Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

KÎ PIFÎ KÊ BIKE?

Sşm, 10/09/2018 - 15:22
Şîrove

KÎ PIFÎ KÊ BIKE?

 

Dijî Xizir Paşayê Osmanî çi gotubu Pîr Sultan Evdal ê mezin:

 

Here brê Xizir Paşa

Rojek bê

Çerxa te jî bişkê

Ew Padîşahe ku tû bawerîya pê tînî  jî rûxê!

 

Van gotinên Pîr Sultan Evdal çan bona hemu serdestên hov yên seranserî dinyayê hatibin gotin, çan bona kesên weku Hesen Ronahî, Exmedî Necad, Recep Tayîp Erdoḡan , Devlet Bahçelî û Doḡu Perinç hatibin gotin. Erê bê gûman zu an dereng, îro an rojek din, wextik bê çerxa wan jî bişkê dara wan jî hûr û hewar be û ew jî bêtin ruxandin!

 

Metelokek Kurdan ya kewnd heye, tête gotin kû; hevalê qirikê her tim nîkilê xwe di gwî daye. Di şerê alemê yê yekê da Alaman û Osmanî du hêzên hevkar bûn, di dawîya vî şerîda Alamanan bi zerarên mezin xwe rizgar kirin, Osmanîya nikarîyan xwe rizgar bikin, du faturayên mezin hatin ber Sultanê Osmanî, wî ra hate gotin ku; yek, tu ji piranîya axa Dewleta Osmanî destên xwe bikşînî, du, tu deynê(qerza) xwe bidi û zerara vî şerî hilgirî ser pişta Dewleta Osmanî, Sultanê Osmanî gote: Zerar û deynê ku dikeve ser pişta me ezê bidim, feqet ez nikarim bostek ji axa Dewleta Osmanî peşkêşî we bikim! 

 

Sermayeya Alaman ku bi sermayeya Rûm û Ermenan ra nava şerekî dijvar da bû li ser vê pêkhatinê pey hêzek nû gerî û dit; wan Mistefa Kemalê Selanîkî û grubek ji ÎttîatîTerakî yê anîn ser xeta xwe û gotin emê dijî Sultanê Osmanî, dewletik nu, li ser prensîben „modernîzmê“ava bikin! Bona naskirina vê grubê şertên wan hebûn, ji bona van şertan Fransa û Îngilzîstan ê jî digotin erê, wekû hezek nû Bolşevîkên Urizîstan ê jî bi van şertanan ra erê gotin. Bolşevîkên Urizîstan ê li gel Kemalîstan, TAȘNAK  bi xwe ra weku dijminekî hevpar didîtin. 

 

Ji van şertana yek ew bû kû, ew dev ji piranîya axa Dewleta Osmanî berdin, du; ew hemu deyne Dewleta Osmanî bigirin ser xwe û zerarûzîyana şer ya Fransayê û Îngilîzstan ê li gel çixwest ê bidin,sê; Xîlafeta Osmanî ruxînîn û payeya Xelîfetîyê qedaxe bikin.Gruba Kemalîstan hemu van daxwezîyan ra erê gotin, li ser vê bingehyê Dewleta Osmanî hate belavkirin û li ser parçekî Trakya, Asîa Piçuk û Kurdistan a Bakur Komara Tirkîya hate avakirin. Komara Tirkîya ew deyna heta sala 1954 bi çixwestek (interest, faîz) mezin şunda da. Bi Peymana Lozan ê  destseleyedarên Komara Tirkîya hinek jî vî deynî  (qerzî) kirin ser pişta dewletên nû. Dewletên ku li ser axa Dewleta Osmanî ya kewn nû bejn didan.

 

Komara Tirkîya naha dîsa rewşek wusa ra derbaz dibe, bi „Bihara Ereba“ ew ketin nava çalekîyên nû, Kazafî rojekê da firotin, li Misrê piştivanîya  Braderên Misliman kirin, wan Surîye û Iraq tevda, dest avitin Erebîstana Sudî û Emîratên Ereb, taybetî Hamas, hemû Bizutneweyên Felestînî dijî Îsraîl ê bi destên wan hatin tizkirin, DAÎȘ bi destên wan hate rêxistin,  gav bi gav binpêkirina Surîyê û Iraq ê destpê kir, îro Efrîn û Îdlîp di bin dagirkerîya wan daye, îro parçekî mezin ya Kurdistan a Başur di bin dagirkerîya wan dayê, bazên leşkerî yên wan li Herema Kurdistan a Başur û Rojavaya Kurdistan (Bakurî Surî yê) her roj zêde dibin, kirîn û firotina wan „Iraq ê“ ra her sal zêde dibe, hun dikarin bêjin Kurdistan a Başur ra zêde dibe. Komara Tirkîya di bin seroketîya  Recep Tayîp Erdoḡan da dixweze Xîlefeta Osnanîya şunda binê, dixweze seroketiya hemu Dinya Îslam ê bigire destên xwe! 

 

Bawrim di dawîyê da tişte ku hat li ser serê Împaratorîa Osmanî bête ser destseleyedarên Komara Tirkîya jî, berku nîkilê wan di nava gemarîyêk mezin daye û ew dixwezin bi bêbextîyên mezin, jîyana xwe li ser pozberîyên mabeyna Yekitîya Emrîka, Urizîstan û Yektîya Ewropa berdewam bikin. Jîyana wan li ser nakogî û pevçuna van dewletanaye, ew namerdîyê rêva diçin, demek kwirt berî pêş dema Donal Tramp û Wladîmîr Putîn bajarê Helsînkîyê hev û du dîtin û gotûbêj kirin, rojnameyên Tirkîya dinîvîsandin û digotin: „Nezîkbunek xeter!“,bawerbikin hemu gelên cîhan ê bi hevdîtina wan herdu serokdewletan şahdibûn, di dilê xwe da digotin dinya ji pevçun û xeterîyên mezin durdikeve û berê xwe dide aşitî û aramîyê! 

 

Yên kû ji vê rewşê nerazî bûn  destseleyedarên Tirkî ya û keşmerên wan bûn; berku wan jîyana xwe li ser pevçuna wan didomand, pevçun û şerê yên din heta naha ji wan ra bibu av û adan!Erê Donal Tramp û Wladîmîr Putîn hev û du didîtin, bi danustandinekê dixwestin keşayên xwe kem bikin û aşîtanê  bê qisawet berê xwe bidin diwarojê, rojnameyên Tirkîya dinivîsandin û digotin „Nezîlbunek xeter!“.

 

Bi peyvendîyên sîyasî yên hinek dewletan û kirîn û firotina Dewleta Tirkîya hatê ber çavên min, pifkirin û ruxandina Dewleta Osmanî hate bîramin, min ji xwe pirsî û gote; kî pifî kê dike, di dumayîkê da kî kê bibe û kî pifî kê bike?  Berî ku ez li ser pifkirin û pifkirin çîye, çi nîne bisekinim,  ezê hinek jimarên kirîn û firotinê ji wera parva bikim!

 

Emê bi kirîn û firotina Komara Tirkîya destpêbikin, li vir kirîn û firotina sala dawîyê ji xwe ra binge bigirin û vê kirîn û firotine car cara li le ber kirîn û firotina sala 2008 ya Komara Tirkîya bigirin:

 

Di sala 2017 da Tirkîya bi bihaya 157 mîlyar dolarî mal firot û bi bihaya 233.7 mîlyar dolarî ji derva mal girt. Ferqa herduyan dike 76,7 mîlyar dolar, li vir mezîn (şeyn) di pîyê dewletên bîyanî da xwar dibe, berku firotin ji kirînê kemtir e. Di sala 2008 da ferqa kirîn û firotinê 69.9 mîlyar dolar bû. Ji sala 2008  heta 2017 ferqa kirin û firotinê ji %10 zêde bû.

 

Di sala 2017 da Komara Tirkîya bi bihaya 15.1 mîlyar dolarî mal firot Alamanya, pey  Alamanya, Îngilîzîstan 9,6 mîlyar dolarî tê, dura bi 9.1 mîlyare dolarî Yekitîya Emîratên Ereb û 7.66 mîlyar dolarî Iraq tê. Ji alîyê kirînê va bona Komara Tirkîya di sala 2017 ji Dewleta Çîne bi 23.3 mîlyar dolaran mal kirî,  alîye kirînê va bona Komara Tirkîy Çîn di rêza yekem da tê, dura 21.3 mîlyar dolarî Alamanya, bi 19.5 mîlyar dolarî Urizîstan tê. Di vê salê da Komara Tirkîya ji Iraq ê 1.48 mîlyar dolarî  mal kirî. 

 

Di sala  2008 da Tirkîya bi 201,9 mîlyar dolaran ji derva mal kirî, di sala 2017 da ew kirîn derket 233.7 mîlyar dolarî. Kirîna herî mezin bi Çîn, Alamanya û Urizîsta ê ra hate kirin.

 

Di alîyê din va Tirkîya di sala 2008 da 11.976 mîlyar dolarî ji Yekitîya Dewletên Emrîkayê mal kirî, di sala 2017 da kirîna wan ji Yekitîya Dewletên Emrîka yê daket 11.951 mîlyar dolarî. Di sala 2008 da Komara Tirkîya çandî 4.3 mîlyar dolarî mal firot Yekitîya Dewletên Emrîka yê, di dala 2017 firotina wan bona Yekitîya Dewletên Emrîka yê derket 8.6 mîlyar dolarî. Di sala 2017 Yektîya Ewropa bi bihaya 372.2 mîlyar Euro mal firot Yekitîya Dewletên Emrîka yê, Yekitîya Ewropa di vê salê da ji Yekitîya Dewletên Emrîka yê bi bihaya 248,6 mîlyar Euro mal kirî.

 

Di sala 2008 da Komara Tirkîya  bi bihaya 3.9 mîlyar dolarî mal firot Iraq ê û bihaya 1.3 mîlyar dolarî ji Iraq ê mal kirî. Ji sala 2008 heta sala 2017 firotina Tirkîya bona Iraq ê ji 3.9 milyar dolarî derdikeve 7.66 mîlyar dolarî.Kirîna wan ji Iraq ê di sala 2008 da 1.3 mîlyar dolar bû, di sala 2017 kirîna van ji Iraq ê 1.48 mîlyar dolarî derbaz nedibû. Di nava vî hesabî da jimarên kelapûra Kurdistan a Başur tune.Eger kelapûr jî bête hemcirandin bona Iraq ê jimarekeî mezin derdikeve hole û Iraq bona Tirkîya alîyê kirîn û firotinêva pey Alamanya bê!

 

Berdewam bikin, di sala 2017 da Yektîya Ewropa bi bihaya 10,8 mîlyar Euro mal firot Îran ê, ji vê firotînê bi 2.95 mîlyar Euro Alamanya yê, 1.73 mîlyar Euro Îtalya yê, 1.50 mîlyar Euro Fransa yê, 1.08 mîlyar Euro Holanda yê, 590 mîlyon Euro Belçîka yê, 301 mîlyon Euro  Awusturya yê para xwe girt. Firotina mayî di mabeynî dewletên din yên Yekitîya Ewropa da belav bu, di vê firotin ê da Îngilîzîstan ê di rêza dehanda cîhyê xwe girt û gelek şunda ket. Li hember vê firotinê di sala 2017 da Yekitîya Ewropa weku 28 Dewlet  ji Îran ê bi bihaya 10.1 mîlyar Euro mal kirî, hun bêjin stand.

 

Eger wexta mîrov hebe û bikaribe  kirîn û firotina dewletan li ber hev bigire û yên 10 

salên dawîyê analîz bike, dikare diwaroja peyvendîyên wan welatan bîne ber çavên 

xwe. Beguman ne tenê kirîn û firotin, gelek faktotên din jî di van peyvendîyanda 

rolekî balkeş digirin ser xwe. 

 

Gor vê dîmena kirin û firotinê ya jor; Yekitîya Eworopa nikare dev ji bazara Yekitîya Dewletên Emrîka berde, ji ber vê dema Yekitîya Dewletên Emrîka dibêje dev ji Îran ê berdin; ew mecburin ji Îran ê rakişin û hedî hedî ambargoya Yekitîya Dewletên Emrîka yê ra erê bêjin, bazara Tirkîya taybetî bona Alamanya û dura jî bona 27 dewletên din yên Ewropa  bazarek mezine, Yekitîya Ewropa yê heta roja dawîyê dest ji Komara Tirkîya bernede, seroketîya ve tendense Alamanya, Fransa û Îngilîzîstan bi hevra dikşînin, gor agahîyên  dawîyê 7000 (Hefthezar)  şerîkeyên Alamanya li Tirkîya kardikin û xwedanî payên mezinin.

 

Li Tirkîya, kî jî serdar be ew  bi wî ra bikevin nava peyvendî û dîalogê. Bona wan

rengê sîyasî ewqas mihûm nîne, du monarşîst, komarparêz û faşîst îro şerîatparêz û mislimanîya reng vekirî, beyanî rengekî sîyasî yê din! Heta ji Tirkîya kanîya pereyan biherike, Yekitîya Ewropa Komara Tirkîya ra her tim hevpar û şerîk bimîne, Alamanya, Fransa û Îngilîzîstan bi Komara Tirkîya ra şerîk bimînin. Eger qelişîya mebeyna Komara Tirkîya û Yekitîya Dewlêten Emrîka yê fireh bibe, peyvedîyên aborîyê yên Tirkîya û Yekitîya Ewropa jî gav bi gav tekbiçin. 

 

Nezîkbuna Komara Tirkîya bi Urizîstan ê ra rahmanên nû tîne serê sîyasetmedarên Ewropaî û Emrîkî! Him bêje ez endamê  NATO yê me û dixwezim bibim endamê Yekitîya Ewropa û himjî here Komara Urizîstan ê ra bibe şerîk û hevpar, ma qet wusa dibe!

 

Berku li ser Urizîstan ê ambargoya dewletên Ewropaî û Emrîka yê heye û mabeyna Urizîstan û Ukranya da nakogîyên antîgonîst berdewamin û Urizîstan di nava tengavekêdayê, mecalek nû keti destên Komara Tirkîya. Heta kenga Komara Tirkîya ji vê rewşê sudwerbigre ne dîyare! Penasa wan gelek reşe û enî ya wan jî beş e!

 

Rasteyetîya ku heye û di nava rupelên dîrokê da cîhyê xwe girtîye, Komara Tirkîya di şerê duemîn yê alemêda Urizîstan û Yektîya Sosîalîst ya Komarên Sovyetê firot, ew Naziyan ra bun şerîk û hevpar. Di şerê Afganîstan ê da Komara Tirkîya terorîstên Misliman, ji Çeçenîstan ê anî, tenzîm kir û dijî Sovyetê di bin ala El Kaîda da kir nava şer, Komara Tirkîya yê şerê Çeçenîstan û Abazya yê tiz kir, li van welatan zerarên mezin gîhandin Urizîstan ê, dema Davutoḡlu serokvezîr bû her roj dijminatîya Urizîstan e dihat kirin, Davutoḡlu digot: „Biryara ledana balafira şer ya Urizîstan ê min bi xwe da, berku ew li ser ezmanên me ra firî.“Di şerê Surîyê da Komara Tirkîya bi tirsa Kurdan zu Urizîstan ê ra bu dost, bi peymanên mezin soza kirina çekan û gazê da û di ber Komara Urizistan ê da melis bû. Di vê katê da bona mislehetên xwe Urizîstan bi Komara Tirkîyê ra dileyze, di qonaxa dawîyê ya şerê Surîyê da Putîn û heşmedarên wî nikarin terorîstên Îslam ê ra çavên xwe damilînin, terorîstên Îslamê ra çavdamilandina wan, li Urizîstan ê dawîya wan bi xwe ra bîne!

 

Komara Tirkîya gelek dewletên Ewropayî bi bazara xwe, penande û terora Îslam ê dîl digire, li vir pewîste mîrov du diştan bi ser hevra nasbike û wan cuda bîne ber çavên xwe: Endambuna Komara Tirkîya bona Yekitîya Ewropa û peyvendîyên kirin û firotinê du tiştên cûdane, di rasteyetîya xwe da Komara Tirkîya tu car naxweze bibe endamê  Yekitîya Ewropa, formata Dewleta Tirkîya bona ve endamedtîyê îcaze nade, alîyê din va Dewletên Yekitîya Ewropa tu car naxwezin Komara Tirkîya bibe endamê Yekitîya Ewropa yê. 

 

Serdestên wan welatana gelên xwe dixapînin, taybetî jî yê Tirkîya yê, ew bona reya gelamperî wusa dileyzin ku, çanî ew bixwezin bibin endamê Yekitîya Ewropa yê!

 

Gor vê weneya kirîn û firotinê, ji bazara Tirkîya Yekitîya Ewropa û Çîn zêdetirîn îstifade dikin. Dewleta Alaman di vê kirîn û firotinê da cîhyekî herî balkeş digire, gor kirin, gotin, laf û gef xwerina serdestên Komara Tirkîya pewîst bu Dewleta Alaman li gel Komara Tirkîya hemu pewendîyên xwe qut bikira, Alamanya peywendîyên xwe qut nekirin, Serokdewlet Xanim Merkel mecbur ma stuyê xwer bike û destên xwe mizde, mîrovên weku Sîgmar Hartmut Gabriel û Gerhard Schröder bona nezabûna kanîya peran karên mezin hildan ser pişta xwe û destseleyedarên Tirkîya ra bûn deng, bûn alîkar û pînas. Almanya yê nedikarîya dest ji bazara Tirkîya yê berde! Bi alkîva gotinên çort yên destseleyedarên Komara Tirkîya, alîye din va 7000 şerîkeyên Alaman yên ku Tirkîya kar dikin û pey qezenc û kelapûrên mezinin!

 

Komara Tirkîya bi Nazîyên Alaman ra şerîk û hevkar bû, wan di şerê aleme yê duemînda aktîf alîkarîya Dewleta Alaman kirin, dema şer dawî hat û Alamanya weku dewlet şikestik mezin xwer, Komara Tirkîya bi tirsa Yekitîya Komarên Sovyetê ra; zu xwest bibe endamê Yekitîya Netewen û wan zu xwestin bibin endamê NATO yê, ji ber vê wan bejna xwe tewandin di sala 1952 da bûn endamê NATO yê û bê rûhmetîyek mezin leşker şandin Ṣerê Kore yê. 

 

Ji endambuna NATO yê virda Yekitîya Dewletên Emrîka yê, Komara Tirkîya her alîva parazt, heta derpeyê leṣkerê wan Yekitîya Dewletên Emrîka yê da.Di ṣerê  alemê yê dudîya da Komara Tirkîya dixwest berê xwe bide Azerbaycan ê bigehîje Komarên „Tirk“ yên nava Yekitîya Sosîalîst yên Komarên Sovyet ê, wan dixwest xeyala Enwer Paṣa cîh bînin, ew gelek wext hevîya ketina Moskova yê man, eger Moskova biketa destên Nazîyên Alaman, wan êriṣ berdana ser Ermenîstan û Azarbaycan ê û dura jî wan berê xwe bidana Asîya Navîn, armanc damezrandina Împaratorîyek Turanî bû. 

 

Gelên Sovyet ê ew hevîya wan di qirtika wan da hiṣtin, wan li gel dewletên hevpar dara Nazîyên Alamanya yê ṣikandin û bajarê Berlîn ê girtin bin kontrola xwe, dema wusa bu, destseleyedarên Komara Tirkîya bûn piṣik ketin bin sîwana NATO yê û bin pêṣa Yektîya Dewletên Emrîka yê. Di damezrandina Komara Tirkîya yê da Bolṣevîkan zef alîkarî dan Kemalîstan, taybetî dijî Bizutneweya Netewî ya Kurdistan, dijî TAŞNAK an (Kaṣografî Partiyekî Sosîal Demokrat bû, endamê Înternasyonola Sosîalîst bû û li paṣ ruxandina dara sîyasî ya Çar ê Urizîstan ê hatibu serdar, kati xwe da, Bolṣevîkan ji wan ra digotin Menṣevîk, ber ku ew Sosîal Demokrat bûn)û dijî Rûmên Anatolîya yê wan alîkarîyek mezin dan Kemalîstan, Rûmên Îzmîr ê (Symîrna ê)bi çekên Bolşevîkan, hatin cîhrakirin, dîsa jî wan nekarîya Komara Tirkîya ra bibin yar, destseleyedarên Tirkîya Bolşevîk erzan firotin û Naziyan ra bûn hevpar û ṣerîk. 

 

Dema arṣîva Nazîyan diket destên Sovyetê, wan didît ku Komara Tirkîya çi anîye serê wan û wan çawa binva Nazîyan ra alîkarî kirine! Gotinek heye: tête gotin ku; qirikê xwedî bike, ku çavên te biqaliqîne, ango çaven te derîne! Çawa va gotina bona sîyasetmedarên Tirkîya hatîbe gotin!

 

Di sala 1952 Komara Tirkîya bû endamê NATO yê û ket bin pêşa Yekitîya Dewletên Emrîka yê, Emrîkayê heta beleavbûna Yekitîya Komarên Sovyetê ew xwedî kir. Gor vê xwedi kirin ê pewîst bû peyvendîyên aborîyê yên herî mezin Yekitîya Dewletên Emrîka yê ra bin, çawa ku ji dîmena jor ya kirîn û firotinê jî dîyare tiştekî wusa tune û îro Komara Tirkîya bona Yekitîya Dewletên Emrîka yê barekî  ne „pewîst“e!

 

Alîyê din va gerê neyê bîrkirin ku, Komara Tirkîya di Ṣerê Iraq ê da Yekitîya Dewletên Emrîka erzan firot, wan katî xwe da çawa Yektîya Komarên Sosîalîst ya Sovyetê dijî Nazî yan firotubû naha jî wan Yekitîya Dewletên Emrîka yê dijî Baasîyên Iraq ê difirot, panav û rêvaçuna wan nedigorîya!

 

Ferqek hebû her sal inetervala (dirêjîya mabeyna du wextan)  „dostanîya“ wan kwirtir dibû, edî ew zêde bin pêşa hêzekê da nedikarîyan bimînin, di bin pêşa Bolşevîkan derdiketin diketin bin pêşa Nazî yan, ji bin peşâ Nazî yan derdiketin diketin bin pêşa Nato û Yekitîya Dewletên Emrîka yê, ji bin pêşa Yekitîya Dewletên Emrîka yê derdiketin diketin bin pêşa Yekitîya Ewropa û Urizîstan ê. Di vê katê da ew din pêşa Urizîstan ê dane, heta kenga ew bikaribin bin pêşa Urizîstanê da bimînin, ne dîyare!? 

 

Dura ew dikarin bikevin bin pêşa Çîn ê an jî carek din bikevin bin pêşa Yekitîya Dewletên Emrîka yê an jî birevin carek din bikevin bin pêşa Yekitîya Ewropa yê, an jî pêyên destseleyedarên Îran ê û destên Baasîyên Surîyê maçîbikin!?An jî bejna xwe li ber Îsraîl ê bitewînin û gel wan dijî Îran ê bibin îtîfaq û Îran ê ra bikevin şer.

 

Gor dîmena kirîn û firotin ê ya jor, Çîn, Alamanya, Fransa û Îngilîzîstan mecburin heta radeyekê Komara Tirkya biparêzin.Yekitîya Dewletên Emrîka tu alîkîva ji Komara Tirkîya razî nîne, mabeyna wan da nakogîyên heyî dikarin hinekî din mezin û tuj bibin, heta ew dikarin bibezin hev û du jî! 

 

Urizîstan diwaroj da nikarî hemu daxwezîyên Komara Tirkîya cîh bîne, eger pirsgireka Surîyê da Urizîstan sist be û piştîvaniya Surîyê neke, Îran hegomonya xwe him Iraq ê him jî Surî yê zêdetirîn peşva bibe!

 

Şerîkeyên mezin yên Dewletên Yekitîya Ewropa bi Yekitîya Dewletên Emrîka ra yekbin û tevlî ambargoya dijî Îran ê bin. Hebuna Komara Tirkîya li ser tunekirina Kurdan gihîştîye konaxa dawîyê, perdeya ber rûyê wan cirîye, aborîya wan tek çuye û ew zede nikarin di bin peşa hêzekêda bimînin, heşmedarên Komara Tirkîya yên  weku Doḡu Perînçek dixwezin dijî Kurdan li gel Beşar Esad aş bin, dixwezin zêdetirîn bikevin bin pêşa Urizîstan û Çîn ê. 

 

„Daxawa“ tora sîxurîyê ya Yekitîya Dewletên Emrîka yê, ya Alamanya û Îngilîzistan ê îcaze nade, ew salan virda li Tirkîya organîze û rêketîne! Bawerim Komara Tirkîya bi „nexweşî û derdê Kurdistan ê“ gewer be! Ew nava hevda jî pifî hev û du bikin û li ser zêde dizî û kelapurê hevbikevin.

 

Surîye, Îran (Îran bi xwe jî li ser bingehya terorîzmê ye û piştîvanîya Heştî Şebî dike) û Urizîstan di dumayîkêda nikarin çavên xwe Terorîstên Îslam yên Tirkîyê ra bigirin û wan li Surîyê cîhwar beylin. Recep Tayîp Erdoḡan ji sernaserî dinyayê hemu qopik, pîskopat û terorîstên Îslamê organîze kir û dijî Kurdan anî vê heremê. Bona Komara Tirkîya keşa ne PKK ne jî „terorîstbuna Kurdan e“. Bona wan problem hebuna Kurdan bi xwe ye, ew dixwezin Kurdan seranserî cîhanê tunebikin, bernama wan ya sedsalîya borî va bu, heta Komara Tirkîya bimîne ew bername bê gorîn berdewam bike.

 

Tirsa herî mezin ya Dewletên Ewropayê ewe ku; rojek bê ew terorîst ji Surîye bên derxistin û ew bên Tirkîya û Ewropa yê, ji ber ve; daxwezîya wan hemuyan ewe ku derdora Îdlîb û Efrîne bona wan terorîstan cîhekî „aram“ bête avakirin. Ji ber ve, ew dudilî ji bin alîkarîyek mezin didin dara sîyasî ya Recep Tayîp Erdoḡan. Di şerê Surîyê da berjevendîyê hemu alîyan yek ninin, kem alî hene kû berjewendîyên wan yek bin, yekgirta Yekitîya Ewropa, Yekitîya Dewletên Emrîka û Urizîstan ê ewe ku; terorîstên ku di bin starîya Komara Tirkîya da li Surîyê berhevbune; zindî ji vir dernekevin û neyên welatên wan. Li vir ew hemu bi hevra bi kartekî puç dileyzin: Recep Tayîp Erdoḡan!

 

Șerê Surîyê ku bi destên Komara Tirkiya hate derxistin, gîhişt qonaxek taybet, zêde cîhye rakişandin û peşvaçunê nema, di dumayîkêda hinek rakişin, hinek zêdetirîn pêşva biçin, hinek jî bona diwaroja xwe hevbên û temamîya Surîye bigirin bin kontrola xwe. Di vê katê da Urizîstan û Îran bi gel Dewleta Surîyê berjevendîyên xwe biparêzin û ji vî şerîda „xwirt“ derkevin .Yektîya Dewletên Emrîkayê û hinek dewletên Ewropayî bikaribin berjewendîyên xwe bi alîkarîya Kurdan biparêzin, yên ku rut û tut li holê bimînin Komara Tirkîya û sergerdeyên wan yên Îslamîstin, dawîhatina şerê Surîye bawerim bibe dawîhatina Recep Tayîp Erdoḡan, qopik û sergerdeyên wî jî! 

 

Li vir kî pifî kê bike, pirsekî cîhye! Dara sîyasî ya Komara Tirkîya di vê merhalêda dixweze lingekî zu hemu hemwelatîyên Surîyê ku hatine Tirkîya û li vir penande bûne, şunva vegerîne Surîyê û wan Efrîn Îdlîb ê cîwar bike. Dixweze demografiya ve hereme gor xwe bigore, li van deran dixweze jimara mîrovên sîvîl  zu bigehîjîne çend mîlyonan, bi vî şiklî dixweze li ber Dewleta Surîyê bigire û Sergerdeyên xwe di nava mîlyonan da vêşêre, bi vî şiklî dixweze Kurdan tengav bike û temamîya Efrîne ji destên wan bigire, dixweze bihişta Kurdan Efrîn ê, bona wan bike xeyal û xewn. Eger ew plan serbigire diwaroj da Îdlîb û Efrîn bin seroketîya Komara Tirkîyayê da bibin baza terorîzmê ya dinyayê!

 

Çawa ku hun jî dizanin pifkirin cure bi cureye, bi pifkirine mîrov dikare agirekî vêxîne û gûr bike, dîsa bi pifkirinek şopat mîrov dikarî agirekî bibe paça, agirê findê bi vî şiklî tête vemirandin. Dema mîrov dixweze agirekî vêxe û gûr bike; berê heyîya ku bişewite bi xwe ra peyda dike û dura bi çîkekê û pifkirinê we heyîyê vêdixîne, bi pifkirinên xwirt agir hedî hedî gûr dike, hun bêjin agir mezin dike.  Bona agirekî; di serîda çirûsk, çîk û heyîyek bona şewitandinê pewîstin, bi pifkirine hewa zêde zêde tête alîkarîyê. Bona agirekî bi sê tiştanra pewîstî heye, 1-Hewa, 2-Heyîya kû bikaribe bişewite, 3-Çîk û çirusk. Dema yek ji vana kem dibe agir diçe paça, hun bêjin xavda diçe, an jî di serî da agir vênakevî. Bi pifkirine him agir tête vêxistin him agir tête xavdakirin!

 

Dema gêrmîyek (şorbayek, çorbayek, şurbeyek) kehl tête ber mîrov, bi pifkirinê ew gêrmî tête sarkirin (Bê guman bi pifkirinê gêrmî xwerin panava şariztanîyêra dijdarîyeke!). Dema li ser bedena mîrov cîhyek dişewite an jî dixaşile bona kêmkirina deşê mîrov pifî cîhyê şewitî an jî cîhyê xweşilandî dike.

 

Dema qurevan hesin nermdike û dihelîne bi pifikekê agirê qurê dide gûrkirin, di qurevanîyêda du kar digehîjin hev:

 

1-Karê pifkirine û gûrkirina agirê qurê,

 

2-Formdayîna hesin, karê zotkirina hesin mîrov dikarî di nava karê formdayîna hesinda bibînî.

 

Bi pifkirinê ne tenê agir tête vêxistin an jî agir tête vemirandin. Bi pifkirine hun dikarin bifîkên, bi fîkek xweş hun dikarin deng bidin û bistirên. Gelek amûreyên, hun bêjin hecatên musîqê bi pifkirinê tên zman. Blur, harmonîka dev, dizdar, akordîon, saksafon, klarnet, zurne(zirne) û blura pan bi pifkirinê têtin zman. 

 

Zurne (Zirne) ku bi pifkirinê tête serê zman dayîka hemû înstumentên musîqeye. Di mîtolojîya Kurdan da tête gotin ku; di afirandina Adem da Melekî Tawûs bi pifkirine alîkarîya Xwuda kirîye. Xwuda Adem ji axê çêdike û dumayîkê da dixwezê rih li wî barbike û wî zindî bike. Xwuda du cara rih di bivîla Adem da pifdike, Adem zindî nabe, Melekî Tawus, Xwuda ra dibêje îcaze bide ez pifî zurnayê bikim û zurnayê bînim zman tu jî di vê katê da rih pifî bivîla adem bike! Xwuda îcaze dide, Melekî Tawus bi pifkirinek be rawestan zurnayê tîne zman û Xwuda jî rih carek din pifî bivîla Adem dike, Adem zindî dibe û radibe! 

 

Tête gotin ku eger zurne nebuya, rih nediket Adem….  Ji ber vê Zurne di dîroka Kurdan da cîhyekî pîroz digire.Tiştekî balkêşe hinek serdest û destseleyedaran ne ji navê Melekî Tawûs ne jî zurnayê hezikirine.Wan zurna wekû înstumenta „Şeytîn“ dîtine (Ji bona karanîna peyva negotinê li vir bla Braderên me yê Êzdî biborin)û qedaxe kirine. Wan hemu kirinen xwe yên xirab, hemu dizî, puştî, sosretî û bê rûhmetîya xwe kirine ser pişta „Şeytîn“ û bi vî şiklî xwe xilas kirine! 

 

Wan bi xwe, di xeyal û mejûyê xwe da „Şeytanik“ afirandine û li hember Xwuda derxistinê hole! Wan alîkîva gotiyê Xwuda yek e û bê ṣerîke, alîyê din va wan gotin û kirinên xwe „Şeytan“ bi Xwuda ra kirine şerîk!

 

Dema Zurne weku înstumenta „Şeytîn“ qedaxa dibu,Paşakî Osmanî gavek din pêşva diçu û tembur jî weku instumenta „Şeytîn“ qedaxe dikir. Dema wî tembur qedaxwe dikir hozanekî Anatolî bersiva wî bi temburê dida û wusa distirîya:

 

Navê vê tembura bi têle

Ne gwih dide ayetan ne jî qadîyan

Yê ku diqute ji vê fahmdike

Şeytan ku der vê daye?

 

Avdest bigirî dibê negirt

Nimêj bikî dibe nekir

Weku qadî heram naxwe

Şeytan ku der vê daye?

 

Ji Venedîk ê têla xwe tê

Ji dara arkeftxoşê duxa xwe yê

Hey be mîrovê Xwuda yê rêderketî

Şeytan ku der vê daye?

 

Hundirê vê daye an derî vê daye

Qelpikê ve dayê an serê vê daye

Singê vê dayê an nexşa vê daye

Şeytan ku der vê daye?

 

Koda xwe ji dara tû yê 

Di serda perde daketî

Be hey teresê mirovan

Şeytan ku der vê daye?

 

Weku Dertlî bê kofîye

Lingê xweda çarix tune

Be sturîye, bê boçike

Şeytan ku der vê daye?

 

Hozanê Anataolî Dertlî bi vî şiklî bersiva Paşayê Osmanî dabû.

 

Alîkî din va pifkirin dijî tozê bona pakirinê, an jî bona derxistin û durxistina qirşekî jî tête karanin, dema toz dikeve nava çav kesekî alîkarîya yekem pifkirine, dura avê da damilandin tê. Mîrov dikarê bi pifkirinê, mêṣekî, morekî an jî mozekîjî bide bezdan, bi pifkirine mêş, mor, moz an jî vizikek nayê kuştin, eger mîrov naxweza wan bikuje, bi pifkirinê wan ji xwe û derdora dikare durbixîne.

 

Hinek cureyên amelîyatan (Operationan) bi alîkarîya pifkirinê têtin kirin, dema labroskopî tête karanîn, bi qwilekêva  Kohlendioxid  tête pifkirin û pişta zik tête rakrin bi vî şiklî hundirê mîrov baştir tête dîtin. Bê qelişandin, hun bêjin bê birîn dîtîna hundirê mîrov karê pizeşkî asan dike û mîrove nexweş ji operationên giran rizgar dike.

 

Dema cêrek an jî kûzek di argunê da tête patin û dura ji argune tête derxistin, dîsa tête pifkirin, tête pifkirin ku; kûz an jî cêr zu sarnebe û neçeqê. Welatên ku zêde tav tune kax, talsev, mevij û gelek cureyên baharat û sewzeyan bi pifkirinê têtin hişkirin, di rojinganda 3-4 seatan bi germîya 45 dereceyî têtin pifkirin.

 

Dema havînê zêde kehl dibe gelek welatan perwanê an jî cîhazên kilîmayê têtin karaîn, dîsa hewa tête pifkirin. Bê pifkirin bazinên duçerx û otomobîlan pilnabin û ew nikarin rêkevin! Bê pifkirin balonên firînê nikarin bifirin, bê pifkirin gemîyen bi baperde nikarin cihyê xwe bilivin û rêkevin! 

 

Berê xwepurîya peywendîyên dewletan aborî dide, kî ji kê çi distîne, kî çi difiroşe kê, bona kê desketîyen herî mezin li ku derê hene, kî ku dere dikare qezenc û kelapurîya herî mezin dest xwe bixîne?

 

Daxawa peywendîyen dewletan li ser vê bingehyê reng didin. Gor dîmena jor ya kirîn firotina hinek dewletan eyan û beyan dîyare ku; Alamanya weku dewlet nikarî pifî Komara Tirkîya bike, nezîka 7000 şerîkeyên Alaman Tirkîya qezencên mezin dest xwe dixînin, sergerdeyekî weku Recep Tayîp Erdoḡan her roj jî heqaretên mezin wan bike û bi wanra cuneyên herî mezin bêje, ew nikarin peyvendyîyên xwe gel Komara Tirkîya qut bikin û pifî wan bikin, ji ber vê Xanim Merkel stûxwarê û li ber destseleyedaren Komara Tirkîya  „neçar“ destên xwe mizdide. Fransa, Îngilîzîstan û gelek dewletên piçuk yên Ewropa nikarin yekser pifî Komara Tirkîya bikin. 

 

Yekitîya Dewletên Emrîkayê di vê wextêda nîv devî jî be dikarê pifî Komara Tirkîya bike. Yekitîya Dewletên Emrîka yê eger mecalek peyda be dixweze gel Îsraîl ê pifî Komara Îslamî ya Îran ê bike. Urizîstan di ve wextêda Komara Tirkîya bi xwe ra weku dostekî stratejîk nabîne, wan îxanetên Komara Tirkîya bîrnekirine, ew vê wextêda dixwezin Tirkîya ji NATO yê durxînin û di nava refên NATO yê da qelişîyên mezin biafirînin, eger ew dem bê ewê nîv devî an jî bi hemû şopat û hêza xwe pifî Komara Tirkîya bikin. 

 

Yekitîya Ewropa li baş ambargoya Yekitîya Dewletên Emrîkayê li ser Îran ê, mecburê nîv devî jî be pifî Komara Îslamî ya Îran ê bike. Komara Îslamî ya Îran ê di dawîya şerê Surî yê da nîv devî jî be mecbure pifî Komara Tirkîya bike. Urizîstan nîv devî jî be pifî Yekitîya Ewropa bike, dîsa ew û Yekitîya Dewletên Emrîkayê nîv devî jî be pifî hevbikin. Komara Gel a Çîn ê nikarî pifî Komara Tirkîya bike. Dewletên Surîye û Irak ê bona hebuna dewletên xwe mecburin pifî Komara Tirkîya bikin. Dewletên Yekitîya Ewropa, Urizîstan û Dewletên Yekitîya Emrîka yê mecburin niv devî jî be pifî Kurdan bikin. 

 

Dema tu qezencek wan di Komara Tirkyîya da nema ew hemu bi hevra gel Kurdan pifî Komara Tirkîya bikin û wê ruxînin, eger baş bîra minda maye tenê di nava sala 2018 da li Tirkîya 86 karxaneyên mezin bi destên „ezmanîyan“ hatin şewitandin, li Tirkîya tenê nezîka 7000 şerîkeyên Alaman hene, dema ava aşê şerîkeyan hate birîn û qut bû, dema wan edî pere û pul neherikandin, her yek ji alîkîva pînekê Komara Tirkaya bide. Alaman di şerê alemê yê yekê û dudîya da, Împaratorîya Osmanî û Komara Tirkîyê ra şerîk û hevpar bûn, li paş her du şeran da jî bîvila wan weku gîsin erdê va çu, bawerim vê carê ji bîvila wan erdê va biçe, Komara Tirkîya nemîne û ew jî hemû pereyê xwe wanda bikin û neçar bikevin! 

 

Ez bi xwe hemu gelan hezdikim, Alamanan taybet hezdikim, jî bona zmanê wan ji wan hezdikim, zmanê wan zef nezîkî Kurmancîye, tama ku di Kurmancîyê da digirim, zmanê wan da jî girim, li vir dixwezim tiştekî aşîkar bêjim ew li Anataolîa, Trakya û Kurdistan bi kartekî puç dileyzin, hefa wan, hefa heşê wan û hefa 7000 şerîkeyên wan!

 

Li ser bingeya pifkirinê Kurd pewîste di çend alîyanda pif nekin! Pewîste ew di yek nixtekê da pif bikin, ew nixte Komara Tirkîya bi xwe ye, ew nixte birîna ava şere, bi kuştina zarokên Kurd, Anatolî û Trakyayî kesek sernakeve û ew şerê qîrêj jî dawî nayê, bona destseleyedarên Tirkîya çiqas zorokên belengazan bên kuştin ew qas başê, ew bi gotinên cangorî bûnê, hun bêjin şehîd bûbe hespê  xwe bidin bezdan  û weku tizrûkekê berdewamî mêtina xwîna gel bikin.

 

Gotinek di zmanê Tirkî ya Tirkîyê da heye „Pûf Noktasî“ ango Nixta Pifkirinê, cîhyê pifkirine (Ji Kurdî girtine!), cîhyekîda, nixteyekêda tête pifkirin ku agir zu pêkeve, şoriş jî wusaye, pewîste hêz di cîhekîda bête berhevkirin. Dema mîrov karekî dike, pewîste bibe pisporê wî karî, wekû hostayekî herî mezin, weku pîrejinekî an jî weku kalemerekî xwedî ceribandin, hun bêjin xwedî tecrûbe wî  karî bike. Eger mîrov xwedî tecrûbe jî be, bi xwe pisporekî mezin jî be pewiste çilekîyê neke û ber xwe da bixwe, di virda û we da nexwe, dema mîrovekî di ber xwe da nexwar virda û wê da xwer û çilekî kir, nikarê bigehîje armanca xwe! 

 

Melevanî, hun bêjin ajneberî an jî avjenî jî wusaye; mîrov dikarê avjenîyê  di berekîda bike, di çend berenda avjenî kirin, mîrov difetisîne û dide xendiqandin. Berî destpêk û biryardayîna ajneberîyê pewîste bona mîrov pîyê avjenîyê dîyar be, mîrov bizanê kijan alî da, hun bêjin kîjan pî da ajne bike!

 

Şorişek serketî, serîhildan û berxwedanên serketî li ser vê bingehyê bejn didin. Di salan virda dijdarê Kurdan yê herî sereke, li seranserî cîhanê Komara Tirkîyayê ye.Tirkîya hebuna xwe li ser tunekirina Kurdan avakirîye, rojekê ew dev ji tunekirina Kurdan berdin mirina wan destpê bike, ew naxwezin bimirin,ji ber ve, ew bi heza xwe ya dawîyê Kurdan tunedikin û dixwezin Kurdan ji holê binva rakin. Ne tene li ser axa Trakya, Anatoliâ û Kurdistan a Bakur ew seranserî cîhanê naxwezin Kurd xwedî heq bin, xwedî statut bin! Ew naxwezin Îran, Iraq û Surîye li gel Kurdan aş be! Ji ber vê sedeme pewîste Kurd li seranserî cîhanê di yek  nixtekê da bi hevra pifî Komara Tirkîya bikin! Nixteya pifê bona Kurdan Komara Tirkîyayê ye, bê çolkirina vê komarê li seranserî cîhane Kurdan ra cîh tune! Kerkûk û Efrîn ê bînin bîra xwe! Heşê xwe bigirin serê xwe û carek din bifikirin, dijdarîya herî mezin li seranserî cîhanê dijî Kurdan kî dike?

 

Em dikarin bibin pisporê hezar tiştî, em dikarin cure bi cure bin, hun bêjin tûre û tûre bin, dibe ku gelek sedem me ji hev dur beylîn. Bona diwarojek garantî, bona hebuna xwe pewîste weku kom, weku gel, weku netewe di yek nixtêda bi hevra pif bikin, bi hevra pifbikin ku agirê şorişê gûr be.Bîrmekin bi gûrkirina agirê kurê hesin vedihelîze û dihele. Bi pifkirinekî xwirt û bi agirekî mezin yê geş her tişt dihele, ji xwepurîyeke derdikeve, dikeva nava xwepurîyek din, hun bejin digehîje formek din. Eger Kurd bi hevra pifî Komara Tirkîya bikin, ew Komar weku balonekê biteqê, ew parçe bin, ew hur û hewar bin. Werîn bi hevra pifî sîyasetmedaren dagirker yên Tirkîya bikin, pifî rûreşîya wan bikin, pifî Komara wan bikin, li ber pifkirinek xwirt ya bi hevra tu şansekî wan tune, tenya mîrov bizane bi çi cureyê û kuda pifbike!?

 

Biborin min pifkirine serê we gelek êşand, bimînin nava xêr û xweşîyê da, ew helbesta jêrin jî bo we be!

 

Pifke pifikvano pifke

Agirê qurê metemirîn pifke

 

Pifke pifikvano pifke

Emê hesin velizînin pifke

 

Pifke

Emê hesin bihelînin pifke

 

Pifke brayo pifke

Bona şareztanîyek nû pifke

 

Pifke Keko pifke

Emê dara dagirkeran bihelînin

 

Meskin pifke

Şev û roj pifke…….

 

Pifke camêr pifke

Tu nebîyê hesinkaranî pifke…...

 

Pifke lao pifke

Bo xatirê hostayen Xurî, Xaldî û Mîtanîyan pifke

 

Emê dara heqîyê bidamezrînin pifke

 

Pifke mêrxweso pifke

Bê rawestan pifkê

Bla erd û ezman agirê te şîyar be û bizanî

Tu kî yî û çî yî,

pifke

Pifke bla peyama me bigehîje komên serê sterka

 

Bizan!

Tu tu car tenya ninî em jî ji tera pifkin

Canik û Jinxwes jî bi tera pifkin

…………

 

 

Bîşar Norşîn

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category