KÎ PIFÎ KÊ BIKE?
dengdan rengdane,
deng bilindkirin qîrîn û xeberdane,
xapandin û ji wera birîne,
dengdan bîn keşandin,
tirs, xof, lerzan û bezdane,
dengdan
rabun
runiştin,
xwerin û wexwerine,
dengdan
meydana
jinxwes
mêrxwes
pûşt û poşane,
dengdan
deşta hesp bezdandana
Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke awarte re derbas dibe. Ji alîkî ve di bin êrîşa 4 welatên desthilat de ye û bi her awayî êrîşê tînin ser. Ji aliyê din ve jî rêvebirî nava krîzeke de ye. Li ser zemînê binkeftinên ji ber mercên dema rabihûrî heya îro û encama siyaseta çewt, nerazîbûna beşek ji girseyên gel, wekî meş û xwepêşandanan xwe derxiste holê. Xwepêşand mafê gel e. Hîna tevaya bûyêrên ku van xwepeşandan ligel xwe anî ye nehatine zelalkirin.