Mesaja Sersaxîyê Ji bo Malbata Çûrûkkaya
Şêhîdkirina lawê Kurd ê aza, tekoşer û fermandeyê hêzênxwebexş Dr. Suleyman(Saît Çûrûkkaya) wekî hemû Kurdên welatparêz û kurdevîn em jî pirr xemgîn kirin.
Dr. Suleyman piştî dagirkirina beşek ji Kurdistana Başûr ji alîyê hêzên xwînrêj û Kurdkujên Daeşê ve , yekser biryara xwe ligor berjewendîyên netewî girt û çû bi şiklekî aktîf di şerê li dijî neyarên Kurd de wekî peşmergeyek beşdar bû.