EFRÎN NAHAVA SERKET, KOMARA TIRKÎYA CAREK DIN VAJO BU!
EFRÎN NAHAVA SERKET, KOMARA TIRKÎYA CAREK DIN VAJO BU!
Ewe 40 rojan zêdetire Kurd li Efrîne dijî leşker, sergerde, qopik û hecûcûmecûcên Tirkîya şerdikin, ew bona paraztina bihişta xwe seranserî û beranberî berxwedidin. Pîr û Kal, Canik û Camer, Zaf û Zeç, Jinxwes û Mêrxwesên Efrîn ê bi berxwedanek bê hempa nava çalekîyan dane. Te tenê Efrînî, li seranserî dinyayê Kurd, dostên wan û mîrovperwer bê reawstan bona Efrîn ê rabune ser pîya. Li Rojhilata Navîn Kurdan sîstemên sîyasî carek din binva hêjandin, nahava xof û tirsa mirînê ketîye ser dagirkerên Tirkîya, hemû partîyên Tirkîya ketine nava lerzînek mezin, ew bi xwe jî nizanin ku; çi bête serê wan û çi bête serê Komara Tirkîya!?
Ji ber vê ew di şopekêda li ser bingehya dijminatîya Kurdan di bin Seroketiya Recep Tayîp Erdoḡan da carek din yêkbun. AKP, MHP, CHP, VP, YP û BBP zu gîhiştinhev. Wan bi hevra dengê xwe bilindkirin, dibêjin em şerê rizgarîya netewî didin, di dijî Kurdan ketina nava şerê rizgarîya netewî (!), çan Kurdan êrişek berdayê ser wan, çan Kurdan walatê wan dagirkirî be! Bawerkin di dîroka mîrovetîyê da; heta naha salixdanek sîyasî û leşkerî ya wusa nebûyê! Bi mezintirîn leşekrê NATO‘yê yê duemîn, bi moderntirîn çekan êriş berde ser Efrîn ê, di nava sînorên Surîyê da aramtirîn cîhî bide ber topan, bihişt û şenîyên Kurdan bişewitîne û dura jî bêje ez şerê rizgarîya netewî didim, ez şerê hebun û nebunê didim!
Wan got me jî bawer kir, gelên dinyayê jî taf bawerîya xwe wan anîn, Tirkîya ketîye nava şerê rizgarîya netewî! Li dijî kê ketine nava şerê netewî? Dijî Kurdan! Li dijî ketine nava şerê rizgarîya netewî? Li dijî PYD, PYG, PYJ, QSD û PKK! Merdê wan aşîkar dibêjin em dijî Kurdan ketina nava şer! Namerdê wan dixwezin dubendîyê bikin nava Kurdan, dibêjin em ne li dijî Kurdan em dijî „terorê“, em li dijî PYD, PYG, PYJ, QSD û PKK ketine nava şer, seranserî Kurdistan 15 Mîlyonan zedetirîn Kurd bi PKK ra dimeşin, gor dagirkerên Tirk ew hemu terorîsten û pewîste bêtin derdestkirin û kuştin. Ne kem ne zêde ew dixwezin ji Kurdan 15 Milyonanan bikujin, berku ew alîgarên PKK ne û ser benda terorêne!
Berxwedana Efrîn ê û rola PYD di vê demêda çawa bête fahmkirin û çawa bête xwendin?
1-Di dîroka mîrovetîyê da Efrîn warê Hurî, Hêtît û Mîtanî yan bu, Kurdên îro yên Efrîne xwedanê van mêrasane, bê zêdekirin ew deh hezar sal berîpêş jî li vir bun û naha jî ew li virin.. Kurdên vir ji cîyekî din nehatine vir, ew her tim li vir bûn û di nava vê bihişta piçukl da dijîyan, bona Efrînîyêkî xirabtirîn tişt ji vir durketin û cîyekî din li dinyayê jîyankirine, bona wan axa Efrîn ê axakî pîrozê, berî Xaçparezî û Îslamîyetê li vir bawerîya Êzdayetî û Zerdeştîyê xwirt bu. Xwudanasî li vir bi Xaçparezî û Îslamîyetê destpê nekir, gelê vir berî van bawerîyan jî Xwudanas û pêşketî bu. Rûnermî, mîrovperwerî û mêvanperwerîya Efrînîya şerkarîya wan ra pozberîyek nîne. Ew nava bihiştêda jîyanê û Çîyayê Kirmenc ji wan ra azadîya her awayî pêşkeş kirîyê, eger bi kwirttî bête gotin wan tama azadîyê zuva girtîye. Di vê demê şunda tu hêzek nikarê wan bigirê bin bandura xwe û wan cîrah bike. Cîwarî û şariztanîya hezar salî ya Efrînîya xwirtî û rûmetîya wane.
2-Dewleta Tirk li paş şikestxwerina DAÎȘ e ma nava heyîrîyêda, plan û hevîyên wan cînehatin. Hevîya wan ew bu kû; DAÎȘ li Kurdistan, Iraq û Surîyê serkeve dest bavê Urdûnê û dura jî Tirkîya ra yêk be û gavekî dîrokî di bin seroketîya Recep Tayîp Erdoḡan da bête avitin. Xewn û xeyala Recep Tayîp Erdoḡan damezrandina Xîlafetek nu bu. Wî dixwest ew bibe Xalîfeyê Îslamê û Împaratorîya Osmanî di bin navekî din da nuva bidamezrîne. Eger dagirkerên Tirk bi DAÎȘ e serbiketana û wan Iraq, Kurdistan Surîye û Urdin bigira bin bandura xwe, di rêzêda Lûbnan, Misir, welatên Efrîka Bakur, Emîrat û Erebistana Sudî hebu, ew daketana Yemen ê û wan dest biavita temamîya Parzemîna Efrîka yê û dura wan berê bidana Balkana û temamîya Ewropa yê. Çan Kurdên me dibêjin; mirîşkê xwena xwe da qut didît.
Recep Tayîp Erdoḡan û hevkarên wî di xewna xweda qut didîtin. Bi şikestxwerina DAÎȘ e û girtina peytexta wan Komara Tirkîya û serokê wê keti nava tevlûhevbunek mezin, nakogîyên nava wan zedetirîn pîj bun û pêşva hatin, şevên bê xew ketin ser wan, ji ber vê wan zu hemû hêz û peyvendîyên xwe yên navnetewî rijandin holê û xwestin pilanek nu rêxînin. Ew pilan; dorpêçkirin û girtina bajarê Efrîn ê bu. Dagirkerên Tirk dixwezin bihişta Kurdan ji destên wan bigirin, wan ji vir cîrahbikin û li vir sergerdeyên DAÎȘ ê û nokerên xwe cîwahrbikin, dixwezin li vir bingehya terorê ya herî mezin bidamezrînin û ji vir êrişên organîze bibin ser Ewropa, Emrika û parzemînên din yên dinyayê.
Bajarê Rakka yê ji wan dur diket, wan nedikarîya her tim bi hêz û tora xwe alîkarîya wan bikin, wan nedikarîya DAÎȘ ê li ber pençeyên Kurdan biparêzin. Peytexta DAÎȘ ê Rakka diket ber lepên Kurdan û mîrovperwerên Surî yê. Komara Tirk û DAÎȘ li vir binketin, naha ew dixwezin binketina xwe berteraf bikin, bi girtina Efrîn ê dixwezin peytexta Îslamên Faşîst, ango peytexta nu ya DAÎȘ e li Efrîn ê avabikin. Plan ewe ku; Peytexta terorê ya herî mezin ya dinyayê li Efrîn ê bête avakirin, 3-4 Mîlyon penaberên Ereb, sergerde, qopik, sûpintî û texte kemên dinyayê li bin korntora Komara Tirkîyê da li vir bêtin cîwahrkirin. Bi vî avayî tu peywendîyek Kurdan ji Behra Spîra nemîne, demografîya vê heremê bête gorin, yekitîya Kurdistan bibe xeyal û hemuyan jî pêştatir Komara Tirkîya bikaribe, Urizîstanê, Yekitîya Ewropa, Yekitîya Emrîka û dewletên din yê dinyayê bi şantajan dîlbike.
3-Li ser axa Anatolia û Trakya yê, li Kurdistana Bakur di nava sînorên Dewleta Tirkîya yê da kemeasî nîvî komê Kurdin, li ser vê erdnîgarîyê Kurd mezintirîn netewene, Kurd kem jimar nînin pir jimarin! Kurd ne kemîyetin pirrîyetin. Ew weku hemwelatî bacê didin, ji vê dewletêra eskerîyê dikin, ew jî kemasî çandî hemwelatîyê din dikevin bin barê dewletê. Îro Dewleta Tirk bê rûmetîyek mezin bi perê Kurdan, Kurdan bi xwe dikuje.
Nezîka 25 salan nifta Kurdistana Başur li serTirkîya yê va hatê firotin, bi pere û pulê reş deynê (qerzê) Dewleta Tirkîya hate dayîn, nifta Kurdistan ê Tirkîya weku dewlet ji dendarîyê rizgar kir, pulê wan anî merteba Dolar û Euro, berê Komara Tirk her sal çend cara li ber IMF yê lepê xwe vedikir û di bin şertên giran kredîyên nu digirtin, îro gor zanîna min deynekî wan yê mezin ji IMF yê ra tune. Perê û nifta Kurdan Komra Tirkîya hêz bu, nahajî ketîyê canê Kurdan. Kurd dibêjin: xwedîke û weku gwirekî har berde canê xwe! Ew gotina çawa bona Komara Tirkîya hatîbe gotin.
4-Berxwedana Efrîn ê li seranserî dinyayê li ser bingehya mîrovbune Kurd û dostên wan yêk kir. Bi vê berxwedanê sînorên ku dagirkeran li ser axa Kurdistan danîbun; carek din hatin hilşandin, hezaran bêrê xwe dan Efrîn ê, ew dixwezin li gel Jinxwes û Mêrxwesên Efrînî, li gel pîr, kal, canik, camêr, zaf û zêçên Efrînî bikevin nava çalekîyan û bi wan ra mil bi mil berxwebidin. Bi vê Berxwedana bê hema dagirkerên Tirkîya bişken û tarûmar bibin. Rojên wan hemcirîne.
5-Tekçun û mirina DAÎȘ e bi serketina Berxwedana Koban ê destpêkir. DAÎȘ a „serketî“ xafilda li ber berxedana Kurdan binket, lêdan û berxwedana Kurdan çavên gelekan vekir, mîrovetîyê dît ku; gelekî jêrdest jî dikarê serkeve, dema hes, daxwezî û hevî weku lasrekê hiltên tû bendek nikare li ber wan bisekine. Kurdan bi Berxwedan û Serketina Kobanê hevîya dagirkerên Tirk û dostên wan di qirtika wan da hiştin. Bawerîya min ya vê demê ewe kû; çawa mirina DAÎȘ e li Koban ê despêkir naha jî mirina Komara Tirkîya û serokê wê Recep Tayîp Erdoḡan bi Berxwedana Efrîn ê destpêbike, eger ew vê katê da Efrînê dorpêç bikin û hemû gundên wê „destxwe bixînîn“ û bi vê jî bi xwera wekû serketinekê bifiroşin, ew serkitinek nîne, binketin û mirin bi xwe ye. Kwilêr û qwila ku Efrîn di nava koma wan da vedike, wan bikuje û bibe nava dojê. Bîrmekin, min diwet dawîya wan binketine, ruxandine, hilşîyanê, çolbun û doje..
6-Bi Berxwedana Efrîn ê derket hole ku, dagirker û alîkarên wan şêr ê kartonin, dema gelek yêkdibe, xwe rêdixîne, tu hêzek, tû dewletekî dagirker nikare ber wan bisekine. Rêxistina Efrînî ya sîstema dagirkerên Tirk tekdibe, leşkerê hêz yê duemîn ya nava NATO yê, li vir, navçeyek piçuk ya Kurdistan ê ketîyê nava alozîyek mezin, hemu plan û baweriyê wan tekçun, ew ji bona rîza (birinca) Dîmyat ê rêketin nahava dîyare kû ew ji bilxurê malê jî bimînin, bilxurê malê ji destên wan biçe!
7-Li Efrîn ê berxwedana Jinxwes û Mêrxwesên Kurmanc ne tenê sîstema dagirkerên Tirk, sîstema hemu kewneperestan li Kurdistan û Rojhilata Navîn tekdibe. Heta naha di nava partî û rêxirawên Kurdistan da mêr xwedî sulta û hêz bun, bi Berxwedana Efrîn û Koban ê rol û hêza bê hempa ya jina Kurd derket holê. Naha şunda kesik nikare jina Kurd bi nav ol, bawerî anjî îdolejîyek sîyasî bixapîne û sicin (kodes) bike. Hêza jinê li seranserî Kurdistan, li taybetî jî li Kurdistana Başur birêx û cacima bin lingên merê kewneperêst yê Kurd bikşîne û sermîyandarîya wan ji holê rake. Eger bi kwirtî bête gotin: hîna gelek tac, text û kursî li ber pêyên jinên Kurd da biçin…
8-Berxwedana Efrîn ê da nîşand kû; eger gel rêxistî û perwerdeyî be, tu hêzek nikare wî gelî cîra bike û ji axa xwe bibezîne. Axek di demek kwirt da pîroz nabe, bona pîrozbuna axekê hezaran sal pewîstin. Ax bi erdçinîne, xwedîkirina pêz, dêwêr û ajalên biper pîroz dibe, ax danîn û xwîdikiran daran pîroz dibe, ax pak hiştina erd, av, hewa û agir pîroz dibe, cîwahrbunek rastî jî bi van faktoranra giredayîye. Li Efrîn ê hemu van nişetana zêdetirîn hene, gelê Efrîne axa xwe hezdike, evînadrê axa xwe ye, ew xwedî xwepurîyek mîrovî ya wusane. Ji ber vê tu hêzik nikarê Efrînîya cîyê wan bilivîne…
9-Berxwedana Efrîn ê nîşanda ku; bona serketinek leşkerî yêk navendîyêk pewîste, bi çend serîtî û bi çend navendîyê Kurd tu car nikarin serkevin. Li ser meydana sîyasetê pir rengî û pir dengî bun dewlemendîyek mezine, demokrasîyek aşitîyanê ya fireh bi pir rengî û pir dengîyê dibe. Li ser bingehya leşkerîyê dewlemendîyek wusa komê peşva nabe, wê bindixîne û dide destên dijdaran.
Kurdistana Başur bînin ber çavên xwe, pirserîtîya Pêşmerge li Kerkûkê Kurd binxistin, Kerkûk di nava demek kwirt da dîsa ket bin nîrê dagirkeran, Ala Kurdistan bi bê rumetîyek mezin ji ezmanên Kerkûk ê hate xwerê, ew al li vir binpê bu hate şewitandin!
Mîrov dikare ji vê bê rumetîyê dersekî dîrokî bigire. Dersgirtin û carek din xwe serastkirin mezinîyeke, tiştê xirab ew ku; mîrov tu gumanekê nebe ser xwe ji dîroka xwe ders negire û her tim bêjê ez duenî ji rast bum , îro jî rastim…..
10-Axaftin, hevpevîn, gilî, gazinde, nifir û daxwezîyên deng yên Efrînî ya carek din nîşandan ku; Kurd ji Serhadê bigir heta Efrîn ê, jî Urmîyê bigir heta Kerkûk ê, Silemanî, Hewler û Șengalê bigir dîsa heta Efrîn ê, alîyê zman va çiqas yêkin, çiqas nêzîkîhevin! Axaftinên wan dan nîşandan ku; li vir Êzdayetî, Zerdêştî, Elewîtî, Xaçparezî û Mislimanî çiqas zindîye?
11-Berxwedana Efrîn ê li seranserî dinyayê hinek dewlet û xetên sîyasî kir nava alozîyek mezin û ew xafilda bê pînas man. Komara Urizîstanê di gavekê da ji Komara Tirkîya ra carek din bu dost, wan nifşekêda kuştina Pîlot Oleg Peşkov û Balyoz Andrey Karlov bîrkir. Ew ketin derdê firotina çekan û peymanên nu yên aborîyê, Oleg Peşkov û Andrey Karlov ê Urizîstanê çun kîsê dê û bavê xwe! Ma ku dere ma rumet, ma ku derê panav, ma kuderê ma mezinîya dewletekê?!!
12-Bi Berxwedana Efrîn ê carek din dîyarbu kû; li seranserî dinyayê „Tirkên Sîs“ seroketîya dijminatî û dijberîya Kurdan dikşînin. „Tirkên“ Sîs“ ne tenê dijberê Gelê Kurd in, ew dijminê nijada Kurdin, vana di rasteyetîya xwe da ne Tirkin tenya bi navê Tirkan dimêşin û hemu xirabî û bê rumetîya bi navê Tirkan dikin, îro Komara Tirkîya, leşkerê Tirkîya, Banka û fînasen Tirkîya, ango temamîya deweletê destê wan daye. Ew ji 1922 virda li ser pişta gelên Anatolîa, Kurdistana Bakur û Trakya yê direqisin. Panava wan ya qîrêj bi Mistefa Kemalê Selanîkî destpêkir û heta îro hat. „Tirkên Sîs“ dixwezin her tim Kurdan di bin peyên xwe da bibîn, ew temamîya Kurdan li seranserî dinyayê „mirî û berate“ dixwezin, serketin û xwedîmafbuna Kurdan ew bi xwera weku mirinekê dizanin. Hebuna „Tirkên Sîs“ li ser tunekirina Kurdan ava buye.
13-Destselayedarên Tirkîya li ser bingehya dijminatîya Kurdan yêkin û nava hevkarîyekêdane, ango îtîfaqin. Li dijî Efrînê AKP, CHP, MHP VP, BBP û ÎP yêkbun. Duruşmeya wan ya hevbeş; yêk netewe, yêk al, yêk zman û yêk bawerîyê! Ew rengê polîtîk yê din, zmanên din û rahmanên curebicûr yê din naxwezin, di alîyê mîrovperwerîyê da di nava wan da serîyekî sîrê tune! Nijadparezî, kewneperestî û faşîzm parvaya wan ya hevpare.
14-Hevketina destselayedarên Tirkîya dur nîne, şerê Berxwedana Efrîn ê çiqas zêde û dirêj berdewam bike, ew ewqas tund û çavsorî hevbikevin. Dawîyêda ew wusa hevbikevin ku; ji wan kesek nexweze berpirsîyarîya şerê Efrîn ê bigire ser xwe, ew hevkevin, xwebixwe xwe tavanbarbikin û gijîkê hevda bigirin. Va rasteyetîya li „Leşkerê Surîyê yê Azad“ jî tê. „Leşkerê Surîyê yê Azad“ nezîka 30 komikên sergerde, supintî û qopikanda pêk tê, hevsarê wan destê dagirekrên Tirk daye. Komara Tirkîya wan ne wekû peyayan, wan weku kerên elxamê (maînê) kartînî, bi şîwekî bizdonek wan dide pêşîya xwe û dixweze ji bi xwera rê vebike. Ewe çil roj derbazbun, bi kerên maîne (LSA) tu rêyek venebu, loma ew lis ser ax û xwezeya Efrîn ê da bê rawestan bomban dibarînin. Di dîrokê mîrovetîyê da her tim çawa faşîst tirsonek û bizdonek bun, îro jî tirsonek û bizdonekin. Dagirkerên Tirk yên faşîst îro di şerê Efrîn ê da tirsonekin. Kerên maîne nikarin tirsa wan bibezînin. Dumayîkêda Kerên Maîne hevbikevin, dagirkerên Tirk û Kerên maîne hevbikevin, dagirkerên Tirk bi xwe hevbikevin, wusa bibe ku ew hevûdu tavanbarbikin, hevkevin û pêsîrûgijikê hevda bigirin. Hevketina destselayedarên Tirkîya û direjîya Berxwedana Efrîn ê beramberîhevra dimeşin, ew bi hevra mezin dibin û pêşva tên.
15-Neruxwîyîna dara sîyasî ya Beşar Esad û Dewleta Surî, dagirkerên Tirk, Ereb û Fars zêdetirîn berdehev. Du çerxên olî ji şerê Kerbela yê virda dijminatiya hevdikin û bi hevra nikarin bibin dost. Naha wan li ser bingehya dijminatîya Kurdan di bin pêşvigarîya Komara Tirkîya yê da şerê xwe dane „rawestandin“ ew hemû bi hevra dijminatîya Kurdan dikin, li ser vê hevhatina dawîyê da Îran bi gel Heştî Șebî li Iraq ê serket, bajarê Kerkûkê nuva ket bin nîrîya wan, gor vê hevatinê Tirkîya dixweze bikeve Efrîn ê û wê dagirbike
Hevîya dagirkerên Tirk ewe ku; ew Efrîn ê serkevin û li vir ji 7000 an zêdetir Tirkên Uîgur yên Çîn ê bînin cîwar bikin û hedî hedî demografîya Efrîn ê bigorin. Rojnemavanê Ereb Husnî Mahalî di axaftinek xwe da dibe ku; dem şer dawî hat û her kesek zivirî mala xwe, Tirkên Uîgur û kesên ku jî Komarên Tirk yên Sovyeta kewnd hatine di kuda biçin? Sergerdeyê Kasimpaşa yê RecepTayîp Erdoḡan seranserî dinyayê; qopik, sergerde û supintî organîze kirin û di bin ala DAÎȘ e da berdan ser Kurdan. Ew û DAÎȘ li hemebr Kurdan puç û sist derketin, di demek kinda bi qulmên Kurdan da gêjbun û berê xwe dan dojê, ango ew berv gewerbunê çun.
16-Di vê demê da nakogîyên ku mabeyna Komara Tirk û Dewleta Surî da hene nakogîyên antîgonîstin ango ew nikarîn bi hevra aşbibin. Di vê katê da ew li ser bingehya dijminatîya Kurdan jî nikarin yêkbin û yêktîyek rast û dirust mabeyna xweda avabikin. Hevîya Qartîpozê Dojê Doḡû Perînçek ewe ku Komara Tirkîya û Dewleta Surî carek din bi hevra aşbin û dijî Kurdan bi hevra bimeşin! Di demek kwirt da bawernakim kû, Dewleta Surîyê li gel Komara Tirkîya aşbe. Dumayîkêda, zu an dereng ji Kurdan ra dijminatî bibe sedema mirina Komara Tirkîya û bibe sedema mirina sîstema „Tirkên Sîs“.
17-Bi Berxwedana Efrîn ê ENKS ket nava qonaxek nu, dirôka netewanda, dîroka mîrovetîyêda, di dîroka gelen jêrdest da demên taybet hene, di wan demên taybet da pir rengî û pirdengî tengav dibe, demokrasî tê gwişandin û şidirandin, lûksa dijberîyê namîne, mîrov li gel kuştdarê bavê xwe, xwe di sengerekî da dibînê, li vir tenya nakogîyek xwe pêşva tîne ew nakogî; nakogîya mabeyna gelê tê û dijminê te yê dagirkere, di vê demê da em alîyê sîyasî va xwe nikarin virda û veda bixin, li ber me yêk rastîyek yêk rêgayek dimîne, gor hêz û taqeta xwe di berxwedana gelê xwe da cîgirtin.
Daxawa braderên me yên ENSK hîna va rewş taybet bi zanîn anjî bê zanîn zede fahmnekirine. Stembolê bejndayîna wan, hinek peyamên wan yên dawîyê mîrov ditirsîne û weku Kurd dile mîrov disojîne. Braderên ENSK pewîste pînekê dagirkerên Tirk bidin û bên berxwedana gelê xwe da amade bibin, ew çawa ji gelê me parçeyekin, çawa rengekî sîyasîne, PYD, YPG, YPJ û PKK jî rasteyetîya gelê Kurmancin. Ji yêkitîyê betir tu alternatîfek din tune!
Kerkûke bînin ber çavên xwe, ma revşa me ya Kerkûk ê bona me hemuyan bê rumetîyek nîne, diwaroj da em çawa binerên nava çavên zaroken Kurd?!
Hîna dereng nîne ez hevîdarim ku hemu alîgar, pêşmerge û keseyatên ENSK bê şert bên nava Berxwedana Rojavada cîyê xwe bigirin, nava Berxwedana Efrîn ê da cîhyê xwe bigirin. Di salên borîda kê kî kuştîyê, kê kî kodeskirîyê, kî kê ra işkence kirîye, bîrkin, rastî bîrkin!
Dagirkerên Tirk tu ferqekê nakin mabeyan ENSK, PYD,YPG, YPJ û PKK. Ew tu ferqekê nakin mabeyna PDK, PUK, GORAN, KOMAL û YÊKGIRTÛ. Ew hemu Kurdan mirî dixwezin, ne zindî! Îro Dewleta Tirk wera dikeve nava peywendîyên „sîyasî“ bona çi? Ez dibem bona dorpêçkirina we, bona xendiqandina we, bona fetisandin û kuştina we, çavên xwe vekin! Bona berjevendîyê gelê Kurd eger vexwerina axuyê pewîst be emê we axûyê ji vexwin, berku geleê Kurdistan rizgar û azad be, banga min carek din û carek din ji Braderên ENKS ra ye bê şert werin bikevin nava sengerên YPG û YPJ, mil bi mil, tenişt bi tenişt bikevin nava berxwedanê.
Serdestîya YPG, YPJ û PKK hezar cara paşil û hemeza dagirkerên Tirk baştire, Eger di vê katê da rewş cuda buya û serdestîya ENKS hebuya; min dîsa bigotîya: serdestîya ENKS hezar cara paşil û hemeza dagirkeran baştirê, werin bi ENKS ra bikevin nava yêk sengerekî û bi wanra dijî dijmin bibin yêk enîyek. Di nava teoşîna tînda, agirê şorişê we di navahevda bihelînê û yêk bike, wê tawê hun zedetirîn bigehîjin xeyal û armancên xwe. Kesek ji kesekî kemtir Kurmanc nîne!
18- Gijdijîya Pirsgireka Kurdistan di sêrîda dagirkeran durajî hinek dewleten hêz yên mezin bê pînas dihêle. Di nava vê gijdijîyêda Kurd dikarin li ser bingehya heqîyê,li ser bingehya aşitîyê, li ser bingehya siruşt û xwezeparezîyê, li ser bingehya pir rengî û pir dengîyê serkevin. Em ne pewiste hêzekêra anjî dewletekêra bibin dijmin, tenya dijminên xwe dursekinandine û her waha bi daxwezkirina aşitîyê dikarin serkevin.
Ka binêrin kî çi dike? Maç û miçên Stenbolê hîne li ser gepanda sarnebibun dara sîyasî ya RecepTayîp Erdoḡan kuştin û ruxandina dara sîyasî ya Beşar Esad xwest. Di sengerê dijberîya Kurdan da wan çiqas hevûdu hezkirîbu? Komara Tirkîya tundî dijminatîya Urizîstanê dikir, pîlotên wan kuştin berku Urizîstan ê pişgirîya Beşar Esad dikir, di ve şopêda Urizîstan û Komara Tirkîya bune dost, dijminatîya wan ji Beşar Esad ra berdewame! Komara Tirkîya û Komara Îslamî ya Îran ê çiqas dijminatî û dijberîya hevdikirin, li dijî Kurdistana Başur yêk bun û wan bi hevra bajarê Kerkûk ê û nîvî Kurdistan Başur carek din kirin bin nîre dagirkerîyê. Li vir Îran li gel Komara Tirk li ser xetekê ye, feqet Îran hevkarê Beşar Esad ê li Surîyê dijî pozîsîyona Komara Tirkîya yê ye. Yekitîya Emrîka endamê NATO yê ye hevkarê Komara Tirkîya yê ye, Kurdistana Rojava dijî Komara Tirkîya hevkarê YPG û YPJ ye. Leşkerê Azad yê Surîyê ku nezîka 30 komikan pêk tê û giredayîyê Komara Tirkîya yê ye bona Beşar Esad hêzekî terorîste, ew bona Komara Urizîstan ê jî hêzekî terorîstin. Dema mîrov vê dîmena sîyasî ya Rojhilata Navîn dinêre, serê mîrov dizivire, destê kê berika kê daye ne dîyare.
Li vir ez dikarim tiştekî bêjim; him jî bi xwînsarîyek mezin: Rojhilata Navîn yên ku, sîyaseta xwe li ser xeta dijberî û dijminatîya Kurdan bimeşînin, binkevin ew sedarsed binkevin, hur û hewarbuna wan ne dure.. Li ser vê erdnîgarîyê Kurd mezintirîn hêzin, ji hezaran sal vir da li ser axa xwene û bingehya heqîyê hemu mecal û derfeten rizgarbunê ji wan ra pêşkêş dike, bila tenya ew yêk bin û defterên kewnd venekin, pêşta bifikirin ne paşda!
19-Tirsa min ya herî mezin ewe ku; Komara Tirk li paş binketin û şikestxwerina xwe Berêz Abdullah Öcalan, hun bêjin Serok, wekû jokêr derxîne li ser dimenherikanê û bi dev û dengê wî peyama rawestandinê bidin Kurdan. Bi vî avayî nuva li ber tekçuna Komara Tirk bigirin.
Kurd di şerda bi fedakarîyek mezin serkevin, bona vê serketinê gelek cangorîyan bidin. Xeterî ewe ku di dumayîkêda Kurd li gel „Serok Abdullah Öcalan“ hefsarê xwe carek din bidin destên dagirkerên Tirk û binkevin, carek din bên xapandin. Berêz Öcalan bi xwe û gelê Kurd bibe congorîyê vê sîyasetê! Di şerê Dêsimê da canik û camerê Dêsimî weku Efrînî ya berxwedan û li ber dagirkerên Tirk melis nebun, Dêsimî di şerda serketin balam dagirkerên Tirk hîle, fehl û fendên xwe berê Serketina Dêsimîyan gorîn û li ser masaya hevhatinê bajarê Erzingan ê Reyberê Berxwedana Dêsimê Seyîd Riza û hevalên wî girtin û demek kwirt da ew bajarê Elazîzê darvakirin.
Seyîd Riza bona îmzakirina peyam aşbunê çubu bajarê Erzingan ê, daxawa ew li vir ket nava dafa (kamena) dagirkerên Tirk. Li vir banga min Gelê Efrîn ê û şiervanên wan ra ewe ku; ew bi banga „Serok Abdullah Öcalan“ binnekevin. Bi komployekê li ser girtina Abdullah Öcalan ra 18 sal derbazbun, zaroken ku di vê demêda 7 salî bun naha bune 25, yên ku di wê demêda nuva çavên li dinyayê vekirî bun, naha bune 18 salî. Li Rojava alîyê nefîya nuva Öcalan wekû, serok, fîlozof,aşitîxwez, şerker û mîrovperwer tête nasîn, bona wan ew Serokê Serokan e. Di vê katê da li vir dîmena Abdullah Öcalan wusaye, bona navê wî hezaran kes dikare xwe cangorîbike, şervavên vir bi qîrîna „Bijî Serok Apo!“ diçin ser dijmin. Navê „Serok Apo“ wan yêk dike, rêdixîne û berê wan dide azadîyek bê hempa! Li vir naha rewş û rasteyetî wusaye. Di vê katê her kû li vir bi çavekî kêm Abdullah Öcalan binere û rexneyê wî bike, ew di bin peyan da biçe û ava gemar bête şuştin!
Mixabin bi gotinên serokekî dîlkirî mîrov nikare her tim rast bimeşe, çawa katî xwe da rakişandina Gerîlayên Kurd ji Bakurî Kurdistan şaşetîyek mezin bu, îro li ser daxwezî û gotinên serokekî dîlkirî biryar girtin û meşan temamîya Kurdan dike bin xeterîyek mezin. Di vî katî da pewîste bona jîyan Komara Tirk Kurd tû derfetekê bi destên xwe nedin wan, berê vê Komarê bidin dojê û we lingekî zu bişînin nava dojê!
Bîrmekin dagirkerin Tirk li ber berxwedan heq ya Kurdan nikarin xwerbibin û bejna xwe bitewînin, ew nikarin xwerbin, tenya dikarin bişkên. Panava Tirkan da xwer bun û bejntewandin tune, tene mirin û şikandin heye!! Form, struktrur û revaçuna Komara Tirk bona gorînek demokratîk îcaze nade, le ber gorînên wusa di serîda bendên mezin hatine avakirin. Ji ber vê heqe wan ruxandine, hilweşandine û tekbirine.
Hevîya min ew ku serdarên PKK, YPG û YPJ van hemu xeterîyan tînin ber çavên xwe û gor wê dimeşin, heta „Serok“ azad nebe û neyê nava Kom Kurdan, mîrov nikare bizane bi rastî kîjan daxwezî ya Wî yê, yan kîjan daxwezî ya Wî nîne.
20- Kurd pewîste seranserî dinyayê li dijî dijminê nijada xwe bisekinin, mesele mesela PKK, YPG an jî YPJ nîne. Naha li Rojavayî Kurdistan ENKS jî destselayedar buya, Komara Tirk dîsa êriş berbida ser Kurdên Rojava. Hinek texte kêm dibên ku; sîyaseta şaş ya ya PYD yê Tirk berdan canê me, va neraste!! Eger cîyê PYD hun ji buna dagirkerên Tirk dîsa êrişberbida ser we. Di navên partîyên Kurdistan da ji hemuyan zedetirîn peyvedîyên PDK li gel Koamara Tirk hene, dema Kudên Başur bona referandumê dengdan rêvabirin, Rojnamevanên Tirkîya bi yêk dengî bona Serokdewlet Mesud Barzanî çi dinivîsiyan, bina Kurdistana Başur çi digotin? Ma wan bi yêk dengî dijminatîya herî mezin nekir? Dihat gotin ku; bi pere û pul emê dagirkerên Tirk bêlayan bikin, wan bêdeng bikin!
Me hemûyan bi hevra dît dagirkerên Tirk çiqas bêdeng bun?! Berku Kurd xwedî statût nebin dagirkerên Tirk amadene her tiştê xwe bidin, rahmana wan ya stratejîk ne tene tunekirina Gelê Kurd e, tunekirina nijada Kurd e. Ew dibên: bila Kurd nexwin kî dixwe bila bixwe, heta cîye kû Kurd dixwin bila ker û kutî (seg) bixwin! Ji ber vê bawerîya min ewe ku nakogîya (pozberîya) herî mezin ya tûj mabeyna me û dagirkerên Tirk daye, hemu tezatên din di bin sîhya vê tezatêda dimînin, tezata ya herî serî ya me; tezata mabeyna mê dagirkerên Tirk daye. Eger Kurdên vê dinyayê yêkhemcar ruxandina Komara Tirkîya li ber xwe daneînin û vê bi xwere nekin armanc bostekê nikarin pêşva bên. Di vê demê da tezata mabeyna me û Komara Îslamî ya Îran ê, tezata mabeyna me û Dewleta Iraq e û tezata mabeyna me û Dewleta Surîyê di bin sîhya tezata mabeya Kurdan û Komara Tirkîya yê da dimîne. Eger Komara Tirkîya bête ruxandin Rojhilata Navîn berê xwe bide aşitî û aramîyê, naha di bin her kevirekîda (berdekîda) pîsî û xirabîya Komara Tirkîya derdikevî, li vê heremê di her xirabîyekê da tilîya wan heye.
Li vir banga min ewe ku seranserî dinyayê Kurd û Dostên wan Berxwedana Efrîn ê xwedî derkevin, naha zexta Kurdan li Rojavayî Kurdistan da dave, va bona Kurdan û mîrovetîyê derfetekî dîrokîye ji detên xwe medin filitandin, weku dirikekê bi pêva biqemitin û bernedin!
Kurd di dîroka xwe da vaye cara dudîyayê gwîyê (gûyê) dinyayê padikin, gwîyê yêkem yê dinyayê ku wan pakirin sergedeyên Xweçparêzan bun, di katî xweda Seladîn Eyubî gwîyê dinyayê pakir, mixabin tu tiştek neket berika Kurdan, her tiştik ketî berîka Îslamê durajî keti berika Tirkan. Naha vayê Kurd carek din, cara dudîya gwîyê dinyayê padikin, ew gwî dagirkerên Tirk, DAÎȘ û Leşkerê Azad yê Surîyê ye. Hevîya min ewe ku Kurd vê cara dest vala dernekevin! Di dîroka xwe da du cara gwîyê planetê pabike û destvala derkeve, bo me dibe janek mezin!
Efrîn nahava serket, Kurdên bi rumet û dostên mîrovetîyê nahava berê xwe dan Berxwedana Efrîn e!
Bimînin nava xêr û xweşîyêda, tu her bîjî Efrîna rengîn!
Bîşar Norşîn
02.03.2018