Skip to main content
Time to read
3 minutes
Read so far

EFRÎN TENÊ NINE Û TU CAR JÎ TENÊ NEMÎNE!

Sun, 01/21/2018 - 13:18
0 comments

 

Di rojên dawîyêda dagirkerên Tirkîya planek qîrêj gav bi gav rêva birin, di tunekirina Kurdan da ew dixwezin bigehîjin qonaxa dawîyê, sergerde, qopik, sîyasetmedar û leşkerê Tirkîya bi yêk dengî bin navê bin perdeya şerê dijî PKK da bangî tunekirina Kurdan dikin, ne tenê li ser axa Anatolia, Trakya û Kurdistan a Bakur, li seranserî Rojhilata Navarast û li sernaserî dinyayê dixwezin Kurdan ji hole hilînin û tune bikin. Îro wan aktîv destpêkî binpêkirina Efrînê kirin, Balafîr û tankên wan axa Rojavaya Kurdistan bombebaran dikin, dixwezin Efrîn e weku Kobanê hilşînin û çol bikin. Wan Koban bi destên DAÎŞ ê da çolkirin, wan xwest ku ew di fermîyeta navnetewîd qîrêj nebin, hemu xirabî wan bi navê DAÎŞ e rêxist, balam ew serneketin, ruyê wanî qîrêj her alîva pas bu, li ser bingehya navnetewîda rezîl û rûsiva bun. Canik û Camerên Kurd li Kobanê di dîroka mîrovetîyêda rupelik nû vekirin, dagirker bi qulmên Jinxwes û Merxwesan hatin perçiqandin, bi vî şiklî mirin û gewerbuna DAÎŞ ê destpêkir, Kurdan bi alîkarîya hêzên pêşkevtîxwez û hevpeymanan pişta DAÎŞ û Komara Tirkîya yê şikandin, bi binketina DAÎŞ ê; temamîya dagirkerên Tirkîya binketin û hatin pişirandin.

Ji ber vê wan kesayetên wekû Hakan Fîdan û Doğu Perînçek derxisatin gerên sîyasî, ew û peyayên wan di mabeyna Tehran; Enqare, Bexda û Dilmeşk ê da hatin û çun, wan nûva Tehran, Bexda û Enqara li dijî Kurdan hevanîn. Bi alîkarîya çend supintî û sîxurên „Kurd“ êriş anîn li ser Kurdistana Başur, referandum û dengdana Kurdan bi xwera weku sedem dan dîyarkirin, di nava çend rojanda nîvî axa Kurdistana Başur bi alîkarîya tora sîxurên xwe girtin bin kontrola xwe, serkirdayetîya vê planê dagirkerên Tirk kir. Berku Kurd nebin xwedî heq û statut. Îro dîyare ku; dagirkerên Tirk di dijminatîya Kurdan da pey hevaltîyên nû ne, di vê dijminatîyê da ew amadene her tiştê xwe bidin! Ji ber vê Komarserokê Tirkîya Recep Tayîp Erdoğan çu Emrîka, çu Ewropa û Urizîstanê, xwest pere, derfet û peymanên kirînê yên nu wan bêdeng û mest bike! Urizîstan S 400 bifiroşe wan, lîsteya yê din jî gelek dur û dirêje, sînorê vê nîvîse derbaz dike!

Bi vê rasteyetîyê carek din hate ber çavan ku; xwe bi parçekî Kurdistan da qodeskirin Kurdan her tim bindixînê, dagirker tu ferqekê nakin mabeyna Kurdan, dema Iraqîya bi gel Heştî Şebî êriş anîn ser Kirkukê, rojnamavanekî Tirk digot: „Çi PDK, çi YNK, çi Goran û çi PKK bî, hemu jî zarokên Şeytînin“. Wî „kabrayî “ li vir rasteyetîyek dinaî serê zman: Nêrîna dagirkerên Tirk! Ew derheqa Kurdan da wusa difikirîyan, bona wan hemu Kurd zarokên Şeytîn bun!

Naha Komara Tirkîya dixweze gav bi gav temamîya Kurdistana Rojava destkevtî û avayîyên Kurdan hilşîne, wan binpêkirina Cerablus, Bab û Edlib ê gavek dijî yekitîya Rojavaya Kurdistan avtin, xwestin derê Derya Spî Kurdan ra bêtê girtin, naha dixwezin bi girtina Efrînê Kurdan dorpêç bikin û bixendiqînin, va plana bona hebuna wan ya diwaroje. Ew bi girtina Efrîne dixwezin hebuna xwe garantî bikin. Hebuna Komara Tirk her tim li ser tunekirina Kurdan bu, va duenî jî wusa bu îro jî wusayê. Dagirkerên Tirk rojekê ji dev tunekirina Kurdan berdin, mirina wan destpêbike. Ew li ser vê axê bê rîçalin her tim di nava tirsê da jîyanê îro jî di nava tirsê da dijin. Bavarim bi serketina Efrînê bibe sedam mirina Komara Tirk, çawa DAÎŞ bi serketina Kobanê di bin qulmên Canik û Camerên Kurd da mir, Komara Tirk jî bi serketîna Efrîne bimire, hilşê û bibe hurûhewar…

Komarserokê Tirk Recep Tayîp Erdoğan û pêxwesên wî, vê cara bivir li kevir xistin, bê guman ew binkevin û dara wan ya sîyasî di bin pêyanda biçe, em gelekî kemjimar ninin, li ser axa Rojhilata Navarast 50 Mîlyonan zêdetir, mezintirîn netewene, dîroka meda nijazparezî û binbêkirina axa komên cîranan tu nebuye, ew xwedî panavik wusanê, hebuna me her tim li ser bingehya mîrovetîyê bejndaye, va rasteyetîya li Efrîn ê jî wusayê, li Efrîn e Ereb,Ermen, Çerkez, Turkman, Aşur û Kurd di nava aramîyêda dijin, mîrov dikare tenya ji çanda wan, ji jîyana wan fêrbe û wan bi xwe ra weku mînak bigirê, kirasê Komara Tirk Gelên Efrînê ra teng tê, ew bi dagirkerên Tirk ra pêşîvazîyek rind bikin û bejna wan bipîvên. Ew bên feqet nikaribin şunda bizivirên, Komara Tirk carek din vajo be û bikeve nava alozîyek mezin.

Li vir ez bangî hemu Kurdan dikim, bangî mîrovperweran, aşitîxwez û xêrxwezan dikim Efrîn ê tenya meylin, em malekin û mîrovayetî seranserî dinyayê yêke; PKK ji, PYD jî, YPJ jî, YPG jî yên mene, wan xwedî derkevin, dev ji kolîna birînên kewnd berdin îro roj roja hebun û hebuneyê , îro roj roja şerê pêşverutu û paşverutîyê ye. Birmekin va şera di mabeyna hêzên Ronahî û Dojê da diqewîme, bê alî man avê dibê ser aşê zebanîyên dojê!

Kirmancê ma prode! Bona xatirê Rizôyê Dersîmî prode, bona xatirê Şex Saîd ê Pîran lêdin, çep û rast lêdin, paşta û pêşta lêdin, van gwirên har bajon nava dojê!

Efrîn warê mîrovetî û şariztanîyê, bê guman serkeve………….

Bîşar Norşîn

20.01.2018

 

 

 

Add new comment

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category