Skip to main content
Dema xwendinê
xulek
te xwendî ye.

ÇI BİKİN?

Dşm, 10/24/2016 - 20:16
Şîrove

Kamuran Melikendi

Car heye ez jî dixazim li ser hinek tiştan binivîsînim. Lê rojeva Kurdan gelek tijî ye û ez jî tê da wekî mîlyonan Kurdan winda dibim. Hişe me diçe, di nav vê mij û dumanê de  û ez jî yekser waz ji nivîsînê tînim.

Car car ez bala xwe didim malberên Kurdan û dibînim ku gelek kes jî gotar û nûçeyên kurdî naxwinin.  Keleka çend nûçeyên kurdî, sedan û hezaran  gotar û nûçe  bi zimanê tirkî  derdiçin.   Gengeşe, bîrûraya xwe herkes  bi sanahî bi tirkî tîne zimên.  Wê dema ez vê yekê dibînim, bi rastî ez aciz û tengezar dibim. Heke êvar be jî xewa min direve û ez yekser direvim û diçim dikevim malperên Kurdên parçên din ên Kurdistanê.  Ez xwe dipirsim  em çidikin?  Ji bo çi em zimanê dujminên xwe kar tînin?  Me ji bo çi waz ji zimanê xwe ê zikmakî anîye?  Mirov dikare hezaran pirsîyaran bike.  Bersivên wan jî  çend sed sal berî niha ji alîyê  Ahmedê Xanî  û Hacî Qadirî Koyî  û sedan Kurdevîn û Kurdîhezên  ve hatiye dayin. Ahmedê Xanî,  bi keleka pirtukên xwe  bi Kurdî, rasterast jî pesna zimanê Kurdî dike. Li ser vê mijarê  gotar û pirtuk jî hatine nivîsin.

Hacî Qadrî  Koyî, di helbesteka  xwe de  ji Xanî jî zêdetir diçe û dibêje (Qasî ku tê bîra min):  "Kesê ku bi  Kurdî  nexwine û ne nivîse, dayîka wî  hîz e, bavê wî jî vê yekê dizane". Em dikarin gelek zêde jî li ser vê yekê rawestin, lê careserî nîne. Bi kurt û kurmancî mêjîyê me hatiye dagirkirin. Pêwîste em ji vê yekê xelas bin. Heke em ji vê "kesayetîya dagirkirî" azad nebin, wekî  gel û netewa Kurd em jî winda dibin.  Ev rastîyek dîrokî ye. Li ser vê mijarê  jî Hozan Bengî gotarek gelek baş nivîsîbû.  Rojan û çend hevalên din jî piştgirîya wî kiribûn. Dîsan Rajhat jî li ser vê babetê gotarek nivîsîbû.

 

Pêwîste ji bo ku Kurd bi zimanê xwe binivîsin û bixwinin   gavên  ber bi çav  bêne avêtin.

 

Rojekê hevalekî min ji bo serê  salê çûbû mala birayê xwe. Birayê wî jî  Kurdekî welatparêze.  hevalê min  ligel birazaya  xwe  ku 4 an 5 salî bû, bi Tirkî diaxive.  Birazaya wî yekser  diqîre û dibêje: " Apo biçe devê xwe bişo".  Hevalê min yekser ji wê dipirse:    çima?    Keçik bersivê dide û dibêje: "Te Tirkî qisekir".  Em dikarin wekî vê keça Kurd bikin...

 

Ew hevalên ku min li jorê navên wan anî zimên  tiştên baş dibêjin. Lê ew jî wekî min di malperên  % 90 bi Tirkî  de dinivîsin.    Heke malperek  bi Kurdî û tenê bi Kurdî ez jî dikarim bibim  xebatkarekî wê malperê.  Ew kesên ku bên ji bo wê malperê , dizanin  ji bilî Kurdî û nivîsînên Kurdî  li wir tiştek  nîne. Em dikarin  hemû nûçeyên  here baş, hemû gotarên  bi nirx  bi kîjan zimanî dibe, bila bibe  wergerin li ser Kurdî û belaw bikin.  Dîsan  bila herkes di malperên xwe de binivîse . Lê  bila  malpera me a Kurdî  jî hebe... Ûsa qet nebe jî  di vê valayîyê de  gavek bête avêtin

Şîroveyeke nû binivisêne

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category