Skip to main content
Time to read
1 minute
Read so far

„Hûn Tirk in?“

Fri, 11/11/2016 - 12:37
0 comments

 

Rojgar Merdoxî

Îro  ez gellekî   li ser  peywendîyên  me  û Tirkan  fikirim..   Ev tekîlîyên  me  û Tirkan  yek alî nîne..  Em wekî Kurd jî bi şiklekî an şiklekî din  di van peywendîyan de beşdarin...   Bi dilê me be  yan ne  ev rastîyek e .  Mirov nikare veşere..

Ez bawer dikim   tişta ku ez dixwazim  bibêjim  hatîye   serê  gellek ji Kurdan.

Wê dema  ez ligel Kurdên başûr  û  an jî Kurdên beşên din ên Kurdistanê bim, em hertim Kurdî qisedikin.. Lê  wê dema  em wekî Kurdên Bakur  bi tenê bin,  çawa dibe ez jî nizanim em destpêdikin bi Tirkî diaxivin..

Wê  dema Tirkek  ji keleka me  re  derbasdibe û  dixwaze tiştekî bipirse   yekser tê  dipirse: „Hûn Tirk in?“   Gellek Kurdên me yekser bersivê didin „ Na !!!   Ez an jî  em Kurd in“ dibêjin..

Her çiqas  ew  Tirkên ku pirsyar dikin  aciz jî bibin, hertim dibêjin „çi nine em hemû birane an jî însan in“..

 

Heke em zimanê  wan neaxivin, em dikarin di nabeyna  xwe û wan de,   di navbera    du  çandên cuda de  dîwarek daynin  an jî sînorekî destnîşan bikin... Em  bi destê  xwe bi zimanê wan  diaxivin, dinivîsin...  Bi zimanê  wan hestdikin û  paşê jî  wê dema  ew  jî rastîya me,me  dipirsin, em tûredibin..

Heke  em naxwazin  carekî din ture bibin, pêwîste em zimanê  xwe  di  karên rojanê  û hemû peywendîyên  xwe de karbînin..

Pewîste em  li ser  zimanê rawestin,  heke em wê nizanin, divê  em fêrbibin...  Ziman Kurdî  hîmê netewa Kurd e..   Heke  hîm yan bingehê xênî pûç be, ew xanî tête ruxandin..

Ji bo vê yekê jî  pêwîste herkes  hewl bibe, peyva Kurdî biparêze....

 

Rojgar Merdoxî   

Add new comment

The comment language code.

Restricted HTML

  • Allowed HTML tags: <a href hreflang> <em> <strong> <cite> <blockquote cite> <code> <ul type> <ol start type> <li> <dl> <dt> <dd> <h2 id> <h3 id> <h4 id> <h5 id> <h6 id>
  • Lines and paragraphs break automatically.
  • Web page addresses and email addresses turn into links automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Category