Skip to main content

Bîranîna şehîdên rojavayê Kurdistanê

Li bajarê Mannheim a Almanya, komaleya "Mala Kurd" jibo şehîdên rojavayê Kurdistanê bîranînek ê li dar dixin. Bîranîn ewê di 21.12.2019 kadjimêr 15:00 werê darxistin. Bernameya şeva bîranînê bi axaftineke ser rewşa gelê Kurd destpê bike. Bername ewê bi muzikê ser şoreşa gelê Kurd berdewam bike. Wek hûnermend Hozan Nûzan, Koma Sor, Baran Dersimî, Lokman Silêman û Saya beşdar dibin.

Edebiyatnasiya Melayê Cizîrî | Welat Agirî

Meriv dikare bi du metoda Mele Ehmedê Cizîrî nas bike. Metoda yekemîn agahî û malûmatên dîroknas û edebiyatnasên kurd û biyanî ne. Di nav van kesên kurd û biyanî de yên mîna Alexandir Jaba, Elaedîn Secadî, Dr. Belîc Şergo, M. Emîn Zekî Beg, Prof. Qanatê Kurd, D.N.Mac Kenzie, Wezîre Nadirî, M. Emîn Narozî û Zeynelebidîn Zinar cihên xwe digirin. Lêbelê di metoda yekemîn de, tişta balkêş ew e ku gelek ji van edebiyatnas û dîroknasên kurd û xerîb xwediyê heman agahî û malûmata nîn in, ji tarîxên bûyîn û mirinê bigire heta hedîsên jiyana Cizîrî jî cihêreng radixin ber çavên xwendevanan.

Parîsname | Ewdil Ararat

Berê 28 salan

Ne yê Parîsê, berê 28 salan halê me. Di sala 1989 an da li zîndana Amedê bi   eşkerebûna tûnelê ra em sed û deh dîlan sirgun kiribûn, avêtibûn hucreyên girtîgeha Eskîşehîrê.

Encax piştê birçîmayîneke dirêj a mirinê, zordarên dewleta Tirk ên wê demê pejirandin, ku li şûna îzolasîyona kesekê/î, heşt kesan bixin hucreyekê.

Êşkence, îzolasyon, xwebiçîkirinên dûr dirêj, enwayê çeşîd nexweşîyên can û derûnî peyda kiribûn li me dîlan.  

Kerkûk û Helbestvanên Kurd

Aso Zagrosî

Piranîya helbestvanên Kurd  li Başurê Kurdistanê qet nebe   li ser  Kerkûkê  çend nivîsîne. Îro em  dixwazin      helbestên  çend  helbestvanên  bi navûdeng   bi zaravê  Kurdmancîya jêrîn  li ser bajêrê Kerkükê  belevbikin...

KERKÛKNAME

 

ŞERKO BÊKES

 

 

Eger baldarbim... yek balim,

Eger berû... eger qelem,

Yan killawkurey şiiriş bim,

Bê Killaw im.

 

Eger hesp  bim..... xawenî  taqeyek çawim,

Eger (ba) bim....  bê givem w

eger henguînî   uşeş bim

Asoyê Niştimanperwerîya Kurd: HACÎ QADRÎ KOYÎ

Hacî Qadir Koyî, helbestvanê şoreşger û welatperêz li gundê Goreqerec (1) ku dikeve başûrê rojava yê bajarê Koyî li başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye. Di derheqa sala ji dayîk bûn û mirina Hacî Qadrî de remanên cur bi cur di navbera rewşenbîrên Kurd de hene. Ebdelrehman Saîd (2), Mıhemed Emîn Zekî (3) , Refîq Hîlmî (4) hemû sala 1232ê hîcrî (1816-1817 mîladî) ji bo, ji dayîkbûna Hacî Qadrî datînin. Eladdîn Secadî (5), Gîw Mukrîyanî (6), Mihemedê Mella Kerîm (7) ji sala 1815 ji bo dayîkbûna Hacî qebûl dikin. Mesud Mihemed (8) ji sala 1824 wekî berwara dayîkbûna Hacî datîne.

Navdarên Kurd binasin (1) - Jiyana Tofîq Wehbî

Nivîskarê jêhatî û zimanvanê hûrbîn û dîrokvanê navdar ê Kurd, Tofîq Wehbî Begê Kurê Maruf, li yekê kanuna   duyemîn a sala 1891-ê de   li bajêrê Silêmanîyê ji dayîk bû.

Wê dema ew hêj zarok bû bavê vî koça dawîyê kir. Wî xwendina xwe a destpêkê li bajêrê xwe temam kir û     li sala   1904-ê de   çû ji bo Bexdayê û li wir xwendina xwe   navendî û   amadeyîya leşkerî bi zîrekî temam kir.