Skip to main content
okuma zamanı
dakika
okunmuş

TIRS

Fri, 08/03/2018 - 19:05
1 comment

 

Tirs bi xwe cure bi cureye, hinek tirs hene li cîhne bona berdewambûna jîyanê pewîst û zarurîne, ew jîyana mîrovan û zindîyên din garantî dikin, wan diparêzin. Ew tirs ji newşekê gîhîştine newşek din û heta îro hatine. Dema volkanek diteqe û agir dibare, tirsan normale û hewceye. Berku mîrov ji çîyayê agir dibarînê ditirse, xwe zu digehîne cîhyekî aram. Dema cîhekî laser (lehî) radibe û av bilind dibe tirsan normale, mîrov dixweze xwe zu bigehîne cîhyekî bilind, dixweze xwe ji xwendiqandinê rizgar bike, dixweze xwe biparêze. 

Tirs hene ne li cîh ne, ew tirs dibin sedema gelek nexweşîyan, mîrov hene ji bilindîyan ditirsin, mîrov hene cîhyên teng ditirsin, mîrov hene pindepîr, dûpêçk, mar, mişk, moz, mêş û segan ditirsin. Mîrov hene ji cîvakan, kerîyê mîrovan, gûrîna ewran, vejîn, şîrqîn û tarpîna brûskan ditirsin. Mîrov hene ditirsin ku; rojek bê ew bê kar bimînin, bê pere û pul di nava neçarî û belengazîyê da jîyana xwe berdewam bikin. Mîrov hene ji ceribandin û bersivdanan ditirsin. Mîrov hene di mejûyê xwe da rahman dizivirînin û dikevin nava tirsên mezin, ew bi xwe ji tirsînê ditirsin, tirsîna ku xwe bi xwe diafirînin ditirsin, bedena wan dilerze, ew xwîdidin, dengê wan digore û xafilda bîrva diçin, heş serê wan da namîne. Mîrov hene ji mirinê ditirsin, mîrov hene derheqa malbenda xwe da xema dikin û ditirsin, ew ditirsin kû; tiştek bête serê malbenda wan, tiştek bête serê zaf û zeçên wan. 

Zêdetirîn cureyên tirsê di nava cîvakên modernda xwe bi vî şiklî didin dîyarkirin:

Tirsa bilindî û firdanê, ew bilindbûne ditirsin, dema bi firdanê rêwîtîyek li ber wan derdikeve, dikevin nava dudilîyek mezin, alîkîva dixwezin weku yên din bi balafirekê firdin û zu bigehîjin cîhyê xwe, alîyê din va tirs û xofek mezin dikeve ser wan, ditirsin kû balafir dakeve û erdê bikeve, hinek ji wan xwe xwirt dikin, bileta xwe distînin, heta balafirxanê diçin, demek kwirt berî sîyarbûnê dikevin nava serhevbinhevbunek mezin, ew dumayîkêda ditirsin û nafirin. Yên ku xwedî vê tirsêne nikarin li cîhên bilind temaşeyî jêr bikin, serê wan dizivire û ew dikevin xarê.

Tirsa xwîne, hinek mîrov hene dema xwîne dibînin perdeya ber çavên wan taf reş dibe, ew ditirsin û taf bîrva diçin, him bi xwe him jî mîrovên derdora xwe dikin nava xeterîyek mezin.

Tirsa cêribandinê, dema ew xwe bona cêribandinekê amade dikin, dikevîn nava lerzîn û tezînê, tirsa wan ewe kû; ew bersivdanê da binkevin û seqet bibin, ew tirsa taybetî xwe di nava şahgird û xwendewananda dide dîyarkirin.

Tirsa derzîyê, mîrov hene li derzî ledanê ditirsin, dinya serê wan reş dibe.

Tirsa çem, gol, behr û avê, ew mîrov taybetî ji behr û golan ditirsin, nikarin ajneberîyê (melevanîyê, avjenîyê) bikin, nikarin lotik, papur û gemîyan sîyarbin.

Tirsa otomobîl ajotinê, ew kesên ku xwedî vê tirsêne nikarin bibin şöfor.

Tirsa hespê, kese ku xwedi vê tirsêne nikarin hespê sîyarbin.

Tirs heşmedarekî gelek xirabe, biryarên ku din bin tirsê û bi tirsê têtin girtin mîrov û koman ra keşayên mezin peyda dikin, hemu mîrovên ku xwedî tirsdarin her roj pey derfetekê digerin, eger derfetek an jî mecalek destên wan bikeve; ewe ji tirsdarên xwe tola xwe bigirin û wî bikujin! 

Bawerî û olên ku li ser bingehya tirsê hatine avakirin zu an dereng alîgarên xwe dikin nava krîzekê, ew tirs wan weku kesayet, wekû kom nexweş dike. Rahmanên ku ji zanyarîyê durin û bi virûderewan hatine avakirin, rojek bê bikevin nava tengasî û gengaşîyên mezin. Zanîn bixwe dermanê tirseyê, mîrov çikas bizane û bikaribe şîrove bike ew qas ji tirsê durbikeve û ji bona xwe tirsê ji holê rabike. Hinek hêz seranserî cîhanê dixwezin cîvakê di hetanê nêzanyarîyê da beylin, ew dixwezin di nava behra nezanyarîyê bê asteng û bê keşa ajeneberîyê bikin, dixwezin ser pişta kesên bê agah û nezan hespê xwe bidin bezdan. 

Nezanîn xizanîyê bi xwe ra tîne, nezanîn çavkanîya tirsêye jî, dema tirs û xizanî hevdiqelibe dest û peyên cîvakê têtin girêdan, cîvak ji nişêtên mîrovetîyê durdikeve, cîvak ji temamîya şariztanîyê durdikeve.

Di nava şariztanîya modern da gelek „pîşe“ ji tirsê sud werdigirin û jîyana xwe li ser pişta tirsê didomînin. Tirs bi hinekanra dibe derd û nexweşî, hinekanra dibe kanîya jîyanê. Tirs bi xwe di nava pavajoyda sektora tirsê derdixîne holê, ji sektora tirsê mîlyonan kês sud werdigirin û jîyana xwe li ser bingehya vê sektorê didomînin.

Barwerî û olên ku li ser pişta tirsê xwe afirandinê yek bi yek bînin bîra xwe, kirinên alîgar û rêvebirên wan bînîn ber çavên xwe! Ew çiqas li ser bingehya heqîyênê, çiqas puçin? Wan çi anîyê serê mîrovetîyê û wan koma mîrovan çiqas pêşva birîyê? Zanyarî, xwendin û perwerdebûnek bê rawestan, mîroven gelek nezîkî teqîna yekem û Xwudê dike.Tirs bi xwe mîrovan ji Xwudê û teqîna yêkem durdixîne.Yên kû dibêjin Xwudê bitirs, zanîn an jî bê zanîn peyama „kuştina“ Xwudê didin., ji ber vê jî dikevin nava bê heşîyêk mezin.Dema mîrovek dizane ku ew her tim hebûye û diwarojda jî her tim hebe, tirsa wî mîrovî li ber qiras gorînên nû nabe! Ew dizane ku, her tim bi qiras gorînek nû; destpêkek nû destpêdike,  bi her kiras gorînekê; derîyek tê girtin û derîyek tê vekirin.Tirs mîrovan kerr, lal û kwîr dike, ango wan dimaşilîne, wan kirinên çak, rahmanen azad û ji aramîyê durdixîne. Tirs bi xwe ra xulamî û xidamîyê tîne, xofek mezin dike zikê mîrovan û mafê biryardayîna azad ji destên wan digire! tirs

Dumayîkêda kesek an jî komek piçuk derheqa diwaroja wan da biryar dide û berê gorînên wan digire bin kontrola xwe.

Tirs tête meneya şevên bê xwe, tê maneya hecicandinê, tê maneya gîrî û lalbûnê, tê maneya nexweşîyên bi nav û bê nav. Tirs mîrovan dike virker û derewker, mîrovên ditirsin nikarin rû pas bin, her tim li ber rû yê wan maskeyek heye, cîvakên kû di nava tirsê da dipejikin li ber gorîna xwepûrîyêk nû ne, zu an dereng gorînek nû di pêsîra wan da digire!.

Di jîyana hemu zindîyan da tirs cîhyekî taybet digire. Ne tenya mîrov û ajal, di rasteyetîyê da gîya, nebat, dar û ber jî xwedî tirsin. Bi methoden cure bi cure mîrov dikare wan bide cêribandin û tirsa wan bîne ber çavan. Li vir min dixwzim pîçek li ser tirsa, heywan, kes, cîvak û koman bisekinim. Bê guman tirsên netewan jî hene, hinek ji wan digehîjin nexweşîyek hevbêş ya netewî. Tişte kû ez çil salê dibêjîm, demek kwirt berîpêş bi zmanekî din Profesorekî Tirkîya anî serê zman. 

Pisporê Psîkîyatrîyê Prof. Arif Verimli  di hevpeyvîna xwe ya li gel Xanim Buket Aydin ê  da digot: „Kemasîya herî mezin ya Tirkan ewe ku; bîrûbawerîya wan bi xwe tune.“ Dura wî berdewamdikir digot: „Ji xelkê Tirkîya yê % 20 xwedî kesayetek nexweş  ya antî sosîalin.“ (1)

Ango peyvendîyên van yên navahev li ser zor û hovitîyê dimeşin. Xwezî mê bî kî zanyarekî Tirkîya va rasteyetîya anî serê zman. Prof. Verimli di axaftina xwe da niştêrek pila nêm û îrîne xist, feqet ew zede kwur neçu, pîçek bi serva eleg û bêjing kir, bawerim şert û mercên Tirkîya yê bona kolînek hûr bi hur, îcaze nadin û Prof. Verimli ji nikare zêdetirîn pêşva biçe!

Eger hun min bipirsin sedema vê nexweşîyê ewe ku; Tirkan di dîrok û dilê xwe da tu car xwe parçekî vê erdnîgarîyê nedîtin, her çiqas wan bona Trakya, Anatolia û Kurdistan ê gotin welatê me, gotin welatê dayîka me, di dilê xwe da wan bi van gotinên xwe tu car bawerî neanîn, wan her tim xwe biyanî dîtin, xwe parçekî vê xwezayê nedîtin, tirsîyan ku; rojek bê şunda berê xwe bidin Asîya Navîn û Mongolîya yê, „Tirkên Sîs“ ji xwe him parçekî vir nedîtin him jî xelkê Tirk bona berjewendîyên xwe dan karanîn, ew dagirkirin, hun bêjin ew dankirin, diwaroj da eger tevlihevbunek mezin xwe bide dîyarkirin berî hemu bîyanîyan, „Tirkên Sîs“ zu birevin û berê xwe bidin dewleten Ewropa. Sedema nexweşîya newetwî yaTirkan (Keseyatek nexweş ya antî sosîal); tirsa ji vir avitinêyê. Tirsa wan ewe ku; rojek bê ew ji vê erdnîgarîyê bêtin avitin û mecbur bimînin barkin biçin!

Gavek din peşva diçim: gor nerîna min, da nava leşker, sîxur, polîs û sîyasetmedarên Tirkîya da nexweşîya keseyatek nexweş ya antî sosîal %90 eBerku bona karê dewletê yên herî nexweş têtin hilbijartin.Ji ber vê dîmena demografîk ya hemwelatîyên Komara Tirkîya her roj xirabtir dibe, weneyekî bi gwîn rêş, hun bêjin weneyekî reş û tarî derdikeve hole!

Rêvebirên Komara Tirkîya bi zorê kirasê dîna li gelê Kurdistan, Anatolîa û Trakya yê kirin, li ser vir û derewan wan komarek avakirin û heta îro anîn, her tiştê wan li ser vir û derewaye, mamosteyên wan, sîyasetmedarên wan,îmam û miftîyên wan, daxawa profesorên wan her roj bi derewa radibin û derewa rudinin, di zaroktîyê da destpêdikin profesyonel ferî derewan dibin, cîvak bi xwe li ser benda xapandin, tirs, dizî, zor û zelpê ye. Cîvak bi xwe gîhiştîye radeyek wusa ku, her kî zorbe nine, her kî diz nine, her kî bi kuştina mîrov û zindîyê din kefxweş nabe; ne normale!! 

Îro li Tirkîya ber kû tu normal bî; pewîste tu profesyonel vir û derewa bikî, pewîste her tim çoyê te destê te da be, pewîste tu rap û tarpan rêva biçî, pewîste tu bidizî û bişêlînî, pewîste tu bona berjewendîyên xwe her xirabîyê bikî, pewîste tu ber kesekî nekevî, pewîste hemû yên din ji tera bibin xidam û xulam!

Dema wusa dibe di nava cîvakê da pevçun û şer zêde dibê, ji ber sedemên piçûk, hun bêjin yên bê mane mîrov têtin kuştin, heywan têtin kuştin, îşkencê û kuştin dibe parçekî „normal“ yê jîyanê. Li Trakya, Anatolîa û Kurdistan a Bakur di bin bingehya kuştina jin û zarokan da va rasteyetîya vêşartîye, di bin işkence kirin û kuştina heywanan da va rasteyetîya veşartîye!

Pisporê Psîkîyatrîyê Prof. Arif Verimli bi zanînek mezin nexweşîya herî mezin ya cîvaka Tirkîya tînî serê zman, feqet zêde peşva naçe!  Derheqa vê nexweşîyê da agadarî û analîzên dur û dirêj, daxawa navaroka vê nîvîse diteqînin. Ez bi kwirtî ji wera hinek nişetên vê nexweşîyê bînim serê zman:

Kesen ku xwedî vê nexweşîyêne qanun nenasin, ew her tim dijî, nirx, norm û zagonanin. Ew bona berjewendîyên xwe dikarin her xirabîyê bikin. Hinek ji wan naxwezin biçin medresê, naxwezin pey karekî daîmî biçin. Jîyana wan her tim li ser vir û derewan e, ew vir û derewên mezin dikin. Ew zu dikarin berê xwe bidin jîyanekî krîmînel û jêrzemînî, navên cure bi cure digirin, zu diliq digorin. Zor û zelpê bi kefxweşî kar tînin, bi bindestkirina kesên din kefxweş dibin. Dikevin nava rîzîkoyên mezin, ceza girtin û sicinkirina wan, hun bêjin kodeskirina wan, wan nagore! 

Hinekî wan pey karekî diçin û „normal“ kardikin, feqet ew dêş û xema kesên din fahmnakin, bona kesên din empatî li cem wan tune. Ew pey manûpûlasyonan digerin, dixwezin li ser kesên din tesîr bikin û wan bona mislehetên xwe karbînin. Plankirinên dûr û dirêj di jîyana wan da tunin, împlusîv rêdikevin, dikarin zu bikevin nava şer û pevçune, bona xirabîyên xwe, her tim kesayetên din suçdar dibînin, berku zexta wan zu derdikeve û zu hers tên; ew him bi xwe, him jî yên derdora xwe dikarin bikin nava xeterîyên mezin. Ew dema didizin, dema zerarekê digehîjin kesekî an jî cîvakê, tu car poşman nabin, bi zerar danê kefxweş dibin. (2)

Eger li cîhyekî azadî tune, li wê derê tirs û tirsandin heye. Eger li cîhyekî aborîyêk xwirt û sosîal tune li wê derê tirs dibe. Eger cîhyekî zagon nebe, maf nebe, hun bêjin heq nebe; li wê derê her tim tirs dibe. Eger cîhyekî tora tendurîstîyê ya baş nebe, derfetên tendustrîyê kem bin, derman, pizeşk, nexweşxwane û hebûna sazîyên jîyançakkirinê nebin, li wê derê her tim tirs dibe.

Di nava cîvakê da serdet her tim ji bindestan, ji bindest jî her tim ji serdestan ditirsin. Dagirker yên dagirkirî ditirsin, yên dagirkirî jî ji dagirkeran ditirsin, hezên împeryal ji hevûdû ditirsin, welaten dagirkirî û nîvdagirkirî, dewletên dagirker yên împeryal ditirsin. Dewletên împeryal ditirsin ku; rojek bê welatên dagirkirî û nîv dagirkirî ji destên wan bifilitin biçin. Va dîroka rabirdî da jî her tim wusa bu, xelkên Maçîne çiqas ji xelkên Asîya Navîn tirsîya bû. Tirsa Mongolan li ser wan çi bû, wan çawa berxweda bû û wan çi kirîbû?

Di dîrokê da xelkên Parzemîna Efrîqa yê ji Ewropayîyan çawa ditirsîyan, xelkên Emrîka Başûr, Navîn û Bakur ji Ewropayîyan çiqas ditirsîyan?  Kurd û gelên Mezopotamîa ji ber sergedeyekî  weku Xalid bîn Velîd ku bi navê Îslamê bona talanê dihat, çiqas tirsîyan? Gelên Rojhilata Navîn ji ber leşkerê xaçparêzan çiqas tirsîyan? Mîrov dikare pirs û mînekan dûr û dirêj bide…

1-Dîwarê Tirsê, Dîwarê Mezin

Avakirina Dîwarê Mezin yê Çînê û tirs diroka mirovetîyê da cîhyekî balkêş digirin. Diwarê mezin di dîroka mîrovetîyê da avayîya herî mezine, heta bist sal berîpêş direjîya Dîwarê Mezin weku 6000 km dihat zanîn. Gor agahîyên dawîyê yên sala 2012 derket holê ku, di rasteyetîyê da ew dîwara xwedî  dirêjîyek 21196,18 km bûye. Ew dîwara di bin strarîya 19. Padîşahtîyanda hatîye avkakirin, ji qurna 7. pêşî dayîkbuyîna Îsa heta sala 1644 hatîye avakirin, gelên Maçîn û Çîn ê Dîwarê Mezin bona paraztina xwe avakirine, berku ji Mongolîa û Asîya Navîn gelek gêlên koçer yên ku jîyana xwe li ser talan û dizîyê didomandin, berê xwe didan Maçîn û Çîn ê û diçun talanê. Dîwarê fireh, bilind û dirêj dijî dagirkerîyê derket holê. Berkû axa Maçîn û Çîn ê di dîrokê da alîyê gelên talankarda çend cara ji bakur va hatibi binpêkirin, biryara avakirina vî dîwarî hate dayîn. Gelên Çîn ê din bin dagirkerîya diz û hovanda zelp û zilmek gelek mezin dîtîbûn, di her dagirkirinêda li war û şenîyên Çîn ê berdik li ser berdekî din nedima, yen kû xwe ji ber lepên wan rizgar dikirin û direvîyan, her car nûva, ji sifirê destpêkî  jîyanê dikirin. 

Dîyarbû ku avakirina vê avayîyê dur û dirêj berwedwam bike û xercek mezin bike ser pişta gelên Çîn ê. Dîyarbû ku, ew ji gewrîya xwe kem bikin û vî dîwarî avabikin. Wan ber bi mecbûrîyêtê destpêkî avakirina vî dîwarî kirin. Piranîya Mongola û gelên Asîya Navîn koçer bûn, aktif nedixebitîyan û nedihetandin, di nava wan da helandinek mîrovane, hun bêjin sosîyalîzonek mîrovanê tunebû, ew him di navahevda û him jî dijî bîyanîyan hov û bê mehramet bûn, bra, bav, mam, dapîr û babîrê xwe bona berjevendîyên şexsî; asan, bê çavêndamilandî dikuştin, dema diavitin ser şenîyekê; temamîya cîwan û mêrên we şenîyê dikuştin. (3)Biryara çêkirina Dîwarê Mezin di bin  şert û mercên wusa da hate girtin, di rasteyetîya xweda ew him bû dîwarê paraztinê him jî bu dîwarê tirsandinê, bû sedema girtina bacên giran.

Gelên Maçîn û Çîn ê bi wan gelên dagirker ra Tûkî / Tikî digotin(4), peyva Tirk, Türk, Turk ji vê peyvê tê, va peyva tê maneya segê har. Ji ber vê sedemê tu gelekî talankar yê Mongolîa û Asîa Navîn tu car bi xwe ra negot em Tûkî, Tirk, Turk anjî Türk in, Ewropayîyan ew nava ji bona wan ji Çînî yan girtin û ji wan ra gotin Turk Volk, Jöntirkan jî ew peyva ji Ewropayîyan girtin, dura ew nava Komara Tirka ra bu navê Komar ê, „Türkiye Cumhuriyeti“, Osmanîyan tu car nedigotin em Tirkin! 

Dema mîrov dîroka Dîwarê Mezin dinerê, dibîne ku Tirs, xwe bi curebicurê dide dîyarkirin; 

1-Tirs ji ber Mongol, Hûn û gelên talankar yên din. Yên ku li ser axa Mongolîa û Asîa Navîn dijin, li cîhyekî cîwar nabin, bi hetanê koçerîyêda li rojekê vir, li rojekê li we dijin, naçînin û tu car jîyana xwe da hilnaberînin, jîyana xwe tenya li ser kuştin û talanê didomînin. 

2-Tirsa gelên Maçîn û Çîne ê ji ber bacê,serdestên Çînî di nava pavejoyda tirsa gelên xwe ra kirin sedem û her sal bac zêdekirin, xelkê xwe tedayîyên mezin kirin, bi zorê alîyê serdarên Çîn ê va mal û milkên gelên belangaz yên Çîn ê hate girtin. Di dîroka Çîn ê da gelek cara dijî serdestan raperîn û berxwedan, hûn bêjin serîhildan derketin holê! 

3-Tirsa mirinê, di çêkirina Dîwarê Mezinda sedhezaran kes mir, ew telef bûn û wî dîwarîda hatin veşartin. Eger bi kwirtî bête gotin: Dîwarê Mezin avayîya tirsê ya herî mezin li ser vê dinya yê ye.

Ew dîwara li ser bingehya tirsê hate avakirin, daxawa kwil û derdên gelê Maçîn û Çîne ê ra tu car nebû derman,  hun dikarin Dîwarên Mezin ra Dîwarê Tirsê ji bibêjin. Berî hebûna vî dîwarî û li paş avakirina vî dîwarî Çîn gelek cara hate talankirin û xelkê wê bi komkujîyên mezin hatin kuştin. Dema Cengîz Xan li dijî Maçîn û Çîne diket rê, di nava du salanda heta bajarê Pekînê çoldikir û kevirek li ser kevirekî din nedihişt, hun bêjin berdek li ser berdekî din nedihişt, dema brayê Cengîz Xan Kasar diavit ser Mançurya yê, kwirê wî ye mezin Dşötşî (Cucî) diavit ser Şanxî ê û Cengîz Xan bi xwe jî diavit ser bajarê Pekin ê, wan di nava du salanda gelên Çîn ê tar û mar dikirin û bajarê Pekînê binpêdikirin. Bê guman hebûna Dîwarê Mezîn heta radeyekê gelên Çîn ê paraztîyê, bi vî dîwarî her tim mecala talan û dizîyê nemayê,  li paş çêkirina vî dîwarî gelên diz û talankar berê danê rojava û heta Asîa Piçuk û Macarîstan ê hatine.

Berku min vir behsa Dîwarê Mezin kir, dixwezim li vir pîçek ser  peyva „dîwar“ bisekinim! Berku bi dîwarkomên bi ar û komên bê ar cuda bûne, berku komên cîhwarbuyî û komên necîhwarbuyî cuda bune, di wê katê da mabeyna gelên Mongolîa, Asîya Navîn, Maçîn û Çîne ê jî cudadîyêk wusa derketîbû holê. Gelên  Çîn e şenî û bajarên mezin avakirîbûn, yên Mongolî û Asîya Navîn hîna di nava hetanê koçerî û hovitîyê dabûn. Peyva „dîwar“ di Kurmancîya meda ji dûû artê, dema tiştek dişewite; dû derdikeve, dû jî agir tê, ji agir peyda dibe, ango ji ar derdikeve, dema li cîhyekî komên mîrovan her tim man, barnekirin û neçun, li wan deran/ cîan her tim agir hate dadan, her tim agir hate paraztin û her tim derket, ji hebuna ar û dû, war peyda bû,ji durav dîtina waran; dî-warpeydabû,bi avakirina dîwaran komên mîrovan dev ji xîvetan berden, wan bi xwera holik û malên „modern“ avakirin, bi vî şiklî mîrovan warên xwe şênkirin, war bûn şênî, ji şênîyan hedî hedî  bajar û bajarok derketin holê.

2-Tirsa Sokrates

Bavê fîlozofya Yunan Sokrates (peşî bûyîna Îsa 469-399) ku; bingehya rahman û fîlozofîya xwe ji Zerdeştîyê girtibû û wexta xwe da weku pisporê gotûbêjîyê dihat nasîn, tête gotin ku mîrovekî bê tirs bûye, ew derheqa ser û binê erdê, derheqa erd û ezmana xwedî zanînek mezin bûye, dostên wî, mîrovên derdora wî ewe weku zanîna behrê didîtîne. Sokrates ê bê tirs di jîyana xwe da tenya tiştekî ditirsîyaye: Canga.Rojekê rojan hevalên wî tên cîvata wî û dixwezin derheqa tirsa wî da, ji wî ra biaxifin. Hevalên wî, ji wî ra diben ku; Kekê Sokrates, gor zanîna me tu mîrovekî bê tirsî, mîrovekî zanayî, tu him ji mîrovanra him jî ji ajalên din ra dikarî zu bikevî nava dîalogê, bona çi tu ewqas cangayan ditirsî? 

Bona çi dema tu meydanekê an jî kolanekî cangayekî dibinî ewqas dikevî nava tirsek mezin û dixwezî xwe vêşêrî? Ma tu nikarî çandî zarokekî piçuk bibî? Her roj li  pey, manga, ga û cangayan zarok diçin di şaxên wan da digirin û bi wan ra dileyzin, ma tu nikarî çandî zarokekî bibî?

Sokrates li wan dizivîrîne û dipirsê, dibêje: Ezbenî canga heywanekî xwirte ne wusa? Cîvat bi yek dengî dibêje: raste canga heywanekî xwirt e! Sokrates berdewam dike, dibêje: Ezbenî şaxên (sturîyên) canga dirêj û pîjin ne wusa? Cîvat bi yek dengî dengê xwe bilindike û dibêje:Raste canga xwedî şaxên dirêj û pîje! Sokrates li wan carek din zivirîne û dîbêje: Mêzekin, canga heywanekî xwirte, xwedî şaxên dirêj û pîjê! 

Li vir problemek (keşayek) min heye: Canga xwirte, xwedî şaxên dirêjûpîje û fîlozofya jî nexwendîye, ji ber vê ez ji canga ditirsim! Erê, tête gotin ku, ji ber vê sedemê Sokratesê mezin yê bê tirs ji cangayan ditirsîyaye! 

Canga heywanekî  xwirtê, xwedî şaxên dirêjûpîje û fîlozofya jî nexwendîye!

3-Tirsa Pîxamber Mihamed

Dapîramin (Rahma Xwudê lêbe!) derheqa ol û bawerîyan da xwedi zanînek mezin bû, we car cara behsa Pîxamber Mihamde (Şefaat û rahma Xwudê lêbe!) ji dikir, digotê Pîxamber Mihamed him berî Pîxamberîya xwe him jî di wexta Pîxamberîya xweda tu tiştekî netirsîyayê, ew xwedî zanînekî mezin bûye û dema alîyê zanînêda diketîyaye tengasîyê Melakeyên Xwudê zu dihatine û alîkarîya Wî dikirine. Digotê: jîyana xwe da tenya Ew rojekê gelek tirsîyaye û bîrva çuye, cîvatvanan av avitine rûyê Wî û ew bi zorê şîyar kirine! 

Digote: dema Pîxamber Mihamed nav û deng dibe, taîfeya xwe mezin dike, gelek gel, êl û eşîrên derdora Nîvgirava Erebîstanê noner û berdevkên xwe rêyî Pîxamber Mihamed dikin, bejn û  dara xwe li ber Wî ditewînin, Kurmancên serbilind jî di vê katê da nonerekî bi navê Kurdan dişînin lay Pîxamber Mihamed. Nonerê Kurdan; mîrovekî gelek sipehî, bejnbilind, navberk fireh, serî mezin, enî fireh, çav mezin, brî stur, bijeng dirêj, dest mezin, tilî dirêj bûye,çavên wî wekû ronahîya rôjê dibirîqîyane, ruyê wî da nûr û rexma Xwedê dibarîyê, kesekî nedikarîyayê di nava çavên wî da binêre û ew xwedî dengekî zîz bûye. Hemû mîrovên ku di cîvata Mihamed Pîxamber da amade bibûne alîyê mezinbûnê va çarekik wî nedihatine, tu mêrek weku wî çeleng û sipehî nebûye, taybetîyek wî ya din jî hebûye ku; ew bi zanîn û îlma Zerdeştîya 40 salan hatibûye perwerdekirin, ew zanayê zanan bûye, Kurdan bi vî zanyarî dixwestinê Pîxamber Mihamed bidin ceribandinê, wan dixwestîye vê mecalê bona xwe kar bînin û çend pirsan li Pîxamber Mihamed bikin, Kurdên Zerdeştdi katî xwe da bi sê astrologan Îsa Pîxamber jî  cêribandibûne, xwestinê bizanin Îsa Pîxambere an na, Xaçparêz di dîroka xwe da wan sê astrologên Kurd wekû sê Qralan tînîn bîranin, dema Mihamed Pîxamber xêrhatina nonerê Kurmancan dike û temaşeyî ruyê wî dike, xofek mezin dikeve ser Wî û Ew di bin nur û xofa nonerê Kurmancan da bîrva diçe û nonerê Kurmancan nikare wî bicêribînê, dema Mihamed Pîxamber tête şîyarkirin û Ew çavên xwe vedike, dipirse, dibêje va mîrova nonerê kîjan komê ye, ew ji ku derê tê? 

Wî ra dibêjin ew Kurmance, ew ji El Aqrad ê (Kurdistan ê) te. Dema Pîxamber Mihamed vê bersivê dibehîze,dibêje ku; dîyare ku va mîrova ji nava mîrovxwesantê, dîyare ku xelkê wî xelkekî cûdayê, dumayîkê da temamîya kontrola dinyaye bikevî destên mîrovxwesan û ew dara aşitî û aramîyê binin ser dinyayê.

Dapira min digot dîrokvanên Ereb derheqa vê bûyerêda tiştên rast nenîvîsandine, berku wan bexilî kirine û nexwestine bi vê bûyerê Pîxamber Mihamed piçuk bête xistin û Xelkê Ereba bikevin bin tohmetikê! 

Şerefxanê Bedlîsî ku xwe jî Silmanekî rêk û pêk bûyêû din bin tesîra dîrokvanên Ereb da bûye û di Şerefnamê da/ di Dîroka Kurdistan da vê bûyerê digorê û gor Dîrokvanen Ereb dinîvîse, nonerê Kurdan kiret dide dîyarkirin û heşa Pîxamber Mihamed jî bona berjevendî û mislehetên Ereban weku Nifirbazdide nasîn! 

Şerefxanê Bedlîsî alîkîva vê çîroka dîrokvanên Ereb yên virker dide, alîyê  din va  tête ser şopa rasteyetîyê û derheqa hebûna pênc dewletên Kurd da agahîyan dide û gotinên dapîra min durva jî be rast derdixîne!Dîroknîvîskarê mezin Şerefxanê Bedlîsî vê bûyerê di Dîroka Kurdistan da wusa tîne serê zman:

„Di derheqa bêtifaqiya vî qewmî de çend rîwayet tên gotin. Dema ku nav û dengê pêxemberiya Hezeretê Mihammed belavî asoya cîhanê bû, dengê sedaya Îslamîyetê li hemî aliyê dinê deng da, fermanrewayên welatan û sultanên îklîm û dewletan bi vê rewşa han a nû mijûl bûn û ji bo pêşkêşkirina girêdan û îtaeta xwe xwestin li hemberî vî Efendîyê han serî bitewînin û rêz û qedirşînasiya xwe je re bidin nîşan, di we navê re Oxuz Xan ê yek ji wan fermanrewayên herî mezin ê Turkistan ê, ji serbilind û serfirazê pêxemberen û efendîyê  afirînderan ku wê çaxê li Medîneya Mûnewwere -silavên herî birêz li ser rûniştiyên web be- dima, heyetek şand. Serokatiya vê heyeta han ji yek ji wan mezin û giregirên Kurdan ê bi navê Buxduz (Baxduz) dikir. Ew mirovekî zehf sik û kirêt, bêperwerde, dilkevir û kesekî bêzept û rept bu. Dema ku ev qasidê han ê me´de tirş, biqelefet li ber çavê pêxember –silavên Xwedê li ser  bin- ket, bêhna pêxember teng bu û jê nefret kir. Dema ji rasparde eşîret û regeza wî hat pirsîn, got ku ez civaka Kurd im. Belê wê çaxê pêxember –silavên Xwedê li ser bin- nifir li Kurdan kir wiha got: `Xwedeyê mezin vê civakê di navbera xwe de nehegîne serkevtina tu tifaq û yekîtiyan, heke ne, ger ew yekîtiyê çêkin, dê bi destê wan dinê xera be`

Belê. Ji we rojê heta niha vê civaka han di damezirandina dewletekê û saltanateka mezin a hevgirtî de bi ser neketiye. Ji bilî ku di dewra Îslamiyete de pênc dewletên Kurd ên biçuk hatine damezirandin û bi serbixwetî hukum meşandine, li ser navê xwe sikke lê dane û xutbe dane xwendin, nîşanên serbixwetî yên din bi wan ve hatine kirin û demekê desthilata xwe meşandine. Ger Xwedê hez bike, dema ku ciyê wan bê emê yek û yek bi awakî fireh behsa wan bikin.

Ji bo ku di dema me ya niha de di nav Kurdan de, bi awakî gelemperî kesekî kur rî`ayeta gotinên wî bikin û fermana wî cibici kirin tune, gelek ji wan xwîn dirijînin prensîben pergal û parêzgerîyê binpê dikin. Kurd, ji ber gelek meseleyên biçûk û bêehemmiyet serî hildidin, di rûyê xetayên sivik û tawanen biçûk de tawanbarîyên mezin dikin. Piştre di hemberî yekê kuştî de xwînê qebul dikin; ev xwîna han an keçek yan hespek, an jî çend heb bizin in. Guhên xwe nadin xwîna organên biçûk ên wekî dest,  pê û diranan.

Li gor sunneta pêxember Hezeretê Mihammed, Kurd, heta çar jinan tînin û eger dewlemend bin heta çar cariyan jî têxin ser. Bi vî awayî bi fermana Xwedê gelek zu zêde dibin. Eger ew hemu kuştin û kuştarî di nav wan de neqewimiya, de ewqas zêde bûna ku, ne tene li ser axa Îranê, mimkun bû di hemû cihanê de xela û tunetiyê dest pê bikira. Lê her tenê Xwedê tenê ya xwe dizane û fermana ku bixweze dike.“ (5)

Eger li vir gotinên Şerefxanê Bedlîsî carek din bi çavhedarîyekê bêtin xwendin, dîyare ku çîrok bi xwe, di nava xwe da tezat û nakogîyên mezin diparêze! Alîkîva Pîxamber Mihamed weku Nifirbazekî tête dîyarkirin, alîyê din va qala nedewletbuna Kurdan têtê kirin û serda jî tête gotin ku; „di dewra Îslamiyete de pênc dewletên Kurd ên biçuk hatine damezirandin û bi serbixwetî hukum meşandine, li ser navê xwe sikke lê dane û xutbe dane xwendin, nîşanên serbixwetî yên din bi wan ve hatine kirin û demekê desthilata xwe meşandine“.

Bi van gotinan da jî dîyare ku ne gotinên dîrokvanên Ereb, gotinên dapîra min rastin û çîroka wê bi zêdetirîn cîhye, Pîxamber Mihammed di bin tesîra xof û nûra norê Kurdan da maye û wî di wê katê da mîrovxwesîya gelê Kurd naskirîyê û gotîye rojek bê; 

ew mîrovxwes temamîya dinyayê bigirin bin kontrola xwe û li ser dinya yê dara aramî û aşitîyê avabikin!

4-Tirsa Napoleon Bonaparte

Em dîsa bêne ser tirsê û pîçek derheqa fermanderê mezin Napoleon Bonaparte biaxifin,  Napoleon Bonaparte di dîrokê da weku generalekî bê tirs tête nasîn ew di gelek cenganda serket û wî mora xwe li dîrokê xist, eger wî welatê Urizîstan ê bigirta, plana wî da girtina bajarê Stembolê jî hebu, xeyala wî da damezrandina împaratorîyêki cîhanî hebu, eger ew ewqas pêşva batana; plana wî da peytextkirina bajarê Stembol ê bona Împaratorîya Cîhanî hebu, ango wî çavberdabu Stembol ê jî, wî Stembol wekû bajar bi peytexta cîhanê ra laîq dîtîbû, li gel gelek planên Napoleon Bonaparte  ew plan jî serneket! 

Napoleon Bonaparte ji pişika gelek ditirsîya, dema wî pişikek didît heş û aqil serê wî nedima, her der wî dilerzîya û ew diket nava serhevbinhevbunekê, di katî xwe da dema ew zarokekî piçuk bûye, pişikekê xwe avitîyê ser rûyê wî, ji wê rojê şunda dema wî pişikek didîtîyê diketîye nava krîzê.

Dema Napoleon Bonapart Îngilîzan ra ket nava şer, tiştek hate serê wî û konsepta wî ya şer hûr û hewar bu!

Fermandarê leşkerî yê Îngilîzstanê Admîral Horatio Nelson berî destpêka şer sîxurên xwe reyî Fransê kirîbûn û wan derheqa xwirtî, sistî û tirsên Napolen Bonapart da gelek agadarî berhevkirî bûn, gor van agadarîyan ew ji pişika gelek ditirsîya, dema wî pişikek didît heş û aqil serê wî nedima, her der wî dilerzîya û ew diket nava serhevbinhevbunekê, di katî xwe da dema ew zarokekî piçuk bûye, pişikekê xwe avitîyê ser rûyê wî, ji wê rojê şunda dema wî pişikek dîtîyê diketîye nava krîzê, ew ji ber pişikê travmatîzê bibûye..

Pişikan Napoleon Bonapart her tim didan hecicandin û lerzandin, dema Admîral Nelson dijî Napoleon Bonapart destpêkî şer dikir, berê 70 turên dev giredayî ku têda pişik hebûn da pîyê leşkerê Napoleon û wî devê turan da vekirin. Dema pişik di pîyê leşkerê Napoleon da revîyan û nezîkî wan bûn, her pişikek li ver çavên Napoleon bû şêrek. Napoleon ket nava tirs û krîzek mezin, lerzîn û bezînê ew girt, wî kontrola ser bedena xwe wanda kir, fermandarê bin xwera got: Ez nikarim vî şera rêva bibim, tu kontrol û rêvabirina vî şera bigir destên xwe, dema wusa bû hemû planên Napoleon Bonapart yên vî şerî ketin nava avê û pûç bûn, di vî şerîda Napoleon û leşkerî wî şikestik mezin xwerin, serleşkerê Napoleon nikarîya planan rêvabibe, Admiral ê Îngilîzstanê Horatio Nelson li gel leşkerê xwe serket. Ji vê buyerê şunda dara leşkerê mezin ya Împarator Napoleon Bonapart hedî hedî bi berv ruxandinê çu.(6)

5-Tirsên Mistefa Kemalê Selanîkî - Atatürk

Bavê Tirkan „Atatürk“, hun bêjin Mistefa Kemalê Selanîkî jî ditirsîya, tirsên wî jî hebûn, ji ber hinek tirsan ew jî travmatîzê bibû, taybetî ew ji mişkan ditirsîya, dema wî mişkek didît hildiperikîya, di nava kehl û xwîyê da dima, her car çan avek sar li paş pişte wî da biçe. Mişkekî piçuk serleşkerê mezin ku bi bê tirsîyê dihat nasîn dikir nava lerzîn û bezînê, demek kwirtda ew helak dibû, çan mîrovekî tanketî ew dilerzîya, heş û aqil serê wî da nediman.

Mistefa Kemalê Selanîkî ji jina xwe Latîfe Xanim ê jî gelek ditirsîya, Uşakîzâde Latîfe Xanim ji malek dewlemend bû, bavê wê bezirganîya xalîçe, cacim û birêx a dikir. 

Uşakîzâde Latîfe Xanim ê li bajarê Stembol ê Kolêja Emrîka yî ya bi serketî qedandibû, dura wê li Fransa yê Danîşgah Sorbon ê xandîbû, Alamanî, Fransî, Spanî û Îngilîzî dizanîya gor şert û mercên wê wextê jinekî perwerdekirî û zana bû. Ew çend salan Mistefa Kemalê Selanîkîra mêrkirî ma, dema wê mêrkir, Mistefa Kemalê Selanîkî serokdewlet bû, wê li paş mêrkirina xwe ew nezîkayîyê da baştirîn naskir, bi alîyê xwepurîya mîrtovetîyê da wê dît ku, ew dûşa wê ra nîne. Mistefa Kemalê Selanîkî dixwest hinek panavên Sultanê Osmanî berdewam bike, çawa ku têtê zanîn Sultanê Osmanî xwedî jin û carîyan bûn, di nava polîgamîyê da dijîyan, hinek ji wan pederast bûn, Xanim Latîfe jinekî modern bû, dijî polîgamîyê bû, dijî hinek cûrêyê din yên hezkirinê bû, di bînîda dijî pederastîyê bû, wê dixwest jinek wekû jinekê mêrêk weku mêrekî  bimîne û wusa bijî!

Dema wusa ne bû, mêrkirina Xanim Latîfê gel Mistefa Kemalê Selanîkî zêde berdewam nekir, wan hevûdu berdan, dema wan hevûdu berdan Xanim Latîfe di koşkekê da hate sicinkirin, Mistefa Kemalê Selanikî û Hostayên Komara Tirkîya gelek ditirsîyan ku, rojek bê Latîfê Xanim xeberdê û hemû agahîyên balkeş bona reya gelemparî belav bin. Mistefa Kemalê Selanîka heta roja dawîyê ji ber axaftina Xanim Latîfê gelek tirsîya, dema ew çu goça dawîyê, di koşkekêda sicinkirina Xanim Latîfê berdewam kir, ew karê han Komîta Leşkerî ya Giştî û MÎT (Rêxirawa Netewî ya Sîxurî yê) girtin ser xwe, eger baş bîra min da maye Xanim Latîfe di sala 1975 bajarê Stembol ê çu goça dawîyê, Komara Tirkîya dest da ser hemû nîvîs, roman, arşîv û bîranînên wê, bi vî şiklî dosya Latîfe Xanim e hate girtin û sakek li ser rûpelên qîrêj yên dîrokê hate xistin. 

Xanim Latîfe ji sala 1925 heta 1975, 50 salî sicinkirî ma, Komara Tirkîya û revebirên wê top li ser devê Xanim Latîfê xistin.

Tirsek din ya Mistefa Kemalê Selanîkî hebûbawerim ew tirsa tirsa mîşk û Xanim Latîfê jî mezintir bû; tirsa Îhsan Nurî Paşa, Fermandar û Serokê Komara Agrî yê Îhsan Nurî Paşa. Mistefa Kemal ê Selanîki ew Stembol û ji bajarê Selanîkî nasdikir, dema leşkerî  Osmanî li bajarê Selanîkê radibu û dijî Sultaya Ferît Paşa berê xwe dida Stembolê û rêdiket, Îhsan Nurî Paşa serleşkerîya wan dikir. Berî rêketinê Îhsan Nurî Paşa bi dengekî bilind leşker ra dixafî, dengê wî erd û ezman kwin dikir, kem mefê hebun ku nediketin nava efsûna vî dengî, Mistefa Kemalê Selankî, xwirtî, zaninstî, çavhedarî, bê tirsî û „dîntîya“ Îhsan Nurî Paşa baş nasdikir,dema jî Agrîyê xeber dihatin û ew di gûh ê Mistefa Kemalê Selanîkî da diçun, ew diket nava tengasîyêk mezin, çan tan keve dihecicîya û diket nava orxan û doşegan, wî dev ji xwerinê berdida û diket nava serhevbinhevbûnek mezin.

Revebirên Komara Tirkîya bi Peymana Lozan ê , Payama Sevres cirandîbûn, feqet ji tirsa Kurdan hîna rizgar nebibûn, di bin rexberîya Şex Saîd ê Pîranda raperînek rêdiket, jê vê jî xetertir di nava Yekitîya Komarên Sovyetê da ser daxwezî û êrê gotina Lenîn li ser axa Kelbecar, Zengilan, Laçîn û Gencê Komara Sor a Kurdistan dihat damezrandin, lerzî û tezî dagirkerên Tirk girtîbû, li Bakur di nava Sovyetê da Komara Kurdistan a Sor û vî alî Çîyayê Agrîyê Komara Agrîyê ya Kurd! Kurd weku şapikê Hewreman bûn, „sê serî bûn“,dema dijminên wan digot me serê wan da, me ew kuştin, da tu care ew ranabin, Kurdan carek din serê xwe bilinddikirin, dijminên wan carek din didîtin ku, wan di rasteyetîyê da ne serê Kurdan dayê, wan tenya milekî şapikê Hewreman daye.

Xebera ku ji Agrîyê gîhiştibû gûh ê  Mistefa Kemalê Selanîkî  çi bû?

Fermandarekî Tirk bi navê Albay Ferhad Beg li derdora Agrîyê li dijî Hezên Komara Agrî yê di nava şerda bû, wan her roj dijî Kurdan şikestên cure bi cur dixwerin, axa Komara Agrîyê fireh dibû, ew bi fehl û fendan rêdiket û Îhsan Nurî Paşa ra xeberek rêdikir, digot ne pewîste leşkerên me bikevin şer û hevûdu bikujin, were falan cîh, li wê em hevûdu bibînin, gûhlaşekê bigirin an jî bikevin nava dûelo, kî ku kê kuşt, kî ku serket bila kontrol û fermandarîya hemu leşkeran bigirê bin destên xwe!  

Bersiva Îhsan Nurî Paşa wusa dibû: Zu an dereng emê rojekê di enîya şerda hevûdu bibînin û nezîkayîyêda hevûdu nasbikin, dema tû behsa gûlaş û dûelo dikî, pewîste tu bizanî ku; tu leşkerekî paye nizmî, ez ne ji tera, tenya serokê dewleta tera dikarim  bikevim nava gûlaş û dûeloyê, berkû ez Serok û Fermandar ê Netewa Kurdim. 

Bersiva Îhsan Nurî Paşa di demek kwirta da digîhişt Enqara yê û gûh yê Mistefa Kemalê Selanîkî da diçu, li ser daxwezîya fermandarê wan, Îhsan Nurî Paşa ji wî gûlaş û duelo xwestî bû, naha bersiva wî çi bûya û wî çi bikira?(7)

Dama Îhsan Nurî Paşa hat ber çavên „Atatürk“, hun bêjin Mistefa Kemalê Selanîkî, û dengê wî carek din gûh ê wî da çu, heş û aqil serê wî nema, cîhyê xwe da ket û ma, ango ew mit û mat bû û çokên wî lerzîyan. Rêvebirên Komara Tirkîya bona tendurîstîya wî zu du Profesorên Alaman anîn û nexwestin ew xebera zêde belavbe!

 

 „Di şeva Gulan 22-23, 1927 da Gazi Paşa carek din spazma koroner arter ê derbaz kir. Piştî sê rojan, vê rewşê xwe dubarê kir. Ji ber vê sedemê Prîmarê Klînîka Pizeşkîya Hundirî ya Danîşgah Berlînê Prof. Dr. Kraus û Prîmarê Klînîka Pizeşkîya Hundirî ya Danîşgah München ê Prof. Dr. Von Romberg dawetî  Enqara yê kirin“(8)

 

Li paş kontrolkirina wî, her du Profesoran nexweşîya wî ra koroner arter spazmi gotin. Erê, Serok Dewletê Mezin Mistefa Kemalê Selanîkî di jîyana xwe sê tiştan her tim tirsîya: 

1-Mişkan, 2- Uşakîzâde Latîfe Xanim, 3-Serok û Fermandarê Komara Agrî yê Îhsan Nurî Paşa!

6-Tirsa Hûs ê Qewêz

Ji derdora Rojhilatî Dêsim ê, Sewrîyek hebû car cara ji mera behsa Meselyên Hûsê Qewêz dikir, Meselêyên Hûsê Qewêz gelek bûn, bawerim wan dikarîya navoroka pirtukekê tijî bikin, ji wan meselan yekî dixwezim di vê nîvîsê da binim serê zman: 

Tirsa Hûsê Qewêz:Hûsê Qewêz di jîyana xwe da tenya bûka xwe ya piçuk ditirsîyaye, erê Hûsê bê tirs yê bejn dirêj û pehlewan, di jîyana xweda tenya bûka xwe ya piçuk ditirsîyaye!

Sedem: Hûsê Qewêz mîrovekî zorbe û hov bûyê, ew di malekê da li gel dayîk, du bûk û jina xwe dijîyayê, du brayên wî bona xebatê çûbûne Stembol ê, dema malda mebeyna dayîk, jin û du bûkên wî pevçûn û şer derdiketîyê, Hûsê Qewêz çoyek digirtîyê dêstên xwe û li wan didaye (ew diqutane), him jî gelek hovane li wan didayê, her car serê wan, milê wan dişkîyayê û canê wan dibûyê baxa sêlê, hun bêjin xwîn diketîyê postê wan (hematoma); pişta wan, milên wan pîl û baskên wan rêş dibûne. Rojekê rojan Hûsê Qewêz dîsa jina xwe dide, bi vê jî nasekine diçe dayîk û du bûkên xwe dide. Wê rojê bûka piçuk sonda wî dixwe û biryara kuştina wî digirê, tu keseki ra tiştekî nabê je, herdû destarên malê yê mezin derdixîne ser bana xênî û Hûsê Qewêz dipey!

Dema Hûsê Qewêz heta ewarî li zevîyê cot dike û pîyê êvarê dizivirî malê û dixwezê biçe nava malê, bûka piçuk destarê giran her du destên xwe radike hi….  dibe û berdide ser sêrê Hûsê Qewêz, Hûsê Qewêz dema dengê hi…… dibehîze bi refleksekî xwirt xwe şunda radikşîne, destdarê giran yê çîkpekî tê li ber lingên wî da erdê dikevê, ew serê xwe ra dike û temaşeyî jor dike, buka wî ya piçuk hîna her û destên  xwe vekirî jorda temaşeyî wî dike! 

Vê roja şunda Hûsê Qewêz di malda li kesekî nade, jina  wî, dayîka wî û her û bûkên wî di nava aşitî û aramîyêda jîyana xwe didomînin. 

Husê Qewêz derheqa vê bûyerê da dibêjê:Ezbenî eger ew destarê giran serê min biketîya ez yek carî kîsê dê û bavê xwe biçûma, Xwuda kirîbû min hîna nu eskerî kirîbû û ez xwedî antreman bûm, min karîya xwe zu şunva rakişînim, eger ez xwedî antreman nebûma, naha ez di binê axê da bûm! 

Erê, Hûsê Qewêz ê Pehlewan ji bûka xwe ya piçuk ditirsîyaye. Sewrîyê Dêsimî digot:  Tête gotin ku; ji vê rojê şunda Hûsê Qewêz  bûye melayke, çan hatîbe xesandindi jîyana xwe da edî tu car ew nebezîyaye kesekî û wî kesekî ra şer nekirîyê…..

7-Tirsa kûtîyê (segê) me Pûlo

Kûtîyekî me hebû navê xwe Pûlo bû, Pûlo, kutîyekî mezin, xwirt çavhedar û bê tirs bû. Rengî wî pulpul bû, pûlên wî reş, gewr heta spî bûn, bawerdikim mamê min yê texte zirav ji ber vê navê wî Pûlo danî bû. Mamê min yê texte zirav, hûn bêjin heş sivik an jî aqil sivik, ew dur li paş heft çîyan gundekî kirî û anî, dema ew anî, ew bocîyekî piçuk bû, mamê min du sala berî pêş ji xwudanê delê soz girtibû. Dema mamê min çu Pûlo anî wekû heqê wî; du dîk û pênc mirîşk girêdan û bi xwe ra birin. 

Dema Pûlo hat kefa me hemuyan xweş bû, temamîya şîrê mîya qêr didan Pûlo. Pûlo zu mezin bû, di nava salekêda bû kûtîyêki mezin, em bi wîra gelek dilehîstin, pişta wî sîyar dibûn û cara cara me bi hevra gûlaş digirt. Lay me panavik (adetik) hebû bi destpêka berbanga rojê berê Pûlo dihat têrkirin, dura av û alifê heywanên din, dihat dayîn, pey vî karî zikê hemu zarokan dihat têrkirin, di dawîyê da jin û mêr hevra rudiniştin û xwerina xwe dixwerin, eger mêvan hebûyana wan jî li gel xelkê malê dixwerin, tu ferqek tunebû Dema sêl dihat serdan du-sê nanê herî sereke yên Pûlo bûn, berî hemuyan Pûlo nanê selê yê teze dixwer, berî zarokan jî!

Mamê min Pulo gelek baş perwerdekirîbû, eger li holê teştik nan an jî satilek şîr hebûya Pulo tu car devdirêjî nedikir, li ber disekinîya feqet nedixwar. Dema em bê zin hesepê sîyar dibun, me punçikê hespê da digirt, pişta hespê va dizeliqîyan û me hesp dida bezdan, Pulo jî  weku firîşteyên şevê li gel me dibezîya, sal derbaz bun, Pûlo nediaxifîya feqet weku mîrovekî her tiştek fahmdikir, ew li çavên mîrov dinerî û dizanîya mîrov çi dixweze û çi difikire, taybetmendîyek Pûlo hebu dema mêrekî jinekê tedayî dikir, lê dida, Pûlo diçu alîkarîya jin ê û peya wî mefeyîda digirt, dema mezinekî li zarokekî dida, diçu pê a wî mezinî da digirt, Pûlo hevalê bindestan bû, li gel zarok û jinan her tim di yek sengerekîdabû, wî dikarîya tenya xwudanîya kerîyê mîya an jî naxirekê bike. 

Dema dawetik dibû bi def û zurna, kef û şahîyê bûk dihat anîn Pûlo di peşîya hemu dawetvan û sîwarîyan da diçû, çanî ew serê dawetê bikşîne. Rojekî mamê min yê texte sivik dîtîbû kû; çawa Pulo ji destên jinika cîran nan dixwe. Mamê min Pûlo anî û vêra axifî, gote: „Min ji tera negotu bû ku, tu ji destên kesekî din nikarî nan bixwe, destên bîyanîyan nan xwerin ji tera qedaxeye“,Pûlo di nava çavên wî da dinerî û dizanîya ku, wî tiştekî li ne cîh kirîye, daxawa bi çoyekî ter mamê min gelek Pûlo da, qazîna Pûlo erd û ezman kwin kir, dapîra min hat Pûlo ji destên Mamê min girt, ji wê rojê şunda dema Pûlo mamê min yê texte sivik didît diqazîya, bezdida û wenda dibu, Mamê min mehan şunda xetaya xwe fahmkir, wî çikir tu car Pûlo nezîkî wî nebû, esasî tu suçekî Pulo jî tunebû, jinika cîran her roj nava mala meda bû, ew jî weku xelkê malê bû, hefteyê çend caran ew jin li gel xelkê malê yên din derdora xonçeya mala me bû, me hemuyan wê cîrana xwe gelek hezdikir, ew ji mera weku  metekê, weku xaltîyekê bû, ma li vir suçê Pulo çi bû?!

Pûlo çenda cara dabû pey gwiran, wî hirçek tirsandi bû û ew dabû bezdan, di deman da zivistan mehanda çirîya paşin bû, salnamê ber bi sibatê diçu, li eredê bejnûnîv berf hebû, şevê berfê kûrşe (êrxuç) digirt û hîv weku lûksekê derdiket, zurbeyên gwiran dadiketin nava gundan, Koma Rûspîyên Gund brayerak dabûn bangkirin: Kesek tenya dernekeve der û zarok bê mezinan ji gund dur neçin, rojekê Pûlo şev keti dafa (kamena) zurbeya gwiran, du gwir nîvê şevê nezîkî mala me hatibûn, Pûlo yê bê tirs êriş berda bû ser wan herdu gwiran, gwiran pîçek ew ji mala me durxistîbûn û dura nezîka 15 gwirên xwe vêşartî ji cîhyên (vêşartoka) xwe derketibûn û êriş anîbûn ser Pûlo, heta Mamê min bi tifinga Martînî li pey gwiran ket, demek kwirt da dengê Pûlo hatê birîn, teqîn û reqînê Pûlo ji devê zurbeya gwiran nikarîya bigire, gwiran Pûlo di hewada parçekirîbûn, dema mamê min zivirî tenya ji çandî destekî çermê Pûlo şunda anî, mamê min rojan nan nexwar û bona Pûlo gîrîya, wî çil rojan zedetirîn rîşika xwe qwirnekir û xwe neşuşt, ango wî av bi xwe nekir, derdê Pulo heta dawîyê di zikê wî da ma. 

Erê, Pûlo yê bê tirs di jîyana xweda tenya mamê min yê texte sivik tirsîya………..

8-Tirsa keçika Colemêrgî

Dawîya vê nîvîsê da, bi destura we ez ji wera behsa Ferîdûn Axa yê Colemergî bikim. Ferîdûn Axa yê Colemergî min gelek salan berîpêş naskir.  Ferîdûn Axa yê Colemergî li pey kar û barê xwe bu, bîramida baş nemaye ew an ji Eşîra Goyî yan, an  jî ji Eşîra Exmed Axayî yan bû?!  Ferîdûn Axa yê Colemergî di wexta xwe da mîrovekî dewlemend bû, tu car mêvanên wî kêm nedibûn, jîpek wî hebû, wi ji jîpê zedetir ji hespên xwe hezdikir, xweşmêr bû û sîwarîyekî nav û deng bû, du keçên, hun bêjin du dotên Ferîdûn Axa yê Colemergî hebûn, her dû keçên wî jî spehî bûn, di katî xwe da min her dû keçên wî dîtîn, rastî jî yek ji ya din spehitir bû, alîyê spehîtî û şûretbûnê da Elizabeth Taylor û Sophia Loren nedikarîyan avê destên wan bikin, çavên wan mezin, bejna wan balkêş, navkelên wan zirav pirça wan, hûn bêjin porê wan nîvkej, dirêj û pelpelî /gûlîgûlî bû, dema ew rêva diçûn erd dihejîya, her du keçên Ferîdûn Axa yê Colemergî ji xwedî marîfetên mezin bûn, dengê keça mezin gelek xweş bû, wê hemu klasîkên Kurdî yên  Radîyo ya Rewan ê ezber dizanîyan û wê ew kêfek mezin dixwendin, dengê wê çandî  Ûmmî Gwilsûma Misrî xweş bû, dengê wê mîrov mitûmat û lal dikir, dibir dîyarên din! Keça wî ya piçûk jî xwedî marîfetên mêzin bû, ew di dawetan da her tim sergovendî bû, wê bê tisr hesp didan bezdan, xweş sîyarî bû, baştirîn cil û berg ji destên wê derdiketin, him baş dibirîya him jî baş didurîya,  gor xwîçka xwe ya mezin ew pîçek enşerî, seri hişk û zêde azad bû, wê bê tirs gotina ku batana gotin her tim digot, gotin çort bû, rûnermî ba wera derbaz nebibû, mîrovên derdora wê û hemû xelkê mala wê ji wê ditirsîyan, Ferîdûn Axa yê Colemergî jî keça xwe ya piçûk ditirsîya! 

Rojekê rojan Ferîdûn Axa yê Colemergî li gel keça xwe ya mezin di malda tenê ma bû, wan weku bav û keç sohbet dikir, Ferîdûn Axa yê Colemergî ji keça xwe ya mezin ra got: Keça min ez tiştekî ji te bipirsim, kerema xwe bersiva min rast bide! 

Ez bi xwe xwîçka te gelek ditirsim, tu jî ji xwîça xwe ditirsî? Keça wî mezin temaşeyî rûyê bavê kir û got: Na babo, ez xwîçka xwe natirsim, Ferîdûn Axa yê Colemergî mezeyî nava çavên keça xwe kir û wê ra got: Dîyare ku mabeyna min û teda ferqek mezin heyê, ez ewqas mêrxasim aşîkar dibejim ku ez xwîçka te ditirsim, tu ew qas tirsonekî ku, ji tirsên xwe ra nikarî aşîkar bêji, ez xwîçka xwe ditirsim!

Erê, keça mezin yan Ferîdûn Axa yê Colemergî ewqas xwîçka xwe ditirsîya ku, wê ji tirsa xwe ra nedikarîya bêjê ez xwîçka xwe ditirsim! Ew ji bin tirsa tirsê (panic attack) da dinalîya.

Vê nivîsê bi du gotînên Kurmancan dawî bînim, Mîrê Botan digotîyê ku; her kî ku jina xwe natirse ne mêre!

Tirs mamê gwir (gûr) e!

Rojên azad û bêtirs ji bona we bin, bimînîn nava xêr û xweşîyê da!

Bîşar Norşîn

02.07.2018

 

Çavkanî:

  1. http://www.milliyet.com.tr/turklerin-en-buyuk-sorunu-ozguven/pazar/haberdetay/01.07.2018/2698169/default.htm

 

  1. Bonazêde agadarî hun dikarin di zmanê Îngilîzîda seredana Robert Hare, di zamnê Alamanî da seredana Prof. Dr. Julius Kuhl û Prof. Dr. Jürgen Kriz bikin!

 

  1. Zmanê Tirkî, Bozkirin Oxlu, Cengîz Han, A. Hakan Bayrakçi

 

  1. Mehmet Müfit, Klaus Theweleit’in „Fantasmalgories’ine göre Türk asker barbarlıḡı http://kurdistaname.net/tr/node/236

 

  1. Bi Zmanê Kurdî, Ji Şerefname –Dîroka Kurdistan- Şerefxanê Bedlîsî, Wergera Kurmancî, Ziya Avcı Weşanên Azad, Rupel 65-66)
  2. https://completewellbeing.com/article/fear-is-a-teddy-bear/

http://www.haber7.com/kultur/haber/417321-napolyonu-70-kedi-tarihten-nasil-sildi

 

  1. Zmanê Kurdî û Tirkî, Îhsan Nurî Paşa, Serhildana Çîyayê Agrîyê, beşa Şerê Kanîkork ê

 

  1. http://www.sessiztarih.net/2014/01/ataturkun-gecirdigi-hastaliklar-ve-1938.html

Yeni Yorum yaz

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category