BRAHÎM XANÊ DELO(1874-1921)
BRAHÎM XANÊ DELO
(1874-1921)
Kesayetî navdar û şoreşgerê Kürd, Brahîm Xanî, kurê Saleh Xan, kurê Emîn, kurê Ebdulla, sala 1874 li gundê Heyerekelî, nêzîkî li bajêrê Kifrî, weke zarokê binemaleka cotyar û şoreşger li ser eşîra Delo hate dinê. Di temenîya zarokî de li ba melayê wî gundî xwend şarezayî li ser zimanên farsî û erebî peyda kir. Brahîm Xanê Delo , kesekî xwudaperest, Quranxwend û rewşt bilind, suwarîyekî baş û dilêr û mêvanhez bû.
Di jiyana xwe a rojane da nimuneyê cotyarekî sade û çalak, bi destê xwe karên xwe ên çandinîyê dikir û bi keda ve dijîya. Brahîm Xan wekî bavê xwe Kemerxanê Kakî, rêbaza şoreşgerî girtibû pêşîya xwe û di jiyana xwe da cih bicih dikir. Kemerxan, dijî sîtem û zordarîya dewleta Osmanîyê dagirker li sala 1890 serhilda. Di vî şerî de Kemerxan, brayê wî Husên û çend hevalên wî hatin şehîd kirin.
Dewleta Osmanî, termên herdu brayên şehîd ji şergehê anî li nav bajêrê Kifrî bi sukê danî bi armanca piçûkxistina wan. Nenexan, dayka wan tê û bê ku hêsirekî birijîne, bi hurmet ji bo wan nimêj dike û paşê jî termên wan dibe ji bo gundê xwe.
Piştî vê bûyerê riqa pîroz a Brahîm Xan dijî dagirkerên Osmanî û paşê jî dijî dewleta İngîlîz her bilind bû û bi hemû hêzên xwe ve berangarî dikir.
Li sala 1915 Brahîm Xan û hejmareke mezin endamên eşîra wan mil bimil ligel Şêx Mahmud û mucahîdên Kurd di şerê Şehiyebe de beşdar dikin. Paşê ji bo Kurdistanê vedigerin, Şex Mahmud dibe mevanê wî û şevekê li gundê wî dimîne û paşê jî diçe ji bo Silêmanî.
Wê dema Şêx Mahmud dibe Hukumdarê Silêmanî(1918) Brahîm Xan hewl dide kes û navdarên Germîyan piştgirîya Şêx Mahmud û desthilatê wî bikin. Her wê demê ew û serokê eşîra Delo, Weysî Beg diçin ji bo Silêmanî û Şêx Mahmud dibînin.
Sala 1920, Brahîm Xan serhildanek mezin dijî karbidestanên Îngîlîz û nokerên wan di deverê de destpê dike û mezintirîn serwerî di jiyana xwe de tomar dike. Ev serhildana di dîroka gelê me de weke “Şoreşa Brahîm Xanê Delo” tê naskirin. Ew şoreşa ku li Xaniqîn, Duz û Kifrî destpêkir, beşek bû ji şoreşa niştimanî a 1920.
Ew deverên azadkirî demekê di bin desthilatdarîya şoreşgeranan de ma.
Şoreşa Brahîm Xan, wekî herdu serhildanên Xaniqîn û Duz karekî xebatgerane û dîrokî a serdema xwe bû bi dijî sîtem û nerewayîya dagirkeran. Herwisa serokên şoreşê dixwest karbidestên Îngîlîz naçar bikin Şêx Mehmud ji Hîndîstanê ve ji bo Kurdistanê bizivirînin. Şoreşa 20’ê Tebaxê a sala1920, Brahîm Xan û lawên Delo ligel hevpêymanên xwe ên Caf bajêrê Kifrî azad kirin û 3 heftan tê de hukim rêvebirin. Di dehê Îlonê de hêzên îngîlîz û eşîrên hevpêyman Kifrî dagirkirin. Brahîm Xan û çend hewl dan li rojhilata bajêrî şoreş destpêbikin. Lê ew devêr ji bo vê yekê amade ne bû. Di destpeka qanuna duyemîn a sala1921 de Brahîm Xan û hevalên wî bi rêya çîyayên Duz re derbasî deşta Beyat bûn. Ji wir ve dixwestin biçin ji bo çîyayên Hemrîn.
Şoreşger diçin gundê Til Şerefê Beyat. Li wir mêvandarîyek gellek baş ji bo wan dikin.Lê Brahîm Xan gellek nexweş bû û wê şevê li wir koça dawiyê dike. Sibê bi merasimek gellek şikodar û mezin li goristana Emer mindan termê wî hate veşartin...Îngîlîz vê yekê dibihîzin û dixwezin termê Brahîm Xanê Delo derxin û bizir bikin û bi vî awayî şopa wî holê rakin.
Heval û dostên Brahîm Xan termê wî derdixin û dibin ji bo goristana El Sinidic
Li çîyayê Hemrîn vedişêrin
Kerîm Şareza
W: Aso Zagrosî