1 minute
BAVÊ BAPÎRÊ MEHMET ALÎ ERBÎL
Ez dixwazim îro helbestek Kurdî a Şêx Esad Erbîlî biweşînim.. Wekî tê zanîn, Şêx Esad Erbîlî bavê bapîrê Mehmet Alî Erbîlîye. Navê bapîrê Mehmet Alî Erbîlî jî Şêx Mehmet Alî bû ji alîyê kemalîstan ve li ser bûyera Menemenê hate sêdarekirin.. Şêx Esad Erbîlî jî li ser wê bûyerê hate girtin û wî jî sizayê sêdaredanê wergirt.. Şêx Esad wê demê gellek kal bû bi sizayê heta hetayê hate mehkûm kirin.. Serokê wê dadgehê ji alîyê hemû Kurdan ve tê naskirin: Mustafa Muğlalı. Wekî tê zanîn Mustafa Muxlalî 33 Kurdên Wanê gulebaran kiribû..
Ez niha dixwezim helbestek Kurdî Şêx Esad Erbîlî bi weşînim:
“Ey şemhî şebistanî min, ey nûrî direxşan,
Perwane sîfet, can be cemalî to fedayî,
Mumkîn nîne ne le şahî ne le şadî,
Zewqî ke le dergahî le rahî to peyabî,
Bakî nîne qurban ne le kûfir ne le îman,
Dêwane zulfî to ke sermestî leqabî
Ebdula Ellahî”
Şêx Esad Erbîlî
Aso Zagrosî