Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da

Pşm , 11/09/2017 - 19:08
Şîrove

 

 

                     Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da

                                                       Ebdulrehman Mizurî

Wergêr:Aso Zagrosi

  • Pêşekî

 

 

Leyla û Mecnûn Çîrokeka hozaniye,ji vehandina hozanvanê hêja û qedirgiran Haris Bitlîsîye.Rojhelatvana nemir xanima M.B. Rudenko sala 1965 z,li ser destnîviseka êkane ku niviserekê nenas Ji Hacî Feyruz efendî ra nivisibû û çapkirîye.Di vê gotarê da me hîvîye hinek dor û mirariya pirr gewhera wê helînin,yan qefteka gul û xînkên rind û bênxoş ji gulşena pirr xemilya wê vedurîn û danine ber Singê xwendevanên xoştevî.

 

Pêtviye bêjim di vê vekolînê da me pişta xwe ji bilî li ba Çapkiriya Rudenko, bi sê                                        destnivisên din yên Leyla û Mecnûnan qayîm kirîye ku evin:

  • Destnivîsa Leyla û Mecnûn, li ba hozanvanê hêja Mihemed Sîrocedinê Xelîlî ji ber li beka kevintira 1329 (h) hatîye nivîsin bi destê xwe Sala 1383 (h) nexşandîye.Eve ji hemû li bên dinên bi dest me keftî kevntîrin di feruza da dibîte (xelîlî)
  • Destnivîsa Leyla û Mecnûn li ba Remezan kurrê Reşîdê Şikeftî Sala 1355 (h) bi destê xwe nivîsiye.Di feruza da dibite (Şikeftî).
  • Destnivîsa Leyla û Mecnûn li ba Mihemedê kal kurrê Şêx Nurîyê Kurdî Sala 1387 (h) bi destê xwe nivîsîye…Di feruza da dibîte (Kurdî).Mînakên van her sê destnivîsan Mêjûvanê Çeleng Ebdulreqîb Yusuf ji min ra Şandine.Bi axivtineka din hersê li ser li bên wî hatine mînak kirin,xudê jîye wî dirêjke.

 

 

  • Harisê Bitlîsî kîye û kengî jiyaye?

 

 

Mixabin jêderên edebî û mêjûyî navê wî nabin,Profesor Qanatê kurdo navê wî danaye Xaris,usa bi tîpa ‘‘x‘‘,û gotîye Sala 1758 (z) ji dêbûye. (1)

Lê dema em hinek di destana Leyla û Mecnûna wî da diçine xwarê,dibînin ewî navê xwe têda anîye Haris,usa bi tîpa ‘‘H‘‘bi rênivîsa erebî ‘‘Haris‘‘:

 

‘‘Haris‘‘çi medheket bo qedîmî

Mennuhe mîsale bo edîmî

Ez mucirmekim ji ummeta wî

Min bêxîye ber Şefaheta wî(2).

 

Paşê ‘‘Haris‘‘mîna piranaya hozanvanên rojhelat yên nasnavê xwe danaye‘‘sewadi‘‘û di çîrokê da bi kar anîye:

 

Ey hezretê pêşewayê Muxtar

Naçar çi ‘‘Sewdayê‘‘gunhkar

gerçî ku pirin ewî Şenahet

axirinê rîya teye Şefahet(3).

 

 

 

Berî dawiya Çîrokê jî Careka din navê xwe anîye:

 

Yarebî ‘‘Sewdayê‘‘Cegerxwîn

azade bi kî, bi bexşî mecnun(4).

 

Nizanim Çima hêjayan M.B. Rudenko yan Qanadê Kurdo ev nasnavê wî nedîtîye û destnîşan nekirîye?Ewan dîsan bi xelkê ‘‘Bitlis‘‘daye qelem,ku zanyarîyên min li ser hindê tune!!!Eger em bipirsin‘‘Sewadî‘‘ev nasnavê hozanvanî bi xwe helbijartî çi ankuyê dide ?Di bersivê da dibêm:

 

  • ‘‘Sewadî‘‘bi kurdî ji peyva ‘‘Sewad‘‘hatîye,ev peyve li cem kurdên jorî angoya: xwandin û aqlî…dide.Dûr nîye beruvajiya ‘‘Sewda‘‘bît bi angoya:hiş û aqlî…Çewan xîz û zîx,nik û kin,erd û edir…hatîne beruvajîkirin wasî ‘‘Sewda û Sewad‘‘jî!!!Eger ev boçûne rast bît ‘‘Sewadî‘‘tê angoya:Aqildar û hişmend…bi diristî bexşît!!!
  • ‘‘Sewadî‘‘bi erebî ji karê:Sewed,weswed…bi angoya:Reşbûn û reş kirinê hatiye.Yek ji angoyên mukmên wê di erebî da xelkê reş û rûte…Dibêjin ‘‘Sewad elnas‘‘bi angoya amet elnas(5).Hozanvanî ji bilindî û qedirgiraniya xwe anîye rêza reş û rûtan.
  • ‘‘Sewadî‘‘bi farsî dibêjine wî kesê hinek reş reşka!! dixwinît.(6) Dîsan ji bilindî û qedirgiraniyê,xwe anîye rêza ewên hinek reş reşka!! dizanin.

Husa hozanvanî bi tîrekê sê!! armanc somtîne xwe danaye aqildar û xwandevan û ji rêza reş û rûtan!!Çend berz û mezin û can sivike ‘‘Sewadî‘‘?

Dîsan ‘‘Bitlîsî‘‘di Çîroka xwe da ji bilî ku navê xwe anîye ‘‘Haris‘‘û nasnavê xwe anîye ‘‘Sewadî‘‘…Ewî roj û Sala nivîsîna Leyla û Mecnûna xwe jî rûhn kirîye,dema gotî:

 

Halê me ji ser ve îbtîdakir

Neqdek çi nebû me şehrewakır

Neh roj bi temamî paşî newroz

Em bûne bi dil edîmê enduz

Tehzê dev û lêv û Sehiyê Sîne

Te’rîxa ji wê lew (Mifiz sne)(7).

 

Dema em tên û hevoka ‘‘Mifiz sine‘‘husa bi rênivîsa kevn li dû hejmarên ebcedî Sîkar dikin dibînin:

 

Mifiz sine = M + X + Z + S + I + N + H = 40 + 1000 + 7 + 60 + 10 + 50 + 5 =1172 (h)

1758 = 1759 (m)

 

Eve sala nivîsina wêye mayine roj û meh…hozanvan dibê:Neh roj pistî Newrozê (=Neh roj bi temamî piştî Newrozê) anku bi diristî li Sîhê (30) adarê Sala 1759 (z) yan yekê Şehbanê Sala 1172 (h) ewî dest bi nivîsîna pertûka Leyla û Mecnûn kirîye.Lewan boçûna behiştî Qanatê kurdo ku hozanvan (Bitlisî) Sala 1759 (z) ji dêbûye,bi hizra Min boçûneka siste!!!

Madem Bitlîsî mîna wî gotî,Çîroka xwe Sala 1759 nivîsîye,ankuya wê ewe,ew di Sedê hejdê da jiyaye…li dewr û berên 1700-1775 li dû mukimtîrin boçûna.

 

  • Berhemên Betlîsî 

 

Xatuna Hêja M.B. Rudenko nivîsîye:Haris Betlîsî du destan vehandine.Ew jî evin:Muzaffar_Ali_Leila

 

  • Destana Leyla û Mecnûn,eveye wê Sala 1965 çapkirî û em niha li ser dipeyivin
  • Destana Yusif û Zuleyxa,dibêjim bi rastî min çi çapkirî yan destnivîsên Yusif û Zuleyxayê ji vehandina Bedlîsî heta niha ne dîtîye.Ewên min dîtin hemû yên Selîmê Sulêmanin!!Behîştî Qanadê kurdo tenê deh malk ji her duan ji libên (H.Betlîsî) û (S.Silêman) di pertûka xwe da ‚Tarîxa edebiyata kurdî‘ belav kirine.Herdu gellek mîna hevin,lewan bi hizra min her biryardanek li ser Yusif û Zuleyxaya Betlîsî niha tiveng bi tarîyê venane!!
  • Mêjûvan Ebdulreqîp Yusif nivîsîye:Ne dûre ‘‘Sewadî‘‘ku nasnavê Betlîsîye,dîwaneka helbestî ji hebe.Cimkî ewî tilîya xwe bo sînahiyek wasî dirêjkirîye dema gotî:

 

Bê mîsalim bê edîlim ger çi bit rexbet zelîlim

her li halê xwe delîlim beyt û dîwanê dimin(8).

 

Çewa bit heta niha du hozanên wî,ji bilî dostana Leyla û Mecnûn û yusif û Zuleyxayê,li nav kurdên iraqê hatine dîtin…evin:

 

d- Hozaneka wî ji layê me ve Sala 1980 ji sê destnivîsan hatîye hevberkirin û belav kirin …

serê wê dibê:

 

Ey felek dîsa te kul kir

derd û êşanên dimin

mislî bilbil gul kir

zehr û efxanên dimin

 

Heta dibê:       Ey Sewadî bes bibêje

qiseta eşqê dirêje

berf û baranê merêje

ewir û nîsanên dimin(9)

 

e- Hozana duwê ji layê hozanvanê law Seid Dêreşî ve hatîye belav kirin…Serê wê dibê:

 

Ehdê qedîm min hate bîr

nalîn ji min tên bê qiyas

mayîm di hebsê da esîr

mêhra dilim mehkum esas

 

Heta dibê:     Lehbeya takey bi nalî

hêstiran daîm bi malî

ji hesretan beden mexalî

Şafîyêt Sewadî nas(10).

 

  • Leyla û Mecnûn di edebên rojhelatê da

 

  • Leyla û Mecnun di edebiî erebî da:Çîroka evîna Leyla û Mecnun ji edebê erebî ketîye di nav edebên din da,jêderên ereb yên kevn sebara rastîya Çîrokê nagehin yek,hinek dibêjin rastî ji bona Leyla û Mecnûn tune,hinekan hozan ji devên wan vehan dîne.(11)

Dibêjin vekolîna rehên Çîrokê di jêderên erebî da neberuka meye,çewabît çîrok belav bûye,ketîye nav edebê miletên dewr û pişt mîna edebê farsî û turkî û kurdî …htd…

Kurtiya wê dibêjin ‘‘Qeyis‘‘kurê Miluhê kurê Muzahmê Amiriye,Leyla jî keça Mehdiyê kurê seidî Amirîye(12).Evîna wan ji zarokî destpêkirîye.Demê herduan pezê xwe pêkve li dewr û berên çîyayê ‘‘El-Tubat‘‘li baniya‘‘Necid‘‘diçerand.Vê evînê hêdî – hêdî werar kir,heta ‘‘Qeyîs‘‘hinek hozan bi dilbera xwe gotin û xelk pê axivt û li Badîyê deng ve da.We lêhat her hozaneka navê‘‘Leylayê‘‘têda xelkî pal da wî.(13)Dibêjin Leyla ji alê Qeyis ve hate xwastin,lê bav û mamên wê ne dayê,lewan‘‘Qeyis“ yekcar har û dîn dibe bi deşt dikeve û dibe hevalê kuvî û hova.Lewan tê gotinê‘‘Mecnûn‘‘.Carekê Mîrê Xeracê newfelî kurrê Musahik‘‘Mecnûn‘‘wesa bê ser û ber dît ,dilê wî pêsotî,çû Leyla ji bavê wê Careke din bo wî xwast.Lê dîsan bavê wê ne dayê.

Di Serdaneka Hecê da çavê‘‘Werdê‘‘kurrê Mihemed El-Seqifî bi Leylayê dikeve û ji bavê wê dixwaze bavê wê bi zorî û kokekî wê dide.Lê wekû jin û mêra pêkve najîn!!

Jêder rûdana vê çirokê li serdemê xelîfê Emewî Merwan Bîn El-Hekim datînin û dinivîsîn.Mecnûn sala 70 (h) çûye ber dilovaniya xudê.(14)Hinekan ew pêşî Leyla, hinekan paşî wê mirandîye.Eveye kurtîya çîrokê Mîna kevne jêderên erebî vedigêrin.(15)

 

  • Leyla û Mecnûn di edebê farsî da

Piştî çîroka Leyla û Mecnûn heye rast û heye nerast belav û pelate bû.Mişe hozanvanên farsî ew cîrok bi hozan vehand,her yekê ji hizr û bîrên xwe hinek li ser zêde yan kêm kir. Ji wan wekî Nîzamî Gencewî û Xesrewê Dehlewî û Ebdulrehman Camî û Mektebî Şîrazî û Ebdullah Hatfî û…htd.me go her yekî li dû hizr û xeyalên xwe bi rengekî daye qelem.Bo nimûne Nizamî,Xeyis kirîye kurrê şahekê ereb,bi zarokî ew û Leyla pêkve birine mizgeftê û danîne ber xwendinê li wê dê yek û du evandiye.(16) Sehdî di Gulistanê da Leyla bi keçeka req û hişka kêm fam daye qelem(17).Camî bi evîna zarokiya wan razî nebûye,mezin kirine.Mecnûn kirîye xortekî çarde salî paşîn evîneka pirr Sofiyatî jêra şandîye.(18)Hatfî berf li devera Necde barandîye û Mecnûn pêxas li nav gerandîye(19).Wesa jî ev çîroka tijî Xeyal,Ciwanî,Sofîyatî û bûyerên taze bûye.

 

c-Leyla û Mecnûn di edeba turkî da:

 

Çîroka Leyla û Mecnûn bi riya edebê farsî çûye nav hozan baxê edeba turkî ya kevn.Gelekan ev çîrok bi hozan vehandîye.Mîna:Elî Şîr Newayî ewê sala 1500 çûye ber dilovanîya Xudê. Newayî,çîrok bi turkîya çextayî anku rojhelatî vehandîye.Dîsan Hemdî,Behîştî û Xeyalî jî her yekî Leyla û Mecnûnek bi tirkîya osmanî anku rojavayî vehandiye.(20)Xuyaye di nav edebê turkîyê kevn da Leyla û Mecnûna ‘‘Fuzîlî‘‘pitir navdêr û dengdêre.(21)

 

  • Leyla û Mecnûn di edebê kurdî da 

 

Çîroka Leyla û Mecnûn gellek caran bi kurdî hatiye vehandin.Çi danan û efrandin,çi wergêran ji ezmanekê din,bêje çîrok di piraniya zaravên kurdî da heye.

 

  • Di zaravê hewramî da:

 

Em dikarin Leyla û Mecnûnên bi zaravê hewramî (Goran) hatine vehandin wesa bijmêrin:

 

1.Leyla û Mecnûna hozanvan Mihemed Qul î Kendulî Sala 1145 (h) vehandî,li bek jê bi destê Mella Sadiq Sala 1296 (h) hatîye nivîsîn

 

2.Leyla û Mecnûna hozanvan Mîrza Şefîhe Kulîlî,ewê di navbera 1200-1250 (h) jiyaye.Li bek jê bi destê Mîrza Qulî Hersînî Sala 1320 (h) hatiye nivîsîn.

 

3.Leyla û Mecnûna hêja Mella Weledxan ewê di nêvbera 1825-1885 da jiyaye.Li bek jê bi destê Mella Riza sala 1880 hatiye nivîsîn.Ev her sê destnivîse di pertûkxana Marburg da li bajêrê Berlîn hatiye parastin.(22)

 

4.Leyla û Mecnûna Hêja Ebdulqadir Debayan ji turkî wergêraye kurdî û hêja Mihemed Emîn Hewramanî Sala 1985 li Bexda çapkirî.

 

  • Di zaravê kurmanciya jêrî da

 

Dîsan ev Çîroke gellek caran bi zaravê kirmanciya jêrî hatiye vehandin .Mîna

 

1.Leyla û Mecnûna Mella Fercî Salih Şekib ji farsî ji liba Nîzamî gencewî sala 1942 wergêraye û Sala 1969 li Bexda Çapkirî.

 

2.Leyla û Mecnûna Eli Bapîr axa (kemalî) dîsan ji farsî wergêraye sala 1950 li Bexda çapkirî.

 

3.Leyla û Mecnûna hozanvan Kanî ji turkî wergêraye û heta niha du û sê cara li Hevlêr hatiye çapkirîn.(23)

 

  • Di zaravê kurmancîya jorî da:

 

Heta niha hatîye zanîn tenê sê lib jî Leyla û Mecnûnan hatine nivîsîn.Ew jî evin:

 

1.Leyla û Mecnûna Mella Mehmudê Bayezîdî ku bi tersî (neşrî) Sala 1274 (h) ji liba Betlîsî veguhastî,eve hê destnivîse di pertûkxana Salîtkof – Şedrîn da di pişka rojhelatvanê Mezin A.Jaba da hatiye parastin.(24)

 

2.hêja Sadiq Bahaddîn Amêdî nivîsîye Xanî jî Leyla û Mecnuneka dest nivîs di pertûkxana hozanvan Memduh Birîfkî da heye û hinek ji ser û binên wê belav kirîye.(25)Lê bi hizra min ew her li beka dine ji vehandina Betlîsî.

 

3.Leyla û Mecnûna hozanvan Harisê Betlîsî vehandî û xanima M.B.Rudenko sala 1965 li Mosko Çapkirî.Eveye em di vê gotarê da li ser diaxivin û di vekolîn û bêjing dikin.

 

  • Kurtîya Leyla û Mecnûna Bedlîsî800px-Hasht-Bihisht_Amir_Khusro_Walters

 

Di nav hozên erebî da li devera Necdê Mirovekî xanedanê bê zarok hebû,xudê keremkir kurek dayê navê wî danî Qeyis. Dema hinek mezin bû bavê wî dana berxwandina Qur`ana pîroz.di hucrê da kiç û kurran dixwand,rêzek bo kurran ya din bo kiçan. Li wê dê kiçekê dixwand,digotinê‘‘Leyla‘‘.Heyamekê herdu bi hevra hatin û çûn dilên wan ketin yek.Evîna wan dengveda dê û bavê kiçê nehiştin ew biçe ji bo xwandinê.Kurr ji xerîbîya har û dîn bû, kete kolanan paşî çel û çîya li nav kuviya lewan digotinê‘‘Mecnûn‘‘. Bavê wî carekê ew ji çolê anî û bire tewefa‘‘Kehbê‘‘,dît çi çare naçine,lewan Leyla bo xwast bav û mamên wê razînebûn!!Mezinkê ereb digotinê‘‘îbn-Selam‘‘ Leyla xwast,bavê wê bê dilî dayê.Hê di dezgirê da paşayekê bi navê‘‘Newfel‘‘Mecnûnî di rav û nêçîrî da dibînit,dilê wî pêdisoje ew jî leyla ji bo wî dixwaze,disan bavê wê razînabit!!Dibite şer û çeng di navbera leşkerê Newfelî û hoza Leyla da.Şikestina hoza Leyla bi dilê Mecnûn nebû,lewan leşkerê Nefel dihêle û qesta hoza Leyla dike.Ew jî wî digirin û dibêjine Paşa yî: Tu leşkerê xwe nezivirînî em dê Mecnunî bikujin. Şer vedirevê‘‘ibn-Selam‘‘ bûka xwe vediguhêze.Lê heta mirinê jî nebûn jin û Mêr!!

Heyamek derbasdibe bavê Mecnûn dimire,diya wî ji nû pêkolê dike ji çel û çiya bizivirine,nikare.Ew jî di riya bavê mecnûn da diçe.Mecnûn Ma Sêwî‘‘ibn-Selam‘‘ qesta çe dike bo kuştina wi, Lê gur û hov ibn-selam dixwin.Leyla ji bo cara dumahîyê Mecnûn dibine, mixabin bêhudeye piştî sê roja dimire.Mecnûn jî ji xem û kula da li çolî nesax dibe û ruh di Ser da diçe,tim kuvî û hovî jêra digirîn.Wesa çîrok bi naumêdî bi dumahî tê

 

  • Egera vehandina Leyla û Mecnûna Betlîsî

 

Li pey hizra hêja Qanatê kurdo,Betlîsî li Ser daxwaza keçeka kurd,Leyla û Mecnûn vehandîye yan wergerandiye.(26) Mêjuvan Ebdulreqip Yusif hizir dike ewî li ser daxwaza mîrekî Maqulekê kurdan vehandîye.

Betlîsî dibê:

 

El-qiset di vê biharê gul bîz

ez bûme li nik yêkê dilawîz

Sakin li sera yekê muneqeş

dilgîr û mureteb û mufereş

runiştime ez li pencerayê

vekirîme Seharî û hewayê

dagirtime ber xwe ez mutalan

paşalî kirim xem û xeyalan (27)

 

Ji malkên borî xuya dibe hozanvanê me di wê biharê da li maleka xanedan bûye,ne dûre ji heval û mirovên wî be.Çimkî bi diristî Serbestiya xwe wergirtîye di pencerê da runiştîye,dixwine yan hizrû bir dike hêvike hevoka‘‘Yekê dilalawîz‘‘ankuyekê dilveker dilpesend,dilgeş,mehcub.(28)..Heta niha baş diyar nîne kanê ew dilveker kiçe yan hevalekê wî yê hejiye?Paşê dibê:

 

Nageh medî derî kişabû

Şemek ji derî ve muncela bû(29)

Ji ewel ve Selam û merhaba kir

Pirsa Me kir û dilê me Şa kir.

 

‘‘Şemsek‘‘di zmanê erebî da bo nêr û mê tê!!Lewan dîsan çak diyar nîne kanê ewê hatîye jorê jine yan mêr?herdu malkên borî di liba behîştî Sadiq Bahaddîn Amêdî ji hêja Memduh Birîfkî wergirtî û hinek jê belav kirî.Wasî hatine:

 

Nageh medî derî kişabû

Şemsek ji derî ve muncela bû

Roja felekê kemalê îrfan

Begzadeyê Alî (Ebdulaxan)(30)

 

Di rêzkên borî da xuya dibe ew Şems,ew dilawîz,ew roja felekê,ew xudan kemal û îrfan …mîrekî kurde bi navê Ebdulahxan!!Xuyaye hevçaxê Betlîsî bûye.Eveye jê xwastî Leyla û Mecnûn bi kurdî vehune:

Pirsî me ji wî muradê meknun

Go muxteserek ji Leyla û Mecnûn(31)

Kurdî tu weznekî da bizanin

Lew em çi bi farsî nizanin(32).

Eger em bipirsin ev begzadeye,ev mîre (Ebdullahxan) kîye,kengî jiyaye?Di bersivê da dibêm:Aşkeraye me go navê Ebdullahxan weku hozan tenê di li ba hozanvanê nemir Memduh Birîfkî da hatiye : ‘‘roja felekê Kemalî îrfan,begzadeyê Alî Ebdullahxan.Dîsan dawîya liba hozanvan mihemed Sîracaddînê Xelîlî da ev rêzke hatine:‘‘Tumet el-muxteseret el-manzumet bîl kurdî,mîn qiset Mecnûn we Leyla elayed ahqer el-hîbat sewadî qed hereriha li ecil lu.lu uman el-wezaret Ebdullah paşa‘‘

Ji rêzken borî xuyadibe Ebdullahxan û Ebdullah paşa…tenê nasnavin.Dîsan ji hevoka‘‘lu.lu uman wzaret‘‘xuya dibe ku ev Ebdullahxane wezîr bûye yan walî bûye bi payeya wezîr?

Mêjûvan Ebdulreqîb dibêje nedûre ev Ebdullahxan, Ebdullah paşayê çermikê Diyarbekirî be.Ewê li qeza Çermik li devera Diyarbekirê Sala 1115 (h) ji dayîk bû.Çermikî Mirovekî wêrek,zana û başnivîsîn bû.Du cara bûye walîyê Heleb,carekê walîyê Şamê û carekê jî walîyê Diyarbekirê.Heta Li bajêrê dawîyê Sala 1174 (h) çûye ber dilovanîya xudê.(33) Tu bêjî eve be dostê Betlîsî,ewê xwastî Leyla û Mecnûnekê bi kurdî darêje.Li pey sedemên jêrê?…

 

  • Ebdullah paşayê Cermikî mirovekî zana û başnivîsbû. Mîna mêjûvan Ebdulreqîb nivîsîye:

‘‘Mirovekî alim û xetat bûye‘‘.Betlîsî jî dibê Ebdullahxan di helbest,wezin û serhatîyên kevn da mirovekî zana û şareza bû.

 

Runişt û bi leb kirim mişeref

Exbar û qises kirin mehref

Îsraf kirin ji her kelamê

Behsa me gehişte vê Meqamê

Go şîîr û wezin çi xoş kelamin

Meqbûlê cemîhê xas û amin.(34)

 

  • Ebdullah paşayê çermikî hevçaxê Betlisî bû. Me go Betlisî Leyla û Mecnuna xwe sala 1172 (h) vehandîye. Çermikî hê wê gavê li Jiyanê bûye. Paşî hingê bi du salan 1174(h) li Diyarbakir çûye ber dilovanîya xudê.
  • Ebdullah xan li pey liba xelîlî wezîr bûye, mina nivisîye ´´lu-lu uman el-wezaret´´. Dîsan çermikî jî wezîr bû. Bi girovê valiyên Osmanlî bi payeya wezîran dihatine danan. Çewa be em dibêjin ne dûre !! Eve be, belge û girovên paşerojê yan dê vê ihtimalê mukimtir lêkin yan dê ji binî birin?
  • LEYLA Û MECNUNA BETLÎSÎ DANANE YAN WERGÊRAN?

 

Rojhelatvan A.JABA. û Xanima M.B. Rudenko li ser wê hizrê ne ku Betlîsî Leyla

û Mecnuna xwe ji farsî wergêraye, ne bes eve belku A.JABA hizirkirîye ewî Ji liba

Nizamî Gencewî wergêraye(35).Xanima M.B.Rudenko jî hizir kirîye ewî ji libên Mektebî û Newayî wergêraye.(36)Anku bi hizra wan her wergêrane ji vî yan yan wêye!!Boçûnên navbirî ji van malkên Bedlisî Mîna Rudenko belavkirin,hatine:

 

Pirsî me ji wî muradê Meknun

Go:tercumeke ji Leyla û Mecnûn

Kurdî tu weznekî da bizanin

Lew em bi farsî nizanin(37)

 

Baş hêvike peyva‘‘tercumeke‘‘ewa di liba Çapkirîya Rudenko da hatî…ev peyveye herdu hêjayên navbirî di serda birin!!

Ev şeş libên Leyla û Mecnûnan niho li ber destê minin,libên xeman!!Lewan me go Betlîsî hevokeka gelek rind û ciwan bo vê bûyerê dariştîye dema nivisî:Xem hat û xwe bi xemê ve girt!!

Mecnûn ji Çiyayê hate xwarê

Nageh gehişte wê mezarê

Şîna xwe kir û şevek li wê ma

Xem hat û Mu´liqî xemê ma!

 

Hozanvanê me destekî dirêj di hunerê pesna xuristê da heye.Bi nêre mêrgên bi gul û sunbil û çîçek û toximên giya xemilandî.Guh bide qebfeb û qehqeha qumrî û kebikan…Çi mînakek zîndîye Betlîsî girtîye:

 

Dunya wekî cenneta îrem bû

Sedrengî Şebîhê bo qelem bû

Ev çîçek û Sorgul û nebatat

Bûn zînetê mehden û cemadat

Şarur û tezer û endelîyan

Xwanende ji dil wekî qetîban

Qumrî û kebik li kuh û zinar

Pirr qemqem û qehqehe bi mîrqar

Dil zîndî kir Sedayê bulbul

Şeydayê Cemalê alê Sorgul

……………………………………

……………………………………..

 

Elqiset divê biharê gul bîz

Ez bûme li nik yekê dilawîz

 

Paşê Betlîsî bo me mînakekî ji şerê di navbera hoza Leyla û leşkerê Newfelî da digire.Çawan Şîr û teber didestên egîda da dibirsiqin,…tîrû siberê li erdî dikin,Serên rima mîna gulan bi xwînê sorbûne.ayse

 

Ew herdu heşem buyîn miqabil

Sefgirtin û çûne hev muqatil

Desdane kemane kêş û tîran

Hersu dibûye biruqê Şîran

Bo ceng û cîdal û herb û hîle

Bo rehd û Seda û qal û qîle

Teyrê ecelê hilate ser wan

Murxabê ruhê dibir ji ber wan

Tîran li hewa digirtî saye

Rojê tefiya luha bû maye

 

Nîzamî,Camî,Hatfî,Xusrewî Dehlewî û Hemdî begê Şîrazî…evene,ewên Leyla û Mecnûn bi farsî vehandin,xwe malkeka tenê ya Betlîsî ji van nehatîye wergêran anku çi?Anku Leyla û Mecnûna Betlîsî hema ji binî newergêrane belku efirandine!!

Destpêka liba Nîzamî ewa bi hizra A.Jaba Betlîsî jê wergêraye eveye:

Ey nam tu bihtirîn Seraxaz

Bê nam tu namekî kinim baz (38)

Destpêka liba Mektebî,ewa bi hizra Xanima M.B.Rudenko Betlîsî jê wergêraye eveye:

Der ber ereb behz we cahî

Bude est bizirg we padîdaşahî(39)

Destpêka Betlîsî eve:

Fehrestê kitabê navê mehbûn

Qeyum û qedîm we hey û mewcud(40)

Baş hêvkê kengî ev hersê despêke mîna hevin?

Yan destpêka Btlîsî ji wan wergêraye? Bi hizra min malka Betlîsî ewa dibê‘‘Go :tercumeke ji Leyla û Mecnûn‘‘ewe mîna me gotî herdu hêja A.jaba û M.B.Rudenko di serdabirin!!Ew malk didestnivîsa Leyla û Mecnûn liba Xelîlî da ku kevntirîn!!Liba heta niha bi dest me ketî.Wesa hatîye‘‘Go: muxteserek ji Leyla û Mecnûn‘‘dîsan li dawîya wê da jî hatiye:‘‘Timit el-muxteseret el-manzumet bil-kurdî‘‘careka din herdu malkan dinivîdim:

Pirsî me ji wî muradî meknun

Go:Muxteserek ji Leyla û Mecnûn

Kurdî tu weznekî da bi zanin

Lew em çi bi farsî nizanin(41)

 

Baş hêvke peyva‘‘Muxteserek‘‘ku bi hizra mikin eve ji peyva tercumeyek rastire!!Dîsan ketiwarîtire (=Rastire),Leyla û Mecnûna Betlîsî kurtiya libek yan du libên farsîye,mîna di rêz kên dahatî da dê bo me xuya bibe.

 

  • Betlîsî bi kê daxbarbûye?

 

Me got Leyla û Mecnûna Betlîsî bi çi rengan wergêran nîne,belku kurtîya libeka farsîye Mîna wî gotî:‘‘muxteserek!!…Pêtvîye hinek li ser wê kurtîyê biaxivin.Kanê Çitov kurtî û kurt

kirine?Betlîsî nehatîye hinek malkan ji libekê bi pişt guh ve bavêje hinekên din jî wergêre!!Yan yekser ji libeka destnîşankirî kurtket. Nexêr!! Ew hatîye libek yan pitir xwandinê.Paş mêjiyê xwe da keyayne nivîşkê wan ser ji nû bi vehandineka nû daritîye.Heke na heta kurtkirin jî nîne. dibe ew û libek yan du dirêpanên Serokî da bigehin yek.Heke na di kulan û çiqa da qet û qet nagehin yek.Bi hizra Xanima M.B.Rudenko şovê dastana Bedlîsî mîna şovên (deqên) Mektebî û Newayî!!Bi axivtineka din bêjin bi wan daxbarbûye. Ez dibêjim nexêr Betlîsî pitir bi Leyla û Mecnûna Nîzamî daxbarbûye bi grov û Sedemên jêrî:

 

  • Nîzamî ji hemû hozanvanên fars û tirk û kurd…evên Leyla û Mecnûn vehandin kevntire!!Ewî li ba xwe berî hemîyan sala 584 (h)(1188-1189) vehandîye.Evên din çi kêm çi gelek bi efrandina wî di daxbarin.
  • Mektebî ewê Xanima M.B.Rudenko jî dibêje erê ewî leyla û Mecnûna xwe ji Nîzamî û Xesrewîy, Dehlewî wergirtîye.Ger bizanin Dehlewî jî her ji Nîzamî wergirtîye.Wê gavê çak dê bo me xuya be cawan Nîzamî Serekanîye.Evên din hemî Çuk û Celal!!Ema newayî ewê li ba xwe bi tirkîya çextayî (rojhelatî) vehandî,ew her nahête rêzê!!Li fêre xanima M.B.Rudenko baş di ser da çûye,bi grovê Betlîsî dibê min ji farsî kurt kiriye ne ji turkî!!

Kurdî tu weznikî da bizanin

Lew em çi bi farsî nizanin(42)

  • Nîzamî Alyasê kurê îsvê kurê zeki,li pey vekolînên nû bavê wî kurdekî sunîyê iraqê bû.Mişextbûye bajêrê‘‘Gence‘‘.Mêjûvan Qezwînî dibê:Gence Wê gavê,anku di sedê şeşê Misextî da bajêrekê sunîya bû,ewan nedihêla xelkê din li nav wan da bijî.(43)Nîzamî jî rehên xweyên îraqî ji bîr ne kirine dema gotî:

Gence gire kirde girîbanî min

Bê girahî genci iraq ani min

Bang bir awird cihan kay xilam

Gence kidam est w Nîzamî kidam?

Iraqî war bang az cerx begzaşt

Baheng iraq eyn bang berdaşt.(45)

Dîsan diya wî jî dotmîreka Şedadiya kurde.ew dibêje:

Ger maderî min reyîse kurd

Ma´der Siftane pêş min Mird.(46)

Danerê pertûka‘‘Nîzamî Gencewî şaîr el-qisilet‘‘nivîsîye:kurd li dewr û piştên bajêrê Gence belavbûbûn, binemala şedadên kurd 128 salan di navbera 340-468(h) de hukim li wêdê gêraye Heta vê gavê Jî (1954) li dûv boçûyîna Minorskî ew li wêdê mayine(47) Em dikarin bêjin bajêrê „Gence“ li Qefqasya ne gellek ji Betlîsî dûre.Mîna Durya Şîrazyan delhi,nemaze her du cik û wargehên kurdane.bi hizra min pertûk û destnivîs û rewşenbirî ji wêde zû tir ji devereka din dê gehine Betlîsî.lewan dibe leyla û mecnûna Nîzamî pitir ji libên din.li wêdê geryaye û belavbûye heta Betlîsî pê daxbarbû.

  • Nav û rûdan û qaremanên Leyla û Mecnûna Betlîsî û Nîzamî gelek mîna hevin.Kêm rûdan nebin mîna Serhatîya Çawan mecnûn postê mîhan liber xwe dike û di gel pezî bi nihînî tête Cem Leyla.Ev serhatîya di liba Nîzamî da ber çav nakeve.Bi hizra Min Betlîsî li wêdê bi li ba Ebdulrehman Camî daxbar bûye.(48)Li pey grovên borî dibêjim eger daxbarbûnek hebe,daxbarbûne bi li ba Nizamî ne liba kesekî din.

 

  • Rewanbêjîya Bedlîsî di Leyla û Mecnûnê da

 

Leyla û mecnûn Çîrokeka hozanîye,Betlîsî bi rengê dutayî (mesnewî) vehandîye.Anku qafiye dumalk-dumalk piştî yekgirtinê guhertîye.Li dû liba capkiri ya M.B:Rudenko ji 740 malkan pêkhatiye.Li ser kêşa deh livî mîna Mem û Zîna Xanî darîtîye.Dibêjim Betlîsî gelek caran li dewsa Xanîyê mezin çûye,carna malkên xwe her wekû wî nij nîne.mîna:

Tehnê di emîrî pirr eser kir

Balkil ji umura bê xeber kir(49)

Berî wî Xanî di Mem û Zînê da gotîye

Tehnê di Memê wereng eser kir

Yekcar ji eqliî bê xeber kir(50).

Qafiyên hozan vanî gelek disert û rehuanin.Piraniya wan pitir ji sê-çar tîpa yekdigirin.Eve jî mezîqeka xweş û pelewaniyeka çak didene hunerê wî mîna:

Go emir bikin bibîne axan

Da biçîn demek bidest û raxan

Cundî cevyan utîk vewestan

Qullah û kemend û rim didestan

Hêvke qafiya‘‘axan û raxan‘‘çawan çartip yek digirin (A+X+A+N) dîsan qafiya‘‘vewestan û didestan‘‘çawan pênc tîp têda yek digirin!!Tîpên (E+S+T+A+N) xuyaye em nikarin hemû nimunên wasî rêzkin.Betlîsî mîna piraniya hozanvanên kevn hunerê lêkçûna tevav û ne tevav‘‘El-cinas el-tam we el-naqis‘‘bi kar anîye.Wekî:

Zincîre ji gerdenê deranî

Fî el-hal serê xwe tê deranî

Peyîva‘‘deranî‘‘ya yekê vekirina zincirêye ji gerdenê.Lê peyiva‘‘deranî‘‘ya duwê ankuya di Serî xwe kirina‘‘zincîrêye dide…yan:

Pêxwasî diçe dinêvê xaran

Pêşekbûye wi ji senge xaran

Peyva‘‘xaran‘‘ya yekê kelem û strîne peyiva‘‘xaran‘‘ya duyemin digel‘‘Sengî‘‘hatiye bi ankuya berî giranit!!Ew berê qahîm û tîje mîna Sitirya.

Yan:

Fulk û felek û melek melikin

Îman û kufir,hemî selikin

Eger em peyiva‘‘flk û flk‘‘mîna hozanvanî bi rênivîsa kevn binivîsin,dê bi rênivîsa nûya kurdî‘‘fulk û felek û Melek‘‘dibine.Lêkçûna ne tevav…dîsan‘‘Selikin û melîkin‘‘jî.

Di dîwana‘‘li Xelkî tehlê‘‘da min nivîsîye:

Ezmanê hozanê ne mîna ezmanekê dine.Çizavizîye:

Rubar dipeyivin …Mirin çivanoke …kenî dibarît

htd.(51)..Carna ev rastîye di hozana me ya kevn da jî xuya dibe.êve birîna Mecnûnîye diaxive,dikeve peyivtinê!!

Betlîsî wesa ew birîn dîtîye:

Dîsan vegeryan û kirine şîng

Axivtî ji nû ve her birînek!!(52)

Di Malkeka dî da Betlîsî hevokeka gelek ciwan gotîye dema nivîsîye:‘‘Xem hat û xwe bi xemê ve girt!!Mecnûn xeme dema zanî bavê wî bi kul û xemên xwe ve mirîye,bavê bi zava bûna kurrî ne sad bû…rabûye hatiye ser mezarê wî,mezarê derd û xeman.

Ser tîrê sînan bi xwinê ale

Bo şubhetî erxewan û lale.(53)

 

Dibêjim min nedîtîye hozanvanekê kurd şîyabît mîna Xalidê zêbarî xûyê beyta Sîsebanê,wesf û pesnên qada şer û cenga biket bi lukekê muyên serê xandevanî di gel xandinê qij bibin. Bi zor çavê kamêra sînmayê bikarît hosa germ û pirtên bigrit:

 

Nalîn kete egîde

Bu xulxulek şedîde

Nêzîku hem be´îde

Xuzya bi roha Şehîde

Bû birge birga Şîran

Bû kize kiza tîran

Qirêm kirin bi nîran

Nalîn kete nefîran

Şerê şêr û pilinga

Bi şîr û hem qulinga

Nalîn wek qulinga

Xul xula camk û Cinga

Tuz û ecac û xebre

Bo kes nemaye sebre

Lesê wan bûye qedre

Lehîb rabûn ji edre

Bû çinge çinga derbe

Tuz û ecac û kerbe

Danane hevdû zerbe

Zor bû qirên û herbe

Hespên di sor û tazî

Cumle şehîd û qazî

Xudê ji şehîda razî

Şêr û piling û bazî

Têtin ji binê nihalê

Xoş xoş têne qîtalê

Razîne bi wê halê

Qet ew nakin Sûalê

Tarî buye dunyayê

Hemyan nav di Xudaye

Xûnê girtî ebaye

Kes jê nakit hîkaye.(54)

 

Xwandevanên gravî li vêre em hatine dumahîya geryana xwe di nav baxê heme rengê Leyla û Mecnûna hozanvanê nemir Harisî Betlîsî da.Hîvîdarin em şiyabin hinek qulacên tarî ji jiyan û berhem û hunerê vî hozanvanî ruhntir lêbikin.

 

Feruz û Dehmen

 

  • Profesor Qenatê kurdo,Tarixa edebîyata kurdî,Stokholm.1983,T.B:122
  • Harisê Bidlîsî,leyla û Mecnûn,Berhev kirina M.B.Rodînko,mosko,1965,B.5.Dîsan dest nivîsa leyla û Mecnûn liba ((Kurdî)) aşkera nivîsîye (Haris) B:3.
  • Jêderê berê,B: 10
  • Leyla û Mecnûna sewadî Libên sikeftî – B:59,kurdî-B.64,Xelîlî-B:55
  • El ferahadî-El xelîl bin Ehmed,Kitab El eyn: Dr Mehdî El- Mexzumî we   Dr. Îbrahîm El- Samerrayî,Bexdad-1984.C.B:281.
  • Hesen Emîd,‘‘Ferheng Emîd‘‘,Tehran-1362.S,B:736
  • Harisî Bidlîsî‘‘Leyla û Mecnûn‘‘,R:14.
  • Ebdurreqip Yusuf,gotara:Sewadî,Kowara beyan,Hejmara:67,sala 1980,R 87.
  • Ebdurrehman Mizûrî,Gotara:Ew hozana swarîye,paskoy Êraq,Hejmara:40,sala 1980 R:13.pêwîste bêjin wêgavê min hizr kirîye Naznavê wî Swarîye ne sewadî.(E.Mizurî)
  • Seid Dêreşî,Gotara:swarî û hozaneka dî,paşkoy êraq:46,Sala 1982.R:6.
  • El Esbehanî-Ebu ferec Elî bîn Husên,Kitab El Ekanî,El Qahîre,Teb´et dar El-kutub,R:2,4,8
  • El Esbehanî-Ebu ferec Elî bîn Husên,Kitab El Ekanî,El Qahîre,Teb´et dar El-kutub,R:2,4,8
  • Îbîn Mu´tez-Ebdullah,Tebeqat El Şu´era,tehqîq:Ebdulsetar Ehmed Ferac,El Qahîre 1977.R:488
  • Dîwan Mecnûn Leyla,Cemi we Tehaîq,Ebdulsetur Ehmed ferac.El qahîre-Bila?!R:22.
  • Bo nimone hêkve:El esbehanî-Ebu Ferec Elî bin Husên,Kitab El Exanî,El Qahîre-teb´et dar el kutup.C 2.R 1-96.El Mubered-ebu Ebas muhemed bin yezîd,El Kamil,Teb´et Mîsir C-1.r 154,293,294.îbin Quteybe-Ebdullah bin Mislim El dînewerî-El Şîîr we El Şu´era,Tehqiq:Ehmed Muhemed Şakir,el Qahîre-1982 C-1,C-2.R:556,563,573.772.
  • Nîzamî Gencewî,Leyla we Mecnûn,Mitin îlmî we întîqadî we miqedîmet Ez:E´laxan Efseh Zad,Moskova-1972,R:44
  • Mihemed Eli Firuxî, Kullîyat sa´dî ,Tehran Çapxane Arman,R:
  • Ebdurrahman Cami,-Leyla We Mecnun Elî Esxer Zade û F.Babayêf-Îdaret întîşarat Daniş-Moskova-1965:R:120,113.
  • Mihemed Xunêmî Hîlal-Leyla we Mecnun Fî Edebeyn El Erebî we el Farisî- Beyrut 1980-R:141.
  • Husên Mucîb El Mîsrî-Tarîx Edeb El Tirkî-El Qahîre-1951-R:161,162,240
  • Ebdulletîf Bender oglu, Azerbaycan şîîrî,Bexdad, 1987.C-1.R:122. Dîsan Dr.Husên Mucêb El Mîsrî,Fizulî El bexdadî Emîr El şîîr El Tirkî El Qedîm, El Qahîre,1967.R:307
  • Maruf Xeznedar,El rîwayet El şîîryet Leyla we Mecnun Fî Edeb El Kurdî, Behis Mistil min Micelet kulyet Adab, Hejmar:20-sala-1976-r:212.
  • Mihemed Emîn Hewramanî,Leyla û Mecnûn,bexdad-1985.R:19
  • Maruf xeznedar,-Le babet Mêjûy edebî Kurdîyewe-bexdad-1984.R:175.
  • Sadiq Beha El dîn Amêdî,Gotara:Rastîya di nivîsara leyla û Mecnûna Ehmedê Xanî yê nemir,Govara‘‘rojî Kurdistan‘‘Hejmar 2 sala 1972.R:49.
  • Profesor Qenatê Kurdo,tarîxa Edebîyata kurdî,C-1.R:124.
  • Ebdurreqîb Yusif-gotara.Leyla u Mecnûn ya hozanvanê kurd sewadî-Rojnama.Hawkarî Hejmar,242-Sala 1978.R:6.
  • Hesen Emîd,-Ferheng Emîd.R:586.
  • Ji Dinêve (M.B:Rudenko)ji dizîve (S.B.Smîdî)
  • B.Amêdî,Gotara:Rastîya di nivîsara Leyla û Mecnûn-R 49
  • Gutercumekê (M.B.Rodînko)
  • Harîsê Bîdlîsî-Leyla û Mecnûn,R:6
  • Di Bersiva Kaxezeka taybetî de ji min ra sandî roja 01.03.1990.
  • Harîsê Bîdlîsî,Leyla û Mecnûn,R:13.
  • Profesor Qenatê kurdo-tarîxa Edebîyata kurdî-C-1,R:125.

37- Harisê Bîdlîsî-Leyla û mecnûn-R:13.

38-Nîzamî Gencewî-leyla û Mecnûn-mitin îlmî we întîqadî ez:Elî Esxerzade we F.Babayêf, Moskova-1965.R:1.

39-Ebas Kirmanî-Leyla we Mecnûn-Tehran-Merkez pexiş we Kitabfiruşî Recebî-Fizil.Nimune ey ez leyla we Mecnûn Mektebî Şîrazî.R.63.

40-Harisê Bidlîsî-Leyla û Mecnûn-R:77.

41-Leyla û Mecnûna-Sewadî-liba.Sîrac Eldînî Xelîlî.R:10.

42-Harisê Bidlîsî-Leyla û Mecnûn-R:13

43-El Qezwînî-Zekerya bin Mihemed bin Mehmud-Asar El bilad we îxbar El îbad-Teb´et-Gotingen-1948-R:351.

44-Nîzamî Gencewî-Mexzen El esrar -Nesir we teshih; Wehîd Destgirdî,Tehran-1313 S R:185

45-Nîzamî Gencewî-Xesrew we Şîrîn-Nesî we teshîh:Wehîd Destgirdî – Tehran-1313S-R:361

46-Dr.Salih Teqî Fehmî,-ŞîîrFarrisî der esir selcuqî – El necef – 1345 Kocî R:114.

47-Dr.Ebdul Nehim Mihemed Husên – Nîzamî Gencewî Sa`îr El Fezlîye – El Qahîre – 1954 R:76-78.

48-Ebdurrehman Camî – Leyla we Mecnûn Mitin îlmî we întîqadî we miqedîmet ez E´la xan efseh zad – Moskova – 1972 R:211.

49-Harisê Bîdlîsî – Leyl û Mecnun – R:49.

50-Ehmedî Xanî – Mem û Zîn – Berhevkirina M.B Rodînko – Moskova – 1962 – R:138.

51-Ebdurrehman Mizurî – Li xelkê tehlê li min şîrînê Bexdad – 1987 . R:97.

52-Harisê Bidlîsî – Leyl û Mecnun – R:12.

53-Jêderê berê . R:52

54-Emînê Osman – Dîwana Melan – Bexdad 1986 – R:118 – 119.

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category