1 minute
Mesaja Sersaxîyê Ji bo Malbata Çûrûkkaya
Şêhîdkirina lawê Kurd ê aza, tekoşer û fermandeyê hêzênxwebexş Dr. Suleyman(Saît Çûrûkkaya) wekî hemû Kurdên welatparêz û kurdevîn em jî pirr xemgîn kirin.
Dr. Suleyman piştî dagirkirina beşek ji Kurdistana Başûr ji alîyê hêzên xwînrêj û Kurdkujên Daeşê ve , yekser biryara xwe ligor berjewendîyên netewî girt û çû bi şiklekî aktîf di şerê li dijî neyarên Kurd de wekî peşmergeyek beşdar bû.
Dr. Suleyman hemû jiyana xwe a sîyasî bo Kurd û Kurdistanê û ji bo serxwebûna Kurdistanê terxankir û di vî warî de sînorên destkirî ên dagirkerên Kurdistanê nasnekir. Dr. Suleyman ji bo vê armanca pîroz li bakur û li başûr welêt di gellek çalakîyên giranbiha de beşdar bû.
Gelê Kurd bi lawên xwe ên tekoşer, aza, serxwebûnxwaz û dilsozên welêt serbilind e. Şehîd Suleyman ji bo mirinê nejîya, ji bo jîyana û vêjîna Kurd û Kurdistanê mir.
Bila serê malbata Çûrûkkaya û gelê tekoşer ê Kurdistanê sax be!!
Dr. Suleyman ê di dilê hemû Kurdên dilsoz de heta hetayê bijî.
Şêhîd Namirin!!
Dr. Suleyman Namire!!
Bijî Kurd û Kurdistan!!
TEVGERA KAWA