Skip to main content
okuma zamanı
dakika
okunmuş

Daxuyanîyek bo çapemeniya Kurdî

Wed, 12/27/2017 - 23:04
1 comment

Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke awarte re derbas dibe. Ji alîkî ve di bin êrîşa 4 welatên desthilat de ye û bi her awayî êrîşê tînin ser. Ji aliyê din ve jî rêvebirî nava krîzeke de ye. Li ser zemînê binkeftinên ji ber mercên dema rabihûrî heya îro û encama siyaseta çewt, nerazîbûna beşek ji girseyên gel, wekî meş û xwepêşandanan xwe derxiste holê. Xwepêşand mafê gel e. Hîna tevaya bûyêrên ku van xwepeşandan ligel xwe anî ye nehatine zelalkirin. Xwepêşandanên ku bi aştîyane destpe kiribun, dijmînên Kurdistanê bi dilgermîyekê piştgirî dan alozî û xirakirinê re, ev gavên gel xistin rêyek xirabîyê û ziyandayînê. Wek me anî ziman: Ev mafê xwepêşandera ye ku bi awayekî aştîyane nerazîbûna xwe bînin ziman, lê sotandin û xira kirina avahîyên fermî û yên rêxistinan nayê qebul kirin. Biheman demê şîdeta dijî xepêşanderan nayê qebul kirin. Dive lihevhatineke neteweyî pêk werê. 


Di demek e husa dijwar de di bin navê „Tevgera Kawa“ belavokek dijî rêxistinên Kurdistanî û bo fitneya şerê navxweyî hatîye belav kirin. Ev fikir û ramanên di vê belavokê de ne nêrînên rêxistina KAWA ye û qet me KAWAciyan girê nade. Van kesên ku ev belavok bi navê KAWA belav kirine, ti girêdana wan bi rêxistinê ve tine ne. Di dema giştpirsîya bo serxwebûnê de ji KAWA belavokek bo piştgirîya wê belav kiribu. Di wê pêvajoyê de jî heman kesan dijî belavoka rêxistina KAWA belavokek dijî hizrê KAWA di torbendên civakî de belav kiribûn. Êdî dema wê hatîye ku em vêya derbibirin: ti girêdana van kesan ya rêxistinî, bi tevgera Kawa ve ne ma ye. Kesên ku derveyî rêxistana KAWA ne û di çapemenîya civakî de ser navê me belavokan di weşînin, tu demê me peywendîdar nakin. Daxûyanîyên rêxistina KAWA li ser malperên KurdistanaMe.net û Newroz.com de tên weşandin. 


Di derheqa pêvajoya li başûrê Kurdistanê emê bi taybet bînin ziman. Em niha dikarin weha derbibirin: Rêvebirîya başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna Gelê Kurd, li derdorê siyaseteka Netewî rêvebirin û komkirinê de biser neket. Em bi hêvî ne ku di pêvajoyeke rûbirûbûna rastîyên bûyeran ser pirsgirên xwe bikevin. Hizra me di derbarê ramyarîya rêxistin û rêvebirên Kurdistanê de, bi rexnegirî û piştgirtina rastîyan e. Şaşîtî ziyanan dide şoreşa neteweya Kurdistan û radestî dijmin dike. Di bin navê rexnegirîyê de mirov nikare dijminatîya rêxistinên Kurdistanê bike û êrîşên tund û tuj, ne şêwaza me ya sîyasî ye. Heya berxwedana şoreşa serxwerbûna Kurdistanî ne hatibe destxistin dijminê sereke dewleta dagirker e. 

Dema ku hîna dagirker serkirde bin û em di nav rêxistinên kurdi de fitneya şerê navxweyî bikin, wî demê tê wê wateyê ku em ketina kemîna dagirkeran de. Sîyaseteke hûsa ne şêwaza KAWA ye û ticarî jî nabe. Rêxistina KAWA berî hertîştî berjewendîyên neteweyî li pêşîya her rêxistin an jî koman re dibîne. Rêxistin (hizb), kom ne mebest in, ew amûr in. Aramanc; rizgarkirina neteweya Kurd û serxwebûna Kurdistan e. Ev jî bi her beşên civakî yên Kurdistanê ve dibe û rêka vê jî bi yekîtî dibe. Bo wê jî divê her beşên civaka Kurdistan bêne ba hev. 

KAWA
 

Yeni Yorum yaz

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category