PEYAMA AGIR, NEWROZA WE PÎROZ BE!
PEYAMA AGIR, NEWROZA WE PÎROZ BE!
Afirandina gerdunê bi teqîn û peqînekê pekhatîye. Destpêk bi teqînek mezin destpêdike. Bi teqîna yêkem Wî bi Xa afirandîyê, ango Wî bi Xa xa daye, ji ber vê ji Wî ra Xada (Xweda) hatîyê gotin. Xada Xudayê, xudanê her tiştîye. Zmanên pêşkevtî yên glovera me tû maneyek Xwuda tune, tenya Zmanê Kurdî maneya Xada (Xweda) heye. Vê rasteyetîyê ne berku ez Kurdim tînim serê zman, rasteyetî bi xwe wusaye, ez bi xwe zêde zmanan da diaxifim û difikirim, ji ber wê li ser hemu zmanê dine nebe jî, derheqa gelek zmanên da xwedî agahîme û dikarim di wan hinekanda biaxifim! Mîrov çi oldar be, çi li ser reya zanistîyê be û tenya gor zanînek rastûdirust rêva biçe eger hun şunda biçin qonaxa dawîyê teqîna yêkeme, ango destpêk teqîna yêkeme. Kurd gor bawrî û mîtolojîya xwe teqîna yêkhem û îro jî weku rojekî pîroz pîrozdikin, teqîna yêkhem weku roj û dema afirandinê bona wan cejne û demekî pîroz e.
Yêkhemcar wî Xa daye û durajî gav bi gav gerdun afirandîyê. Heyîyên gerdunê dû curene, heyî û dijheyî, li ser heyîyan zanistîya mîrovetîyê gelek pêşketîye, di salên dawîyda li Îsvîçrê Kantona Genf ê li Meyrîn e di bin sitara sazîya „Conseil européen pour la recherche nucléaire“ Di fermîyetê da bi navê CERN komek mezin ya zanyarên dinyayê xebatên mezin li ser kerîyên heyîyê û dijheyî yê kirin û gelek agahdarîyên zanîstî yên balkêş destên xwe xistin, ew gelek „nezîkî Xada (Xweda) û teqîna yêkhem çun. Em naha derheqa heyîyê da xwedî gelek zanîn û agadarînê, derheqa dijheyî yê da hîna qonaxa despêkê dane, di pêşerojêda da bawerim mîrovêtî li ser vê meydanê jî gelek peşva biçe û zanînên nû destên xwe bixîne. Ji fîlozofîya kewnd ya Zerdeştî yê li vir ez dikarim çend zanînan bînim serê zman: Zede û Kem her tim bi hevra hene, her tiştek xwedî dijberê xwe ye, dema tiştek kiras digore û „ji hole radibe“ (Di rastîyetîyê da tu tişt tune nabe); dijberê wî jî ji holê radibe. Di gerdunêda her tişt, hun bêjin hemu heyî bê rawestan nava livînêdane, ji kerîyekî bigirin heta komkerîyekî her tişt nava livînêdaye. Bi gorînên serhevî her tişt bê rawestan şev û roj digore, gorîn heta niqirekê tên û xafilda bi teqînekê wê heyî yê anjî wî tiştî digehîjin xwepurîyek din. Di livînêda gorînên piçuk ango serhevî di nava pavejoyda dibin sedema gorîna xwepurîyek nu. Di virda zanîna herî sereke livîn bi xwe ye.Livîn her tim hebu û di diwarojda jî her tim hebe! Ew ji teqîna yêkem virda bê rawestan heye, di gerdunêda tu tiştek tune ku; ew bê livîn be anjî nava livînêda nebe!
Di gerdunêda bawerim hemû heyî qasî (çandî) dijheyî yê ye. Derheqa heyî yê da em xwedî zanînek mezinin, derheqa dijheyî yê da hîna agadarî û zanîna me kem e, agadarîyên me yên ser peyvendîyên heyî û dijheyî yê hîna zelal ninin. Dema mîrovetîyê dijheyî eleg û bêjin kir, ew kolî û xwedî zanînên nu bu; zanîna mîrovetîyê bigehîjê astek bilind û bikeva nava xwepurîyek nu. Di vê babêtê da min dixwezim ne zede li ser dijheyî yê bisekinim, dixwezim bizivirim ser heyî yê. Heyî bi xwe gor fîlozofîya Kurdan ya kewn ji çar cureyan pêk tê: 1-Agir, 2-Av, 3-Ba (Hewa) û 4-Xalî (ax, erd). Mîrov dikarê van hemu cureyên heyî yê daxîne yêk cureyekê; cureya Agir (Ar, Adir). Gor hinek mîtolojî û bawerîyan tête gotin ku; Xada (Xweda, Xuda) hinek zindî ji agir afirandine, di destpêkêda her tişt agir bu. Dema hinek gogên agir sarbun hedî hedî ax, ba û av derketin hole. Gogên agir di gerdunêda hatin û çun, zivirîyan, rê girtin, hevketin, durketin, nezîk bun, mezin bun û gîhiştin forma gloverekê (planetekê).
Kurdan li gel komên derdora xwe dîrokê da agir bi hostatî karanîne, ji ber we bune koma biagir, komên biagir alîye şariztanîyê va her tim serketine. Agir hatîyê paraztin û cîyekî da agir hatîye dadan, dema koma mîrovan li cîyekî maye û li wê agir nebirîyê paçan, ew cîh buye war ango şenî. Li cîyekî paraztin û dadana agir ew cîh kirîyê war, dema war mezin buye û pêşketîye buye şenî. Di dîrokêda hemu şariztanîyê mezin bi karanîna agir pêkhatine, ji ber vê agir pîroz e, Kurdan di dîroka xwe da agir her tim wekû nureke pîroz dîtin. Pîroz dîtîna agir nay we maneye kû; ew agir weku Xada (Xweda) dibînin. Agir heyîyeke, dîyarîya Xada (Xweda) yê, eger baş bête karanîn mirovayetî dikare her tim serkeve û pêşta biçe.
Di alîyê karanîneva gelek cureyên karanîna agir hene. Fîlozofê Yunan Parmenîdes hezaran sal berîpêş wusa digot: „Quwetekê (hêzekê) bona derxistina şewatê bide min, ez ji tera hemu nexweşîyan çak bikim.“ Îro jî Medîzîn (Tibîya) hîna li ser şewat û agir dixebite. Gelek nexweşî bi derxistina agir di laşê mîrov da dikarin bêtin kuştin. Vîrusên zindî ku dibin sedema nexweşîyan bê pîstikin, ew bê holzindîyê din nikarin xwe zêde bikin û nûva bizên, dema ew holzindîyekê bi xwera dikin war, wê dixwin û jê derdikevîn; bona kuştina wan laşê mîrov agirekî bilind derdixînê. Bakterîye ku dibin sedama gelek nexweşîyan xwedî pîstikin, ew dikarin bê holzindîyek din jî zêde bin û bizên. Vîrus û bakterîyên ku di laşê mîrovanda dibin sedema nexweşîyan bi derxistina agir dikarin bêtin kuştin. Dema vîrus û bakterî dikevin nava laşê mîrovekî, laşê wî mîrovî bona paraztina xwe agirekî tîn derdixîne hole û wanra dikeve nava şer. Li ser vê prensîbê mîrov dikarê gelek nexweşîyan tune bike, dikare koka wan zahbike û wan bikuje.
Fîlizofên Yunan bingehya zanîna xwe ji Zerdeştîyê girtin. Îro dîrokvanên Ewropayî wer dizanin ku; bingehya fîlozofîyê ji Yunanîstana kewnd tê. Rasteyetî wusa nîne, Pîxamber Zerdeşt bi xwe xelkê derdora Urmîyê bu, wî û şagirdên wî bingehya fîlozofîya agir yêkhemcar li Kurdistan ê danin, taybetî Eşîra Magîyan (Menguan) li ser vê bingehyê xebitî, Zerdeşt bi xwe jî ji vê eşîrê bu. Ew zanînana wan, zanîneki rast bu, we zanîne yêkhemcar welta Kurdan – Medîa dura ji welatê Pars û komên cîran yên din bingeh girt û serîda. Ew rahmana fîlozofîyê ji Media derket, temamîya Anataolîa û Surîyê da ber xwe, ji vir heta Hindistanê li ser erdnîgarîyêk fireh belavbu, hemu gelên vê erdnîgarîyê hatin ser benda Zerdeştîyê, ango ser Benda Agirparazîyê.
Agirparezî çîye? Hinekan bona çi ewqas Agirparêzanra dijminatî kirine?
Min çawa ku jor jî anîbu serê zman, komên gelan yêkhemcar bi agirî û bê agirîyê bun du beş. Komên pêşketî agir (ar, adir, azer) karanîn û bun agirparêz, wan bi agir temamîya xwerina xwe patin, wan tama xwerina patî girt, ji erdê gelek metal hatin derxistin û ew bi agir hatin purkirin. Bi purkirin û hevxistina (bihevqelibandina) metalan alavên (amurên) cure bi cure hatin çêkirin, ew alav dura bun sedema çekirina makînan, komên îndutrîyê li ser vê bingehyê bejndan, wan li ser bingehya agirparezîyê şorişa îndustrîyê serxistin.
Bi karanîna agir mîrov bun xwedî mal û qesrên modern, ji axê kevir hatin patin û bi wan keviran, dîwar, mal û birc hatin avakirin. Bi karanîna agir, kizîng hatin patin bi hequkan av hate anîn, şenî û bajar gîhiştin ava vexwerinê. Mîrovan yekhemcar testên xwe yên nîvisi li ser tabletên kîlê nîvîsandin û ew bi agir dan patin, wî avayî wan zanîn xwe bona mîrovetîya diwaroj girtin bin garantîyê.
Komên ku agir zu karanîne, zu jî pêşketine. Kome ku di dîroka xwe da agir zu karneanîne; demek dur û dirêj di nava hovitî û kuvîtîyê da mane. Komên ku dereng agir karanîn di alîyê komen biagir va weku hov û neperwerdeyî hatin dîtin û wanra demek dur û dirêrj koma bêar (hov, ne perwerdeyî, bê panav û bê çand) hate gotin. Alîyê dinva dema Ola Îslamê derket holê giranîya şeynê (mezîne) pîyê Îslamê va xwer bu, komên agirparêz yên wekû Kurd û Pars bi bê Xadêtîyê (Xwedatîyê) hatin tavanbarkirin, ji wanra Mecusî dihat gotin. Alîgarên Îslamê bi neheqîyek mezin Agirparêz bi bê Xwudatîyê tavanbarkirin, wan ra dihat gotin ku ew Agir bi xwe ra weku Xwuda dibînin û bawerîya xwe bi agir tînin, va virek bê bingeh bu, tavanbarkirinekî nerast bu. Bi virek pûç di nava dîrokê da sed hezeran Agirparêz wekû Ṣeytanparêz, weku bê Xwuda hatin kuştin. Wan bîrdikir ku komên Agirparêz bi karanîna agir gelek pêşva hatibun û şariztanîyên mezin avakirîbun.
Di destpêkêda her tişt agir bu, hemu glover di gerdunêda goga agir bun, bi sarbuna wan di gerdunêda ba, av û ax (erd) derket holê. Dirokê da em dibînin ku gelek koma agir bona paraztin û ji hev xebergirtinê karanîne, agir ji wan ra buye hecatê ji hev xebergirtinê û xeberdayînê. Agir di şerda jî dihat karanîn. Birc û bajar bi gogên agir dihatin tengavkirin, bi agir berê tengavi dura bindestkirin dihat rêxistin. Dijî êrişan gelek cara birc, qonax, şenî û bajar bi agir dihatin paraztin.
Bona Kurdan agir şariztanîyê, ronahîyê, azadî û serketinê. Kurd di her Newroz ê da agirên mezin dadidin, mirmêlîgên agir metroyan bilind dibin, ew dîroka xwe, dîroka pîr û kalên xwe, panava xwe bîrtînin. Bi pîrozkirina Newroz ê dîroka hezar salî tête bîranîn. Kurd û gelek komên biagir bi Agirê Newroz ê destpêka salê pîroz dikin, dibêjin tu xêr hatî sala nu!
Di salên borî da bawerîya min ew bu ku; ne sermayeyekî netewî, ne dînek (olek), ne jî tiştekî din bikaribe Kurdan yêkbike û yekitîya wan pêkbîne. Berku sermayeya netewî ya Kurdan û dînekî wan ya hevpar tune bu, bona yekitî û azadbuna Kurdan ew herdu rêga serida ji wan ra hatibun girtin. Serda jî parçebuna welatê wan dihat, bê daxwezîya wan li ser welatê wanda kişandina xetên sînoran ew tengav û berlepî dikirin.
Min digot: tişte ku; bikaribê Kurdan seranserî welat yekbike û diwarojda hebuna wan garantî bike, zmanê wane. Pewîste ew her alîva zmanê xwe xwedî derkevin û zmanê xwe bigehîjinin nebî û çirenebîyên xwe. Min digot tişte kû tenya bikaribe Kurdan rizgarbike, dîwarekî bilin û stur mabeyna wan û dagirkeran dayne, zmanê wane! Berku Kurdî xwirte, xwedî rîçalek kure û dewlemende, di xwirtî û logîka Kurdî da li ser dinyayê kêm zman hene. Bawerîya min ew bu ku; bi zindî hiştina Kurdî, Kurd serkevin, hebuna xwe garantî bikin û rojekê bigehîjin serbixweyetî û xweserîtîya xwe.
Îro bona garantîkirina hebuna Kurdan ez vanê kem dibînim, Kurd pewîste gel zmanê xwe karanîna agir bigehîjînin astek bilind ya din, pewîste ew hostatî agir bi şîwekî din karbînin. Ez mehên dawîyê da şev û roj fikirîm, min şevên bê xew derbazkirin, Efrîn hate ber çavên min, hawara gelê min carek din keti gwihê min, di dumayîkêda ez gîhiştim bawerîyekê, Kurd pewîste weku zarokên agir, nûva agir karbînin û serkevin, ew hebuna xwe û hebuna gelên ser erdnîgarîya xwe bi agir dikarin garantî bikin. Eger em çavên xwe vekin, min diwet rizgarbuba gelên Kurdistan bi karanîna agirda veşartîye!
Komara Tirkîya dîyare ku seranserî dinyayê seroketîya dijmintatîya Kurdan girtîye destên xwe, ew seranserî dinyayê dixwaze Kurdan tengav û binpê bike, dijî Kurdan seranserî dinyayê şerê tunekirinê dajoy. Diebêjin ku „em ketine nava şerê rizgarîya netewî“, dijî kê ketine nava şerê rizgarîya netewî, dijî „terorîstan“! Wan got me jî bawer kir, wan got dinya yê jî wan bawer kir!
Dijî dagirkerên Tirkîya Kurd bi çekên sivik sernaserî û beramberî berxwedanîya xwe dikin, zarokên Efrîn e bi cangorîane axa xwe diparêzin, ew nahava serketin, çawa derket hole Efrîn weku deqikeke pola ya hesine, nikare bête cuyîn, nahava dîyare ku; ew hemu didanên dagirkerên Tirk bişkîne, ew bibe girnawug û qirtika wanda bimîne!
Li Bakurî Kurdistan ewe nezîka çil salanê Komara Tirkîya şerê tunekirina Kurdan dide. Di vî şerîda bona paraztinê tank, top, moşek û balafirên şer yên Kurdan tunin. Komara Tirkîya dijî Kurdan şerekî bê hempa dajoy, hovanê û xwînxwarî rêva diçe, hemû zagonên navnetewî binpê dike. Dewletên mezin yên hêz dijî kirinên Tirkîya kwîrin, kerrin û lalin!
Di destpêka şerê Efrîn ê da Komara Tirkîya tenya roja yêkhem 72 balafirên şer rakirin û xaka Efrînê bombekirin. Jinxwes û Mêrxwesên Efrîn e melis nebun, wan got an serketin, an serketin! Me bi hevra carek din dît ku, bona berjewendîyên aborî destseleyedarên dewletên mezin dikrin bikevin her diliqî!
Urizîstan ê di demk kwirta da dev ji paraztina ezmanê Efrîn e berda. Urizîstan bi kirinên Komara Tirkîya yê ra zu bu şirîk. Dema wusa bu Fîlozofê Yunan Parmenîdes carek din hate bîramin, agirparezî hate bîramin! Wî çi gotubu: „Quwetekê (hêzekê) bona derxistina şewatê bide min, ez ji tera hemu nexweşîyan çak bikim.“ Bona Kurdan, îro mîrov dikare gotina fîlozofê mezin Paramenîdes wusa bigore: „Hêzekê bona derxistina şewatê bide min ez hemu dagirkeran binpêh bikim.“ Heta naha Kurdan bona paraztina xwe şerê çekdarî kirin, bi kirînê, dest li ser dayînê anjî weku dîyarî çekên sivik ketin destên wan. Bona paraztina ezmanan moşek, balafir, helîkopter û çekên giran yên din di destên Kurdan da tunin. Dema dagirkerên Tirk Efrîn bi êrişên ezmanî dan ber bomeyan, hevîya gelekan ewbu ku, hêzek derkeve holê û bergirîya ezmanên Efrînê bike, bombebarana Komara Tirk ya dagirker bide sekinandin. Li dinyayê çend peyamên sist bêtir, tu hêzek dijî dagirkerîya Tirkîya derneket, Efrîn bê rawestan hate bomebarankirin. Kurdan ra tenya rêyek vekirî ma, di şerê bêjayîda berxwedan û dura carek din berxwedan.
Kurdan û hemu gelên Efrîn e rind ber xwe dan, hemi planên Komara Tirkîya puçkirin, daxawa (mixabin) nikarîyan Efrîn e dijî berlepîketinê sedarsed biparêzin. Dagirker bi çekên „modern“ pêşva hatin û di vî katî da Efrîn berlepî kirin. Diwaroj da be guman Efrîn serkeve, Kurd rêgayekê bi xwera bibînin, serkevin û hemu dagirkeran ji axa xwe bavêjin, erdnîgarîya xwe li ser temamîya Kurdistan ê pakij bikin!
Ma bi çekên „modern“ yê dagirkeran em her tim binda bimînin û bixendiqin?! Komara Tirkîya bona ceribandina çekên nû Kurdistan ji xwera kirîyê lêkolînxane (Laboratuvar). Naha balafrinên şer yên bê pîlot, tank, greyder û bagerên bê şoför (saîq) li dijî Kurdan tînin ceribandin. Moşek û bombeyên nû li ser Kurdan û axa wan bê merhamet têtin ceribandin. Dagirker bê vîjdan û çavsorî rêdikevin, binpêkirin, tunekirin, carek din binpêkirin, heta kenga va rewşa wusa biçe, ew şera kenga bête rawestan? Vî şerî kî bide rawestan? Wusa dîyare ku va şera hîna dur û dirêj berdewam bike, erdnîgarîya Kurdistan, demografîya Kurdistan bête gorin, ax, av û hewaya Kurdistan zêdetirîn bête jahrîhkirin, sedhezaran mîrov li ser axa Kurdistan bêtin kuştin, ne tene Kurd hemu gelên Kurdistan di bin vê zilmêda binalên. Sîyasetmedar û ronakbîrekî Kurd yê mezin dema sala 1975 şorişa Kurdistana Başur aşbetal dibu, digot: „Di şerekî dur û dirêj da; yê qelew jar dibin, yê jar jî dimirin!“ Di şerê mabeyna dagirker û Kurdan da; kî jar e, kî qelew e hun bi xwe bifikirin!
Dema daristaneda şewatik mezin derdikeve û ew şewat nikarê bête xavdakirin, şewatkuj li hemberî vê şewatê, agirekî din vêdixînin, agirkuj şewatekê bi destên xwe derdixînin, şewata kû ew derdixînin berê xwe dide şewata din, dema herdu şewat digehîjin hev, bi hevra dimirin û diçin paçan, agirên wusa bi avê an jî tiştekî din nikarin bêtin xavdakirin. Dema daristan dişewite dar û hej dibin rîjî û xalav, ew rijî û xalaf erdê xwirt dikê, di nava çend salanda darên teze şitil didin û kelem xwirt dibe û serhevda diçe.
Dema bîrek niftê dişewite û agir ji kontrole derdikeve, bona kuştina şewatê av nayê karanîn, bi ax û kefê jî şewatik wusa nikarê bête xavdakirin. Li vir teqînek mezin tête pêkanîn, teqîna mezin şewata bîra niftê dibe paçan û vedimirîne! Du atomên ku di sala 1945 da alîyê YDE da ser du bajarên (Hîroşîma û Nagazakî) Japonya yê da hatin avitin mînaken gelek xirabin, hevîya min ewe ku; di dîroka mîrovetîyê da buyerên wusa carek din dubare nebin. Teqinên wusa temamîya jîyana mîrovetîyê, temamîya zindîyên planeta me dikin bin xeterîyê. Alîyê dinva eger ew du teqînên atomî nehatana rêxistin, şerê YDE û Japonya yê dehan salên din berdevambikira û mîlîyonan mîrovên din bihatana kuştin!
Gor tecrûbeyên min bona azadî û serbixweyetîya Kurdistan mîlîyonan Kurd bêtin cangorîkirin, mîlyonan leşker, polîs, sîxur û nokerên dagirkeran bêtin kuştin xema kesekî da nine, av hîna nagehîje çoken dagirkeran. Bi kuştina her leşker û polîsî destseleyedarîya dagirkeran û sîstema wan tête xwirtkirin. Ew av û adana xwe, xwîna teze ji şer digirin, şer berika wan tijî dike, bi şer ew dikarin her tim li ser pişta gelê xwe bimînin, dema şer nemîne ew jî demek kwirt da bimirin û ji holê rabin.
Ez gwih didim heşmedar û sîyasetmedarên Kurdistan, gwih didim Pêşmerge, Gerîla û Partîzanên Kurdistan bona dawî anîna vî şerî û serketinê bê çarene, gelê dagirkeran jî bê çareye, çekfiroşên dinyayê û sermayeya qîrêj ya dinya yê li ser vî şerî planên dur û dirêj dike, eger her tişt ser daxwezîya wan û dagirkeran rêvabiçe; hîna dehan salan hezaran, sedhezaran, heta mîlîyonan mîrov bêtin kuştin, li ser vê erdnîgarîyê kevirek ser kevirekî din nemîne, temamîya bajar û şenîyên vê heremê bêtin ruxandin, Aha ber çavên we Misûl, Heleb, Rakka, aha ber çavên we Rojhilat û Bakurî Şam e, hîna du li ber çavên we Sîlopî, Cîzre, Nisebîn, Sur û Şirnex… dikarim mînakan zêde bikim….
Çi bikin? Gîrîna dayîkên Trakya, Anatolîa û Kurdistan ê çawa bête birîn?
Bona serketinê û dawîanîna şer tu pewîstîyek Kurdan bi „çekên modern“ ra tune! Bona rawestandina şer û aşitîyek jîyandirêj, tu pewîstîyek gelê Trakya, Antaolîa û Kurdistan e bi „çekên giranra“ ra tune! Eger agir wekû heyîyek pîroz baş û aqilane bête karanîn di nava demek kwirt da şerê Kurdan û dagirkeran dawî tê. Hemu gelên Kurdistan, gelên Anatolîa û Trakya yê digehîjin azadîya xwe. Xwînmêj jî dest ji pêsîra van gelan berbidin!
Çare: Pewîste hemu karxaneyên dagirkeran bi agir carekê bêtin germkirin carekê bêtin sarkirin, pewîste hemû rêyên hesinî carekê bêtin germkirin carekê bêtin sarkirin, pewîste hemû pirên mezin carekê bêtin germkirin carekê bêtin sarkirin, pewîste hemu amurên transporte ku bona firotina derwayî welat hene, carekê bêtin germkirin, carekê bêtin sarkirin. Bi van çalekîyan kesek mecbur nîne ku kese kî din bikuje, kesek mecbur nîne ku xwe bike alifê erzan, kesek mecbur nîne ku xwe cangorî bike, va paraztinekî legîtîme, çan cîranê me yên Ereb diben meşrûye! Bi van çalakîyan ava aşê dagirkerîyê tête birîn, dema av anjî kerîbara ajê dagirkerîyê hate birîn, aş disekine, çerxa dagirkerîyê edî nikare bizivire!!! Bona her karxanek şer mistek agir zede zede têrê dike!
Bi paraztina sîvîlan, bi paraztina jêrdest û gelên belangaz li ser bingehya mîrovetîyê karanîna agir li we hemuyan pîroz be!
Bi agirê pîroz rêkevin û serkevin,bla dagirker bên lingên we maçî bikin!
Agirê Newroz e geş be! Hetanê Şikevtê û Doj bona hemu dagirker û nokerên wan be!
Bîşar Norşîn
20.03.2018