dike, peyamekê dide der, hinek berpirsîyar û sermîyananra dibêje ku; em ji te/we razî nînin, helîyekê bigir /bigirin ber xwe  û temaşeyî xwe/xwa  bikin, xwe rast bikin, va wusa nabe, va wusa nikare bimeşe, neheqîyê li me mekin, pîçek bibin mîrov û werin ser xeta heqîyê!

 

Bona nazan navnîşana dagirkerê Tirk navnîşanek rast nîne, Komara Tirkîya bi nazkirinê, an jî bi boykot kirine nagore û cîhye xwe nalive.Destseleyedarên faşîzan û heyranên Şerîata Silmanîyê tu nikarî bi nazan bînî ser reya heqîyê! 

 

Pevîste li dijî dagirekrên Tirkîya Kurd nazên xwe nekin bi stratejîyek hevbêş li sernaserî dinyanê bona ruxandin û çolkirina wan bimeşin û tekoşîn bidin. Bîrmekin di vê wextê da dijminê her sereke bona Kurdan, ne Îran e, ne Iraq e, ne Surîyê ye, dijminê herî sereke Komara Tirkîya ye!

 

Ji ber vê min divêt Kompradorên me li gel dagirkeran bila biçin wî alî, em jî li gel xelkê xwe vî alî cîhyê xwe bimînin!

 

Bimînin nava xêr û xweşîyêda!

 

Bîşar Norşîn

 

15 Gulan 2018

 

Add new comment

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category