„Hûn Tirk in?“
Rojgar Merdoxî
Îro ez gellekî li ser peywendîyên me û Tirkan fikirim.. Ev tekîlîyên me û Tirkan yek alî nîne.. Em wekî Kurd jî bi şiklekî an şiklekî din di van peywendîyan de beşdarin... Bi dilê me be yan ne ev rastîyek e . Mirov nikare veşere..
Ez bawer dikim tişta ku ez dixwazim bibêjim hatîye serê gellek ji Kurdan.
Wê dema ez ligel Kurdên başûr û an jî Kurdên beşên din ên Kurdistanê bim, em hertim Kurdî qisedikin.. Lê wê dema em wekî Kurdên Bakur bi tenê bin, çawa dibe ez jî nizanim em destpêdikin bi Tirkî diaxivin..
Wê dema Tirkek ji keleka me re derbasdibe û dixwaze tiştekî bipirse yekser tê dipirse: „Hûn Tirk in?“ Gellek Kurdên me yekser bersivê didin „ Na !!! Ez an jî em Kurd in“ dibêjin..
Her çiqas ew Tirkên ku pirsyar dikin aciz jî bibin, hertim dibêjin „çi nine em hemû birane an jî însan in“..
Heke em zimanê wan neaxivin, em dikarin di nabeyna xwe û wan de, di navbera du çandên cuda de dîwarek daynin an jî sînorekî destnîşan bikin... Em bi destê xwe bi zimanê wan diaxivin, dinivîsin... Bi zimanê wan hestdikin û paşê jî wê dema ew jî rastîya me,me dipirsin, em tûredibin..
Heke em naxwazin carekî din ture bibin, pêwîste em zimanê xwe di karên rojanê û hemû peywendîyên xwe de karbînin..
Pewîste em li ser zimanê rawestin, heke em wê nizanin, divê em fêrbibin... Ziman Kurdî hîmê netewa Kurd e.. Heke hîm yan bingehê xênî pûç be, ew xanî tête ruxandin..
Ji bo vê yekê jî pêwîste herkes hewl bibe, peyva Kurdî biparêze....
Rojgar Merdoxî