Skip to main content
Time to read
3 minutes
Read so far

Em hilbijartina Pergala Dagirker-Faşîst Boykot bikin

Thu, 05/10/2018 - 20:14
0 comments

Hilbijartina Kê a çi?

Bi helmeteka ji nişka ve, Tirkî berbi hilbijartineka ku encama wê diyar ve diçe. Dema dîktator dibine desthilat ( Bi hilbijartinan an jî darê zorê) zû bi zû desthilatiyê bernadin. Derfetên desthilatbûnê û hêza wê bikar tînin û mercên disthilatmanê pêk tînin. Eger neçarbin hilbijartinan pêk bînin, wê demê bi dem û awayê hilbijartinê dilîzin. Encama hilbijartinên ku dê pêk bê, ji serî de diyare. Kes û partiyê dê bête hilbijartin misogere. Neha tiştê tê kirinê jî eve.

Wekî gotina Arinç “Şêr jî bê, xet jî bê, wê tayib bi serkeve.“ Eve jî bûyereka, demeke dirêje nexş û karê wê hatiye krin. Di encam de, wateya cihgirtina di vê “Leyistika Hilbijartinê“ , ya ku encamên wê di serî de diyarin de heye gelo? Cih girtin, ne tenê erêkirina pergalê û pejirandina hîleya wê ya hilbijartinê ye, di heman demê de bûyina amûr û haleteka vê pergalêye û ji xwere vekirina cihekî ye di nav vê pergalê de.

Taybetmendiyên vê hilbijartinê yên cûda hene, ji hilbijartinên dîtir. Beriya hertiştî, ew mercên ku mirov dengê xwe bi azadî bidin tuneye. Tirkî, bi rewşa awarte, bi biryarnameyên di şûna yasayan de, bi ferman û biryarên ku Rêvebirî, Dadwerî û Yasayê di yek destî de kom kiriye tête birêvebirin. Helxelitandina Medyaya yekalî, di jêr bombebarana propagandayê de jî, ji xwe alîyekî dîtire. Ji vana wêdetir jî, Tirkî, dijî Kurdan di nava şerekî heralîda ye. Di pey xeyalên  “Osmaniya nû“ da dibeze. Di nava avakirina dewleteke wisan da ye ku vêya pêk bîne.

Dewleta Tirk, qaşo dê ji Pergala „ Parlementer „ derbasî pergaleka “Rêvebiriyeka nû“ ya hemî maf di yekdestî de kom bûyî, „Pergala Serokatiyê“ bibe. Wate dê rewşa neha, bighêje nasnameyeka yasayî. Çima Dewleta Tirk pêwistî bi vê nûbûnê dibîne? Faşîzma li tirkiyê, her diçe wekî faşîzma Îslamî saz dibe. Dîktator, bi çi rêk û awayî bibine serdest, desthilatiyê bi rêka hilbijartinê radest nakin. Êdî bûhayê wê çi dibe bila bibe, bi sed fen û fêlan dê ji hilbijartinan serkeftî derkevin. Bi gotina wan bi „berhevkirinên“ desthilata AKP ya 16 salan, wekî di Dîktatoriyên dîtir de jî hatî dîtin, bi „Referandûmekê“ dê xwe bide hilbijartin û saz bike.

Tirkiyeya ku li ser tunekirina nijadî ava bûye, nêzîkî sed salîye, dijî Kurdan siyaseta înkar û tunekirinê dimeşîne. Hetanî roja îro, pergala dewletê, gelek caran di nava xwe de hilbijartin pêk anî. Li himber Kurdistanê, guhertineka herî biçûk jî nehate dîtin. Ji ber ku pergalê, berdewamiya xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiriye, dewleta dagirker û faşîst, di hundir û li derve, dijî Kurdan şer daye destpêkirin. Pêşî bi „Xefka Xendekan“ bi hezaran Jin, zarok, ciwan û kalên Kurd hatine kuştin. 13 Bajarên Kurdan bi erdê ve kirine yek. Nêzîkî 3 milyon Kurdî ji cihê wan hatine kirinê. Paşê dor hate Kurdên derveyî sînoran. Çawan Kurd gihiştin wê astê Rojavayê Kurdistanê ji dagirkeriyê paqij bikin, Cerablus, Azer û Idlib hatine dagirkirin. Paşê, ji Efrînê, cihê jêr desthilatiya Kurdan de destpê kir, ji bo tunekirina van destkeftiyên Kurdan kete nava tunekirinê. Ev êrîş û helmeta belavbûnê berbi başûrê Kurdistanê ve berdewam dike. Tirkiya ku Kurdan wekî terorist radighîne, herroj bi biyanoyeka nû, bi gelek cûreyan Kurdan dikuje. Di rewşeka wisan de, ku bi hêzeke mezin ya leşkerî Efrîn dagir kiriye, dijî Kurdan komkujiyan pêk tîne, dê hilbijartineka çawan pêk bê û a kêye ev hilbijartin?  Hindek partiyên rewa yên dibêjin em Kurd û Kurdistanî ne, yên girêdayî destûra pergalê ne, di nava pergala înkar û tunekirina Kurdan de, di saziyên herî bilind yê wê sîstemê de ji xwe re li cih digerin.

Erdogan herroj, li hol û meydanan û il ser şaşeyên televizyonan, bi coşeka mezin pesnê xwe dide, bi hejmar ve diyar dike bê çend Kurd kuştine. Numan Kurtuluşê ku bi navê dewletê daxuyanî dide û aşkere dibêje ku serkeftina wan ya herî dîrokî astengkirina Referandûmê ye, ya ku dê Kurdistan berbi rizgarkirinê ve biribane. Û dibêje, eger dewleta Tirk dest navêtibanê de, dê ji aliyê gelek welatan ve jî bihatane naskirin.

Em ji bo duaya ku pêk neyê dîsan jî bêjin amîn, em wer bihizirin ku Erdoxan û AKP çûn, şûna wê CHP û Ince hatin. Dê çi bête guhertin? Siyaseta Dewletê ya bi destê Erdoxan û AKP dihate meşandin, dê bi destê CHP bête meşandin. Ji ber ku Desthilat û Rikberên wê du eniyên faşîstin.

Komara Tirkiyê dijî Kurdan şerekî heralî destpê kiriye. Serkanê giştî yê Tirk ragihandiye ku hetanî „Terorîstê dawî“  bête „Tunekirin“ ev şer dê berdewam be.

Bêguman, tu awa, amûr û derfetên tekoşînê, ji berê de nayêne pejirandin û piştdestkirinê. Rewşa hilbijartinê ya berdest û rewşa piştî hilbijartinê, li gorî berjewendiyên tekoşîna Kurdistanê divê bêne bikaranîn. Derveyî şermezarkirin û riswakirina Dewleta Tirk ya ku li ser înkar û tunekirina Kurdan ava bûye, li welat û derveyî welat tu rêkên dîtir tunene. Dagirkerî, li Kurdistanê ne çarenivîseka bê destpêk û bê dawî ye. Kurd di her gavê de, divê ji dagirkeriyê rizgar bibin û rêka serxwebûnê lêbikin. Em hilbijartinan boykot bikin û bi vî awayî diyar bikin ku dagirkeriyê na pejirînin û hebûna dagirkeriyê li welatê me ne rewa ye. Em dê dagirkeriyê bi kîjan amûr û rêkan hilweşînin, lki gorî vê nexşê em tevbigerin.

Ev hilbijartin, ne ya gelê Kurdistanê ye, yê ku ji aliyê pergalê ve tête piştdestkirin, rûbirûyî siyaseta înkar û tunekirinê dimîne. Gelê Kurd nikare kujerekî dagirker û faşîst an jî bi deng û ra yê xwe kujerekî bo xwe hilbijêre.

 

 

Tevgera KAWA

Add new comment

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category