MÊJÛPÛÇ Û MÊJÛPÛÇÎ
Bêdengî ji komên Kurdistan ra û taybetî jî mîrovetîyêra tu tiştekî naînî. Bona xatirê Kurd û Kurdewarîyê mîrov heta kenga bêdeng bimîne? Li vir sînorê dêşê çîye, gor kîjan pîvanê mîrov rêkeve û rahmanên xwe bîne serê zman? Min her tim digot û ez diwarojda jî bêjim; xirabtirîn dara sîyasî ya Kurdan hezar car baştirîn dara sîyasî ya dagirkeran baştire! Di mehên dawîyêda ez xwe jî ketim nava dûbendîyek mezin, heta kenga ezê le ber „destselayedarên“ Kurd; kerr, lal û kwîr bimînim?!
Ewe deh salan virda Kurd him li ser penc parçeyên Kurdistan him jî li dîasporayê (yên cîhrakirî) bi dû tiştan va têtin xapandin: 1-„Serok“,“2- „Mûçe, ango bûtçe hun bêjin jimara hêrikandina pul û jimara xerca pul, anjî bona kasayê yê hatî, yê çuyî û yê mayî. Di salên dawîyê da dema li ser dimenhêrikanê televîzyonên Kurd van tu peyvana têtin serê zman, urê min tevdide û verşîya min tê, Xwuda kirîyê ez tenya ninim, sedhezaran Kurd jî rewşa min dane û ew jî wusa difikirin, wusa nebuya min bi xwe xwera şik dibir ser xwe! Bi destpêka rojê heta êvarê here muçe were muçe, here Serok were Serok! Ma Muçe û Serok serê we bixwin, rastî jî serê we bixwin, berku hun ji destên xwe jî pesîra gelê Kurd berdin û nebin bela serê vî gelê belengaz!
Ez li vir bi destura we çend gotinan li ser butçeyê bêjim, berkû alerjîya min li dijî peyva „muçeyê“ zede buye. Bi borîn û bi bibexşandina we ezê nebêjim „muçe“ bêjim butçe, zmanên Ewropayîda vera „Budget“ an jî „Bîlanço“ tête gotin. Butçe bi çi peyda dibî? Bersiva vê pirsê gelek asanê! Bi ked û xebatê, bi afirandinê, bi kirrîn û firotinê, bi xwepurîyek baş ya produkta, bi erdçinînek modern, bi xwedîkirina dêwer û pêz, bi xwedîkirina ajalên bi per, bi danîna daran, heşinkirin û zindîkirina, deşt, banî û çîyayên welat, bi derxistina binerdan welat, purkirin û firotina wan, bi danîna tora rêyan û ji dayîka van hemûyan bi zanînê butçe peyda dibe. Mîrov dikarî lîsteyê dirêj bike. Butçeyek rast û dirust bi xwîya enîya mîrovan berhev dibe. Li ser glovera me û di gerdunêda bihaya tiştekî bi keda xerckirî va tête nirxandin, di afirandina tiştekîda xerca kedê çiqas zede dibe bihaya vî tiştî jî ewqas zede dibe, biha û xerca kedê her tim li gel hev dimeşin, ew nikarin dijberîyahev bikin. Jîyana xwe ya rojanî bigrin ber çavên xwe, keda we di ku û çida heye ew tişt û ew der bona we ewqas xwedî biha dibe. Hun mala xwe bona çi ewqas hezdikin? Berku keda we di mala we da berhev buye. Hun kenga heywanekî, darekî an jî berekî zede hezdikin û naxwezin jê veqetin? Dema keda we di wan da berhev dibe!
Li ser bingehya xwendinê jî ew rasteyetî wusayê, gor xwendinê şahdetnama jî digore, hinek dibêjin min tenê Dibistana Serateyî xwendîye, hinek dibêjin min heta Lîse û Dibistana Amadebunê xwendîyê, hinek dibêjin min Zanko xwendîyê û xebata xwe ya pisporîyê pêşkêş kirîyê, hinik pizeşk xwedî payeya doxtorîyêne, gor xwendine hinek lektor, hinek doçent û hinek jî perofesorin, hinek çend cara doxtorin, çend cara profosorin, gor xwendinê, gor fêrbun û xerca kedê payeya xwendinê ya mîrov jî bilind dibe, gor vê şahdetname jî digore, kesek rojekêda nahagîhje şahdetnama herî bilind. Eger bi kwirtî bête gotin: keda ku bona tiştekî tête xerckirin bihaya wî tiştî dide dîyarkirin, keda xerckirî = biha. Em dibêjin Kurdistan welatekî pîroz e. Ma pîrozbuna welatekî bi çi va dîyare, bi çi welatek dibe welatekî pîroz? Bi xebate, bi xerckirina kedê! Mîrov bona welatekî çiqas keda xwe xercbike, çiqas bixebite ew welat ewqas dibe welatekî pîroz, tenya bi gotinan tu welatek nabe welatekî poîroz! Eger em bizivirin ser rasteyetîya xwe; em li Kurdistan ê çiqas daran danin, çiqas pêz û dêwêr xwedî bikin, çiqas erdçinînê bikin, çiqas axa xwe bajon û rakin çiqas sererd û binerdên xwe xwedî derkevin û wan da keda xwe xerc bikin, ewqas Kurdistan ji mera dibe welatekî pîroz. Bi şiklekî din, bi cureyek din Kurdistan nikare bibe welatekî pîroz û bi dilva jî nikare bête paraztin! Eger di Kurdistanekê da xebat û keda mîlyonan berhev nebe û we xwe nede dîyarkirin; dev ji wê Kurdistanê rojekêda tête berdan Buyerên dawîyê yên ku Kirkuk, Tûz Xurmatû û Şengalê pêkhatin bînin ber çavên xwe!
Li Başurî Kurdistan û Iraq ê di wexta Sadam Husenda sîstema nexşstunparêzî (pûtparêzî) û xulamtîyê hebu, gelên Dewleta Iraq ê di nava jîyanek bê ruhmet da dijîyan. Saddam Husen ê Tîrkîtî sîstemekî wusa avakirîbu ku; yê ku dida ew bu, yê ku digirt dîsa ew bu! Run, ard û şekir dewletê bêlaş (bêpul) dida hemu hemwelatîyên xwe, gaz, kerîbar û nift dewletê bi bihayek sîmbolik dida hemû Iraqîyan. Li Kurdistana Başur jî va rateyetîya wusa bu, xwerin, xwendin û xwedîbuna hemwelatîyan li ser pişta dewletê bu, hun bêjin „li ser pişta Saddam Husen“ bu! Kê dida? Saddam Husen! Kê digirt? Saddam Husen! Bi vî şiklî piranîya mîrovan bê rûmet diketin û dibun xulam ê sîstema wî. Ew nedixebitîyan û wan tu tiştek nediafirand. Piranîya hemwelatîyên Iraq e ya leşker, ya polis, yan jî sîxur bun! Jîyana piranîya hemwelatîyan bi karmendîya dewletê rêva diçu. Kem kes û kem malbend hebun ku xwe diafirandin, serbixwe jîyan dikirin û tu hewcetîyek wan ji dewletê ra tunebu. Di wî katî da jîyanekî parazît ya ser pişta dewletê li sernaserî Iraq e û Kurdistana Başur xwe weku panavekê dida dîyarkirin.
Li paş rûxandina Dara Saddam Husen li Kurdista Başur parekî mezin ya Kurdistan ket bin kontrola Kurdan, daxawa li vê heremê Partî û Komikên sîyasî yên Kurdan, xwe ji panava Dewleta Iraq ê, ji panava Saddam Husenî Tîrkîtî rizgar nekirin, wan bi şîwekî mêjûpûçî jîyana xwe berdewam kirin. Bi Dewleta Iraq ê ya „Nû“ ra peymanek „giredan“ û gotin diwarojda ji sedan 17 muçeya Iraq ê bête Herema Kurdistan ê, Dewleta Iraq ê ji muçeya xwe ji sedan 17 bide Kurdan, bi vî şiklî Kurd jî bikaribin jîyana xwe bidomînin. Dewleta Iraq ê di 26 salên dawîyê da car cara ew pere da, car cara jî neda, wê bi nedaîna vî pereyî xwest Gelên Herema Kurdistan ê bi alîyê aborîyêva bixesîne û tengav bike. Kurd û sîyasetmedarên wan pey girtina vî pereyî ketin gotin: bona domandina jîyana xelkê, bona wan pewîst bu ku ji sedan 17 butçeya Iraq ê bête girtin. Alîyê din va perêyê gumrîkan ya nifta firotî nedihat kasaya hevbêş ya Kurdan, bi nav Dewletekî Kurdan hebu feqet butçeyek vê dewletê ya rastane tunebu! Ji xelkê bac nedihat girtin, sîstema bacgirtinê tunebu, temamîya perê gumrik û nifta firotî nedihat kasaya dewletê, yêk dengîyêk û yêk navendîyek tunebu. Hinek kesayetên Kurd û destselayedarên sîyasî dixwestin pereyê gumrîkên sînorên Kurdistan û nifta Kurdistan ya firotî bi xwera bikin xercix, „berkû „heşê wan zêdebu, mêjûyê wan jî gor gel zêde dixebitîya û ew bavê belengazan bun, perê gumrîk û nifta Kurdistan ji wan ra weku şîrê dayîkê helal bu!“
Destseleyadarên Kurdistana Başur, hun bêjin çîna sîyasî ya Kurd li paş ruxandina Dara Saddam Husen bi xwera wekû mînak sîstemên Emîratên Ereb girtin, ji bona xelkê çi rind çi xirab bu wan dizanîya, Parlemento pewîstbu gor fîkika wan bimeşîya, rojname, radîo û televîyon pewîst bun gor daxwezîyên wan bimeşin. Çawa Şexê Ereb dijîyan, wan dixwest ew jî wusa bijin, wan bi aşîkar nedianî serê zman feqet Gel bona wan bomik bu, exmax bu! Nifta Kurdistanê bi „ked û xebata wan“ dihat derxistin û li ser bazara cîhanê dihat firotin! Ji wan serdestên Kurd hinekan bi pewendîyê xwe bi Îran ê ra pêşva dibirin, rêketina tora sîxurên Îran ê ra çavên xwe dadimilandin, hinekan bi Komara Tirk ra peywendî dadînan, di paş perîyê da „peyman“ girêdidan û bingehyên leşkerên Tirk li Kurdistana Başur didan avakirin. Alîkîva Serbazê Kopik û Sergerdeyên Îran ê Qasim Silemanî ra dibun „dost û heval“, li Kurdistan bona hesp bazdadina wî îcaze didan, alîyê din va ji MÎT a Tirkîya Hakan Fîdan û sîxurên wî hespê xwe didan lihîstîkandin. Daxawa li Kurdistana Başur Kurdên Rojhilat û Kurdên Bakur dihatin derdestkirin, revandin û kuştin. Li ser Tirkîyê ra nifta Kurdistan dihat firotin, feqet pere nedihat ser Butçeya Hevbeş ya Dewelta Kurdistan, ji gumrîkan pere berhevdibu û pere dihat girtin kesekî nedizanîya ew pere çiqase, kî digire û ku da diçe? Mixabin perê gumrîkan jî wanda dibu û nedihat Kasaya Dewleta Kurdistan! Pere reş dihat girtin, reş diçu! Destê kê, berika kê da bu ne dîyarbu! Kurdên Bakur, rewşên wusa ra dibêjin şebaşa tari! Kurdistana Başur rastî jî şebaşa tarî bu! Dema rewş wusa dibu; di encamêda birçitî, belengazî, dura carek din birçitî, carek din belangazî derdiket holê.
Ma Kurdên Başur bona vê birçitî û belangazîyê ewqas xwîna xwe dabun rijandin û xwe cangorî kirî bun?! Ma Kurdên Rojhilat, yên Bakur û Rojava bona derdestkirin, revandin û kuştina xwe ewqas qed û xebat kiribun nava rizgarbuna Kurdistana Başur?! Ma dijî Dara Saddam Husênê Tirkîtî raperîn bona çi bu?
Dara Saddam Husen hatibu „ruxandin“, 26 sal bun „destselayedarên Kurd“ bibun serdar, feqet Sîstema Saddam Husên bi şîwekî din xwe dida jîyan, mêjû nedigorîyan, „Herema Kurdistan“ erdçinînek rast û dirust nedihat kirin, pez û dewar, ajalên bi per gor ihtîyaca vê heremê nedihatin xwedî kirin, darên feqîyan nedihatin danîn, çîya û deştên Kurdistan nedihatin zindîkirin, hemu Kurdên vê Herem e bibun Mîr, ne dîyar bi kî gan bibe bin nîr! Bona paraztina Kurdistan yêk leşker nedihat rêxistin, partî û komikên sîyasî xwedî çekdarên xwe bun! Dev ji çêkirina çekan berdin, li Kurdistan yêk fîşekik jî nedihat çêkirin. Gelên cîhanê yên din di dîroka xweda di nava 26 salanda çi nekirîbun, wan ji tûnetîyê heyî derxistîbun holê, „serdestên me, hun bêjin sermîyanê me“; daxawa yê heyî tûne dikirin û gelê Kurd bervi tûnetîyê dimeşandin, zor dabun mal û otomobilên luks. Ard, run û şekir dîsa li ser pişta dewletê bu, kerîbar û nift dîsa bi bihayek sîmbolik digîhîşt gel, gel dîsa di nava sîstema xulambûn û parazîtbûnêda dijîya, bona sermîyanan“ ew belengazên bê heş bun! Bona jîyanek azad, bona jîyanek bi ruhmet, bona jîyanek serbilind xelk nedihat perwerdekirin, xelk çiqas bê aborî bimana û çiqas binketîya ji bona berdewambuna sultayê serdestan ewqas baş bu. Ji ber vê rêya xelkê dîyarbu û rama wan serîda dihat xwendin; ew dikaribun bibin polîs, bibin leşker an jî bibin karmendê dewletê yê pêxas. Li vir pewîste hun sîxurî û sûpintîtîyê jî bîrnekin. Sîxurî partî û komikên sîyasî yên Kurd ra, sîxurî dewletên dagirker yên weku Tirk, Iraq û Îran e ra, sîxurî dewletên mezin û hêz ra, sîxurî bi çend alîyanra…… Bona jîyanek serbixwe tu mecal li ber xelkê nedihat hiştin!
Di nava 26 salanda jimara kesên ku, jîyana xwe bi xwedîkirina pêz û dewer, bi erdçinîne, bi danîna dar,ber û bi afirandinê didomandin kembu. Di vê rewşêda bona dewletê sîstema bacgirtinê jî tunebu. Eger li welatekî erdçînînek rast û durist nebe, eger pez û dewar neyên xwedîkirin, eger ajalên bi per neyên xwedîkirin, eger mêşên hingîvîn li ser kulîlk û çiçegên wî welatî firnedin û nevingên, eger binerdên wî weletî neyên derxistin û wî welatî neyên purkirin, ew welata çawa bibe welat?! Wî welatî Sîstema Bacê çawa bête danîn?! Dema sîstema bacgirtinê rêdikevî, bona hemwelatîyan dewlet dibe berpirsîyar, hemwelatî dikarin ji rêvabiran daxwezên xwe bikin, ji wan bipirsin û wan bigorin, dewlet her tim cîhyê xwe dimîne, rêvebirên baş yên xwedî rumet dikarin karê xwe berdewam bikin, yên nebaş şunda têtin rakişandin. Eger Sîstêma Bacê nebe, serdest, hun bêjin sermîyan gor kefa xwe dimeşin û xafilda ew dibin xêrxwez û zekatdar.Ew ji xelkê ra peyamek wusa didin: eger em nebin hun rojekêda birçîyan ra bimirin, eger em nebin nexweşxwane û pizişkê we jî nebe, eger em nebin bona we dibistan, zanîngeh û zanko jî nebe, eger em nebin hun di bin peyên bîyanîyanda bêtin perçiqandin, eger bi kwirtî bete gotin: ewê bejîn emê çavkanîya jîyana gelin, bê me gel nikare hebe û bije!!
Bona dewletekê dema bacgirtin tûnebe rola hemwelatî û rêvabiran digore, rêvebirên wê dewletê dibêjin; bila bacgirtin nebe û tu kesek neyê pêsîra meda negire. Dema yêk derkeve hole û bixweze pêsîra wan da bigire; ew rabin biqîrin ser wî û wî ra bêjin, te heta naha çi dayê vê deweleta kû, tu çi ji vê dewleta bixwezî?!
Li vir min dixwezim bala we bikşînim! Piranîya destselayedarên sîyasî li Kurdistana Başur kesayetên kompradorin, di xeyala kompradoranda jîyanekî bi ruhmet û serbixwe tune, ew dixwezin gelê Kurdistan bi xwe ra bidin dîyarkirin û bi çoyên kurdewrarîyê dagirkeran „bitirsînin“. Bi vî şiklî dixwezin ji wanra bibin „navîdar“ û „şerîk“. Ew dixwezin ji dagirkerîya dagirkeran parekî mezin bona xwe bigirin. Kompradorên Kurd alîyê din va bi çoyên dagirkeran dixwezin gelê Kurdistan bêdeng bikin. Ew destekî didin dagirkeran destekî didin gel. Ew bi vî şiklî dixwezin govenda xwe ji Gelê Kurdistan û dagirkeran ra berdewam bikin. Di govenda kompradorrên meda xelkê Kurd û dagirker çawa bi hevra bimêşin nizanim!
Di mehên dawiyê da dîyare ku Gelê Kurd ji kompradorên xwe bêzar buyê, alîyê dinva dagirkerên Kurdistan ji wan razî ninin, dibêjin em dikarin peywendîyên xwe li gel xelkê Kurdistan bê we jî dirustbikin, tu ihtîyacek me ji wera nemayê! Serokkomarê Tirkîya yê Recep Tayip Erdoğan û Serokvezirê Iraq e Haîder al Abadî di nava planên wusa danê. Recep Tayip Erdoğan çu nava xelkê Colemerg û Şirnex ê ji wan bona diwaroj zede piştîvanî û deng xwest, Haîder al Abadî di peyamên xwe yên dawîyê da anî serê zman û got: „Dîyare ku hun bi gelê Heremêva nikarin nava aşitîyêda bimeşin, eger wusa berdewam be, pewîste Dewleta Navendî ya Iraq ê bê we û rêvebirîyê we derê bigire destên xwe!“
Dema Neçîrvan Barzanî û Kubat Talabanî hatin Ewropa û bi Dewletên Ewropayî ra ketin nava got û bêjan, dema Dewleten weku Fransa û Alamanya Fedaral peşîvazîyek gelek baş wan ra kirin û îxtîrama wan girtin, dagirkerên Îranî bi tora sîxurîya xwe dest avitin Kurdên nerazî û yên dardijber. Bi xwepeşandanên „sîvîl“ û tizkirina kuştina hemwelatîyên Kurdistan peyamek bona Dewletên Ewropayî ra rêkirin! Kurdên ku bi nava Kurdan naha li gel we got û bêj dikin li Kurdistan ê bê hêzin, bê rîçalin, ew ne destseleyedarin, ji bona wan îxtiram girtina we bê manaye û diwaroj da ew tu feydayekê ji wera neînin.
Tora sîxurên Îran ê dixweze li ser bingeya navnetewî dest û peyen Kubat Talabanî û Neçîrvan Barzanî girêbide, vê tora sîxurîyê li gel Ergenekona Doğu Perînçek Serokkomar Mesud Barzanî bi „xençerek jahrî“ xençer kir, ew naha dixwezin gavek din pêşva biçin û li gel nerazîyên Kurdistana Başur şerê birakujîyê tizbikin, li Herema Kurdistanê 26 sal şunda heyîyên Kurdan bi tev binpê bikin, biperçîqinin û temamîya Kurdistana Başur bê statut bidin destên dagirkerên Iraq ê. Plan vayê!
Li vir bona kurdekî dilsoz sînorê heqî û neheqîyê ji holê radibe, eger nerazîyên Kurdistana Başur hinek kom û komikên sîyasî yên Kurd û hinek keseyatan weku sedem bidin nîşan û hemu heyîyên Kurdistana Başur nûva pêşkêşî dagirkeran bikin, ax li serê wan!
Dagirkerên Kurdistan dizwazin Ewropayîyan ra bêjin, eger hun tiştekî dixwezin, eger armancek we ji bona Rojhilata Navarast heye navnîşan emin, navnîşan Tahran e, Enqra ye, Bexdat û Şam e, navnîşan ne Kurdin, dev ji Kurdan berdin!
Neçîrvan Barzanî û Kubat Talabanî pewîst bu berî tura dîplomasîyê Kurdistana Başur yekhemcar li gel gelê xwe aşbunek dirust bikirina, gelê vê heremê pewîstbu bi her alîva pîr û pakbuna wan bianîya serê zman, pewîstbu bi her alîva bona gel ew bibuna mînakik bê hempa, pewîstbu ew weku çilka zêr pakbuna! Mixabin rewşa wan wusa nîne, 26 sal derbazbune hîna ew û partîyên wan li ber dagirkerên Iraq ê weku parskaran lepê xwe vedikin û dibêjin „muçe“, sibeda „muçe“, evarî „muçe“, here „muçe“, vere muçe“! „Bê kontrol“ firotina nifta Kurdistan, „be kontrol“ ji gumrîkê Kurdistan pere girtin û xerckirin, nebuna kasa û butçeyek hevbeş, reş pere girtin û reş pere xerckirin, maşil û tezandina Perlementoya Kurdistanê, ji demokrasîyê ra bê îxtiramî, ji bona xwe mînak girtina Emîratên Ereb..... Mîrov dikare lîsteya nexirabîyê xalan dur û dirêj bide. Dema rewş wusa dibî, gelê Kurdistanê çawa bîr û barîya xwe Partî û komikên siaysî yên Kurdistan bînî, gel çawa bîr û bawerîya xwe siyasetmedarên Kurd bînî, ma dinya dinya kor û kwîran e?
Taybetî sîyasetmedarên Kurdên Başur durajî yên din pewîstê kimê xwe li ber xwe danin û rind bifikirin, ji tercubeyên 26 salan mîrov dikare tenya fêrbî. Bi otomobîlên modern, bi cil û bergên modern, bi krawat û porê bîrlantîn, bi makyaj û çavên kilkirî tu kesek nikare bibe modern. Modernîya mejûyekî pak bi rahmanên başva giredayîye, şerê herî mezin ne şerê dijî dagirkerîyê, şerê dijî daxwezên nefsî û şexsîye! Her kî ku di vî şerîda bindikeve, bila weku sîyasetmedarekî Kurd dernekevî holê û nebî bela serê xelkê. Van gotinên min ji bona hemu siyasetmedarên Kurd in, ji bona hemu endamên Parlemnetoya Kurdistanin, ji bona hemu revebirên Komal, Yêkgirtû û Goranin. Dema ew dibêjin ew gendalin, ew nepakin, ma heta naha we bi xwe li Kurdistanî Başur çikir?! We çend dar û ber danîn, çend kevir dan serhev, hun çiqas dar û berên Kurdistan e xwedî derketin, we heta naha dijî jîyanek bêruhmet û parazît çi kir?! Ma hemu rahmanên we, hemu fikir û xeyalên we li ser firotina niftê bû an na?! Ma hun jî endamê Koroya Muçe bun an na, me mwe jî her roju nedigot: Muçe, Muçe....?!
Li vir min tu kesayet Kurd naxwezim bikim tengasîyê, tecrubeyên 26 salan mîrov dikarî tenya fêrbî, min va jor jî anî serê zman, mîrov cure bi curin, ji hinekanra dengê saz pîkan (def û zurnê) kem tê, ji hinekanra vingîn û vizîna mêşekê an jî vizikekê zêde te!
Li Kurdistana Başur ji hezaza mejûpuçîyê mîrov dikarê parlementoyekî aktîv, sîstema bacêk modern û butçeyek zelal derkevî. Pewîste butçe û kasaya dewletê yêk bî. Ax li serê me be, hîna çekdarên partî û komikên sîyasî nehatine belavklrin, hîna yêk Pêşmerge, yêk Paraztin û yêk Polîs nehatîyê damezrandin. Ji mera zu damezrandina leşkerekî moderen, hun bêjin Pêşmergeyekî modern pewîste, bila kes xwe nexwapîne, bi çekdarên partî û komikên sîyasî li welatekî tu aramî û asayîşek nabe!
li welatekî jimara dêr û mizgeftan niqira gendalî û dizîya wî welatî dide dîyarkirin, kîjan welatî jimara dêr û mizgeftan zedeye bizanin ku wî welatî ewqas dizî û gendalî heye! Destekî tarî û mêjûpûç li Kurdistana Başur xirabî û gendalîyê bi „Mihammed Resûlûllah“ hêram dike û dipêçe. Bi destpêka rojê heta nîve şeve here „Mihammed Resûlûllah“ were „Mihammed Resûlûllah“, ma „Mihammed Resûlûllah“ bona we çi bike?!! Kijan ji we raste û li ser bingehya heqîyêye? Salafîsten Misrî? Talîban? DAEŞ?, Mollayên Îran e? Recep Tayip Erdoğan, Vahabîyên Erebîstanê? Anjî Haidar al Abadî û Nurî Malikî? Nezîka 1400 sal virda kesekî an jî tu komekê Mislimanîya Rast û Durist ya Heq avakirîye!? Ew ku buye û kîye? Ma Naqşîbendê Kurd û şagirdên Bedîûzzeman Seîdê Kurdî Mislimanîya Rast û Durist ya Heq avabikin?! Fethullah Gülen jî li holeye! Destên xwe bidin ser ruhmeta xwe, berê xwe bidin Xwuda û kur bifikirin hun dikarin ji dîrokê Komek Misliman bigirin weku mînakek û rast û dirust bona mîrovatîyê pêşkêş bikin?! Hun dikarin ji mîrovetîyêra welatakî misliman weku mînakekî pak bidin dîyarkirin, hemu welatên Îslam ê di nava gendalî, gemarî û pintîtîyêda naxendikin?! Gelê wan wan welatan mihtacî parçekî nan nîne? Destselayedarên wan welatan bona tendurîstîya xwe naçin welatên bîyanî û mîlyardan xerc nakin? Ma hun heta kenga bi „Mihammed Resûlûllah“ û Sektora Dînparêzîyê (Olparezîyê) bikaribin vî gela bixapînin? Herîn wê da!!!! vir gotinek min bona hinek Kurdên Êzdî jî heye: Hun dîbêjin ”Dîn ê me Şeref Dîn e” ma kîjan şeref we dike nava Heştî Şebî û weku ”rizgarkar” tîne Şengal ê?! Di dîroka Kurdistan û Pêşmergeda xafilda rakişandina Pêşmerge ji Şengal ê bê ruhmetîyek nezin bu, destekî tarî Şengal bê berxwedan da destê DAEŞ ê bu sedema komkujîyek mezin, va rasteyetîya weku rupelek reş her tim dîroka Kurdan da bîmîne.... va qîrêjîye. Balam bona Kurdan li gel Heştî Şebî rêketin jî qîrêjîye, bîrmekin!!!!!
Verin mêjûpuçîya din: taybetî li Bakurî Kurdistan, di nava Kurdên dîasporayê, Rojavaya Kurdistan ê, di nava Kurdên Qefkasya yê û heta parçeyê din yên Kurdistana ê, Kurd û dostên wan bi „Serok“ û „Sîstema Seroketîyê“ tên dîlkirin, dest û pêyên Kurdan têtin girêdan. Qerînên (duruşmeyên) weku „Bijî Serok!, Be Serok jîyan nabe!“ li seranserî dinyayê nezîka 15 mîlîyon Kurd têtin bezdan, enerjî ya wan bi „Serok“ tête çar û çûrkirin. Li ser daxwezîya wî „Serokî“ çend cara Gerîlayên Kurdistan ê bona sîyasetek qîrêj hatin sekinandin, ew ji sengerên xwe şunda hatin rakişandin, bingehyên ku Gerîlayan bi fedakarî û cangorîyek mezin destên xwe xistîbun dagirkerên Tirk ra hatin pêşkêşkirin, di her rakişandinêda sedan Gerîlayên Jinxwas û Merxwas ji jîyana xwe destdan û hatin kuştin, mixabin ew Komara Tirk ra kirin nêçîr. Li ser daxwezîya wî „Serokî“ Parlementoya Kurdan ya Sirgûnê“ di rojekêda hate feşilandin, li ser daxwezîya wî „Serokî“ PKK ji xeta xwe hate derxistin, dev ji erka; „Kurdistanek Serbixwe Yêkhev û Demokrat!“ hate berdan, hate gotin ku: moda damezrandina dewletekî serbixwe edî nemaye, Kurdan ra dewletekî serbixwe pewîst nîne û wan ra ne lazime kû ew dewletekî serbixwe bang bikin! Wî „Serokî“ sîyaseta „xweserîtî û netewa demokratiîk“ da ber Kurdan. Gor vê sîyasetê yêkhemcar gelên Tirk, Ereb û Fars dibin demokrat û tên ser xeta mîrovatîyê, dura Kurd para xwe ji şaristanîya wan digirin û dibin xwedî heq!
Eger hun min bipisin; min divêt xweserîtîya modern ya rast û dirust di nedewletbunêda ne veşartîye, ew di dewletbunêda vêşartîyê. Bi dewletek modern mîrov dikare xweser be. Dewleta Kurdan, ez bêjim: Yekitîya Komarên Kurdistan mecbur nine ku; li ser bingehya netewkarî û nijadparêzîyê ava bî û bete sazkirin. Yekitîya Komarên Kurdistan dikare li ser bingehya mîrovperwerîyê, li ser bingehya pir dengî û pir rengîyê, li ser bingehya wekhevîya mêr û jin ê ava be. Dewlet dikarî mabeyna bawerî, ol û rahmanên cure bi cur yê siyasî ra bibe pirek. Dewlet dikare hemu bawerî, ol û komên sîyasî yên cure bi cur ra yêk nezîkayî û yêk durîyekêda bimîne. Dewlet dikare bi desturnameyek modern heqe zarok, jin, mêr, kal, pîr û gelên kemjimar biparêze. Dewlet mecbur nîne ku tenya di bandura gelekî pirjimar da bimîne û li ser pişta belengazan û pişta komên kemjimar da bibe çoyê lêdanê anjî zixta cot û gam gerandinê. Dewlet dikare perwerdekirina hemwelatîyên xwe hilgire ser pişta xwe û hemû hemwelatîyanra mecela perwerdekirinê pêşkêş bike. Dewlet mecbur nîne ku; tenya bi yêk zmanî karê xwe rêvabibe, dikarê zmanê hemu komên xwe xwedî derkeve û bingehya pêşvaçuna wan daîne. Dewlet mecbur nîne ku; bi sultaya komekê, malbendekî anjî kesayetekî rêvabiçe. Dewlet mecbur nîne ku; gor fîkik qwitana kesekî rabe û rune!
Ewe salan virda destekî tarî Gelê Kurd bi „Serokekî“ dîl dike, dest û peyên wan girêdide perdeyek reş dide ber çavên wan û wan zikirê dixîne. Ji destpêka rojê heta êvarê, ji êvarê heta derengîya nîvê şevê li ser dîmenhêrikanê televîzyonên Kurdan; here „Serok“ were „Serok“, bê „Serok“ jîyan nabe! Ma „Serok“ serê we bixwe!
Dema dagirkerên Tirk bi komployek qîrêj „Serok“ ji Kenya yê anîn, gotin û peyama wî ya yêkhem „Dîya min Tirke ez bona xizmet amade“ bu. Hinek Gelê Kurd bi „Serok“ va şid didin zeliqandin bi zorê dixwezin hefsarekî bikin hemu serê Kurdan û wî hefsarî bidin destên „Serok“. Eger dagirkerên Tirk rojên hatî da „Serok“ derxînin ser dîmenherikanên xwe û ew bêje: „Bavê min Ereb e, Dîya min Tirk û ez bona xizmeta Ereb û Tirkan amade me!“ Kurd çi bikin?! Henek alîkîva, li vir bila „Serok“ jî bibore, mîrov nikarê rizgarbuna gelekî tenya bi kesayetekî va bide girêdan! Di nava pavejoyda navê Pîxamber Îsa bi mîlyonan kesanra bu nan û av. Navê Pîxamber Mihammed jî wusa bu. Navê Kemalê Selanîkî li ser axa Trakya, Anatolia û Kurdistana Bakur ji sed hezaran ra bu av û adan, serdestên Tirk 1922 virda bi navê Kemalê Selanîki hespên xwe dan bezdan. Îro bi „Sîstema Seroktîyê“ mîlyonan Kurd bi kesekîva, bi komek piçukva tên girêdan, diwaroj da ne dîyare ku; çi bête serê wan. Bi navê „Serok“ sîyasetek hatîye avakirin, vê sîyasetê alîgar û girtîyên xwe derxistine hole, ji destselayedarên Kurd komek îro jîyana xwe li ser Sektora „Serokîyê“ didomîne, „Serok“ ji wan ra buye av û adan, eger rojekê „Serokê“ ji destên wan bifilite û biçe, ewê rojekêda bê alîkarî, tî, birçî û tazî bimînin!
Destê tarî bona diwaroj pilana vî tîştî dike: „Pewîste Kurd bi „Serok“ ra rind bizeliqin û wî bi xwera wekû „Xwuda“, weku Sermîyan, weku Bavê Komê bibînin. Hevîya destê tarî ya herî mezin ewe ku diwarojda rojekê roja „Serok“ derxînin ser dîmenherikanên xwe û gotinên „Serok“ Kurdan demoralîze bikin, bêjin aha.. hun û „Xwuda“ yê we.. Guh bidin „Xwuda“ yê xwe, gih bidin wî, temaşeyî wî bikin, têr û têr guh bidin Wî, têr û têr temaşeyî wî bikin, îcaze jî heye; hun dikarin xwe bavên dest û peyên Wi jî, hun dikarin dest û peyên Wî maçî bikin, Wî têr û têr maçî bikin…
Eger „Xwuda“ yê Kurdan bêje Kurdino rawestin, ji wera dewletbun pewist nîne, ji wera zman pewîst nîne, ji wera yêkitîya Kurdistan ê pewîst nîne, belav bin, bêdeng bin û herin malên xwe runin, eme weku gel çi bikin û bi kîjan moralê tekoşîna xwe berdewam bikin?!
Destekî tarî yê faşîzan dixwaze sîstemek wusa li ber Netewa Kurd daîne, naha sîstemek wûsa li ber Kurdan hatîye danîn. Hinek jîyana xwe li ser pişta „Serok“ didomînin, „Serok“ jîyana xwe li ser pişta gelê Kurdistan garantî dike! Gor panava Tirkan û Osmanîyan eger kesek sîxurê wan jî be, heta katekî berdewambuna jîyana wî ra çav têtin damilandin, katekî din şunda sedarsed suyê wî tête birîn. Va rasteyetîya wexta Osmanîya da jî wusa bu di dîroka 90 salî ya Komara Tirk da jî wusaye. Komara Tirkîya li ser bingehyeki wusa avabuye, ji ber vê rasteyetîyê „Serok“ jî dizane ku; birîna sûyê Wî dikare her tim carek din bikeve rojevê. Nijadparêz û faşîstên Tirk bona bêdengkirina hinek alîgar û rêvebirên xwe dikarin kuştina „Serok“ her tim bikin rojeva xwe. MHP û komek mezin ya AKP yê li ser vê rasteyetîyê rêdikevin û bejndidin.
Îro him karê „Serok“ him jî karê Kurdan zexmete, „Serok“ jî baş dizane ku di serîda ew karmend û sîxurê Dewleta Tirk jî be; bona jîyana Wî tu garentîyek nemaye, Gelê Kurd jî dikare ku; bi „Sîstema Seroktîyê“ her tim li ser qwîna xwe bikeve û pişta xwe bişkîne. Min divêt „Serokê“ 15 Mîlyon Kurdan alîkiva pewîste mirîşkek Kurdan ji di destên dagirkeran da nemîne....
Eger „Serok“ „Serokê“ Kurdan e, pewîste bête rizgarkirin û ew bê nava Koma Kurdan!
Biha çiqas giran dibe bila bibe, bona tekçuna sîstema dagirkerîya Tirk pewîste ”Serok” bête rizgarkirin! Va tiştekî cudaye......
Alîyê din va li vir pewîste deng bilind bînin serê zman: çawa manîya „Here Muçe, were Muçe“ bona Kurdan gendalî û bêruhmetîyêk mezine, „Here Serok, were Serok, bê Serok jîyan nabe“ jî ewqa bêruhmetî û mûjûpûçîyêk mezine!
Diwarojda Kurd li seranserî dinyayê pewîste ji mêjûpuçîyê û mêjûpuçan durkevin, bi mêjûpûçîyê kesek an jî komek nikare du gava pêşva biçe. Bi tora sîxurên dagirkerên Îranî û bi bingehyên leşkerî yên Tirkîya li Kurdistana Başur Gelê Kurd nikarê berê xwe bide serbixweyetîyê.
Bi tenya cangorîbunê tu welatik pîroz nabe, welat bi erdçinîn, dar û ber danîn, bi xwedîkirina heywanan, bi derxistin û purkirina binerdan, bi danîna tora rêyan pîroz dibe û pêşva diçe.Welat, jo bona hemu hemwelatîyan bi perwerdebunek bê sînor pîroz dibe, bi perwerdebuna hemwelatîyan paraztina welat jî asan dike. Mezintirîn çek mêjûyêkî perwerdeyîye.
Di vê tengavêda pewîste em bi pir rengî û bi pir dengîya xwe yêkbin, destketî û heyîyên xwe bi hevra biparêzin, bi dagirkeranra pêşkêşkirina parçeyekî Kurdistan e tu parçeyekî Kurdistan e yê din rizgar nake! Buyerên dawîyê va rasteyetîya carek din bi şîwekî pas dan ber çavên me, hevîdarim hemû sîyasetmedarên Kurd heşên xwe digirin serê xwe û bi mêjûpuçîyê va xwe nadin zeliqandin!
Bîrmekin, mêjûpûçî ji nexweşîya pençeşêr ê newertire….
Bîşar Norşîn
25.12.2017